ANALÎZ

DEWLETÊN GARANTOR MISOGERÎYA BERDEWAMKIRINA ALOZÎYA SÛRÎYÊ NE

Dewletên garantor “Rûsya û Tirkî û li kêleka wan rêjîm” heyanî roja îro jî, tu caran nebûne misogerîya rawestandina şer li tevahîya herêmên Sûrîyê û ne jî bûne misogerîya çi gotûbêj an jî destpêşxerîyeke ber bi çareserîya alozîya Sûrîyê ve. Lê belê rêyeke din şopand, êdî hevkarîya xwe çi bi rêya hevdîtinên dualî yan jî bi awayekî komî, çi li Astanayê û Sotçî yan jî paytextên van dewletan bin, li dijî çi gaveke ku bandorê li desthilatên wan ên li Sûrîyê dikin, zêde kir. Êdî ev dewlet bi awayekî mezin bûn sersebeba alozkirina alozîya Sûrîyê û berê wê da rêyeke metirsîdar. Nemaze ku ev dewlet alozîya herêmî û bi taybetî ya Xezayê ji bo bidestxistina destkeftîyan li Sûrîyê, keysbaz dikin.

Lewre jî alozîya Sûrîyê tu caran û ne jî di dema ku DAIŞ û komên terorîst belav bûn de jî, weke ku aniha tê re derbas dibe, di metirsîyê re derbas nebûye. Ji sala 2020’î ve alozîya Sûrîyê di rêyeke pir metirsîdar re derbas dibe; çi bi rêya armancgirtina binesazîyê û sivîlan û çi jî wêranbûna rewşa aborî ku hevdemî ketina nirxê lîreya sûrî ku ji sala 2020’î ve pir bilez arzan dibe û pê re azarên gelê Sûrîyê mezintir dibin. Jixwe yê ku vê yekê dike jî, ew in ên ku navê dewletên garantor li xwe kirine.

 

Dewletên garantor ên li ser gelê Sûrîyê metirsîdar:

Rûsya:

Ji bilî çavnebarîyên rûsî yên jeopolîtîk li Sûriyayê, danûstandina wê bi dewleta tirk a dagirker û Îranê re, dihêle ku alozîya Sûrîyê dûrî çareserîyê be. Bi tevî hebûna leşkerî ya Rûsyayê li herêmên sînorî yên di navbera herêmên Rêveberîya Xweser û Tirkîyê de û hebûna wê li balafirxaneya Qamişlo ya sivîl ku ji bo berjewendîyên xwe veguherand balafirxaneya leşkerî, lê belê Rûsya çavê xwe ji ber êrîşên terorane yên dewleta tirk digire. Her wiha ji bo ku nema dronên xwe li ezmanê Sûrîyê bifirîne û êrîşên xwe yên terorane pêk neyîne, tu fişarê li Tirkîyê nake. Her wiha girêdana wê bi Îranê re û rêdayîna wê bo belavbûna milîsên îranî li Sûrîyê, dihêle ku civaka navdewletî bêtir bi sizayên amerîkî yên li ser Sûrîyê ve girêdayî be û nahêle ku Sûrî ji nû ve were avakirin. Her wiha dihêle ku Sûrî bibe armanca êrîşên Israîlê ku baregehên Îranê dike armanc. Rûsyaya ku dixwest alozîya Sûrîyê li gor dilê xwe çareser bike, piştî şerê wê li Ukraynayê û bi dewletên rojavayî re, berdewamkirina alozîya Sûrîyê dikeve nava berjewendîyên wê; çi ku jê re bûye qada safîkirina bazarên bi dewletên dijminê wê re. Danûstandina Rûsyayê bi dewleta tirk a dagirker û Îranê re, her wiha nestandina tu rêkarên ku rê li pêşîya destwerdana wan a di alozîya Sûrîyê de ku dikeve nava berjewendîyên wê yên jeopolîtîk û li ser hesabê gelê Sûrîyê û azarên wî, dihêle ku Rûsya bikeve lîsta dewletên dijminê gelê Sûrî.

