ANALÎZ

Pasdarên Şoreşê û erkdarkirina nû li Sûriyê

Bi berdewamî komên leşkerî yên alîkarê Pasdarên Şoreşê yên Îranê operasyonên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurtir dikin, ji ber ku çek û mûşekên pêşketî anîn û baregeh û firokexaneyên xwe yên leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê berfireh kirin û xwe li ji hêla saloxgerî ve jî li Firokexaneya Qamişlo bi cih kirin , ji bilî baregeha nû ya ku li gundewarê rojhilatê Reqayê hatiye avakirin, li rex avakirina navendên komkirina zanyariyan, ku dibin ji girîngtirîn amûrên xwedî karîn û tevgerê di nav deverên wê de. Her wiha gotara xwe ya medyayî der barê ku ew ê operasyonên leşkerî li dijî hêzên hevpeymaniya navdewletî û hevalbendên wê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xurtir bikin.
Di hefteyên borî de hejmara operasyonên komên bi ser pasdarên Îranê li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûye, bi taybetî ji hêla koma bi navê “berxwedana gel li rojhilat”. ku dibe yek ji amûrên pasdarên Şoreşa Îranê; li rex rêxistina bi navê milîsên berevaniya niştimanî “Dîfaulwetinî” ku bi berdewamî herêmên Rêveberiya Xweser dikin armanc û ewlehî û aramiya herêmê têk dibin. Van koman gelek êrîş pêk anîn, piraniya wan li navendên bajaran bûn, di nav de Şedadê û bajarê Hesekê, bêguman van koman ev êrîş bi rêya Rêveberiya Giştî ya Radyo û televîzyona rejîma Sûriyê li xwe girt, bi îdiaya ku ev operasiyon ji aliyê “komên gelerî” ve hatine kirin, lê di rastiyê de, ev operasiyonan bi agahdarî û plansaziya rêjîma Sûriyê pêk tên.
Di heman çarçoveyê de daxuyaniya rêberê Hizbullahê Hesen Nasrullah di salvegera kuştina Fermandarê Feylequlquds Qasim Silêmanî de ku ew ê êrîşên xwe li dijî hêzên Amerîkî gur bikin, piştrastiyeke zelal bû li ser hewldanên van hêzan ji bo lîstina rol û tevgereke nû li herêmên Bakur, Rojhilatê Sûriyeyê. Li gor jêderên medyayî, ku bi belgeyeke belavbûyî ji Dezgeha Komkirina Agahiyan a bi ser “Milîsên Berevaniya Niştimanî” li bajarê Hesekê, têde hatiye ku pasdarên şoreşê dezgehên; ewlekarî û navendên komkirina zanyariyan avakirine ku bi temamî ji rêjîmê û Rûsiya cuda ye û armanc jê şopandina tevgerên li herêmê rû didin.
Ev guhertin û tevgerên ji aliyê Pasdarên şoreşê yên Îranê di hefteyên borî de digel çend tevgerên komên çekdar wek el -Nuceba û Fetimiyûn ên Iraqî ku cihê wan jî baregeha “Îmam Elî” ye li Bûkemalê ku dikeve gundewarê Dêra Zorê , hevdem bû. Van koman li dirêjahiya çemê Firatê li pêşberî xalên bicihkirina Hêzên Sûriya Demokratîk xwe bi cih kirine, ew cih jî nêzîkî baregeh û xalên hebûna Feyleqa Pêncemîn a Artêşa Sûriyê ya girêdayî Rûsyayê ye, ji bo ku xwe bi saya hêzên Rûsî ji êrîşên hêzên Hevpeymaniyê biparêzin, jixwe di rojên borî de çend caran cihê mûşekavêjan li biyabana el-Eşara li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve hatibû ditin; rastî êrîşan hat ku li gorî Hevpeymaniyê ev yek metirsiyê li ser hêzên wan çêdike.
Ev liv û tevger û bûyer di demekê de tên ku medyaya rêjîma Sûriyê li ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê bi taybet bûyerên armanckirina şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk pir diaxive û ji bo ku çavan li ser xwe dagerîne, bangeşeyê dike ku ev buyer li ser destên “komên gelirî” pêk tê û ev kom hebûna hevpeymaniyê û HSDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê napejirîn in .
Di encamê de, armanca Îranê ji van operasyonên leşkerî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê dubarekirina senaryoya Iraqê ye, ango li gor nerîna Îranê, bicihkirina hêzên Amerîkayê li bajaran û piştre vekişandin. Jixwe veguheztina çalakiyên leşkerî yên van çekdaran ji gundewaran bo bajaran û armanckirina kombûnên sivîlan, ne dûre ku ev hêz di dema pêş de baregehên hevpeymaniya navdewletî û dewriyeyên leşkerên Amerîkî, bikin armanc

زر الذهاب إلى الأعلى