ANALÎZ

Sûrîya Nû û Nimûneya Islamî Ya Nû

Beşar Elesed ket û bi ketina wî re Partîya Bas jî rawestandina çalakîyên xwe ragihand. Vê partîyê ji ber îdylocîya wê ya erebperestîyê, 61 salî Sûrî di bin zordarîyê de hişt. Lê di rastîyê de ew tu caran ne di hembêz û ne jî ji alîyê ereban bû. Nexasim piştî ku Hafiz Esed bi rêya lêdaneke leşkerî gihaşt desthilatê û hemû hevalên xwe yên ku nerîna wan berovajî ya wî kuştin. Ev siyaset bi domana demê re xurt û bicih bû, ta ku gihaşt kurdê wî Beşar ê ku bi lez gihaşt desthilatê. Jixwe amadekarî ne li gor dixweska bav û pasvanên wî bû. Lê rewşên herêmî û navneteweyî û rikberîya sûrî ya nebirêxstinkirî, alîkarîya Beşar kirin ku bi hêsanî desthilatê bi dest bixe. Beşar hewil da hin guhertinan pêk bîne, hin ramanên nû pêşkêş bike û kesên paşmayên bavê xwe biguhere, lê bûyerên bilez ên ku li cîhanê qewimîne, her weke bûyerên 11 îlonê li Emerîkayê, şerê Evxanistanê, hilweşîna rêjma iraqê û bi taybet raperîna kurdan di sala 2024 de ku bi tundî û hovît ev raperînê hat vemirandin, hişt ku rûyê rêjîmê yê rastîn eşkere bibe û were tekezkirin ku ew ê tu caran guhertinê pêk neyîne. Rewş wisa ma heya ku “buhara ereban“ dest pê kir. Ev buhar (weke ku nav lê dikin) li Sûrîyê jî di 15 avdara 2011 de dest pê kir, lê ew jî rastî heman çarenûsa şoreşa kurdî ya 2004 hat. Ew rastî tundîyê hat û careke din hat tekezkirin ku ev rêjîm ji bilî tundî û hêzê tiştekî din nizane.

Jidestdana gelek derfetên çareserîya siyasî û diplomasî:

Piştî ku şoreş anku alozîya sûrî bû rastîyeke zelal ji bo alîyên hundir û derve û piştî ku şeş mehan bi awayekî aştîyane meşîya, rêjîm tê negihaşt (ya rast nedixwest tê bigihêje) ku gerek e çareserîyeke aştîyane û rastîn bibîne. Her wiha wî nedixwest danûstandinê bi gel re bike û li kêşeyên wî guhdar bike û bi awayekî guncav çareser bike. Berovajî wê, wî tundî zêdetir kir, vê jî hişt tundîyeke dijber çêbe. Di encamê de hin komên efser û endamên artêşa sûrî dev jê berdan û artêşek bi navê ʺArtêşa Sûrî ya Azadʺ damezirand. Vê jî gelek komên çekdar ên din jî han dan ku beşdar bibin. Di encamê de qonaxa rastîn a pêkhatina tevlîhevîyê li ser tevahî xaka sûrî dest pê kir. Jixwe ji ber ku Tirkî jî li ser sînorê Sûrîyê bû, ew yek alî bû ku bi awayekî nerênî destwerdan di karûbarên Sûrîyê de kir.

Bi zêdebûna tevlîhevîyê û rijandina xwînê û derengmayîna civaka navneteweyî di destwerdanê de, dûrbûn û dijminatî di navbera rêjîm û rikberîyê de zêdetir bû. Di encamê de derfetên çareserîya siyasî kêm bûn. Jixwe ev yek dihat pêşbînîkirin anku hin alîyan dixwest pêk were; nexasim piştî derbasbûna komên cîhadî û islamî yên radîkal di xetê da; her weke Qaide û bi şax û paxên xwe. Tiştên qewimî hemû jî mîna dozeke eşkere bû ku alîyên navneteweyî destwerdanê bikin û hemû rêkeftinên demkî û tektîkî yên berê hilweşînin.

