ANALÎZ

Hilbijartinên Iraqê: hevpeymaniyên  heyî ji bo guhertinê  nabin bersiv

Bi destpêkirina kampanyaya hilbijartinê ya Iraqê re ku di hilbijartinên bê de kursiyên parlamentoyê bi dest bixe, dibe ku hevpeymanên kevn û lîstikvanên siyasî rê li pêşiya guhertinên mezin di qada siyasî ya Iraqê de bigirin. Ji ber fişara partiyên siyasî ya berbiçav, heya niha kes nizane ka hilbijartinên Iraqê dê di cotmeha 2021ê de werin çêkirn (weke ku hatiye diyarkirin) an jî dê ji bo sala bê werin derengxisttin. Nimîneya vê yekê ya dawîn ji hêla Muqteda el- Seder derket. Wî di 15ê tîrmehê de ragihand ku şepêla wî  dê beşdarî hilbijartinên cotmeha 2021ê nebe, paşê di 27ê tebaxê de ji biryara xwe vegeriya.

jixwe biryara hikûmetê ya çêkirina hilbijartinên pêşwext, ji xwetekên çeksazkirinê hatiye der. Bê guman encamên hilbijartinên nû dê guhertineke pir mezin pêk neyînin. Hêjayî gotinê ye ku raperîna Cotmehê li Iraqê ku di cotmeha 2019an de dest pê kir, rê li ber derbirîna der barê fişara giştî ya ji ber çêkirina hilbijartinên nû yên dadmend û zelal vekir. Jixwe hilbijartinên borî yên ku di sala 2018an de hatin çêkirin, heya asteke mezin ne azad û dadmend bûn.

Di raperîna Cotmehê de, xwepêşenderan bêzarî û aciziya xwe ya ji ber belavbûna gendeliyê, zêdebûna rêjeya bêkariyê, aloziya rewşa ewlekariyê û nekarîna hikûmetê ya peydakirina xizmetguzariyên sereke yên mîna av û kehrebeyê,  anî ziman.  Di encama van fişaran de û ji ber rikberiya dijwar di navbera Amerîka û Îranê li Iraqê, Adil Ebdilmehdî, istîfaya xwe di kanûna pêşîn 2019 de pêşkêş kir. Mistefayê Kazimî yê ku di gulana 2020an de desthilatdarî wergirt, soza çêkirina hilbijartinên pêşwext da.

Sedemên veşartî yên vekişîna Kazimî ji hilbijartinan:

Tevî ku lîsteya hilbijartinan di cotmehê de hat pêşkêşkirin jî, serokwezîr Mistefa Kazimî biryar da ku ew tu  hevpeymaniyan ji bo hilbijartinên bê çêneke. ji bo vê biryarê jî nerîniin cuda derketin pêş, yek ji wan dibêje ku  Kazimî hilbijartinên ku soza wî ya pêkanîna hilbijartinên azad, dadmend û pêşwext pêk tîne,  mîna xala bingehîn a siyaseta xwe dibîne; dema ku wî desthilatdarî girte dest . Dibe ku Kazimî di wê baweriyê de ye ku eger ew hevbendîekê çêneke dê bibe weke hilbijêrekî xurt û guncav ji bo serokatiya hikûmetê. Ew jî bi rêya piştgiriya girîngtirîn partiyên şîʹî, ji wî re.

Ji aliyekî din ve jî, dibe ku pêgeha siysî yê lawaz ê Kazimî jî sedema vê biryarê be. Çimkî hikûmeta Iraqê bi serkêşiya wî nikarîbû tu gavên başkirina rewşa Iraqê biavêje, vê jî nerîna gelê Iraqê guhert.

Hikûmeta Kazimî nikarîbû pirsgirêka xizmetguzariyên sereke li Iraqê çareser bike û nikarîbû ewlekarî û aramiyê biparêze. Her wiha nikarîbû li hemberî milîsên Şîʹe yên ku bi dehan çalakvanên siyasî kuştin, raweste. Ji aliyekî din ve belavbûna gendeliyê û zêdebûna bêkariyê, cihê wî lawaztir kir. Dibe ku lidarxistina rêkeftineke veşartî di navbera Kazimî û Muqteda el- Seder de, bibe faktoreke din a ku bihêle Kazimî xwe ji hilbijartinan vekişîne; beramberî bidestxistina piştgiriya Sedeir ji bo serdemeke nû.

