ANALÎZ

ÇARESERKIRINA KIRÎZÊN ROJHILATA NAVÎN

Heger mirov li koka pirsgirêkan serwext nebe, dê nikaribe wan pirsgirêkan çareser bike, pirê caran dema mirov li ser hin pirsgirêkan mijûl dibe, berê xwe dide şax û paxên wê  û ne pirsgirêkê an jî  bingehê wê digire dest, lewra di nava agahîyan de winda dibe û rastîya pirsgirêkê winda dike, her wiha pirê  caran li encaman dinere û di nava encaman de li çareserîyan digere! Rawestandina li ser encamên pirsgirêkan, têgihiştineke rast nade sedem û bingehê wan pirsgirêkan, her wiha dê çareserîyên guncav jî bi xwe re neyne, lewra Rojhilata Navîn ya ku ji dawîanîna li şer bûye girêkeke asteng, nakokî, dozên netewe, olan û hwd re, tevde ji şaştîyên bi rêkûpêk di  derheqê  civakên Rojhilata Navîn de encam in ku ji desthilatdar û berjewendîparêzan re ne şaştîbûn bi qasî ku weke jêhatîbûn û pêwistîyên giring bûn, lewra ji bo têgihiştineke rast ji pirs û pirsgirêkên Rojhilata Navîn re û bidestxistina çareserîyên guncav, pêwist e em bi şûn de vegerin û bizanibin ku pirsgirêk  ji ku derê dest pê kirine û çareserî li ku derê ye . Derbasbûna mirovahîyê ji çanda civaka xwezayî ber bi çandên civakên koletî, dergegî, sermeyedar ve, bi xwe re çanda talankirina mirov ji mirov re, qirkirina mirov ji mirov re, kolekirina mirov ji mirov re anîye, anku mirov ji serdema zêrîn ya dîrokê, derbasî serdema dojehê bûye, derbasî serdema windakirina mirov ji nirx û sinca wekhevî û bi hev re li himber xweza û zehmetîyê tekoşînkirin bûye, derbasî serdema rijandina mirov ji xwîna mirov re, ew jî ji bo destdayîna li ser ked, berhem û jîyana wî bûye. Ji serdema derketina mirovahîyê ji jîyana civaka xwezayî û şûn de berîya  5000 salî, kirîzên di cîhanê de dest pê kirine û mirovahîyê hin ji bo azadî û wekhevîyê û hin jî  ji bo desthilatdarî û kedxwarîyê, li himber hev tekoşîn kirine, ew jî di bin navê êl, ol, qiral û dewletbûyînê de ku ta roja îro di nava pergala herî dirinde de, di pergala sermayedar de ev tekoşîn berdewam dike.

ROJHILATA NAVÎN DI NAVA KIRÎZAN DE

Doz û pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji rewş û pergala cîhanî bi giştî ne cûda ne, anku pêşketin û geşedanên ku di cîhanê de rû didin, teyisandinê li Rojhilata Navîn jî dike, her wiha Rojhlata Navîn bi pêşketin û geşedanaên xwe ve teyisandinê li cîhanê dike.  Rojhilata Navîn xelekeke di dîroka avabûna şaristanîya cîhanî de pir giring e, bingeha despêkirina pêşketina mirovahîyê ye û di Rojhilata Navîn de derhatina olên sereke yên ezmanî ye, her wiha ji çavkanîyên saman û wizeyê (enerjîyê) re, navendeke sereke ye, bi binerd û sererda xwe pir dewlemend e ku bûye sedema bijandin û çavberdana hêzên serdest di dewlwmendîya vê deverê de. Çavberdana li ser axa Rojhilata Navîn ji serdema emperetoran de destpê kiriye û di navbera van hêzan û hêzên di deverê de, bûye sedema pir şer û pevçanan, mîna ku  di 490 – 469 BZ de Grîkan serwrîya xwe li ser Asîyayê  sepand ku bi şerên bi Medîya re hatiye naskirin, weke ku pirtûka bi navê ʺKurte dîroka cengên xaçperstîyê di rojhilata islamî û rojhilatî deryaya  sipî deʺ ya dîroknasê frensî Rînê Cirosî dîyar dike ku hevrakêşandina di navbera Ewrûpa û Asîya de ji berîya şerê xaçperestîyê li rojhilat dest pê kiriye, her wiha mîna şerê Elêksenderê Mekdonî bi parsan re di 335 BZ û şûn de, lewra ji demên berê de çavên dagerkeran li ser Rojhilata Navîn bûn û di nava pir pêvajoyan de şerên wan li himber rojhilat berdewam kiriye, lê belê derketina birastî ji kirîzan re di Rojhilata Navîn de ji şerê cîhanê yê yekem (1914 – 1918) de bi parvekirina xaka imperetorîya osmanî û avabûna dewlet-netewe, dest pê bûye ku li şûna hevgirtinên olî û tîreyî (mezhebî) cihê xwe girtiye û di nav de jî doza kurdî û welatê KurdanKurdistan .