Nimûneya islama tundrew li şûna islama siyasî ya nerm:

Dema serokwezîrê israîlî Binyamîn Netinyaho di civîneke NY de, du nexşeyên Rojhilatê Navîn pêşkêş kirin û got ku yek ji wan nexşeya başîyê ye û ya din nexeşya nebaşîyê e, ev yek ne ji valahîyekê hatîye. Lê ew ji pirojeya Rojhilatê Navîn a nû yan jî ya mezin ku ji hêla şalyara derve ya aemerîkî ve Kondolîza Rays di 2006 de hat pêşkêşkirin, cûda ye. Nexşeyên Netinyaho heman parçekirinên siyasî yên niha ne bêyê sererastkirin an jî parçekirina dewletên heyî. Ya girîng ji bo stratîcîyên Rojavayî şerê sawkarîyê û rawestandina bereferehbûna Îranê û parastina Israîlê ye bêyî ku guh bidin mafê kêmhejmaran û nirxên mirovî. Tirkî bi rêya gihandina şepêla islamî ya nerm li ser desthilatê, bi pêkanîna van tiştên navborî hat erkdarkirin. Di encamê de ew ê xwe ji hêzên radîkalî dûr bikin ku wan doza rizgarkirina Qudsê û berxwedana li hember empiryalîzmê û ji bilî van siloganan dikir ku ne bi dilê ne welatên Rojavayî ne jî yê Israîlê bûn.

Bi rastî jî, bi gihaştina AKP li ser desthilatê, dest bi vê pirojeyê hêdî hêdî kir, lê ya ku bûyer guhertin, şoreşên “buhara erebî“ bûn. Van şoreşan di dawîya 2010 de li bakurê Afrîkayê û Rojhilatê Navîn dest pê kir. Ew weke agirê tu berdî nav pûş, bilez belav bû û ji Tûnisê çû Lîbya, Misrê, Yemenê û Sûrîyê. Vê jî girîz bi devê rêveberîya tirkî xist û hişt Erdogan bihizire ku ew bibe serokê cîhana islamî li şûna ku ew terîya welatên Rojavayî be. Loma ji xeta ku jê re hatibû xêzkirin derket û Tirkî kir nav şerekî bi hemû cîranên xwe û hemû hêz û welatên herêmî re. Erdogan li şûna pêkanîna siyaseta “sifir kêşe“ ev yek kir.

Tişta ku li Sûrîyê di van her du hefteyên borî de qewimî, dide diyakirin ku welatên Rojavayî bi giştî û Emerîka bi taybet li nimûneya islamî ya efxanî rehet e (islama tundrew ya ya ku bandorê li derdorê nake û ne pê bandor dibe). Ev nimûne berdêla nimûneya ixwanan e ku li Tûnis û Misrê bi ser neket û berdêla islama siyasî ye ku êdî li Tirkîyê bi bin dikeve. Ji ber ku ji 7 cotmeha 2023 ve, Israîl weke lîstikvanekî sereke û navenda li Rojhilatê Navîn dilîze û ji ber hema hema wê tevgera Hemas û Hizbulah (destên îranê li herêmê) tune kirin, êdî pêwîstî hebû ku rêyên alîkarîyê jî di navbera wan de werin qutkirin, loma Sûrîyê armanc bû. Pêwîstîya Israîlê hem bi hevpeymanekî hem jî bi bihaneyan hebû da ku bi rehetî li dij berjewendîyên îranî li ser xaka sûrî tev bigere. Artêşa Niştimanî (weke ku nav li xwe kirîye) bi yek carê di bin hêzdarîya tirkî de ye. Ji ber wê jî Israîl armaca xwe di HTŞ û hin komên girêdayî wê de dît. Dibe ku ev yek bi erêkirin û piştgirîya Siûdîyê pêk hatibe. Ev yek li gor agahî û şopandina ragihandina wê ya pir zêde diyar e. Me dît bê çawa rêjîma siyasî û leşkerî ya sûrî li gel komên îranî hilweşîyan anku di 11 rojan de bi yek carê xwe radest kirin û bi dawî bûn.

