Li herêmê tundîyeke ku berê weke wê çênebûye, ji alîyê rageşîyên siyasî, leşkerî û hemû alîyan ve, pêk tê ku berê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dide gelek rûbirûbûyînên ku aramî û hebûna wê dixe nava metirsîyê. Ev tundî, hevdemî veguherînên şerê Israîlî-Filestînî, hevrikîya Israîlî-Îranî û bilindbûna gefên Tirkîyê re pêk tên, pê re jî geşbûna rola komên çekdar û bizavên Heyettehrîrûşam jî. Her wiha bi hatina pêlên koçberîyê yên bênavber ber bi herêmên Rêveberîya Xweser ve, êdî Rêveberî rastî fişareke hundirîn û derveyîn tê ku pêdivîya wê bi stratşcîyeke gelemper a bi rewşa heyî re heye.
Şerê Israîlê Li Ser Xezayê û Bandorîyên Wê Yên Herêmî:
Şerê Israîl û komên filestînî yên li Xezayê, bi awayekî neyekser bandorê li Sûrîyê dike. Li gor wê jî ev şer dihêle ku di hêzên herêmî de alîbûn çêbibe û bangeşeya dijminatîya Israîlê li cem gelek alîyan ku di nava wan de Îran û Hizbûlah, bilind bibe.
Di nerîna li ser gengazîya bandorkirina vî şerê çekdarî li ser Rêveberîya Xweser de; em dibînin ku gengazîyek heye ku tundîya li Xezayê rê bide destwerdanên herêmî û bi awayekî nerênî li ser herêmên bakurê Sûrîyê bandorê bike; nemaze gava ku Îran û hevalbendên wê bixwazin weke beşek ji bersivdayîna ji Israîlê re, hin enîyên nû li herêmê vekin.
Şerê Israîlê û Hizbûlah û Bandorîyên Şerê Israîlî-Îranî:
Rageşîya di navbera Hizbûlah û Israîlê de, her wiha pevçûnên demdemî yên li ser sînorên Libnan û Israîlê, gengazîya firehbûna çarçoveya şer ber bi hundirê Sûrîyê ve dide. Her wiha pevçûna di navbera Israîl û Libnanê de ku bi rêya nûneran an jî lêdanên yekser pêk tên, Sûrîyê dixe nava çarçoveya pevçûnê de. Di vê yekê de ravedanên wê li ser Rêveberîya Xweser jî hene; li gor wê, dibe ku gava ev şer tunditir bibe, dê xwe di rewşeke zehmet de bibîne, nemaze ku milîsên ji alîyê Îranê ve têne destekkirin, li Sûrîyê hene. Êdî livandina van alîyan rewşa hundirîn aloztir dike û berê Rêveberîya Xweser dide standina helwesteke siyasî yan jî leşkerî ku bi dest xwe re rageşîya di navbera alîyên şerker ên li herêmê de, zêde dike.
Gefên Tirkîyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê:
Daxuyanîyên Tirkîyê yên bênavber ku daxwaza xwe ji bo pêkanîna êrîşeke leşkerî ya nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê diyar dike, gefeke rasterast ji Rêveberîya Xweser re ye. Tirkî weke gefeke stratîcîk li ser ewlekarîya xwe ya neteweyî, li Rêveberîya Xweser dinêre û her demê rayedarên tirkan di hewldanên xwe yên berfirehbûna di Sûrîyê de, xwestekên xwe yên leşkerî bi ewlekarîya neteweyî ve girê didin.
Metirsîyên rasterast:
Gava Tirkî gefên xwe bi cih bîne, dibe Rêveberîya Xweser rastî pêleke nû ya pevçûnên leşkerî û koçberîya niştecihan were. Li kêleka wê jî, çi bizaveke leşkerî ji alîyê Tirkî ve pêk were, dê bihêle aramîya herêmê xirab bibe û xebata Rêveberîya Xweser a ji bo avakirina sazîyên xwe, têk biçe.
Daxuyanîyên serokê tirk Erdoga amajeyê bi bihêzkirina enîya hundirîn û amadekirina zemînekê ji bo pêkanîna êrîşên leşkerî yên nû li derveyî sînor dikin ku bi awayekî zelal balê dikişînin li ser herêmên Rêveberîya Xweser. Di vê boçûnê de, bandor li ser Rêveberîya Xweser hene. Di van daxuyanîyan de hin nişaneyan bi xwe re radike ku gengazîya pêkanîna êrîşeke leşkerî ya berfireh bi armanca têkbirina pirojeya Rêveberîya Xweser didin. Dibe ku Tirkî çi valatîyeke siyasî yan ewlekarî ku di encama mijûlbûna hêzên navneteweyî bi pevçûnên din re derkeve de, keysbaz bike, nemaze şerê ku aniha li Xeza û Libnanê diqewime û rageşîyên bi Îran û Hizbûlahê re.
