ANALÎZ

BANDORÊN SIYASETA EMERÎKÎ DI QONAXA BÊ DE

Tevî ku rapor tekez dikin ku Baydin bi ser ketiye jî, hê hilbijartinên Emerîkî bi dawî nebûne, çimkî hê Turmp rijd e ku ew bi ser ketiye û der bare pêvajoya hilbijartinan de biguman e. Xwepêşandanên ku ji bo piştgiriya Turmp dirdikevin ku di dîroka Emerîka de ev cara pêşîn e ku ev diyarde derdikeve pêş; dibe ku bihêlin Turmp tiştine bike û astengiyan li pêş wergirtina Baydin ji desthilatê re derxe. Ev yek di demekê de pêk tê ku wezîrê derve yê emerîkî tekez kiriye ku desthilatî dê bi awayekî aştiyane were veguhestin. Her wiha ev astengiyên ku Turmp derdixe, dibe ku di destpêka sala nû de barê Baydin di dema wergirtina desthilatê de zêdetir bike. Çimkî guhertinên ku Turmp vê dawiyê pêk anîn; her wekî guhertina wezîrê berevaniyê û daxuyaniya wezîrê nû ya ku dibêje ew ê leşkerên Emerîkî ji Rojhilata Navîn vekişîne, dibe  ku bibe sedema peydabûna valahiyê li herêmê û ew jî bibe sedema rûdana şer li herêmê. Lê tevî wê jî û her çiqasî birêveberên Emerîkî werin guhertin jî, zehmet e zû dev ji berjewendiyên byolojîk ên Emerîkî li Rojhilata Navîn, were berdan. Dibe ku mekanîzm û rêbazên serokên Emerîkayê ji hev cuda bin û dibe ku vê cudabûnê hin tevlîhevî bi xwe re anîbin, lê armanca Emerîka her ew e ku Rojhilata Navîn di bin desteseriya Emerîkî de be û hêza wê jî her tim li hemberî gefên ku berjewndiyên wê yên byolojîk dixe tirsê, amade bin.

Di demeke ku nerîna cîhanî der bare siyaseta Emerîkî de hatiye guhertin, erkên giran li pêşberî Baydin hene. Dibe ku Baydin nikaribe xwe ji siyasetên Turmp ên ku bûne sedema kêmkirina baweriya navneteweyî (bi taybet hevpeymanên wê) der barê Emerîkayê de rizgar bike. Hin ji wan siyasetên Turmp ev in: Kirîza girava Qermê, NATO, destwerdana tirkî di bakurê Sûrîyê de, girêbesta S400 a di navbera Tirkiyê û Rûsiyê de û zêdebûna pêwendiyan di navbera wan de û hwd. Ji ber wê jî herêm tev beramberî qonax û guhertinên ramyarî yên nû ne ku gelekî ji qonaxên din cudatir e, çimkî Baydin di demeke zehmet de gihaşt desthilatê ku tê de tu pêşketin di berjewendiyên Emerîkî de li Rijhilata Navîn çênebûne. Nemaz ku Rojhilata Navîn di stratejîka emerîkî de xwedî girîngiyeke mezin e ku tu caran nikare li beramberî zêdebûna hêzdariya Rûsî li herêmî bi taybet li Sêrîyê, bêdeng bimîne. Hebûna hêzên Emerîkî li Sûrîyê bûye pêwîstiyeke girîng da ku Rûsiya bi tena xwe destwerdanê di dosyeyên nakokiyan de neke, çimkî ev destwerdan dibe ku bibe sedema kêmbûn û lewazbûna hebûna Emerîka û berjewendiyên wê li herêmê. Ji berê wê jî Baydin da diyarkirin ku ew ê hêzên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê  bihêle, çimkî hat diyarkirin ku ev hêz rê li ber zêdebûna hêzdariya Rûsî û rêjîmê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê digire. Ji ber wê jî dibe ku li gorî daxuyanên Baydin, rê li ber operasyonên Tirkiyê yên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê  dê were girtin, ji ber ku ew operasyon dê hebûna Emerîkî li hemberî ya Rûsî, li herêmê aloz bike. Dibe ku di serdema Baydin de, Rêveberiya Xweser û hêzên wê QSDê ber bi wergirtina danpêdan û rewakirina navneteweyî ve herin. Ew jî ji bo ku Emerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê rewa bike. Lê belê ev yek girêdayî karîna Baydin a fişarkirina  ramyarî û aborî ve li ser Tirkiyê. Her wiha girêdayî îqnakirina Emerîka ji Rûsiya û rêjîmê re ye ku  pergala fedralî çareseriya bidawîkirina aloziya Sûrîyê  ye.