Hevpeymaniyên şîʹî yên hevrik:

Tevî pirbûna partiyên siyasî, hevbendî û kesayetên serbixwe, tê pêşbînîkirin ku sê hevpeymaniyên sereke li herêmên li jêr kontrola şîiyan di hilbijartinan de bi ser bikevin; hevpeymaniya yekem a Muqteda el- Sedir e. Biryara Sedir a pêşîn a xwevekişîna ji hilbijartinan,  weke bersiveke yekser ji agirê ku di nexweşxaneya koronayê ya li Nasiriye de hat dadan, bû. Vî agirî bi dehan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin. Her wiha karmendên Sedir Desteya Tenduristiyê li Iraqê desteser kir. Armanc ji daxuyaniya Sedir ew bû ku xwe ji şîiyên gendel bişo û xwe ji bûyerên rû dan bêrî bike.

Tevî ku lîsteya Sedir tevlî tu hevpeymanan bi partiyên din re di hilbijartinên bê de nebû jî, lê ew li Iraqê yek ji partiyên şîî yên herî bi hêz e. Rêveberiya wê bihêz e û desthilat û rêxistinên wê xwedî navendiyeke mezin in. Tê pêşbînîkirin ku Lîsteya Sedir cihê xwe biparêze û piraniya dengên şîî di hilbijartinên cotmeha 2021ê de bi dest bixe.

Bi awayekî giştî, nerîna Sedir a siyasî tevlihev e û ne jî xwediyê siyasetek hevgirtî ye. Lewma, zehmet e ku mirov piştî hilbijartinan ji bo “Şepêla Sedir” siyaseteke zelal pêşbînî bike.  Siyasetên şepêla Sedrî bêtir ber bi parastina serweriya Iraqê ve diçin, her wiha hewil dide destwerdana herêmî di karûbarên Iraqê de rake, hêzên Amerîkî ji Iraqê derxe û têkiliyên Iraqê bi cîhana erebî re baş bike. Têkiliya Sedir bi PDKê ya ku Mesûd Berzanî serweriya wê dike re baş e. Her wiha têkiliya wê bi hin partiyên sunî re jî baş e.

Hevpeymaniya Şî’î ya sereke ya duyem, hevpeymaniya Fetih e. Ev hevpeymanî baskê siyasî yê komên milîsî yên şîî ye ku têkiliyan wan bi Îranê re xurt e. Eger Iraq hilbijartinine dadmend û pak û azad çêke, hevpyemana Fethê dê nikaribe cihê xwe yê ku di hilbijartinên 2018an de bi dest xistibû, biparêze. Cihê vê hevpeymaniyê îro gelekî lawaz bûye, nemaze piştî xwepêşandanên ku di cotmeha 2019an de li herêmên li jêr kontrola Şîeyan rû dan. Komên çekdar ên şîe berpirsên kuştina çalakvanên siyasî ye. vê jî hişt geliriya wê kêm bibe. Hêjayî gotinê ye ku hevpeymana Fethê niha girêdayî ajanên îranî yên li Iraqê û herêmê. Ev hevpeymanî  li dijî hebûna amerîkî ya li Iraqê rû bi rû dimîne.

Lê belê ev komên milîsên Şîe , bi rêya berspektîfa siyasetên Iraqê yên veşartî û karkirina li ser rêya desthilatên Iraqê, xwedî desthilat e. Bi vî awayî, guman nîne ku piştgiriya Îranê û hebûna dahatên leşkerî, siyasî û darayî li ba Îranê, dê alîkariya wê bike  da ku dengan bikire û bandorê li encamên hilbijartinan bike.