Liv û Tevgera Heyettehrîrûşam û Berfirehbûna Çarçoveya Kontrolkirina Wê:
Liv û tevgera Heyettehrîrûşam li bakurê Sûrîyê, weke gefeke din tê dîtin. Ev koma ku Idlib di bin destên wê de ye, dibe ku tundîya herêmî ji bo pêkanîna hin destkeftîyên meydanî yên nû, keysbaz bike. Dibe ku ber bi herêmên Rêveberîya Xweser ve jî bimeşe yan jî tevlîhevîya ku dê di encama êrîşa Tirkî de derkeve, keysbaz bike.
Hin metirsîyên din ên gengaz; berfirehbûna Heyettehrîrûşam ber bi rojhilat ve, dê metirsîya vebûna hin enîyên nû bi Rêveberîya Xweser re bide. Her wiha nemaze gava ku ev kom bikaribe hin komên xwecihî yên ku di hevkarîya pê re de, delîveyekê ji bo pêkanîna berjewendîyên xwe dibînin, bîne bi alîyê xwe ve; dê rewşa ewlekarî gelekî aloz bibe.
Pêlên Koçberîyê Yên Ber Bi Herêmên Rêveberîya Xweser Ve:
Bi bilindbûna rageşîyên herêmî re, Rêveberîya Xweser pêlên nû yên koçberên ku ji herêmên pevçûnan reviyane, pêşwazî dike. Ev fişara niştecihî ya mezin, dê rûbirûbûyînekê li ser asta raje û binesazîyê çêbike û Rêveberîyê bixe beramberî rûbirûbûyînin nû yên mirovî.
Ji nava hûrgilîyên rûbirûbûyînên rêveberî û mirovî ew e ku danûstandina bi van pêlan re kedeke mezintir ji Rêveberîya Xweser tê xwestin, çi ji alîyê peydakirina bicihbûn û rajeyên bingehîn an jî rêvebirina rewşên ewlekarî. Her wiha dibe ku hinek ji wan xwedî alîgirîyeke siyasî yan ewlekarî bin ku dê çîneke nû ya rûbirûbûyînên ewlekarî bi xwe re bîne.
Ber Bi Stratîcîyeke Gelemper Ve Ya Ji Bo Danûstandina Bi Rûbirûbûyînên Heyî Re:
Di vê rewşa tevlîhev de, Rêveberîya Xweser rastî rûbirûbûyînên nû li ser astên hundirîn û derveyîn tê û divêtîya wê bi danîna stratşcîyeke gelemper heye ku xwe li ser van xalan ragire:
- Hevrêzî bi hêzên navneteweyî re: Da ku rewabûna siyasî xurt bike û destekdayîna navneteweyî bi dest bixe ku rê li pêşîya destwerdana leşkerî ya Tirkîyê bigire.
- Xurtkirina hevalbendîyên hundirîn: Bi rêya vekirina kenalên têkilîyan bi hêzên siyasî û civakî yên di nava Sûrîyê de; da ku rageşîyên hundirîn sivik bike.
- Rêvebirina alozîya mirovî bi awayekî çalak: Bi rêya hevkarîya bi rêxistinên navneteweyî re; da ku destekdayîna gerek ji koçberan re peyda bike.
- Xurtkirina enîya hundirîn: Bi rêya zêdekirina zanînê û kûrkirina têgeha Rêveberîya Xweser li cem niştecihan; da ku hevgirtina civakî xurtir bibe.
- Amadebaşîyên ewlekarî: Ji bo xatirê ji çi tundîyeke ji alîyê Tirkîyê yan jî komên çekdar li ser herêmê re, amade bin.
Di dawîyê de jî, bê guman Rêveberîya Xweser di vê tundîya herêmî ya heyî de, li pêşberî xaçerêyekê ye. Lê belê bi saya hostetîya (pisporî) ku ji alozîyên çûyî girtî, hîn jî delîveyeke wê heye ku aramî û destkeftîyên xwe biparêze.