ANALÎZ

Buhara Tirkan

Bi hatina partîya AKP’ê bi serokatîya Erdogan li ser textê desthilatê re, êdî rengê dewleta trik hat guhartin, ji dewleteke zanistperest veguherî dewleteke Islamî. Ji ber ku êdî xwe wek siltanê dewleta Osmanî ya nû dibîne; êdî rêjîma Tirkiyeyê veguherand rêjîmeke stemkar. Ji bo ku desthilata xwe biparêze, hevbendîya xwe bi tevgera netewperest re çêkir û hevpeymana aşitîyê ya bi PKK’ê re ji holê rakir û darbeya leşkerî ji bo xizmeta armanc û berjewendîyên xwe, pêk anî. Êdî pêngaveke mezin a girtinê der mafê hemû beşan de mîna leşker, siyasetmedar, rojnamevan, karsaz û sivîlan de pêk anî û zindanên Tirkiyeyê bi girtîyên ku berê tewanên wan hatibûn amadekirin ku bi ser tevgera Gulen û PKK’ê ve ne, hatin tijîkirin; da ku hemû dijber û rikberên xwe tune bike. Her wiha guhartinên ku di buhara 2017’an di makezagonê de pêk anîn; mîna rakirina payeya serokwezîrîyê û rêdayîna serokatîya cîbicîkar ku dadewrîyê erkdar bike bê ku li parlemento vegere; rê dayê ku mîna serokkomar, desthilata cîbicîkar pêk bîne. Êdî vê yekê derfetek da Erdogan ku dadwerîyê li kêlela xwe rêz bike da ku hemû biryaran li gor xwe û berjewendîyên partîya xwe, bide. Her wiha van guhartinan bêhtir hişt ku li ser hêzên leşkerî kontrolê bike. Êdî van guhartinan desthilatên serok mezintir kirin û di encamê de ew bû xwedîyê peyva dawî di welêt de.

Siyaseta hundirîn û derveyîn a ku siltanê Osmanî da meşandin, Tirkiye xist nava rewşeke tevlîhev. Ji alîyekî ve alozîyeke aborî ku ti caran çênebûye, çêbû. Êdî rêjeya enflasyonê di salekê de gihişt %36 ku ji sala 2002’an ve ti caran negihiştiye vê rêjeyê; ew jî ji ber kêmbûna nirxê lîreya tirkî. Di vê çarçoveyê de, Erdogan serokê desteya serjimêrîyê Seîd Erdal Denger ku piştî rêjeya enflasyonê ya rastî eşkere kir, ji kar da rawestandin. Gelek aborînas dibêjin ku sedemên alozîya aborîyî, siyasetên Erdogan in. Ehmed Dawûd Oglu da xuyakirin ku “Erdogan tiştekî ji aborîyê fêm nake û yên derdora wî jî ji aborîyê fêm nakin, ew li ser gerestêrkeke din e”. Piştî nêzî bîst salan li ser desthilatê, Erdogan her berpirsekî aborî ku li pêşîya siyasetên wî radiwestiya, ji kar avêt. Vê yekê welat gihand astekê ku êdî tirkên normal nema dikarin pêdivîyên xwe yên jiyanê û heyanî dermanan jî, peyda bikin. Ev “jikaravêtin û jikarberdan” amaje dikin ku siyaseta diravî ya Tirkiyeyê ne serbixwe ye û ev yek bi awayekî neyînî li sektota veberhênanê vedigere. Nexasim piştî ku hukûmeta Tirkiyeyê nirxê elektrîk û sotemenîyê bilind kir.