Koma Şîʹî ya sêyem bi navê hevpeymaniya ” Hêzên dewleta nîştimanî ” ya ku Umar el- Hekîm û Heyder el- Ebadî ew ava kirine. Ev hevpeymaniya ne gelekî bi hêz e, weke bersiv ji pêdiviyên  her du aliyan hat damezirandin û weke rêbazekî ji bo gihaştine hilbijartinan hat bikaranîn. Bi vî awayî ev hevpeymanî  dê di dema hilbijartinan de were rûxandin. Bi taybet ji ber ku hê jê tê xwestin ku  pilansaziyeke hevbeş an jî stratejiyeke giştî û tekûz  ji bo pêşeroja Iraqê pêşkêş bike.  Ev hevpeymanî tu piştgiriyên herêmî û navneteweyî wernagire. Hin ji kesayetên wê di lîsteya reş a Amerîkî de ne. Ev hevpeymanî dijberê sereke yê hevpeymaniya Fethê ye û her tim tekez dike ku gerek e mîlîsên Şîʹî di bin desteseriya hikûmeta Iraqê de bin. Ji aliyê siyasî ve jî, bi şepêla Sedir û PDKê re xwedî têkiliyên baş e. Dibe ku ev yek jî bihêle hevkariyê bi wan re bike di dema hilbijartinan de.

Bihêztirîn Hevbendiyên Sinî

Ji sala 2010’an ve, partiyên siyasî yên sinî amadekiariyên xwe yên ji bo ketina nava xebatên siyasî û hilbijartinan de, xurtir û bihêztir kirine; da ku cihê xwe yê siyasî ku ji piştî guhertina rêjîmê di sala 2003’an ve winda kirine, vegerînin. Li gorî vê jî hejmarek partî, hevpeymaniyên sinî û namzetên serbixwe yên sinî beşdarî hilbijartinan dibin.

Tevî vê jî sê hevpeymaniyên sereke dê piraniya dengên sinî bi dest bixin. Hevbendiya yekem jê re dibêjin “el_Ezim” ku di bin serweriya Xemîs el_Xencer de ye; ev kes karsaz û milyardêrekî sinî ye. Her wiha têkiliyên wî bi Qeter û Îranê re xurt in û ji aliyê Amerîkayê ve ji ber mijarên gendeliyê seza lê hatine kirin.

hevpeymaniyeke din a bihêz, hevpeymaniya “el_Teqedum” e ku ji aliyê serokê encumena cîgiran ê niha Mihemed el_Helbûsî ve hatiye avakirin. Navenda vê hevpeymaniyê li parêzgeha Enbarê ye û têkilyên wê yên xurt bi Erebistana Siûdiyê re hene. Her wiha “Projeya Niştimanî ya Rizgarkirinê” ku di bin serweriya el_Nicêfî de ye, hevpeymaniya sereke ya din e. Navendên wê li Mûsilê hene û têkiliyên wê yên xurt bi Tirkiyê re hene.

Bi gelemperî, partiyên siyasî yên sinî ji aliyê hilbijêrên Iraqî yên sinî ve pir têne rexnekirin. Siyasetmedarên sinî hatin tewanbarkirin ku ew di şûna parastina berjewendiyên sinî de, li pey berjewendiyên xwe yên kesane dikevin. Parçebûna kûr û tunebûna siyaseteke hevbeş ku parastina berjewendiyên Erebî yên sinî bike, taybetmendiyên hevpar in di navbera hemû komên bijare yên siyasî yên sinî de; çimkî her yek ji wan li aliyê dewleteke herêmî yên ku dixwazin di nava Iraqê de xwedî desthilatî bin, disekine. Her wiha tunebûna kesekî bihêz an jî rêveberiyeke bibandor xaleke din a lewaziyê ye. Tişta herî girîng ew e ku her hevpeymaniyek ji van, tektîkî ye û di rastiya xwe de dûrî hevin, li gorî tê dîtin dê piştî hilbijartinan her yek ji wan dê li pey berjewendiyên xwe yên taybet bikeve. Êdî tê pêşbînîkirin ku dê piştî hilbijartinan parçebûn di navbera hevbendiyan de zêde bibin.

Partiyên Kurdî:

Dema ku mijar têkildarî nûneriya Kurdî be, dê surprîz hindik bin. Diyar e ku her du partiyên sereke yên herêma Kurdistana Iraqê “YNK” û “PDK” cihên xwe yên serdest parastine, her wiha PDK hîn jî mezintirîn partî ye. Lê belê di vê demê hevpeymaniyeke fermî di navbera YNK û Tevgera Goran de, bi navê “Hevpeymaniya Kurdistanê” pêk hatiye. Li kêleka wê jî hevbendiyeke nefermî di navbera YNK û tevgera Islamî ya bi serweriya Selahedî Behaedîn û Komeleya Dadgerî Kurdistan a bi serweriya Elî Bapîr de, ji bo ku piştgiriya namzetên hev di hilbijartinan de bikin, pêk hatiye. Lê belê ev hevpeymaniyên fermî û nefermî dê bandorê li nexşeya siyasî ya herêma Kurdistana Iraqê nekin û dê pêşbazî di navbera PDK û YNK’ê de bimîne.

