ANALÎZ

Colanî û hewildanên xwediyarkirinê… Gelo ew ê bi ser bikeve?

Desteya Tehrîr el- Şam (ku şaxa sûrî ya Qayîde ye) angaşt dike ku wê têkiliyên xwe berî pênc salan bi rêxistina dayîk re qut kirine. Gotareke wisa bi kar anî ku ew ê têkoşînê li hemberî komên terorîst ên din bike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku Amerîka û dewletên cîhanê danpêdanê pê bikin û wê weke tevgereke siyasî ya dûrî tundrewiyê bi nav bikin.

Desteya Tehrîr el- Şam a ku Ebû Mihemedê Colanî serkêşiiya wê dike, parêzgeha Îdlibê li bakurê rojavayê Sûriyeyê desteser dike. Vê desteyê hejmarek nav li xwe kirine, her wekî Cebhetulnisre, Cebhet Fethşam û dawî jî Desteya Tehrîr el- Şam ango rizgarkirina Şamê. Armanca wê ji van rêzeprosesan jî ew bû ku xwe bide pêş û bide diyarkirin ku ew karûbarên parêzgehê û gelê wê bi rê ve dibe, lê di rastiyê de ew zordarş û binpêkirinan der heqê xelkên Îdlibê de pêk tîne û heya neha tu guhertin di reftarên xwe yên tundrew (sûcên wê yên di şerên berê de ê binpêkirinên wê yên niha der heqê mafê mirovan de) pêk neaniye.

Vê “desteyê” levkirinên di navbera Potîn û Erdogan di 5ê avdara 2020an de yên der barê agirbestê li herêma kêmkirina rageşiyê ya çarem, bi kar anî da ku bibe yek ji girîngtirîn girûpên terorîst ên girêdayî rêjîma Tirkiyeyê li vê herêmê. Ev hevrêziya di navbera rêjîma Tirkiyeyê û vê “desteyê” de, encama levkirina tirkî-amerîkî ye ku tê de vê desteyê soz da ku ew ê şerê tevahî rêxistinên radîkal bike û wan bi rê ve bibe.

Ji ber ku hinek hedarî hebû, çimkî NATO tu operasyonên leşkerî bi ser parêzgehê de ji hêla Şamê û bi piştgiriya Moskoyê nepejirandin, vê desteyê desteseriya xwe ya li ser Îdlibê xurttir kir. Rêjîma Tirkiyeyê angaşt dike ku tu operasyoneke leşkerî bi ser parêzgehê de, dê aloziyeke mirovî ya nû encam bide û hejmara kesên koçber dê bibe nêzî du melyon koçber.

Her wiha vê desteyê hewildanên diyarkirina wê bi awayekî navneteweyî û  bi rêya ragihandinê bi kar anîn da ku xwe weke tevgereke islamî ya navîn û nerim ku dûrî tundî û dijberiya li hemberî welatên rojavayî ye, bide diyarkirin. Piştî ku Desteya Derveyîn a Brîtanyayê tu gotin der barê raporeke rûsî de negot, ku wê raporê behsa hevdîtinekê di navbera Consan Biwêl (nûnerê saloxgerên derveyîn ê Brîtanyayê û şandeyê taybet ê Brîtanyayê yê berê bo Lîbyayê) û Colanî de dike. Her wiha behsa derfeta rakirina navê Desteya Tehrîr el- Şam ji val lîsteya komên terorîst, di demeke wisa de, televezyona WarGonzo ya Telegramê eşkere kir ku endamên vê desteyê hewil dan êrîşî cihê Mislimê Şîşanî (serokê rêxistina Cindişam) bikin, çimkî ew vê desteyê bi xiyaneta ramanên cîhadîst tewan bar dike.  Rêjîma Tirkiyeyê hewil dide vê desteyê ji taybetmediya wê ya cîhadîstê rizgar bike û wê weke opozisyoneke zanistperest pêşkêş bike.

