ANALÎZ

Tirkîyê û Danûstandinên  Kurdî- Kurdî

ji destpêka  danûstandinên  Kurdî- Kurdî  ya di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de ku  ji nîsana  vê salê destpêkiriye, dewleta  Tirk bi zanebûn bandora xw lê dike. tevî ku ev danûstandin   bi awayekî rasterast di bin serpereştiya Emerîka de bi rêve dçe,  Tirkîyê hewl dide ku rêgirîyê li ber van danûstandinan deyne. ji bo vê jî gelek rê û rêbaz û kiryarên gemarî li ser hemû asta bi kar anî .

 Dibe ku siyaseta  herî berbiçav a ku Tirkîyê li bakurê Sûriyeyê bi giştî li dijî partîyên siyasî yên Kurd bi kar anî,  destekdayîna  partiyên siyasî yên ku li herêmê xwedî girîngî û dîrok in, di serîde Partiya Demokrata Kurdstan- Sûrîya( PDKS) , a ku li ser rêbaza  Partiya Demokrata Kurdistanê “PDK” tête hesibandin.

Bê guman, mezinkirin û bangeşekirina  rola Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye,  ji hêla medyaya derve û hundir ve, bûye mijara lêpirsînê. Vê  yekê  pir bandora xwe li partîyên din, ên ku di bin sîwana ENKS`ê de ne kir û hişt nakokî derkevin holê. Tevî ku hêj nakokî  diyar nebûne, lê bûye gotegot di nav partîyên ENKS`ê de. Her wiha  ev siyaseta ku îro Tirkîyê bi rêya hin kesayetan, ku alîgirên PDKS`ê ne û li gel wê ne, bi rêve dibe; bû  cihê dilgiraniyê li cem partîyên  siyasî yê din ku bi berdewamî ji ENKS`ê dixwexstin bi zelalî helwesta xwe derbarê heval û alîgirên xwe yên li hundir û derveyî bakurê û rojhilatê Sûrîyê,  zelal bike. Piştî vê pêngavê; Tirkîyê pêngavînek din avêtin, ew jî ji bo fişarê bike daku partîyên xwedî cemawer beşdar neke û da ku her tişt di bin serwerîya wê de be. ji xwe di vê der barê de jî

ENKS`ê erênîya xwe jî ji bo tevlêbûna hin partîyên siyasî, di nava ENKS`ê de ragihand û rê neda Partîya Yekîtî ya Azad a ku ji partîya yekîtî ya Kurdistanî qetiya bibû . dibe ku tevlêbûna hin partî û  kesayetên siyasî yên xwedî bandor, rê bide ku di nava ENKSê de şepêlên siyasî yên nû diyar bibin û li hember PDKSê rab e. ji ber wilo, Tirkîyê bizanebûn rê neda partîyên siyasî yên xwedî giranîyên siyasî ku bandore li siyaseta ENKSê bike û navenda biryara ENKSê desteser bike.

Li milekî din jî, hewldanên Tirkîyê yên ji bo parçekirina ENKS`ê, diyar bû. ji bo vê yekê jî, Tirkîyê hin statûyên Kurd li herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê ava kir. bêguman, ev kiryarên ku Tirkîyê dike û angaştên wê  ku Kurd metirsiyê li ser li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkan çêdike dûrî hevin. Sala borî, Tirkiyê tevgera hevgirtina Serbixwe ya Kurd, çalak kir û ew wekî desteyeke serbixwe di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê de kir yek. Ji aliyekî din ve, Tirkîye bizanebûn; statûyek bi navê Desteya  Bilind a Kurd li Efrînê ava kir. Em dikarin bêjin ku ev her du nimûne dibin naverok ji bo damezrandina şepêleke Kurd ê din  û domandina siyaseta xwe di hundurê Sûrîyê de misoger dike. Tirkiyê bizanebûn li herêmên Efrînê rola hin kesayetiyên girêdayî partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd çalak kir û der barê  tevgerên wan ên di nav deverên dagirkirî de,  bangeşeyek medyayî kir. Dibe ku serdana vê dawiyê ya endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 11/19/2020 de bo navendên ç çetyên Artêşa Niştimanî ya li Efrînê, gelek nîşanyên wê hene ku Tirkiye dixwaze hin endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd bide pêş û wan wekî kesayetekî xwedî rol, di hevpeymanê  de diyar bike.

Li vir em dikarin bêjin ku dewleta Tirk, di dema ku hin serkirdeyên  navdar di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de radigihînin ku danûstandina Kurdî-Kurdî rawestiyaye, bi zanebûn gelek destkeftî û xaline girîng bi dest xwe xistiye, da ku bandorê li kolana Kurdî bike û pêşiya serkeftina danûstandinê  bigire. Berztirîn senaryoyên  ku dibe werin encamdan ev in:

Yekem: Hewildana bandorkirina kolana Kurdî û gûrkirina cûdakariya di navbera alîgirên partiyên Kurdî de, li ser bingehên partîtî  û tawanbarkirina hin partiyan ku ew ji bo berjewendiya derveyî  tev digerin.

Duyem: Hewldana bandorkirina aliyên siyasî yên ku di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de kar dikin û handana  wan ji bo avakirina şepêl û komikan  di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de; bi armanca dabeşkirina navenda biryargirtinê di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de û lawazkirina kiryarên ku dibe di paşerojek nêz de; ji hêla partiyên siyasî ve were girtin.

Sêyemîn: Xebat ji bo  dabeşkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî,di navbera herêmên rojhilatê Firat û rojavayê Firat de  û çalakirina ENKS`ê di  deverên di bin dagirkerîya Tikîyê de, destpêkê li herêma Efrînê , di dema pêş de jî, li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî.

زر الذهاب إلى الأعلى