ANALÎZ

Sûriyê, dirêjkirina rewşa awarte

Di nav rewşke pêşbaziya navneteweyî û herêmî de; li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, piştî vekişîna hêzên Emerîkî ji hin deveran di cotmeha2019 an de, nakokî û alozî di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de li vê herêmê;  ji nakokiya Emerîkî-Rûsî, nakokiya di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûrî de û gefa berdewam a operasyonên leşkerî yên Tirkî li herêmê, rû dan.

Sûriye di diyarkirina taybetmendiyên herêmê de di pêşerojê de,  weke xalek navendî tête hesibandin. Hebûna hêzên cûrbecûr yên navneteweyî û herêmî û bandora dosya  Sûrî li ser têkiliyên hevbeş ên dîrokî di navbera van welatan de û têkiliya van hêzan bi bûyera Sûrî re ku ew baş girîngiya siyasî û erdnîgarî ya Sûriyê nasdikin û li ser wê bingehek çarenûsî ji bo hebûn û stratejiyên xwe di xêzkirina hevsengiyên pêşerojê de saz dikin. Bi hebûna vê  rastiyê, serokê amerîkî Donald Trump vê dawiyê, di daxuyaniyekê da dirêjkirina rewşa awarte li Sûrî ragihand, wiha anî zima: “Rewşa Sûrî, û bi taybetî kiryarên  hukumeta Tirk ku  êrişek leşkerî li bakurê rojhilata Sûrîyê pêk anî , pêvajoya  têkbirina li dijî Daiş têk dibe û sivîlan dixe bin metirsiyê , her wiha  gefek neasayî li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Emerîkayê  didome. Di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir, “Ji ber vê sedemê, rewşa awarte ya neteweyî ya ku di 14ê cotmeha 2019an de hate ragihandin, divê salekê piştî 14ê cotmeha 2020’î bimîne”.

Dirêjkirina rewşa awarte, geşedanên ku piştî vekişîna ji hin deverên  bakurê Sûrîyê û kombûna li herêma rojhilatê ya pêşberî sînorê Iraqê, têkildar e. Eva tişt hat piştî ku Trump di mijdara 2018an de ragihand ku welatê wî dê ji tevahîya Sûriyê vekişe; piştî ku me  armancên xwe pêkanîn û terora Daişê ji hole rakir. Di vê çarçoveyê de, û ji ber vekişîna ji hin herêman, Emerîka  bertekên vê gavê û guhertinên ku dibe bandorê li ser kûrahiya armancên Emerîkî yên li herêmê bike encamên baş naskir, wek şerê dijî terorê, rûbirûbûna bi Îranê re û hevrikiya bi Rûsyayê re li ser dosyayên cuda. Di encamê de vê vekşînê ev encam bi xwe re anîn:

1- Ewlehiî û aramî  ji ber dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve hate têkbirin. Vê vekişînê di heman demê de tirsa gelek welatan ku  ji nû ve rêxistina DAIŞê li herêmê zindî bibe ku ev çend sal cîhan bi tevde xistibû bin metirsiyê , xurt kir.  şaneyên veşartî  yên DAIŞ li herêmê piştî êrişa Tirkiyê ya li ser herêmê,  bi hêztir û çalaktir bûn.

2-Xurtkirina rola Rusya û zêdekirina bandora wê li Sûriyê, piştî dîtina pêgehekê li herêmê, ew jî  li gorî rêkeftina ewlehî ya  di navbera Hêzên Sûrîya Demokrat û Rûsya de.

3- Vegerandina rola Îranê û bihêzkirina helewsta wê ya siyasî û leşkerî li Sûriyê, di demekê de ku Emerîka berfirehbûna Îranê xistiya nav armancên  xwe ya pêşîn, nemaze ji ber ku Îran bi rêya bingeha siyasî û gelêrî zextê li Emerîka dike ku ji Iraqê vekişe. Li aliyê din, vê  vekişînê hişt ku piştî  dagirkirina Tirkî, milîsên  rêjîma Sûrî û Îranê derbasî  vê deverê bibin ,  di encamê de, serwerîya  Îranê  li rojhilatê Firatê zêde bû.

4- Navneteweyîkirina rewşê di navbera (Rûsya, Tirkî, û Îran) de , û gihîştina têgihiştinek din di navbera wan de di derbarê rewşa Rojhilatê Firatê de. Dibe ku  ev têgihiştin bibe sedema xurtkirina têkiliyan di navbera sê aliyan de û Tirkiye neçar bikin ku di çerxa Rûsî de bizivire, di encamê de bandorê li têkiliya Emerîka -Tirkiye bike.  ji ber ku armancên Erdogan bi armancên Amerîkî re li Sûriyê nakok in.