Her wiha ji alîyê derveyîn ve êdî Erdogan destwerdan di hemû alozîyên herêmî û navdewletî de kir, mîna Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen, Tûnis, Azerbêcan û Afganistan. Li şûna ku guh bide alozîyên welatê xwe. Êdî hemû dahatên welêt ji bo destwerdanên leşkerî yên di alozîyan de mezaxtin û ev yek bû bargiranîyek li ser kolanên Tirkiyeyê. He wiha Erdogan siyaseta veberhênana di şeran de û çavberdana samanên herêmê, da meşandin; ew jî bi armanca xilaskirina aborîya xwe ya hilweşiyayî, dabînkirina piştevanîyan ji partîya xwe re, xurtkirina textê desthilata xwe, mijûlkirina fermandarên artêşê di şerin nû de û noqkirina welêt di bazarên leşkerî de ku ti sûd jê tune ye, pêk anîn. Her wiha gelek dijminatî ji Tirkiyeyê re anîn ku Tirkiye berê ji wan dûr bû, nemaze bi dewletên hevbend re.

Di encama vê siyasetê de, êdî AKP di herikîna jikarberdanan de, di nava gel de navûdengîya xwe winda dike. Partîya serdest a ku ev du sal in di nava wê de mezintirîn damezirêner û pêşengên wê dev jê berdane û siyaseta wê nepejirandine û dibêjin ku ne li gorî pêdivîyên Tirkiyeyê yên aborî, ewlekarî û siyasî ne, bi tirsa binkeftina di hilbijartinên bê re, rûbirû ye. Heyanî dawîya sala 2021’ê êdî Erdogan navûdengîya xwe ya gelêrî winda kir û li gorî rapirsînan navûdengîya wî ji %52 daketiye di navbera %40 û 30. Her wiha %64 ji tirkan dibînin ku êdî hukûmet nikare pirsgirêkên aborîyê çareser bike. Lewre jî tiştekî asayî ye ku em bibînin bagewazî ji bo pêkanîna hilbijartinên bilez tên kirin da ku welat ji hilweşandinê biparêzin. Her wiha em dibînin ku civînên partîyên rikberîyê gelek tên lidarxistin da ku li pêşîya partîya serdest rawestin û welêt ji alozîyan derxin

Serhişîya Erdogan di siyasetên xwe yên hundirîn û derveyîn de, dê bihêle ku gelek bandorên neyînî û alozî bi ser Tirkiyeyê de werin ku êdî cihê lêbûrînê jî ji wan re namîne. Vê serhişkîyê hişt ku di bajarên sereke yên Tirkiyeyê de raperîn û xwepêşandan pêk werin ku li gorî texmînan dê kolanên Tirkiyeyê li dijî Erdogan û partîya wî rabin serhildanê yan jî şoreşa gel. Vê yekê hişt ku Erdogan daxuyanîyên dijminane li dijî rikberên xwe bide ku êdî dev ji desthilatê bernade; çiku desthilatdarî hemû di destê wî de ye; ev yek wiha dide texmînkirin ku dê bê şer desthilatê bernede, çiku Erdogan ditirse gava ku di hilbijartinan de bi bin bikeve, dê dosyaya gendelîyê ya wî bi rê ve dibir, vebe û ew û derdora wî tê de biçin. Lewre jî piranîya senaryoyên ku niha Erdogan dimeşîne mîna yên ku li welatên ereban ku di “Buhara Ereban” de çêbûn in. Êdî Erdogan ji bo ku desthilata xwe diparêze, dibe ku ew û piştevanên xwe di hundir de tevlîhevîyan pêk bînin û bikeve nava şerekî derveyîn û nexasim li Sûriyeyê. Her wiha dê hin jidestberdanan ji hin welatên aborîya wan bilind re “Imarat, Siûdîyê, Israîl û Amerîka” pêşkêş bike; da ku destekdayîna aborî bi dest bixe û di wilayeta sêyem a desthilatê de bi ser bikeve. Eger nikarîbû berî hilbijartinan welêt ji alozîyên aborî û siyasî derxe û di vê yekê de bi bin bikeve, dibe ku sextekarîyê di encamên hilbijartinan de bike yan jî rikberên xwe bi xiyanetê tawanbar bike û wan bixe zindanan; da ku serkeftina xwe dabîn bike. Lewre jî zehmet e ku dev ji desthilatê berde û gelek dosyayên gendelîyê li dû wî hene; ku dê kolanên Tirkiyeyê serûbinî hev bike.

زر الذهاب إلى الأعلى