ANALÎZ

Armanc û mebesta destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de

Ji roja damezrandina Siltaneta Osmanî 1299`an û piştî bidawîbûna wê  di cotmeha sala1923`an li ser destê Kemal Ataturk  û vankirina dewleta Tirkiyê qaşo ya nûjen,   ta roja îro vê dewletê kiryarên kuştin, dagirkirin, talankirin û koçberkirinê li hemberî gel û dewletên herêmê nerawestandiye û hewl dide ku mîrasa Împaratorîya Osmanî bi taybetî “Peymana Milî” vegerîne. Di 20`ê meha tîrmeha 1974  ̓an de bakurê Qubrisê dagir kir. Jixwe  di van 30 salên dawî de, bi taybetî piştî desteserkirina desthilata Tirkiyê ji hêla AKP`ê ve, xwediyê pradîgmaya “Ixwan el-mislimîn” û mîrasgirê Împaratorîya Osmanî, ew kiryar berdewam kir û bêtir destwerdan, tevlihevî û gurkirkirina hevrikiyê di dosyayên nexşesazîya sînorên avî û bejayî li Rojhilata Navîn de, gur kir. Hêjaye gotinê ye ku di sala 1982`an de peymaneke Navneteweyî der barê nexşesazîya sînorê avê hat lidarxistin, vê peymanê mijara nexşesazî di navbera welatên hevsînor de çaresr kir. Lê dewleta Tirk tu pabendî bi peymanan nekir, bi berdewamî vê peymanê binpê dike, bi teybetî li deryaya spî. Tirkiyê sînorên xwe yên bi Misir, Yonanistan û Qubrisê re binpê kir, li deryaya spî lêgerîna enerjiyê dest pê kir. Ne tenê wilo, ji bo destwerdana xwe rewa bike bi hikûmeta Fayiz el-Serac a Lîbyayê peymanek der barê alîkarîyên leşkerî û ewlehî di deryaya spî de  mor kir. Ev  peyman li gel welatên herêmî û Navneteweyî bû cihê neraziyîbûnê, ji ber ku zagonên navneteweyî  binpê dike û nakokîyan di  navbera welatên li ser deryaya spî gurtir dike, her wiha rewşa Lîbyayê aloztir dike. Ji bo pêkanîna berjewendîyên osmanîya nû û bi bihaneya ku Lîbya mîrateke osmanî ye, Erdogan hikûmeta El-Serac  bikar anî. Ji wilo zêdetir Tirkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe, islama siyasî baş bikar anî, Tirkiyê xist kargeheke xwedîkirina rêxistinên terorîstî. Endamên DAIŞê yên ji rojhilatê Feratê revîya bûn, dîsa ew komî ser hev kirin û di nava rêxstin  û navine cuda de ew tevlî rêxistinên bi navê “Sultan murad, Ehrar  el-Şerqiyê, Ceyiş el-Wetinî, El-Hemzat, Suleyman Şah û  hwd” kir û ew bi rêxistin kirin . ji bilî wilo niha kompanyayeke bi nave”Sadat” ji bo perwerdekirina çetyan vekirîye  û wan dişîne deverên şer. Bi hezaran ji wan çeteyan şandine Lîbyayê û niha li kêleka hikûmeta el-Serac şerê artêşa Lîbyayê dikin. Bi destwerdana Tirkiyê ya leşkerî, Lîbya xist pirsgirêkeke navneteweyî ku ji bo yî wê li bajarê Berlînê civînek li ser kêşeya Lîbyayê di vê mehê de  li der ket. Jixwe mebesta vê civînê ya sereke rêgirîyê li ber destwerdana Tirkiyê bigirin û destê Tirkîyê li Lîbya û li seranserî deryaya sipî ku hewl dide dest deyne li ser  rêk û jêderên enerjiyê,  bibire.

Destwerdana Tirkiyê li seranserî herêmê û di bin sîwana islama siyasî bi alîkariya Qeterê ku hevgirêdaneke îdeolojîk a radîkal di nav wan de heye, ew jî ya bi navê” Ixwan  el-Mislimîn” ku bûye jêdera terorê ya ku Birîtanya endezyarê wê ye . Tê zanîn ku Birîtaniya di sala 1940̓ î de bi awaykî fermî destek da vê tevgerê da ku nifşekî nû ji mislmanên radîkal ava bike û wan bike amûrek li dijî tevgerên sekulerî û komunîst ên ku Birîtanya wan  dijmin dibîne û niha Tirkiyê bûye navenda wê. Vê yekê hişt  ku Tirkiyê bibe bingeheke sereke ya komên terorîst  ku herêmê dixe nava kaos û şerekî vekirî .

Bêguman mebest û armancên  Tirkiyê  ji van binpêkirin û destwerdanan bi taybetî li Lîbyayê û li herêmê bigiştî ev in:

  • Çavan li ser dagirkirin, talankirin, guhertina demografîk a ku Tirkîyê û çeteyên bi ser wê ve li Bakur û Rojhilatî Sûriyê pêktînin, daguherîne
  • Dest deyne li ser enerjî û petrola Lîbyayê, ji ber ku Tirkiyê %85 ji gaz û petrolê hawirde dike.
  • Ji bo hikûmeta el-Serac têkneçe û berjewndiyên xwe biparêze, pirsgirêka Lîbyayê mîna Sûriyê bixe pirsgirêkeke navneteweyî.
  • Dagirkirina rûpîveke mezin ji ava navneteweyî, ji bo  xwe bigihîne berava Lîbyayê.
  • Di rêya hikûmeta el-Serac re, avakirina kompanyayên cûrbicûr li Lîbyayê, ji bo geşkirina aborîya Tirkiyê ya têkçûyî.

زر الذهاب إلى الأعلى