Armanca siyaseta YNK’ê bi avakirina hevpeymaniyeke fermî û nefermî bi partiyên din re, lewazkirina serdestiya PDK’ê ye. Li kêleka vê jî YNK hewl dide ku van hevpeymaniyan berfirhtir bike û bigihîne hilbijartinên siberojê yên herêma Kurdistana Iraqê. Bi vî awayî YNK hewl dide hevsengiya hêzê di nava Kurdistana Iraqê de biguherîne.

Di avakirina hevbendiyên mîna wan li dijî PDK’ê de, Îran jî roleke sereke lîst. Jiber ku Îran û wekîlên wê ji siyaseta PDK’ê û têkiliya wê ya xurt bi dewletên Erebî û Amerîkayê re, ne razî ne. Di encamê de, Îran ji bo bihêzkirin û biyekirina hevalbendên xwe dixebite; da ku hejmareke mezin ji  kursiyên di parlementa Iraqê de bi dest bixe û hukûmeteke li gorî berjewendiyên Iranê ava bike.

Li gorî wê jî, divê bê amajekirin ku nakokiyên hundirîn ên nû di navbera Bafil Talebanî û Lahor Talebanî de ku her du hevserokên partiyê ne, hene. Di encamê de Lahor neçar ma ku hemû desthilatiyên xwe radestî pismamê xwe Bafil bike. Dibe ku ev yek bandorê li xebatên siyasî yên di nava Kurdistanê de bike û têkiliya di navbera YNK û PDK’ê de baş bike, tê zanîn ku  Lahor Talebanî ne hezkerê avakirina hevbendiyekê li gel PDK’ê ye, lê Bafil Talebanî dixwaze xwe nêzî PDK’ê bike, her wiha da zanîn ku  YNKê dê hevpeymaniyekê bi “eL_Fetih” re der barê  hilbijartinan  çêbike.

Asoyên Guhartinê yên Sînordar

Mijara ku hilbijartinên pêşwext ên Iraqê nexşeya siyasî li welêt biguherînin pir zehmet e, an jî keribe desthilatdariya partiyên serdest gem bike, ne pêkan e. ji ber ku partiyên herî bihêz di va hilbijartinan de, ew eynî partî ne yên ku ji 2003’an ve dest danîne li ser karûbarên siyasî yên Iraqê. A duyem jî ew e, ku nexşeya siyasî û demografîk a van hevpeymaniyan nehatiye guhartin û hîn jî li ser bingeheke parçebûnên mezhebî û nijadî yên kevn in. Di vê çarçoveyê de, ti hevpeymaniyên ku sînorên mezhebî û nijadî derbas bikin û hemû pêkhateyên Iraqê mîna Kurd, Sine û Şîe di nava xwe de bihewîne, pêk nehatiye. Hemû hevpeymaniyên di navbera pêkhateyan de, tektîkî ne û ne xwedî biryar in ku armancên hevbeş pêk bînin.

Di dema ku hêvî hebû ku pêşengên xwepêşandanan li Iraqê, nemaze li herêmên ku Şîe lê serdest in, bi rêya lewazkirina desthilata partiyên klasîk ên Şîʹî roleke bingehîn di hilbijartinan de bilîzin, derfeta avakirina hevpemaniyekê winda kirin. ji ber ku di nava wan de pisporî û yekîtî tune bû. Di dawiyê de, dê guhertina zagona hilbijartinan gengaziya guhartinê lewaz bike û di şûna wê dê serweriya partiyên siyasî yên heyî, biparêze. Bê guman dê zagona hilbijartinan a nû ziyanê bigihîne hevpeymaniyên nû yên piçûk û wan lewaz bike.

Nozad Şikrî

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/alantkhabat-alraqyt-althalfat-alhalyt-lyst-wsft-lltghyyr

زر الذهاب إلى الأعلى