ANALÎZ

Azadî û Rûmeta sûrî di Salvegera wê de

Ewa ku bi navê Buhara Erebî tê naskirin, roka wê ji Mexriba erebî hilat, nexşeya van şoreşan êdî neveşartî ye, jixwe wan şoreşan bi çrûskên ku Bûezîzî li Tûnisê wek nerazîbûnekê derbarê jiyana lawaz ya ku welatî li wan welatan dijîn, pêxistibû, dest pê kirin. Lewra wê çirûskê pişta rêjîmên herêmê yên ku ji dehên salan ve li ser desthelatê ne, şikand, ev çirûsk mîna ″agirê di nava pûş de″ bi lez û bez ji Tûnisê berê xwe da Lîbyayê, piştre Misrê, piştre Yemenê piştre Sûrîyê. ew rêjîm di demên nêzîkî hev de hatibûn ser desthelatê her wiha heman îdyolojî, erebperestî û neteweperestî dihigirtin, heman siloganên li dijî Împeryalîzmê bilin dikirin, û wan rêjîman bang ji bo sosyalîzma cîhanî û hin sembolên din yên ku di wê demê de xurtbûn, dikirin.

mîna wan welatên din yên ku xwepêşandanên aştîyane û bê çek li wan derketin, li Sûrîyê jî di 15 Adarê de ciwanan doza mafên mîna azadî û rûmeta jiyanê kirin, lê bersiva rêjîmê ji roja yekem de diyar û zelal bû,  jixwe bersiva rêjîmê li hemberî wan xwepêşandanan tundî, çewisandin û nepejrandina nerînên cuda bû. Xwepêşandanan bo dema bihtirî 6 mehan bi rengekî aştîyane li ber çav û guhên her kesî (dewletên mezin yên ku xwe wekî parêzvanên aramîya cîhanî dibînin, her wiha deste û rêxistinên neteweyên yekbûyî yên ku xwe wekî berpirsyarê aştî û aramîya cîhanî dibînin) berdewam kirin.

Veqetandinên ku di artêşa sûrî de çêbûn bûne mîna gava yekem ji bo leşkerkirina şoreşê, ev yek jî li gel bîr û bawerîya tûnd ya ku ji berê de amadebû. Jixwe armanca rêjîmê jî ew bû, daku ji cîhanê bi giştî re teqez bike ku ev tişta li Sûrî çêdibe bi xwe pîlaneke gerdonî ye û tilîkên derve jî tê de hene, û gurkirineke li dijî yekîtî û hevgirtina niştimanî ye. Ji xwe armanca rêjîmê pêk hat û leşkerkirina şoreşê bû mîna guleyekê di sînga welatîyê sûrî de, ew welatîyê ku tiştekî wî ji bilî hewaya welêt û xanîyekî sade ku wî biparêze, tune ye. Jixwe ji tiştên berovajî  hev yên ku me ji destpêka alozîya sûrî de jiyan kirine ew wêneya ku sivkatîya rêjîmê bi welatîyê asayî diyar dike ye, di wê wêneyê de li ser tankekê ev hevok hatîye nivîsandin: ( yekîtîya niştimanî). Aya kesekî xwedî Aqil an jî mirovekî dîn dê bawer bike ku  yekîtîya niştimanî dê bi rêya tankê cîbicî bibe?! Gelo yekîtîya niştimanî tê wateya ferzkirin yekpartî, yekala û yekserokê bê hevpar, bêyî tu bijardeyê û bêyî ku bi alternatîvekî bihizire?

Bi avakirina komeke çekdar li vir û yeke din li wir re tawanbarkirina bi kuştina xwepêşanderên ku ji pêş u ji pişt ve di hatin kuştin, derket, û li ser zemînê û di meydanê de tevlîhevî çêbû. Jixwe nearamîya Iraqê ku hevsînorê Sûrîyê ye bû sedema destwerdana rêxistina El-Qaida di herêma Şamê de, Cebhetunusra, dûv re Daiş ku ew wekî kurê herî ne baş û yê tund û xwînewartir ji (Cebhetunusra) ye, û dayîka wan (El-Qaida), ev yek jî bû mîna pevçûneke hundirîn di navbera wan de.

Di encamê de gelê sûrî ji ber şerê herêmî û navdewletî li ser xaka wî, qelena herî giran da, ew bi xwe jî di wî şerî de netenê wek temaşevan ma, lê ew bixwe bû pêlîstok, û her alîyekî li gorî berjewendîyên xwe ew bi deverekê de diavêt, lewra gelê sûrî bi xwe di navbera van alîyan de parçe parçe bû. Hemû nimûneyên şoreşên dewletên derdorê li Sûrîyê hatin bikaranîn, ku encûmenek ji rikberîyê re hat avakirin her wiha avakirina blok, navend, platform û koalîsyonê…HWD bêyî tu encam werin wergirtin. jixwe nema ji kesekî tê veşartin ku parçebûna hêzên ku bi rikberîya sûrî tên binav kirin, her wiha dijîtîya helwestên wan, nebûna hemahengîya hizrî di navbera wan de, nezelalbûna bername û nerîna wan derbarê Sûrîya siberojê de, ev hemû bûn sedemên herî girîng ku rewş li Sûrîyê gihîştîye rewşa îro.