Bi şkestina rêjîmê re nîvê pirsgirêkê çareser bû, lê gelo ka rewşa nîva din dê çawa be?

Bi pêşketina endamên HTŞ û komên hevalbendên wê di bin navê şerê “Dijî Êrîşê“ de, ketina bajarên mezin ên mîna Helbe û Hemayê re, bi vekirşîna milîsên îranî yên li Sûrîyê û daxuyanîyên rêveberîya rûsî yên zelal ku dan diyarkirin ku tu pilaneke wan a zelal der barê Sûrîyê de tune ye, hat diyarkirin ku hêzên herêmî û navneteweyî yên ku pişta rêjîmê digirtin, dev jê berdan, jixwe revîna bêrûmet a Beşar vê yekê tekez dike. Bi vî awayî nêva pirsgirêka sûrî çareser bû, lê ji alîyekî din ve ji ber ku hêzên demokratî winda ne û hêzên radîkal ên islamî sazîyên dewlet û civakê desteser kirine, êdî tirsek li ba civakê bi giştî heye, nexasim ku ev hêzên serwer xwedî dîrokeke tije binpêkirinên mafên mirovan in. Lê ya balkêş di van çend rojên dawî de ew e ku van hêzên (hin binpêkirin ne tê de) sazî, mal û mewdanên giştî parastin. Ev jî nîşaneyeke baş e lê ya ku di van rojên bê de ji kesên welêt bi rê ve dibin an jî dê bi rê ve bibin ew e ku  tu pêkhateyên Sûrîyê piştguh nekin û hemûyan di birêvebirina welêt de beşdar bikin.

Sûrîya nû ber bi ku ve diçe?

Yek ji kelemên herî mezin ên ku li pêşberî gelê sûrî yên dijberî rêjîma borî û siyasetên wê derdikeve, ew e ku rikberîeke birêxistinkirî tune bû, lê belê rikberîeke girêdayî rojevên derve hebû. Rêjîmê hemû sazîyên dewletê kiribûn bin serwerîya xwe û hêzên xwe yên ewlekarîyê pir bi hêz kiribûn û hema hema nîvê civakê dinimandin. Bi destpêkirina bûyeran di 15 avdara 2011 de, ev dîmen baş zelal bû. Çimkî tu pilansazî yan bernameyeke zelal a piştî ketina rêjîmê tuen bû, ne tenê wisa heya niha jî hê pilansazîyeke diyar tune ye. Tişta ku ji 8 vê mehê li Sûrîyê diqewime, vê yekê tekez dike. Rewşa tevlîhevîya ewlekarî ya ku li Sûrîyê berbelav e, dide diyarkirin ku tu nerîneke ayînde ji bo çareserîyê li Sûrîyê tune ye. Heya niha hên birêveberê vê qonaxê tevlîhev in û li benda çareserîyekê ji derve ne. Bi vî awayî tekez dibe ku rûxandina rêjîmê û navenda wê ya şîî, lîstikeke navneteweyî û herîmî ye da ku destên îranî li hermê bibirin û di pêşerojê de li hemû deverê qut bikin. Li gor agahîyan û siyaseta navneteweyî û berjewendîyên hêzên desteser li cîhanê, nimûneya efxanî ya ku dixwazin li şûna rikberîya sûrî ya jevketî bisepînin, dibe ku bijarteya herî nebaş ji bo sûrîyan bi hemû pêkhateyên wan be; nexasim ku ev qas alîyên rikberîyê yên cîhangirî û olî hene ku hin ji wan bi rijevên welatên herêmî ve jî girêdayî ne.

Rojên bê dê seyr bin, li Sûrîya nû dê li ser neçûna wê ya ber bi tundîyê ve were tekezkirin û li ser dûrketina wê ji navendîbûna teng were tekezkirin. Îcar gelo rikberî dê karibe xwe bide hev û tişta ku bi kêrî rizgarîyê tê, dê rizgar bike û bi rêya vê yekê xwe li ser qada niştimanî ya sûrî bide çespandin yan  jî ew ê –weke rêjîmê- vê derfetê jî ji dest bide?

زر الذهاب إلى الأعلى