DI ROJHILATA NAVÎN DE …KURDISTAN

Kurdistan welateke ji welatên di Rojhilata Navîn e, piştî ketina emperetorîya  Medan (550) BZ û şûn de, kurd û welatê wan Kurdistan rastî desthilatdarîya Persan hatine. weke ku  Ernold Tuînbî; dîroknasê ingilîzî dîyar dike ku Med bi xîyanetê ketine, ji ber dek û dûlabên Xirabko (Harpakos) ku şahê medan Istîyag di dîlbûna xwe de jê re dibêje ʺTu ne bi tenê bedtirîn mirov e, lê belê tu bêtir zilamekî bê hiş e, heger bi rastî komplo ji tedbîra te be, heq dikir ku tu biba şah, lê belê te desthilatdarî radestî hina din kir, bedbûn di te de baş dîyar e, ji ber ji bo wê şîvê te Medî ajotin koletîyê, heger tu neçar ba ku tu desthilatdarîyê ji bilî xwe radestî hina din kiriba, dê çêtirba ji te re ku te radestî kesekî medî kiriba li şûna kesekî parsî,  lê di rewşa heyî de te medên bêguneh ji çi tawanan bûne kole, piştî ku wê serwerîyê, pars li serserê wan bûne serwer, piştî ku ew li ba wan kole bûnʺ.

Ketena medan û ketina Kurdistan û gelê Kurdistanê bû ku em dikarin bêjin ku  ji hingê ve zulm û zorîya li ser gelê kurd dest pê bûye, anku jî  dîroka windabûn û bêbextîya dîrokê li ser kurdan dest pê bûye. Ji ketina imperetorîya medan û şûn de, kurd di nava imperetorî û desthilatîyên cûda cûda de mane, weke pars, dewleta islamî, sefewî, osmanî  û ta gihiştiye salên şerê cîhanê yê yekem û parvekirina Kurdistanê di navbera çar dewletên neteweperest de (Tirkî, Iraq, Îran  û Sûrîyê de bi taybet di sals 1923 de di peymana Lozanê de ku ji hingê ve kurd weke netewe dest bi daxwazkirina hebûn û mafên xwe mîna hemû netewe  û gelan kiriye û ta roja îro tê dikoşe ku azad û serbixwe cihê xwe di nava Rojhilata Navîn de bigire.