 Di nava vê tevlîhevîyê de xeteke sêyem û hizreke nû di 19 Tîrmehê de ronî da, yekem çirûsk ji Kobanîyê dest pê kir, Yekîneyên Parastina Gel YPG serkêşîya wê kirin, jixwe ev şoreş li ser rêbazeke diyar û zelal ava bû,  her wiha ramana Neteweya Demoqratîk li xwe girt ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Di destpêkê de sazîyên gel mîna malên gel, sazîyên rewşenbîrî û sazîyên zimên hatin avakirin, her wiha hêzên Asayîşê (Hêzên Ewlehîya Hundirîn) bi armanca parastina aramî û ewlehîyê, hatin avakirin, jixwe di encama valahîyê de nearamî çêbûbû. Ev fikir anjî xeta sêyem ji alîyê şepêlên şovînî û serhişk ve bi yekcarî nehate pejirandin, jixwe ramana Neteweya Demokratîk bi derbasbûna demê re tekez kir ku alozîya sûrî bi rêya neteweyî yan jî olî yan jî desthelata teng, nayê çareser kirin.

Qada sûrî gelekî dûrî destê hêzên derve yên navneteweyî bû, lewra hêzên herêmî  yên erebî (bi taybetî yên Kendavê) ku ew hêz Siûdiyê, Qeter, Îran û Tirkî bûn, ew welat li gorî berjewendîyên xwe bi dosya sûrî dilîstin, lewra hêzên islamî yên radîkal mîna (El-Qaida, Cebhetunusra û Daiş) kiryarên xwe yên nemirovî û tirsandina gel xurt kirin, di encama vê yekê de jî hevpeymanîya navdewletî bi serkêşîya Amerîkayê ji bo rûbirûbûna terorê derbasî xetê bû, ew hevpeymanî wekî yekem hêza ku bi awayekî rasterast û neveşartî û bi armanca piştgirîya hêzên şoreşger yên çalak li Kobanîyê destwerdan kir, jixwe ev destwerdana hevpeymanîya navneteweyî bû mîn gava yekem ji bo şikestina bilez û liserhev ji Daişê re, her wiha ev yek bû behane û handan ji bo Rûsyê da ku bi armanca piştgirîya rêjîmê ji bo têkbirina komêm leşkerî yên rikberîyê, destwerdanê bike.

Bi destjêberdana piranîya hêz û tewereyên herêmî ji hevpeymanên xwe yên li hundirê Sûrî re, nexşeya sûrî li ser zemînê her roj û roj dihat guhertin, her wiha hêzên leşkerî hêdî hêdî di çarçoveyeke cugrafî ya teng de man. Ev yek jî ji bilî herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûrya Demoqratîk (HSD) de ne, jixwe (HSD) bixwe ji pêkhateyên herêmê ye, û armanca wê jî parastina herêmê û xelkên wê ye. Jimara HSD hêdî hêdî bilin dibû, her wiha herêmên wê jî berfireh dibûn, berfirehbûna herêmên wê jî ji ber hembêzkirina gelê wan herêman ji HSD re bû ku wî gelî dixwest pêşwazîya HSD bike (dibe ku ev helwesta gelê wan herêman derbarê HSD de ji ber ku ew gel HSD wekî rizgarîyekê ji rewşa tevlîhevî û nearamîyê dibîne)

   Bi dawîya sala 2018 û guhertina rêveberîya berê ya Amerîkayê ji rêbaz û hevpeyma xwe re, her wiha carcarna çavên xwe ji dosya sûrî digirtin, ev yek jî bû mîna derbeyeke xurt ji nexşeya sûrî ya heyî heta wê demê re, lewra rola tirkî bû ya herî bi hêz, û ev yek jî bû sedema ku Osmanîyan û çeteyên sûrî yên ku hemehengîyê bi Tirkîyê re di bin sîwana ku bi navê (artêşa niştimanî) tê naskirin, dikin,  gelek ji xaka sûrî dagîr kirin. Jixwe jidestxistina Efrîn, Serê kanîyê û Girê spî ji bo Rêveberîya Xweser mîna derbeyeke bi êş bû, ev rêveberîya ku hemû pêkhateyê Bakur û Rojhelatê Sûrî, hembêz dike, her wiha projeya Neteweya Demoqratîk li xwe digre, ew proje naveroka wê ew e ku hemî pêkhate, ol û neteweyan hembêz dike, û hemû di serkêşî û rêxistina civakê de pişikdarîyê dikin.

Salvegera dozdehem ya kirîza sûrî di demekê de tê ku guhertinên cîhanî li ser hemî astan hene, destpêkê Kovîd bû ku hemû welatên cihanê ziyan jê dîtin û hîn jî dibînin, herwisa şerê Rûs û Okraynayê û bandora wî ya siyasî û aborî li welatên Awropayê, herwiha erdheja dawî ya kû rastîya nemirovayetî ya her du rêjîmên sûrî û tirkî diyar kir. Gelo ev salveger dê hinek hêvî ji niştecîyên kampan li welatên hawîrde her wiha yên di kampên hundirê Sûrî de dijîn, bi xwe re bîne?  Di vê kirîza sûrî de arzanbûna mirovan û sivkatî bi jîyana wan diyar bû, ew mirovê ku di rewşeke pirxirab de dijî ku kêmanî di her tiştî de he ye.   Gelo kirîza sûrî dê li ser maseya welatên zilhêz be?

gelek pirs hene ku welatîyê sûrî li bersiva wan digere.

زر الذهاب إلى الأعلى