ANALÎZ

Nakokiyên ku Ewropayê dilerizînin

Nakokiyên ku Ewropayê dilerizînin

 

Her kes dizane ku nakokî û nelihevî di navbera dewletên Yekîtîya Ewropayê de hene û ev nakokî piştî şerê Rûsya û Ukraynayê derketine pêş. Dîyar e ku nakokî wê demê peyda bûne dema ku Şêwirmendê Almanyayê Olaf Schultz hate ser desthilatê û Şêwirmenda berê Angela Merkel (jina bi sed mêrî) çû ku Mekel hevsengîya Yekîtîya Ewropayê diparast. Her wiha gihiştina Georgia Meloni ya rastgir li Serokwezîrîya Îtalyayê jî bandor kir. Bi ser ve zêdetir bandora nakokîyên di navbera dewletên rojhilatî û rojavayî de di Yekîtîya Ewropayê de hebû ku dibe ku xalên navbihûrî tev bûbine sedem ku ev nakokî aşkera bibin.

Di serdema Merkelê de Fransa ji hêla sîyasî ve û Almanya ji hêla aborîyî ve bi rola trêna ewropayî radibûn, lê niha xuya dibe ku ev tirên tûşî derbên giran hatiye; çimkî Serokê Fransayê Makron, Şêwirmendê Almanyayê bi wê yekê tawanbar dike ku bi serê xwe û bê Yekîtîya Ewropayê tev digere bi taybet di warê wizeyê de û li ser hesabê Yekîtîya Ewropayê xwe nêzîkî Amerîkayê de. Li milê din Serokwezîra Îtalyayê li barê koçberîyê û şerê Ukraynayê bi Yekîtîya Ewropayê re û bi taybet bi Fransayê re li hev nake. Hingarya serperiştîya nakokîyên berê yê di navbera dewletên rojhilatî û rojavayî de di Yekîtîya Ewropayê de dike; rast e ev nakokî kevn in, lê piştî şerê Ukraynayê geştir bûn. Serokê Fransayê jî hewl dide bi tena xwe bi Brîtanya û Amerîkayê re bigihe hin hevtêgihiştinan.

Yên herî zêde janê ji şerê Ukraynayê dikêşin û bi taybet di warê enerjî û bihabûnê de, gelên ewropayî ne. Çimkî êdî zivistanê dest pê kirîye û berf bi ser parzemînê de lê dike û hin bi hin mijar aloztir dibin. Kes nizane bê rewş ber bi kû ve diçe, lê her kes dizane ku bandora herî mezin li Ewropayê ye. Dibe ku ev destpêka qonaxa jevketina Yekîtîya Ewropayê be ew jî heke tu sînaryoyên din nebin.

زر الذهاب إلى الأعلى