BÊ PARHIŞTINA KURDAN JI MAFÊN NETEWEYÎ  

Piştî lidarketina peymana Lozanê û parvekirina dewleta osmanî di navbera dewletên Hevpeymana de ku di şerê cîhanê yê yekem de li himber Elman û hevalbendên wê bi ser ketine, dewletên neteweyî di Rojhilata Navîn hatin avakirina, hin gelan dewleta xwe bi dest xistin û hin jî ji parvekirinê re bûne qurbanî, mîna gelên kurd, Ermen, Siryan, Aşûrî û hwd. Parvekirin û avakirina dewletên neteweyî di Rojhilata Navîn de, ne li ser bingeha berjewendî û mafên gelan hatiye kirin, lê belê li ser bingeha bazarên dewletên serdest li ser deverê û berjewndîyên wan bû, anku di bin navê rêgezên serokê Emerîka Wilson de (mafê çarenûsa gelan), mafên mitingeran di talankirina gelan de bi rêve birine, avabûn û neavabûna dewletên nû ji bo xwebirêvebirinê ne girêdayî derfet û şîyanên gelan bû;  bi qasî ku ji bo bidestxistina berjewendîyên xwe girêdayî şîyan û derfetên van dagerkeran bû, dewletên erebî, tirkî, parsî û Ewrûpî hatin avakirin, lê Ermen, kurd û hin neteweyên din di Rojhilata Navîn de bê par hiştin, ne ku ji dewletbûyînê re ne amade bûn, lê belê dewletbûyîna wan ne ketibû rajeya berjewendîyên van dewletan, li aliyekî  din jî soza Bilfor (şalyarê karê derve yê ingilizistanê) di 1917 de derketibû û tê de avakirina dewleteke ji Cihûyan re li rojhilatê deryaya spî û li ser axa filestînê destnîşan kiribû, jixwe di 1948 de dewleta Israîlê hatibû ragihandin, her wiha axa Kurdistanê jî di nava çar dewletan de hatibû parvekirin. Jixwe Komar Tirkîyê di 1923 de hate ragihandin û di nava xwe de beşeke mezin ji xaka Kurdistanê girtiye dest, her wiha di1921  de li pey kongira Qahîrayê, Iraq weke qiralî hatiye ragihandin û Başûrê Kurdistanê di nava xwe de girtiye û di 1920 de Sûrî weke qiralîyekê hatiye dîyar kirin ku di bin serwerîya Frensa de ta  1946 de dagîr maye, paşê bi fermî bûye dewleteke serbixwe û di nava xwe de Rojavayê Kurdistanê jî girtiye, her wiha Rojhilatê Kurdistanê jî girêdayî dewleta Îranê maye.

Parvekirina Rojhilata Navîn li gora berjewendîyên dewletên Hevpeymanê bi taybet Ingilîz û Frensa, du dozên serke ku her dem germ û biêş hiştine, ew jî doza kurdî û doza filestînî ne ku her du doz jî tevî salên dirêj ji şer, şoreş û hevrakêşandinê, negihiştine çareserîyê û di nava bendên peymanên navneteweyî de, dîl mane, ne serkeftina kurd û filestînîyan di şoreş û tevgerên xwe de bi qasî ku girêdayî sîyasetên navneteweyî ne; ne girêdayî hêz û sîyasetên dewletên herêmî ne, çimkî ev dewletên herêmî bi xwe jî mîna Israîl, Tirkî , Iraq û Sûrîyê ji çêkirinên van dewleta ne û parvekirin jî parvekirina wan e, anku kurd û filestînî ne bi van dewletên herêmî re têdikoşin, bi qasî ku bi dewletên navneteweyî û pilanên wan re têdikoşin, lewra alîyê ku pêre were têkilkirin ji bo vê bêmafîya li ser kurd û filestînîyan re, dewletên hevpeymana şerê cîhanê yê yekem in, bi taybet Ingilîz û Frensa û di dema îro de mîratgirê wan Emerîka û Nato ye.

DÎWARÊN JIXWÎNÊ

Ji şerê cîhanê yê yekem ve (1914) û ta roja îro, aramî û hedan neketiye Rojhilata Navîn, li Kurdistanê kurdan xwe di nava çar dewletan de dîtine û li himber van dewletan bê navber, şoreş li pey şoreşan li dar xistine ku bêmafîya Lozanê û dewletên bêjî yên netewperest û sîyasetên wan yên qirkirinê nepejirandine, ji şoreşa Simkoyê Şikakî (1918), Berzencî (1919), Koçgirî (1921), Berzencî (1922), Seyîd Şîran  (1925), Simkoyê Şikakî (1926), Agrî (1927), Ehmed Berzanî (1931), Êzdî (1935), Dêrsim (1937), Hemê Raşid (1941), Berzanî (1961), Rojhilat (1967), Berzanî (1974), Rojhilat (1979), Başûr (1983), Bakur (1984), Başûr (1991), Rojhilat (1996), Rojava (2004), Rojhilat (2004) (PJAK) û Rojava (2012). Bê guman bi dehan şoreşên din jî li her çar perçên Kurdistanê li himber wan dewletan rabûne, lê belê doza kurdî  nehatiye çareserkirin û li himber daxwazên kurdan dîwarên ji xwînê  hatine dayîn û di nava bêdengîya navneteweyî de rastî qirkirin û komkujîyan hatine, ne tenê  bêdengî lê belê piştgirîya qirkerên kurdan jî girtine, çimkî ew bi xwe pilankerên rewşa kurdî ya heyî di nava çar dewletan de ne û parastina pilan û pirojeyên xwe kirine, anku wan bi xwe nexwestine pergala heyî di Rojhilata Navîn de weke ku wan daniye were guhertin, jixwe mînakên li ser vê jî de pir in, weke:

  • Raperîna Başûrê Kurdistanê (1991) ku dikarîbû rêjîma Bexdayê hilweşîne, lê guhertina pergala bexdayê ne di pirojeyên navneteweyî de bû, lewra qirkirina kurdan di nava bêdengîya navneteweyî de hat meşandin ku çavgirtî man û qirkirin weke pirseke hundirîn ya Iraqê bi nav kiribûn.
  • Dîlkirina rêzdar Ebdela Ocelan (1999) di komployeke navneteweyî de ku Nato û Emerîka bi hemû hêza xwe beşdarî vê komployê bibûn, çimkî Tirkîya çêkirî ji van alîyan ve, guhertina wê û çareserkirina doza kurdî ne di pirojeyên wan de bû û parastina pergala xwe di Rojhilata Navîn de  kiribûn
  • Qirkirina îzîdîyan 1914 û dagerkirina Tirkîyê ji Rojavayê Kurdistanê re (Efrîn, Girêspî û Serêkanîyê); tevî ku kurd li Rojavayê Kurdistanê hevbeşî Hevpeymana navneteweyî ya ku di 2014 de li himber Dayişê ava bibû, bûn û li himber Tirkîyê tevnegerîya bûn, lê belê Emerîka û Hevpeymabê bêdeng mabûn, çimkî negihiştine wê istiratîjîya ku gelo Rojhilata Navîn bi çi pergalê ji wan re baş e.

Di derbaê filestînîyan de jî, çarenûsa wan ne dûrî çarenûsa kurdan bû, him şoreşên têkçûyî û him jî qirkirn, lê belê cûdahîya doza filestînîyan ji ya kurdan ew e ku doza filestînî him di milê neteweyî de û him jî di milê olî de, teşe girtiye, lewra piştgiriyeke civakî him ya Erebî û hm jî ya islamî jê re heye û her dem ketiye rojevê de, lê belê vê piştgirîyê jî û hebûna bi dehan dewletên Erebî û islamî ku bênavber basa vê dozê dikin û piştgirîya xwe jê re dest nîşan dikin û hêzekê didin vê dozê – heger tenê bi nav be jî – lê belê nikarîbûn çareser bikin û rijandina xwînê berdewam kiriye, çimkî avakirina Israîlê û bêparhiştina filestînîyan ji mafan ji çêkirin û pirojeyên navneteweyî yên ku piştî şerê cîhanê yê yekem hatibûn danîn e û hîna jî berdewam e, anku pirsgirêk ne tenê girêdayî Israîl û filestînîyan  e, bi qasî ku girêdayî van dewletan e, jixwe şerê dawî di navbera Israîl û tevgera Hemasê de ku ji 7 mijdara 2023 de des pê kiribû, baş dîyar kiriye ku pergala di Rojhilata Navîn de hatiye sazkirein ji alîyê hêzên navneteweyî ve hatiye kirin (Emerîka û Nato weke pêmayên Inglîz û Frensa), naxwe çima ev dewletana ketin tevgerê de û hêzên xwe şandin deverê û rasterast piştgirîya Israîlê kirine? Ji ber ew di Rojhilata Navîn de parastina pergala xwe dikin .

 ŞANEYÊN GUHERTINÊ DI ROJHILATA NAVÎN DE

Êrîşên 11 eylûna 2021 li ser burcên bazarganî yên Emerîkayê, dergeh guhertin û veguhertinên mezin di cîhan û Rojhilata Navîn de vekiriye, Emerîka weke hêza sereke di cîhanê de, piştî ketina Yekîtîya Sovyetan di 1991 de, sîyaseta nîşandana hêza xwe û cezakirina dewletên ji rê derketî daye pêş ku pê re jî dewletên Ewrûpî bi xwe ve girêdaye û tirsa xwe berdaye li serRrojhilata Navîn, zimanê bikarnîna hêzê daye pêş, êdî di encamê de Efganistan di 2001 de dagîr kiriye û  pey re jî rêjîma Bexdayê di 2003 de helwişandiye ku hate xwendin weke di Rojhilata Navîn de bi dawîhatina dewlet-netewe li gorî ku pir şîrovekaran û ji wan jî rêzdar Ocelan   wiha şîrove kiribûn.