Eva yek û sedemên din hiştin ku Emerîka  rewşa awarte li Sûriyê dirêj bike, tê wateyê ku ew ê salek din di meriyetê de bimîne.

Dirêjkirina rewşa awarte ji alîyê Trump ve li Sûrîyê hatîye; di demekê de ye ku dîyaloga Kurdî Kurdî pêşketinek mezin dibîne û daxuyanîyên Rûsî ku hebûna hêzên Emerîkî li Sûrîyê neyasaye û li milekî din jî zêdebûna alozîyan di navbera wan de, nemaze li deverên ku ketine bin serwerîya Rûsya piştî vekişîna Emerîkayê ji wan deveran, bi taybetî Tiltemier û Heskê û hin herêmên ku hîna di bin serwerîya Emerîkayê de ne mîna dêrikê. Rûsya hewl dide ku pêgehekê li herêmên rêveberîya Xweser bibîne ku kompanyayên xwe ji bo veberhênanê di warê petrolê de li rojhilatê Qamishlo, ku ew zeviyên bi peymana di navbera Rêveberiya Xweser û kompanyayên petrolê yên Emerîkî nehatine morkirin, ku di encamê de rejimê xurt bike û beşek ji lêçûnên xwe yên leşkerî qerebû bike.

Ji ber berdewamiya rewşa awarte,  dibe ku gelek guhertinan li Bakur û rojhilarê Sûrî encam bidin û bandorê li seranser erdnîgarya siyasî ya sûrî bike. Jixwe armanca Emerîka ji vê yekê ew e ku hêzên xwe li deverên ku di dema êrişa dawî ya Tirkiyê de jê vekişiyaye bi cîh bike. Her wiha hêzeke nêzî 100 serbazî ji  hêzên Marênz û erebeyên  Bradlî yên şerker anî û radarên Sentinel ên kurt û navîn bicîh kirin û li milekî din jî pêştgiriya danûstandinên kurdî kurdî dike; heke serketî be dibe sedema çêbûna rikberîyeke  nû di navbera  MSDê û hevpeymaniya Sûrî de were encamdan. Helbet ji bo jî erêkirina Tirkî tê xwestin.

Ji bo ku Emerîka  her du alîyan “Tirkiye û Rêveberiya Xweser” bi dest bixe, dibe ku di qonaxa bê de fişarê li Tirkî bike da  ku siyaseta wê li Sûriyeyê bipejirîne û deriyê danûstandinan di navbera wan veke ku bigihêjin peymana aştîyê. Ji ber ku peydabûna aramiya siyasî li vê herêmê, dê pêvajoya veberhênanê li gel  Emerîka “Delta Crescent Energy” hêsan bike. Ev ê bihêle Rûsya bêtir zextê li Rêveberiya Xweser bikin û dîsa gefa vekişînê bikin ku rê li ber êrişek nû ya Tirkî veke. Yan  jî fişarê  li rejîmê bike ku derî li danûstandinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re veke û tawîzan bide ku bigihîje rêkeftinekê, da ku rê bide destwerdaneke aborî û leşkerî ya Rûsî li herêmê

rê li pêşiya  Emerîka li herêmê bigire û kurdan bi alîyê xwe ve bikişîne.  Rûsya  wê di rêya fişarê li ser HSDê,   hewl bide ku det deyne ser beşekî dewlemendiya petrolê  ya li rojhilatê Firatê, her wiha wê hewl bide ku pêgehekê  li herêma petrolê çêke; perî ku kampanya Emerîkî ya nav borî dest bi nûkirina zeviyên petrolê bokin û wan  bidin xebitandin. Ew baş dizane ku ektîfkirina peymana petrolê  tê vê wateyê ku biryara vekişîna Emerîkayê dûr dikeve. Heger siyaseta Emerîkî biserkeve, û Rûsya nikaribe têkiliyên Emerîka û Tirkî têk bibe û di handana Tirkîyê de ber  bi operasyonek leşkerî nû; her çend bi sînor be jî bi ser nekeve, ev dê bibe destpêka derketina nakokiyên  Rûsî-Tirkî ku dê di pêşerojê de bandorê  li Idlibê bike.

Beşa Analîzê

زر الذهاب إلى الأعلى