Tirkî:

Piştî ku dewleta tirk bo bidestxistina glopa kesk ji Amerîkayê da ku êrîşeke bejayî ya hovane mîna ya li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî, li bin ket, êdî Tirkîyê di siyaseta dijminatîya bi herêmên Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê re rêyeke din a metirsîdartir meşand; ew jî bi rêya topbarandin û bikaranîna plankirî ya dronana ku binesazîyêm sivîlan, Hêzên Sûrîya Demokratîk û hêzên ewlekarîyê dike armanc, vê yekê pêk tîne. Li kêleka keysbazkirina dewleta tirk a dagirker bo alozîyên herêmî û navdewletî li gor siyasetên xwe yên mêtingerî û bêdengîya navdewletî li beranber terora tirkî, dihêle ku herêmên Rêveberîya Xweser bikeve bin fişareke mezin a aborî, leşkerî û civakî û hêza wê ya şerkirina li dijî terorê û pêkanîna projeyên geşepêdanê, qels dike. Her wiha hevrêzîya dewleta tirk a dagirker bi Rûsya, Îran û rêjîmê re li rojhilatê Firatê û bi taybetî li Fêra Zorê, dihêle ku herêmên Rêveberîya Xweser bêtir rastî ku herêmên Rêveberîya Xweser bêtir rastî êrîşên terorane û fitneyê werin. Çavnebarîyên dewleta tirk digihêjin heyanî dagirkirina tevahîya bakurê Sûrîyê ta bi Helebê û di bin navê Mîsaqa Millî de wan tev li xaka Tirkîyê bike. Lewre jî dirêjkirina alozîya Sûrîyê dikeve nava berjewendîyên dewleta tirk a dagirker ku bi rêya prosesên guhartian demografîk li bakurê Sûrî û dijayetîya projeya demokratîk li Sûrîyê geş dibe, pêk tîne. Li kêleka wê jî çavdêrkirina projeya îranî li Sûrî û Iraqê “ew jî ji ber pevçûna dîrokî ya di navbera imperatprîya Sefewî û ya Osmanî de”.

Îran:

Ji destpêka şerê çekdarî li Sûrîyê, Îran li kêleka rêjîma Sûrî rawestiya, lê belê ev hevkarî derbasî rêyeke nû bû; ew jî bi rêya serwerîya wê ya di biryara siyasî ya Şamê û vekirina rê li ber belavbûna çandî “Şîîkirin” li seranserî Sûrîyê de, her wiha li kêleka wê jî ku bi Rûsyayê re dest danî li ser şiyanên welêt ên aborî û leşkerî. Israîl wiha dibîne ku belavbûna îranî, li ser ewlekarîya wê ya neteweyî dibe metirsî û rê nade ku baregeh û depoyên çekan ên îranî li ser xaka Sûrîyê hebin; lewre jî xaka Sûrîyê dibe armanca balafirên israîlî. Her wiha ev belavbûna îranî dibe metirsî li ser dewletên erebî jî, nemaze Urdun û dewletên kendavê; jixwe ev yek nahêle ku destwerdanê di Sûrîyê de bikin û wê ji nû ve ava bikin. Nemaze ku rêjîmê destpêşxerîya erebî ya gavek li beranber gavekê ku belavbûna îranî sînordar dike û rê li ber bazirganîya Keptagonê digire, red kir. Êdî Sûrî bûye çavkanîya Keptagonê ya cîhanî, nemaze ber bi Urdun û dewletên kendavê ve. Her wiha belavbûna îranî hemû çareserîyên ku alozîya Sûrîyê red dike û nahêle ku Sûrî ji nû ve were avakirin, li kêleka vê yekê jî sizayên navdewletî li ser Sûrîyê berdewam dikin. Di encamê de hebûna îranî û dirêjkirina temenê alozîya Sûrîyê dikeve nava xizmeta projeya wê ya berfirehbûnê û rê li ber belavbûna osmanîya nû li Sûrîyê digire.

Rêjîma Sûrî:

Rêjîma Sûrî yek rojê jî nebûye pergaleke ku li ser pêkanîna wekhevî, azadî û demokrasîyê dixebite, lê belê her demê rêjîma çewisandina azadîxwaz û dekomrasîxwazan bû. Rêjîma Sûrî ya ku rastî destwerdana tirkî ya terorane hat û dewleta tirk a dagirker destek da komên terorîst, binesazîya Sûrîyê ruxand û bi milyonan der bi der kirin; aniha em wê dibînin û bi tevî ku asayîkirina têkilîyan pê re red dike jî, di hin dosyayên ku berjewendîya herdu alîyan tê de heye “lêdana Rêveberîya Xweser û projeya wê ya demokratîk” de destê xwe dide destê dewleta Tirk a dagirker û pê re li ser astên bilind ên ewlekarî û leşkerî ji bo pêkanîna armancên xwe, hevrêzîyê dikin. Jixwe ev yek derbirîna bêdengîya rêjîma Sûrî ya li beranber êrîşên hovane yên li dijî herêmên Rêveberîya Xweser û ruxandina binesazîyê û bikarneanîna navgînên siyasî û leşkerî bo rawestandina van êrîşan, dike. Jixwe ya di ber parastina ewlekarî û serwerîya xaka Sûrîyê de berpirsiyar, ew bi xwe ye. Her wiha li kêleka Rûsya û Îranê, hevrêzîyeke wan a mezin heye; ew jî bi rêya destekdayîna hin êl an jî serokêlên erebî yên ku li herêmên jêr kontrola rêjîmê yan jî li xaka Tirkîyê ne û dûvikên wan li rojhilatê Feratê hene, da ku wan bilivînin û fitneyeke kurdî-erebî derxînin û bi dest xwe re rê li ber vegera DAIŞ’ê vekin. Her wiha bi vê yekê dixwazin Amerîkayê ber bi derxistina ji Sûrîyê be dehf bifin. Li kêleka wan hemûyan jî, têkilîya wê ya bi Îranê re û nekarîna wê bo standina biryarên siyasî yên têkildarî hebûna îranî li Sûrîyê, her wiha rola Rûsyayê û kontrolkirina wê ji biryara siyasî ya li Şamê re jî hene.

Rêjîma Sûrîyê bûye koleyê siyaseta rûsî û îranî û li kêleka berjewendîyên wê yên bi dewleta Tirk a dagirker re, êdî li ser gelê Sûrî, demokrasîya ku li bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk hatiye û li hin deverên ku dixwazin ber bi projeya Neteweya Demokratîk ve gavan bavêjin, bûye belayeke mezin. Pêkolîya vê rêjîmê li ser siyaseta wê ya niha heyî û redkirina wê ji destpêşxerîyên niştimanî û erebî re, temenê alozîya Sûrîyê dirêj dike û azarên gelê Sûrî mezintir dike.

 

Li jêr sîya -qaşo- dewletên garantor, siberoja Sûrîyê:

Ev dewlet “Rûsya û Tirkî û li kêleka wan jî rêjîm” bi tevî cudabûna îdolojî û çavnebarîyên wan ji hev, lê belê alozîyên navdewletî û herêmî û hevkarîya wan di hin dosyayan de, dihêle ku li beranber her gaveke ku bandorê li berjewendîyên wan ên navdewletî û herêmî dike, hevrêzîya di nava xwe de xurtir bikin. Her wiha hebûna leşkerî ya hêzên Amerîkayê û koalisyona navdewletî û hevkarîya wan bi Hêzên Sûrîya Demokratîk di şerê li dijî terorê  re, her wiha vebûna navdewletî li ber projeya wê ya demokratîk ku wek çareserîyekê ji alozîya Sûrîyê re dibînin û belavbûna ramanên wê yên demokratîk di nava Sûrîyê de, dihêlin ku ev hemû li ser berjewendîyên van dewletan bibe metirsî. Êdî di encamê de, ev dewlet û bi hevkarîya li gel rêjîmê, bi her awayî hewl didin ku Amerîkayê neçarî vekişîna ji rojhilatê Feratê bikin û derbeyekê li projeya Neteweya Demokratîk bixin; ew jî bi rêya destwerdana di nava lihevkirina di navbera pêkhateyên Sûrî yên li herêmên Rêveberîya Xweser de, derxistina fitneyeke erebî-kurdî li gundewarên rojhilat ên Dêra Zorê û vekirina rê li pêşîya terorîstan ku li jêr navê “Êlan” di çemê Feratê re derbas bibin û li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk operasyonên leşkerî pêk bînin. Lewre jî alozîya Sûrîyê li jêr sîya van dewletan berê xwe dide xeteke nû ya li ser hemû pêkhateyên gelê Sûrî hîn bêtir metirsîdar e ku dê Sûrîyê ber bi van xalan ve bibe:

  • Parçekirina Sûrîyê li ser gelek herêman û li gor dilê berjewendîyên navdewletî û herêmî û pê re jî alozîya Sûrîyê berdewm bike û di van herêman de îdolojî ji hev cihê bin. Her wiha dê girêdanên van herêman bi ajendeyên derve yên li dijî gelê Sûrîyê re bin. Lewre jî ji bilî alozîya Sûrîyê ya li gor nêrîna navdewletî, dê nakokî û pevçûnên hundirîn li gor ku destê derve dinivîsin, derkevin holê.
  • Dê lêdana binesazîyê û armancgirtina sivîlan li tevahîya Sûrîyê bidome. Li gor wê jî rêjîma Sûrî li kêleka Îran û Rûsyayê herêmên li jêr kontrola rêxistinên terorîst li bakurê Sûrîyê yên li jêr dagirkerîya Tirkîyê û bi erêkirina Tirkîyê dike armanc, her wiha armancgirtina neyekser bo herêmên derveyî kontrola wê jî, mîna herêmên Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê. Jixwe qurbanî jî her tim gelê Sûrîyê yê li bakurê Sûrîyê yê dagirkerî ye. Herêmên hundirîn û beravê dê li ber bombebarandina israîlî vekirî bin; ew jî ji ber belavbûna îranî li herêmên li jêr kontrola rêjîmê û dîsa jî qurbanî gelê Sûrîyê ye. Her wiha herêmên Rêveberîya Xweser jî dê rastî êrîşên hemû alîyan werin; ew jî ji ber projeya wê ya demokratîk.
  • Dê sizayên amerîkî bidomin; ew jî ji ber hebûna Îranê li Sûrîyê û têkilîya wê bi rêjîmê re û nekarîna rêjîmê ku tu gaveke ji dil bo çareserîyê bide, çi ji bo destpêşxerîyên derve “Erebî ya gavek li beranber gavekê” û çi jî yên niştimanî mîna destpêşxerîya Rêveberîya Xweser; çi ku bi temamî xwe xistiye bin siyaseta rûsî û îranî. Hevdemî hevsengî û alozîyên navdewletî û herêmî dibe ku sizayên amerîkî zêde bibin; lewre jî dê jinûveavakirina Sûrîyê heyanî demeke ne diyar, jibîrbûyî bimîne.
  • Dê azarên gelê Sûrîyê bidomin. Êdî li gor berdewamîya alozîya Sûrîyê ya hundirîn û derveyîn, berdewamîya hilweşîna lîreya Sûrî û nebûna tu planên siberojî yên başkirina aborîyê yan jî herî kêm rawestandina hilweşîna lîreya Sûrî, berdewambûna bombebarana bêserûber a li ser binesazîyê û sivîlan, berdewambûna sizayên amerîkî û pêkolîya rêjîmê ku divê çareserî li gor nêrîna wê be û mandelekirina wê bo hemû alîyan, her wiha redkirina wê bo hemû destpêşxerîyên niştimanî û erebî yên bi armanca çareserkirina alozîya Sûrîyê û rawestandina azarên gelê Sûrîyê, dê azarên gelê Sûrîyê hîn bêtir zêde bibin û dibe ku bigihêje asta ku nikarîbin parîyê nanê xwe peyda bikin. Ev tê wateyê ku dê di nava gelê Sûrî de birçîbûnên komî belav bibin.

 

Çareserkirina alozîya Sûrîyê û rawestandina azarên gelê Sûrî:

Kontrolkirina dewletên garantor ji alozîya Sûrîyê re, nexwestina tu alîyekî ku ji Sûrîyê vekişe, windabûna rola Amerîkayê bo neçarkirina Tirkîyê ku ji bakurê Sûrîyê yê dagirkirî, nekarîna Rûsyayê ku desthilatên Îranê li Sûrîyê kêm bike, hebûna rêjîmeke jihevketî ku tu biryareke wê ya siyasî û niştimanî li hember gel û xaka Sûrîyê tune ye û berdewambûna destwerdanên herêmî û navdewletî; ev hemû jî dihêlin ku çareserî dûr an jî nepêkan be. Êdî çareserî di destê xelkê Sûrîyê de ye û li gor wê encex rêveberîyên xweser di bin sîya pergaleke nenavendî û projeyeke demokratîk ku hemû rêveberîyên xweser li serê li hev bikin, ava bikin; da ku tu nakokî û pevçûn di siberojê de rû nedin. Rêveberîya Xweser bi projeya xwe ya demokratîk ku êdî wek çareserîyekê bo alozîya Sûrîyê derdikeve pêş û bandorê li herêmên din ên Sûrîyê dike, dibe ku destpêka çareserîya hundirîn a alozîya Sûrîyê be. Serkeftina herêma Suweydayê di avakirina rêveberîya xwe ya xweser de û tunekirina azarên gel, dibe ku bêtir herêmên din han bide ku berê xwe bidin Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê û rêveberîya li Suwydayê ava bûyî. Êdî di encamê de dê Sûrî veguhere pergaleke nenavendî ku tê de rêveberîyên xweser li gor makezagoneke demokrat û yekbûyî herêmên xwe bi rê ve bibin.

زر الذهاب إلى الأعلى