Di encama dagîrkirina Iraqê de herêma fedral ya başûrê Kurdistanê ji derveyî  razîbûna TYirkîyê û dewletên herêmî ve, hatiye ragihandin ku ew bi xwe şaneyek ji şaneyên despêkirina guhertinan pergala Rojhilata Navîn bû û pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin ketibû rojevê, ew pirojeya ku di gelek helkeftan de basa wê hatiye kirin, ev piroje di 1983 de di bin navê (sînorên xwînê) rojhilatnasê Emerîkî Pirnard Liwîs belav kiribû ku tê de sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve li gorî neteweyan kêşabû û di nav de jî Kurdistan a yek perçe û li gor nivîskar Mehmûd Dîyab ku di malpera roja heftan de di 2019 de nivîsandiye, ev piroje ji kongirisê Emerîkî ve bi temamî hatibû erêkirin, di 1991 de serokwezîrê Israîlê Şemûn Pêriz pişnîyar kiribû, dîroknasê Ingilîzî Birnand Liwîs jî di gotareke xwe de ya ku di kovara karûbarên derve de di sala 1992 de bi sernavê ʺji nû ve pergalkirina Rojhilata Navînʺ belav kiribû ku di pey re jî di rapora istratîjîk ya salane ya sala 1995 de ku ji enstîtûya lêkolînên istiratîjîk ya neteweyî ya girêdayî wezareta bergerîyê ya Emerîka ve ku hatibû belavkirin û di 2004 de serokê Emerîka Corc boş, pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin ji civîna heyşt dewletên pîşesaz re pêşkêş kiribû ku  tê de (lawazîya  demokrasîyê, zanîyarîyê, rêgirtina li ber jinê) weke metirsî li ser berjewendîyên heyşt dewletên pîşesaz destnîşan kiriye, her wiha di 2006 de wezîra karê derve ya Emerîka Kondalîza Rays bi despêkirina şerê Israîl û Hizbûlah de dîyar kiribû ku pirojeya Rojhilata Navîn ya nû dest pê bûye û di des pêbûna şerê Israîl û Hemasê de di 7 mijdara 2023 de serokwezîrê Israîlê Nitinyaho jî dîyar kiriye ku pirojeya Rojhilata Navîn dest pê bûye.

Bê guman ev pişnîyar û pirojeyên bûrî ne ji xweber ve hatine ziman an jî bilêv bûne û hatine nîqaşkirin , li pey wan istiratîjiyeke nû ya Emerîka ku serkêşîya  Natoyê dike di Rojhilata Navîn de heye, lê ev piroje ta roja îro jî ne gihiştiye wê zelalîyê bê mebest jê çi ye? Gelo guhertina sînoran û avakirina dewletine nû ne, pirsa demokrasîyê ye, an jî aborî û pirojeyên bazerganîyê ne? Xwendinine cûda  cûda ji vê pirojeyê re hene, lê belê  bi giştî heger mirov li geşedanên di Rojhilata Navîn de  biner, şaneyên pêkanîna vê pirojeyê dê bibîne, çimkî bi gelemperî di roja îro de Rojhilata Navîn ketiye nava kirîz û şeran, di nava tevlihevîya afrîner de jîyan dike û her du dozên sereke him ya kurdî û him ya filestînî jî di nava êşa berîya zayînê de ne, lê bê guman wê ev zayîn çi hebûnê bi xwe re bîne? Hîna jî ne zelal e.

