ANALÎZ

Gelo Pilanên Rûs û Tirkiyê Li Eyn Îsa Çi Ne?

Bajarokê Eyn Îsa li Sûriyê bi giştî û li herêmên Rêveberiya Xweser bi taybetî, roleke pir girîng dilîze. Ev bajarok cihekî stratejîk li ser rêya M4 digire  û dibe navendeke girîng a veguhastinê ku bajarên Hesekê û Qamişlo bi Kobanê, Manbic û Helebê ve girê dide.  Ji bilî ku ew dibe navenda Rêveberiya Xweser û hêzên wê Hêzên Sûriya Demokratîk. Loma bû armanca dewleta dagirker a Tirk ku xwe li Kobanê û Minbicê berfireh bike û herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê bi herêmên Mertala Firatê ve girê bide. Vekişîna ji nişka ve ya Emerîkî ji herêma sînorî,  hişt  ku Tirkiye, Rûsya û rejîm bibin weke  lîstikvanên nû li ser qada Sûrî bi awayekî  ku li herêmê rewşeke nû ferz bû. Vekişîna Emerîkî hişt ku Rûsya roleke mezin li devera di navbera Qamişlo û Menbicê de li ser sînorê  Tirkiyê bilîze. Bermaberî lewazbûna rola Emerîka di herêmê de, Rûsya di danûstandinên bi dewleta dagirker a Tirk re li ser deverên sînorî, bû lîstikvanê sereke. Niha jî Tirk lewazbûna rola Emerîkî di vê qonaxa  demikî a serokatiya Emerîka de bikar tîne û êrîşî herêma Eyn Îsa dike.

Bêguma vekişîna Emerîka ne ji valabûnekê hatiye. Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser, Rûsya bê  navber,  Tirkiyê handan dike ku êrîşên leşkerî  li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bike. Emerîka jî ji bo ku rûbirûyî Tirkiyê nebe ku her du jî Endamên sereke di NATO`yê de ne, ji hin herêman vekişiya û rê da artêşa Rûsî û rêjîmê ku derbasî herêmê bibin. Vê vekişînê , ji alîkî ve Rûs û Tirk kirin li hemberî  hev ku dibe bibe sedema nakokiyan di pêşerojê de. Ji alîkî din ve jî, Emerîkî dûrî zextên Tirkiyê ket û ji dûr ve bûyer û danûstandinên Rûsya û Tirkiyê dişopîne  û nahêle tu rêkeftin di nav wan de rû bide, ew jî heke bandore li hebûna wê li herêmê bike. Hêjayê gotinê ye ku li herêmê armancên Tirkiye û Rûsyayê ji hev cûda ne û li gorî pêwîstiyên  wan ên siyasî, aborî û leşkerî û bûyerên li herêmê rû didin;  carnan nêzî hev dibin û carnan jî nakok in.

Dewleta Tirk a dagirker

Tirkiyê bi hemû awayî hewil dide ku di rêya operasyonên leşkerî  û bi alîkariya Rûsyayê,  Bakurê Sûriyê dagir bike û Rêveberiya Xweser li beur û rojhilatî Sûriyê têk bibe. Tevî ku  Tirkiyê di rêya  rêkeftinan re, karîbû Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike; lê niha pir zehemete ku careke din bi êrîşeke din li dijî herêmê rabe . Ji ber ku çi operasyona leşkerî li ser herêmê bibe, dê bandoreke rasterast li hebûna Rûsî û Emerîkî li herêmê bike. Ji  ber wilo em dibînin ku êrîş û bombebarana ku niha li li ser herêmê  tên kirin  bi destên çeteyên girêdayî Tirkiyê ne. Jixwe armanc ji vê bombebaran û tevgeran ku fişarê li Rêveberiya Xweser bike, da ku Eyn Îsa radestî Rêjîmê bike. Tevî ku li gorî rêkeftinek di navbera QSD`ê û hêzên Rûsî de sê xalên leşkerî yên rêjîmê li derdora Eyn Îsa ava kirinbûn jî, Tikiyê razî nebû. Ji bo wê jî dîwarekî bi bilndahiya 3m, li ser rêya M4 ku dikeve li derdora bajarokê Tirinbe ya ku di bin destê rêjîmede ye, ava kir. Ev kiryar û liv û tevger hemû nameyeke rasterast ji rûsyayê ye ku fişarê li QSD`ê bike û wan ji bajarokê Eyn Îsa vekişîne. Di encamê de, Tirkiyê nikare dema bixweze rêya M4 bibire û ne jî ew dîwarê ku ava kirîye ji bo cudakariyekê têxe navbera çeteyên girêdayî xwe û rêjîmê de, lê armanca wê ku “Peymana Milî ji nû ve vejîne.” .