Rêveberiya Emerîkî ya nû bi serkêşiya Baydin, dibe ku siyasta diplomatîk di aloziya Sûrîyê  de bimeşîne. Tu mebesta wê nîne ku rêjîmê birûxîne, lê belê dê zêdetir fişarê li ser bike. Dibe ku siza li ser Sûrîyê  werin sivikkirin. Her wiha dibe ku ev yek destpêka vegera danûstandinan di navbera Îran û Emerîkayê de be, çimkî Baydin ji alîgirên rêkeftina navokî ya Îranî ye. Jixwe ev rêkeftin di dema Obama de hatibû morkirin. Lê niha siyast ji aliyê aborî û ramyarî ve li hemberî Îranê tundtir e, da ku hêzdariya wê li Sûrîyê  lewaztir bike. Nîşaneyên vê yekê di bumbebarana Îsraîlî ya bi ser deverên Îranî li Sûrîyê  xuya dike. Her wiha ev yek di daxuyaniya fermandarê Meclisa Dêrazorê ya Leşkerî de ku em amade ne Îranê ji herêmê derxin. Dibe ku di qonaxa bê de NATO rê di navbera Bexda û Şamê de li ser sînorê Sûrî-Îraqî de bigire. Eger hebûna leşkerî ya Îranê li Sûrîyê  kêm bibe, dibe ku bi rêya danûstandinan, siza bi awayekî beşkî li ser Îranê were rakirin. Ev jî dê rê li ber geşbûna aboriya Îranê veke û di encamê de dîsa pereyan ji Sûrîyê re bişîne da ku hêzdariya xwe li wir biparêze.

Siyaseta Baydin di aloziya Sûrîyê de, ne tenê girêdayî rêjîmê ye, lê belê girêdayî Tirkiyê ye jî. Li gorî daxuyanên Baydin, têkiliyên Emerîkî-Tirkî dê xerabtir bibin. Baydin Erdogan weke kesekî zordar bi nav kir û ew ê li ser zordariya xwe bedelên mezin bide. Her wiha Baydin da diyarkrin ku ew ê alkariya dijberên Erdogan bike da ku wî têk bibin. Baydin siyaseta Erdogan a li hemberî kurdan rexne kir û Trump jî rexne kir, çimkî di dema êrîşên Tirkiyê bi ser Serê kaniyê û Girê Spî de, dev ji kurdan berda. Baydin di gengeşeyeke xwe ya bi rojnameya Nyoyork Taymz de, tekez kir ku tişta herî dawî ya ku dê bihata kirin, radestkirina doza kurdî bo Erdogan bû. Li gorî wî gerek e Trump ji bo Tirkiyê dev ji kurdan li Sûrîyê  bernedaba. Her wiha wî da diyarkirin ku ew ê ji ber kirîna Tirkiyê ji pergala S400 re û çalakirina wê bêyî erêkirina Emerîkayê, têkiliya wê bi Rûsiyayê re û rola wê di dijberiya Qerebax de, fişarê li Tirkiyê bike. Baydin Erdogan bi damezirandina Daişê tewanbar kir û ji ber hebûna 50 serikên navokî yên Emerîkî li Tirkiyê, tirsa xwe anî ziman. Her wiha soz da ku ew ê bi hevpeymanên xwe yên li herêmê re kar bike da ku Erdogan ji ser desthilatê rake. Ji ber wê jî dibe ku Baydin careke din dosyeya banka Xelq veke ku ev bank ji hêla Trump ve hatibû pûçkirin. Dibe ku ev jî pirsgirêkên darayî û aborî li Tirkiyê peyda bike. Nemaze di vê rewşa ku tê de aboriya Tirkiyê pir lewaz e û her diçe nirxê lîreya tirkî dadikeve.  Dibe ku çarçoveya wê firehtir bibe, nemaze eger ragêşî di navbera Emerîka û Tirkiyê de di vê qonaxa bê de zêdetir bibe. Dibe ku ev jî bihêle Tirkî careke din vegere ser şopa Emerîkayê li herêmê; ji ber ku hin siyasetên Tirkiyê hene, ziyanê digihînin berjewendiyên Emerîkî li herêmê, her wekî dijminatiya wê ji kurdan re, çimkî kurd hevpeymanên Emerîkayê li herêmê ne. Ev dijminatiya Tirkî ji kurdan re, metirsiyeke rastî li ser berjewendiyên Emerîkî li Rojhilata Navîn çêdike. Di qonaxa bê de, dê nakokî di navbera hevpeymanên Emerîkayê de werin çareserkirin, her wekî lidarxistina rêkeftineke aştiyê di navbera Tirkiyê û kurdan de. Ev jî dê banoreke erênî li têkiliyên Tirkiyê bi Rêveberiya Xweser re bike. Di encamê de dibe ku çareseriyek, ango levkirinek der barê deverên dagirkirî de jî derkeve pêş. Her wiha dibe ku berovajî vê çêbe û weke bertek Tirkiyê bêtir têkiliyên xwe bi Rûsiyeyê re xurt bike. Ne şert e ku  Baydin siyaseta xwe ya li ser Tirkiyê li gor daxuyaniyên xwe diyar dike, binimîne. Dibe ku herêmên dagirkirî di bin destên Tirkiyê de bimînin û Tirkiyê zû dev ji wan bernede, çimkî ew herêm ji bo Tirkiyê, cîhan û NATO xwedî girîngiyeke cyosiyasî ne.  Sala 2023 dê 100 salan li ser rêkeftina Lozan li pey xwe bihêle. Erdogan jî di siyaseta xwe ya hundirîn û derveyîn de xwe gelekî dispêrê vê boneyê. Ji ber wê jî sala 2023`an ji bo têkiliyên Emerîkî – Tirkî dê saleke sereke be. Bi taybet heke Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Ji aliyekî din ve, rêveberiya Baydin a nû (şêwirmendê ewlekariya neteweyî, wezîrê derve û wezîrê berevaniyê), di nîgarkirina siyaseta Emerîkî ya nû  de û gotinên Baydin ji axaftinan ber bi pêkanîn û karkirinê ve bibe; dê bi roleke girîng bilîze.

زر الذهاب إلى الأعلى