ROJHILATA NAVÎN  WEKE XWE NAMÎNE

Li jorê, me bas kiribû ku geşedanên ku di cîhanê de rû didin, bandorê li Rojhilata Navîn dike, her wiha geşedanên ku di Rojhilata Navîn de rû didin jî, bandorê li cîhanê dike, lewra derbasbûna Emerîka weke serkêşê cîhana Rojavayî di serdemeke nû de ku him Rûsîya  û him jî Çîn  hewildanên sepandina serwerîya  xwe li ser derdora xwe ya herêmî kirine, Emerîka neçar kirine ku tevbigere û li himber van her du dewletên xwedî piroje raweste, çimkî heger Rûsîya û Çîn  serwerîya xwe li ser derdora xwe ya herêmî pêk bînin, wê bi hêsanî bi Emerîka re têkevin pêşbazîyê di deverên ciyostiratîjîk yên Emerîka bi xwe jî, êdî asta Emerîka ya ku xwe hêzeke an jî alîyeke tekane di cîhanê de dibîne namîne. Ji bo Emerîka sê deverên istiratîjîk hene ku dest jê nagere û mayindekirina xwe ya aborî, sîyasî û leşkerî di van deveran de istiratîjîk dibîne, ew jîEwrûpa, başûr-rojhilatê Asîya û Rojhilata Navîne, lewra di Ewrûpa de li himber Rûsîyayê şerê Ukrayînyayê daye pêş an jî Rûsîya neçarî derbasbûna şer kiriye, ew jî bi armanca lawazkirin û bêbandorhiştina wê di tengavkirina pirojeyên Emerîkî de, her wiha li himber Çînê jî ku aborîya wê pir li pêş dikeve, Emerîka ji nû ve cîbicîbûna xwe ya aborî û leşkerî di cîhanê de pêk tîne, jixwe ji wan cihên giring ên di cîhanê de jî Rojhilata Navîn e, anku çavkanîya wize û rêyên bazerganîyê ye.

Di Rojhilata Navîn de serkêşê pirojeyên Emerîka Israîl e an jî bi rêvebirê pirojeyên Emerîkî ye, lewra Emerîka bi hewildanên pêkanîna lihevkirinan di nabvbera dewletên Erebî û Israîlê de û kontrolkirina tevgerên Îranî, hêvî dikir ku mijarên ewlehî û pêşengtîya Rojhilata Navîn ya aborî radestî Israîlê bike ku xwe ji beramberîya bi Çînê û Rûsîya re vala bike, lê belê di wê navberê de dozek heye û ew doz nehatiye çareserkirin, ew jî doza felistînê ye, jixwe şerê 7 mijdarê yê Hemasê li himber Israîlê, dergehên texmînan vekirin ku ev şer yek ji pilanên ku li paş wê Îran, Tirkî û Rûsîya hene, bi armanca têkbirina pirojeya Rojhilata Navîn ya nû, lê belê serokwezîrê Israîlê Nitinyaho ji despêka şer de, ragihandibû ku pirojeya Rojhilata Navîn dest pê bûye, her wiha di civîna 78 ya komela giştî ya neteweyên yekbûyî de, nexşeya Rojhilata Navîn pêşkêşkiribû û basa pirojeya dergehê Hind-Ewrûpa kiribû, lê di nexşeyê de, nexşeya Israîlê herêma Xeza û paravê rojava ku weke herêmên filistînîyan e, di nav de tune bû, nexşe tev de şînbû û bi navê Israîlê hatibû dîyarkirin! Lewra ne dûr e ku şerê Xezayê jî yek ji armancên wê bi piştgirîya Emerîka tunekirina doza filestînî bi xwe be û ji pilanên Israîlê û razîbûna dewletên erebî be, lê belê heger pilan ji destê dewletên Astana be an jî alîyê Emerîka, Ereb û Israîlê be, bê guman tev de jî di çarçoveya dazayînkirina Rojhilateke Navîn ya nû de ye ku hin alî dê deskeftîyên xwe winda bikin û hin jî dê deskeftîyan bigrin dest, lê Rojhilata Navîn weke rewşa xwe ya heyî ji şerê cîhanê yê yekem de (1914) namîne.

