ANALÎZ

Kirîza Abûrî Û Metirsîya Hilweşînê Li Sûrîyê

 

Bi hilweşîna lîreya Sûrî li beramber dolar gihaştîye astên dîrokî, nîşaneyên hilweşandina aborêya Sûrîyê belî dibe. Vê yekê hîşt ku rejîm bi armanca berhevkirina diravên bîyanî diraveke nû ji beşa 5000 lîre derxe û pêkane ku di pêşerojê de draveke ji beşa 10,000 lîreyan jî derxe. Lê belê li gorî gelek pisporên aborî, ev gav bû sedem ku bawerêya welatîyan bi lîreya Sûrî nemîne û diravên bîyanî berhev bikin, nemaze bi belavbûna gendelîyê û kontirolkirina  xeleka teng a nêzî serokê  rejîmê yên ku bi sed mîlyaran dolar di bankên derveyî Sûrîyê de razandine”; hemû  dewlemendîya Sûrîyê zeft kirine. Ji bo çareserîyeke bilez û pêşî li hilweşîna lîreya Sûrî bigire, ferwerêya Sûrîyê  bac hildan, alîkarîyên ji hin kelûpelên  bingehîn re rawestand, bac li ser welatîyên ku vedigerin welêt spand û berdêla darayî ji bo xizmeta leşkerî “bi dolaran” bilind kir, ew jî bi mebesta tijîkirina gencîneyê.  Ev tişt hemû li ser hesabê welatîyên Sûrîyê yên ku nema dikarin pêdivîyên xwe yên rojane peyda bike, hat kirin. Ji bo vê yekê  ” Bernameya Xwaraka Cîhanî ” ya bi ser Netewên Yekgirtî ve hişyarî da ku % 60 ji welatîyên sûrîyê, ango 12.4 mîlyon mirov, di bin gefa birçîbûnê de ne û li gorî daneyên malpera cîhanî “World By Map” jî Sûrîyê bi rêjeya % 82.5 di rêza pêşîn a lîsteya welatên xizan a cîhanê de ye.

Dibe ku cezayên Emerîkayê “Zagona Sîzer” di hilweşîna lîreya Sûrî de roleke wê   hebe, lê sedema sereke ya hilweşînê, sîyaseta rêjîmê û nêzîkatîya wê ji kirîzê re ye ku berjewendîya taybetî di ser berjewendîya giştî re girt û ji alîkî din ve jî bi rêya girêbestên  bi dehan salan, rê da Rûsyayê  ku destê xwe deyne ser hemû dewlemendî û dahatên  ku di bin serwerêya wê de ye û gelê Sûrîyê ji sûdwergirtina ji wan bê par hişt û rêjîmê çavkanîyên herî girîng ên dahata diravên bîyanî ji bo sermîyana giştî, di nav de çavkanîyên petrol, gaz, geştyarî, hinarde û veberhênanan, winda kir. Bi vî awayî rêjîmê çavkanîyên dahata xwe ji dest da û Sûrîyê zivirand mêtingehek Rûsî. Her wiha Îran jî ya ku wek mezintirîn piştevanê darayî yê rejîmê tê nas kirin, nikare ji ber cezayên li ser wê, piştevanîyê diravî bide rêjîmê.

Ji ber vê yekê kirîza aborî ya ku Sûrîyê tê re derbas dibe, sîyaseta rejîmê û ya Rûsyayê jî girêdayî ye ku çavkanîyên Sûrîyê yên aborî Kontrol dike û di heman demê de piştevanîyê nade rejîmê û wê bixwe jî heya niha berhemên destwerdana xwe ya leşkerî ji ber cezayên Emerîkayê li se Sûrîyê qezenc nekirîye.

Her wiha tu çareserî jî di destê rêjîmê de nema ne ku hilweşîna lîreya Sûrî rawestîne. Rojnameya “New York Times” a Emerîkî eşkere kir ku hevdîtina veşartî ya ku berî mehekê ji hêla rojnamevanekî ve hate kirin ku tê de hûrgilîyên vê dîtinê  derxist. Di 26 Çile ya bûrî de Esed bi hejmareke Rojnamevanên alîgirên xwe re civîya, bêyî ku bi fermî civîn were eşkerekirin, lê belê hin ji Rojnamevanan li malperên xwe yên kesane li medyaya civakî wêneyên civatê weşandin, Rojnameyê eşkere kir ku haya Esed ji kirîza aborî heye, ew jî dema ku pirsek di derbarê hilweşîna diravê de jê hat kirin ku ziyan gihîşt mûçeyan, bilindbûna bihayê kelûpelên bingehîn û kêmbûna sotemenîyê  û nan. Lê belê wî tu gavên berbiçav ji bo çareserkirina kirîzê pêşkêş nekir, berevajî wê got ku pêwîst e kenalên televîzyonê bernameyên têkildarî ” çêkirina xwerinê ji bo ku welatîyên Sûrîyê bi xwarinên ku nikarin peyda bikin neêşên” rawstîn in.

Di nebûna çareserêyan di destê rêjîmê de û neamedebûna Rûsîya û dewletên hevalbend ji bo piştgirêya rêjîmê, Sûrîyê dê rastî hilweşîneke aborî were, êdî di dawîyê de fişarên jîyanî dê bêtir bibin û bêhtir beşên civakê dê bikevin rewşeke hejarêya tund, birçîbûn û perçebûna civakî dê belav bibe û nedûr e ku bandorekê  li ser rewşa ewlehîya welêt bike.

Di encamê de, dê çareyek ji rewşa aborî ya wêrankirî ya welêt re çênebe, ji bilî çareserîyek sîyasî ya ku dadmendîyê pêk tîne û rê dide jinûveavakirina Sûrîyê ya ku bi salan ji hêla kiryarên tundûtûj yên rêjîmê ve hatîye  hilweşandin, ew jî ji bo ku xwe li ser desthilatdarîyê bihêle.

زر الذهاب إلى الأعلى