ANALÎZ

ROLA RAGIHANDINÊ DI DIYALOGA KURDÎ-KURDÎ DE

Rêyên herî girîng yên ku bandorê li nexşeya têkilî û sîyasetan û naveroka nexşeya hevtêkiliyên demikî yên laşê sîyasî yê niştimanî dikin, hevrikîya germ ya di navbera hêzên cuda yên dijber de ji bo belavkirina kirîz û kêşekêşîyan li dij sabara(statû) me ya niştimanî, ew jî bi aramnca berfirehkirina xeleka berjewendîyên xwe. Êdî ji bo pêkanîna vê yekê, şêwazê belvkirina tevlihevîyê di navbera pêkhateyên niştimanî de, bi wateyeke din ji hundir ve parçekirina welêt. Dema ku qonaxên hevpeyvîna kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tê de derbas bû werin çadêrkirin û şopandin, em ê bibînin ku asta metirsîyên ku di encama bikaranîna tora enternetê û şerê derûnî li dij hemwelatîyan ku di heyama dawîn de derdikevin holê; bilind bûye. Êdî torên peywendîya civakî bûne karîgereke di tevrakirina tevlihevî di warê sîyasî ya hundirîn de, ew jî ji ber bandorkirina jêderên dijberî sabara niştimanî ya kurdî de ya ku di cîhana hejmarî (dîcîtal) de xwedî bi bandor e. Alîyên dijber yên derveyî ji ber hin armanc û mebestên cuda, rewşa siyasî ya di navbera alîyên kurd yên hevpeyvînê biguhêrin, ew jî bi rêya belavkirina agahîyên ku nakokîyan tev radikin, ji bo ku rewşeke nerast were afirandin ku dûr rastîyê û tişta ku li hundirê hevpeyvînê çêdibe, êdî ev jî bandoreke neyînî li jîngeha hundirîn kir.

Di heman dema hevpeyvîn û gengeşeyan di navbera PYNK û ENKS`ê de, malperên çapemenîyê yên dijber mejîyê civakê bi agahîyên derew der barê hevpeyvîna kurdî-kurdî de gêj kirin. hevpeyvîna ku ji bo bihêzkirina helwesta kurdî li hundir û derve, bi destpêşxerîya QSD`ê dest pê kir. Her wiha piştevanîya Emerîka û Fransayê di destpêkirina destpêşxerîya yekîtîya kurdî û xurtkirina xeta kurdî ji bo ku amade be di her levkirinekê de der barê kirîza Sûrîyê  de cih bigire. Hevpeyvîn di navbera Partîyên Yekîtîya Niştimanî(PYNK) û Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de ye ku ENKS endama Kowalisyona Sûrî ya girêdayî Tirkîyeyê ye. Her du alîyên hevpeyvînê li ser damezrandina lêvgereke ramyarî ya kurdî li hev kir. Li gor lihevkirinê, lêveger ji 30 endaman pêk tê û bi vî awayî belav dibin “12 kes ji Tev-Demê, 12 ji ENKS`ê û 6 ji hêzên ramyarî yên derveyî van her du alîyan”. Lê hevpeyvîna kurdî-kurdî gelekî hêdî bi rê ve diçe, her wiha  nakokî li ser dosyayên pir girîng yên girêdayî çarenivîsa gel hene; her wekî dosyayên têkildarî rêbazên perwerdeyê, erkê xweparastinê û pergala hevserokatîyê. Ev nakokî jî di encama fişarên Tirkîyeyê li ser ENKS`ê derdikevin holê, ji bo astengkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê  û xwesteka vegera perwerdeya bi rêbazên Rêjîmê, ev jî tevî mana ENKS`ê di Kowalisyona Sûrî de, bi bihaneya  hebûna sîwaneke rewa û fişarên ku Kowalisyon pêk tîne, ev sedem hemû bi hev ra dikin ku hevpeyvîna kurdî-kurdî hêdî bi rê ve biçe. Ji ber ku cara pêşîn e ku her du layan bi awayekî rasterast li ser maseya hevpeyvînê li hev dicivin, tiştekî asayî ye ku dosyayên binakok demeke dirêj ji gengeşeyê bixwin. Li vir bandoreke mezin ya çapemenîya kurdî li ser civakê heye. Lê tevî ku qada ragihandinê pir pêşketîye û navgîn û malperên cihêreng hene, lê bikaranîna nerênî û paşguhkirina pîşeyî ketiye nav rêbazên ragihandinê de. Ji ber ku ragihandin ketiye bin bandora agahîyên ku ji jêderên alîyên dijberî doza kurd der tên, êdî şaşkirin, reşepêşkirina rastîyan, mijûlkirina gel û tevrakirina nakokîyan derkertin holê. Çimkî ew kenal û hin malperên ku bi diravên alîyên derveyî tên peredan, dike ku rastîyên girêdayî doza kurdî bi giştî veşêre û pêngavên çêkirî li dij hebûna kurdî ya dîrokî û bihêz di vê qonaxê de pêk bîne. Her wiha paşguhkirin û veşartina bimebest a gorîdanên kurdan û têkoşîna wan ya rewa ya di dema berê û niha de. Her wiha  gurkirina jêngeha hundirîn ji bo pêkanîna berjewendîyên derveyî yên li dij doza kurdî. Hêvî bi tevgereke çandî û ramyarî ya bîrwer û avaker dimîne ku alîkarîya di yekkirina xeta kurdî de bike. Navgînê ragihandinê yên kurdî, ji dêvla ku  helwest û danezanên fermî yên alîyên hevpeyvînê bingeh bigire, em dibînin şopekê digire ku zîyanê li berjwendîya kurdan dike û dikev bin rajeya ajandayên derveyî de yên ku weke me berê anî ziman, kirîzan bi navgînên nerm yên cuda cuda hinarde dike û tora enternetê jî di nav de. Lewre divê çapemanîya kurdî berjewendîya niştmanî ya kurdî di ser her tiştî re bigire û zemîneke erênî ava bike ku cemawerên kurd ji ragihandina dijberî kurdan û doza kurd dûr bikeve û piştguh bike.

Di encamê de, biserkeftina destpêşxerîya ku Serokê QSD`ê da destpêkirin, dimîne li ser karîbûna avakirina nerîneke dûrî ajandayên herêmî yên dijberî kurdan. Her wiha  li ser dûrketina navgînên çapemenîyê ji gurkirin û tevrakirina nakokîyan, her weke di vê dema dawîn de çêbû ku navgînên ragihandinê rewşeke nerênî afirand.

زر الذهاب إلى الأعلى