Rûsya

Bêguma, armanca Rûsya ya sereke ew e ku  hemû  hêzên biyanî ji xaka Sûriyê derxe û tevahiya  erdnîgariya Sûriyê têxe di bin serweriya xwe de. Ji bo pêkanîna vê armancê jî, Rûsya peymanên ku bi dewleta Tirk re li Soçî û Astana mor kiribû û armancên dewlet Tirk a dagirker ku dixwaze Rêveberiya Xweser û hebûna kurdan  tune bike,  bi kar tîne. Ji bo radestkirina herêmên Rêveberiya Xweser, Rûsya  di rêya gefên Tirkiyê, hwil dide ku bê merc van herêman desteser bike û radestî  rêjîmê bike. Tevî ku Rûsya rê da tirkiyê ku Serê Kaniy û Girê Spî dagir bike, lê tu carî nahêle ku Tirkiyê Rêya M4 ya stratejîk kontirol bike.  Ne li rojhilatê ferêt tenê, heta li Idlibê jî , rê neda Tirkiyê ku rêya M4 kontiril bike û hişt ew rê bike sînorê cudakar di nav wê û Tirkiyê de, ji ber ku ev rê dikeve xizmeta berjewendiyên wê yên stratejîk li Sûriyê û Rojhilata navîn. Ji bo wilo jî nahêle ku Tirk bajarokê Eyn Îsa dagir bikie, ji ber ku ev bajarok jî dikeve li ser rêya M4; ev rêya ku bakurê Sûriyê û rojava û naverasta Sûriyê bi hev girê dide. Di vê rêyê re , sûriyê petrol, gaz, û genimê xwe dabîn dike. Jixwe dema ev bajarok têkeve bin destê Tirkiyê, dê fişareke aborî li ser rêjîmê bibke; ew aboriya ku berê êşê ji sizayên Emerîkî dikişîne. Di encamê de, tevî ku Rûsya di fişara li ser QSD`ê bi ser neket, tu nîşaneyên ber bi çav nayên xuyakirin ku Rûsya ji bo bajarokê Eyn Îsa bi Tirkan re têkeve bazarekê. Ji aliyekî din ve jî, Rûsya binkeyeke din li başûrê Eyn Îsa ava kir, da ku hebûna xwe li herêmê xurt bike û nehêla careke din Emerîka vegerê herêmê.

Bijardeya Hêzên Sûriya Demokratîk ku li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bide û herêmê radestî rêjîmê neke,  bêyî ku bigihîje lihevkirinek ku mafên gelên herêmê misoger  dike; zextek mezin li Rûsyayê kir, nemaze bi hebûna Emerîkî li herêmê. Jixwe QSD`ê armancên zextê Rûsî da ku Eyn Îsa radestî rêjîmê bike û bandorên wê yên  neyînî li ser deverên mayî yên Rêveberiya Xweser; hayedar e.

Di vê çarçoveyê de, Tirkiye nikare li herêma Rêveberiya Xweser bi êrîşeke  leşkerî ya nû rabe. Ta  ku bigihêje armanca xwe ya bidawîkirina Rêveberiya Xweser, ew ê hewil bide ku têkiliyên xwe bi rejîmê re û bi welatên ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin, vegerîne. Ji nêz ve jî bi Rûsyayê re hewil dide ku Rêveberiya Xweser ji hundir ve bişkîne û rêgiriyê li ber  nêzîkatiyên  Emerîkî û Ewropî ber bi Rêveberiya Xweser ve çêke. Bêguman,  civîna wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyê li Soçî encama  pêşhateyên ku li Eyn Îsa  diqewime.

 Bi radestkirina serokê hilbijartî Jo Baydin re, dê siyaseta Emerîka  li Sûrîyê û çawaniya nêzîkatiya wê bi rejîm û Tirkîyê, diyar bibe…

زر الذهاب إلى الأعلى