Ji bo helwesta amerîkî jî, bi rêya daxuyaniya balkêş a ku şandeyê berê yê taybet bo Sûriyeyê “Cêms Cêfrî) a li ser akranê PBS Newsê di nîsana sala borî de daye, tê diyarkirin.  Cêfrî –li gorî paymangeha Kiwînsî ya siyasî ya amerîkî, tekez kiriye ku şaxê sûrî yê Qayîdeyê, “ji bo stratejiya amarîkî serbilindiyek e” û Desteya Tehrîr el- Şam, ” di nav bijarteyên bizirar û nebaş ên cihêreng li Îdlibê, ew bijarteya herî kêmzirar e.”

Danpêdana bi vê desteyê û rakirina wê ji nav lîsteyên terorê, dê bihêle Colanî sûdê ji tecrubeya tevgera Talîban a li Avganistanê û ji tişta ku Amerîkayê bi “Partiya Islamî ya Tirkistanî” re kirî, bigire. Levkirina amerîkî bi rêjîma Tirkiyeyê re, dibe ku were wateya hiştina herêma Îdlibê di bin serdestiya opozisyonê de. Lê bi şertê ku rêxistinên rafîkal ên ku rênimayên tirkî yên nû napejirînin  ji nav werin birin û rêveberên wan jî ji nav werin birin; her wekî pêrewên Şîşanî, şaneyê Daişê û Hurasidîn ku berê Colanî ew weke pêkhateyeke leşkerî ya sereke di meydana Sûriyeyê de dipejirand.

Li hemberî wê jî, tu xwestekeke rûsî ya ji nû ve avakirina vê desteyê û rakirina navê terorê li srê tune ye. mijara vê desteyê hêj di qonaxa danûstandina di navbera tevahî aliyan de ye. Ev yek bi rêya encamnameya gera 17em a hevdîtinên Asetanayê hat tekezkirin. Ev yek jî helwest û rewşa Colanî zehmet dike.

Di vê çarçoveyê de, Ebû Mihemedê Colanî zêde li ser ragihandinê derdikeve da ku wêneyê xwe bi cil û bergên sivîlane (weke zilamekî dewletê) nîşan bide. Di ragihandinê de bi endamên hikûmeta xwe ya ku wî ew vê dawiyê damezirandiye re derdikeve û siyasetên ku gerek e “Hikûmeta Inqaz (rizgarkirinê)” pêk bîne, pêşkêş dike. Her wiha careke din derket da ku da ku projeya rêya Heleb-Babilhewa ragihîne; da ku hembêza gelêrî bi dest bixe û piştgiriya gel wergire. Colanî di van salên dawî de karîbû dest dayine ser aboriya parêzgeha Îdlibê. Hejmarek beşgehên ku gelek made bi xwe ve girê dane ava kirin, yek ji wan jî beşgeha Weted a bazirganiya petrolê bû. Her wiha hejmarek beşgehên xanûberan bi piştgiriya darayî ya tirkî-qeterî, projeyan bi cih tîne.  Her wiha gelek proje û beşgehên din jî hene.

Di destpêka mijdara 2017an de, vê desteya ku parêzgeha Îdlibê desteser kiriye, “Hikûmeta Inqazê” damezirand û bi rêya wê desteseriya xwe ya sivîlî û kargêrî sepand. Tevî ku vê hikûmetê girêdana xwe ya bi desteyê ve mandele kir jî, lê di rastiyê de ew bi rêya “Meclisa Şêwirmendiya Giştî”  serpereştiya vê hikûmetê dike. Çimkî piraniya endamên wê girêdayî desteyê ne û piştgiriya wê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku di 3. 2. 2021ê de, wizareta dadmendiyê ya amerîkî li sdr malperên civakî wêneyekî pêşewayê Desteya Tehrîr el- Şam “Ebû Mihemedê Colanî” weşand wa cil û bergên fermî li xwe kirine û ragihand ku kesê tu agahiyan li serê bide, ew ê 10 melyon dolar wergire. Wîzaretê di malpera xwe de nîvîsî bû “Xelatek ji bo pêkanîna dadmendiyê” ” tu dikarî bedlekî xweşik li xwe bike –lewendo- lê tu yê teror bimînî.”

Xuya ye hewildanên Colanî (pêşewayê Desteya Tehrîr el- Şam) yên rakirina navê terorê li ser xwe û girûpa xwe, dê girêdayî hevsengiyên dewletên bibandor di aloziya Sûriyeyê de bimînin.

زر الذهاب إلى الأعلى