Li aliyekî din û ji derveyî Israîl û şerê hemasê ku dê çarenûsa doza filestînî dîyar bike, doza kurdî  jî di rojeva cîhanê de ye û kilîta doza kurdî  di roja îro de girêdayî  çarenûsa Xweserîya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) ye, di 2003 de herêma fedral ya Başûrê Kurdistanê misoger bûye û di 2006 de bi fermî di destûra Iraqê de hatiye pejirandin û bi vê pêşketinê re kurdan li herçar perçeyên Kurdistanê hêvî kirine ku êdî wê ev pêşketin teyisandinê li çarenûsa perçeyên din yê Kurdistanê bike û doza kurdî ber bi çareserîyê ve diçe, despêkirina kirîza Sûrîyê di 2011 de û avabûna Xweserîya  Demokratîk di Rojavayê Kurdistanê de, ev hêvî li ba kurdan xurtir kiriye û ketine wê bawerîyê de ku nexşeya xwînê an jî  Rojhilata Navîn ya nû, pirojeyeke bi rastî ye û pêk tê, di vê derbarê de li gor ku malpera Rûdawê di 28. 10. 2015 de belav kiribû, berpirsên du dezgehên saloxgerîyê yên Emerîka û Fresnayê, Serokê Dezgeha saloxgerfîya Emerîka CIA John O. Brennan û herwiha Serokê Dezgeha saloxgerfîya Fransa Bernard Bajoli, li zanîngeha Corc Waşinton di konfranseke li ser ewlehîya cîhanê ragihandine ku Sûrî û Iraq hatine dabeşkirin, êdî venagerin ser sînorê berê. Her wiha tekez kirine ku Rojhilata Navîn hatiye guhertin û Rojhilata Navîn a berê ku piştî şerê yekem ê cîhanî çêbibû, êdî li ser nexşeyê namîne.  Bê guman her kes vê dîtinê piştrast dike û di serî de dewlta Tirkîyê ku dewleta herî bitirs e ji pêşketina doza kurdî û ketina wê di rojeva cîhanê, lewra sîyaseta Tirkîyê ji 2011 û şûn ve li ser vê metirsîyê li himber kurdan tevgerîyaye; çi bi dawîkirina danûstenên aştîyê bi rêzdar Ocelan re, êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê, PKK û Başûrê Kurdistanê bin û çi jî piştgirîya Dayîşê di Sûrî,Iraqî de û dagerkirina Efrîn, SerêKanîyê û Girêspî li Rojavayê Kurdistanê de be ku her dem dîyar kiriye ku ew genaveke din weke Başûrê Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dê nepejirîne, lê belê doza kurdî ketiye rojeva cîhanê û şêwazê çarenûsa Rojavayê Kurdistanê wê çarenûsa doza kurdî bi giştî dîyar bike, êdî di heman demê de rastîya pirojeya Rojhilata Navîn ya  nû an jî şêweyê vê pirojeyê gelo ( perçekirine, demokrasî ye an jî serwerîyeke aborî ye) wê dîyar bike, lê tekezkirin ku Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe û weke xwe namîne .

DI ENCAMÊ DE

  • Bingehên Kirîzên di Rojhilata Navîn de û di serî de doza kurdî û filestînîyan, ne girêdayî dewletên herêmî ne, bi qasî ku girêdayî dewletên morkerên peymana Lozanê (frensa, Ingilîz û mîratgerê wan Emerîka û Nato) ne.
  • Neçareserkirina van kirîzan û destberdana ji dewletên herêmî re li himber doza kurdî û filestînî ji alîyê Dewletên serdest (Emerîka-Nato), girêdayî istiratîjîya ku wan li himber Rojhilata Nevîn dane meşandin bû, lewra di nava bêdengîyeke navneteweyî de komkojî û wêran kirin dihate meşandin.
  • Bi xistina rêjîma Bexdayê re di 2003 de despêka nerîneke nû û istiratîjiyeke nû ya Emerîka –Nato di Rojhilata Navîn de bû û giringîya guhertina Rojhilata Navîn ketibû rojeva wan.
  • Pirojeya Rojhilata Navîn ya nû ne zelal e û bi gelek şêweyan hatiye bilêvkirin (guhertina sînoran û avakirina dewletin nû, belvkirina demokrasîyê û bi rolkirina jin, başkirina rewşa aborî û pirojeyên çareserkirin pirsên netewe û kêmnetewan ku di çarçoveya herêmên xweser, fedral û xwecihî rave dibin.
  • Neçareserkirina doza kurdî û filestînî, aramîyê nayne Rojhilata Navîn û şêweyê çareserkirina her du dozan wê teşeya Rojhilata Navîn ya nû  dîyar bike.

    

 

  

زر الذهاب إلى الأعلى