Tê zanîn ku Şerê Cîhanê yê 1. zemîna peymana Saykis-Picot danî û herêma Rojhilata Navîn parçe kir, bi Peymana Firsay welatên di şer biserketî, Rojhilata Navîn li gor berjewendîyên xwe herêm li xwe par ve kirin, bi dehan dewlet û dewletokên qaşo serbixwe yên xizmeta berjewendîyên dewletên di Şerê Cîhanê yê 1. De serketî hatin avakirin, bi navê tirkan û ereban dewletên weke Tirkî, Sûrî û Iraqê li ser axa dîrokî ya kurdan hatin avakirin û bi tu awayî gelê kurd ê ku bi hezarên salan li ser vê xakê jîyan dike, li ber çavan negirtin. Peymana Lozanê (1923) ya kurd danmendele kirin; yek ji encamên li hevkirinên hêzên navnetewî ye û di pileya yekem de ji doza kurd ew berpirsyar in, dewlet-neteweyên bi destê hêzên derve li herêmê hatin avakirin gel û civakên herêmê bi hev dan kuştin û herêm kirin gola xwînê û krîz kûrtir kirin.
Peymana Lozanê yek ji tirajîdîya sadsalê ye ku kurd sedsalî bi paş xistin, çawa ku bi Lozanê kurd di alîyê beden-cografî de hatin parçekirin, her wisa ji alîyê dil û mejî ve jî hatin parçekirin û di çand û ziman de jî hatin parçekirin, lewma jî îro hejmareke mezin ji kurdan biyanîyê ziman, çand û nasnameya xwe bûye, bi mîlyonan kurdên ku di nava destarê çewsandinê de hatin hêran; bûn tirk, ereb û faris. Beşekî kurdan ji kurdînîya bav û bapîrên xwe direvîya, ji cil û bergên xwe şerm dikir, heyranî, tirkbûn, erebûn û farisbûn bûye. Gelo li kîjan devera dunyayê neteweyek du alfabayan hemwext bi kar tîne? Ev biyanîbûna di beşekî kurdan de pêş ketîye, bi vê mijarê ve girêdayî civaknasê Tunisî “Ibin Xeldûn“ dibêje: “kesên binketî her dem di dirûşm, cil û berg, bawerî, hemû rewş û karên xwe de, hez dikin li ser şopa yê ew bin xistîye tev bigere û weke wî bike“. Di nava kurdan de ji vî cûrê mirovan pir in, ji cewher û rastîya xwe derketine, bi wê tenê jî nakin ku ji wê zêdetir pê de diçin û beşek ji wan ketine xeta xîyanetê ku li kêlek dijmin li dijî gelê xwe di nava tevgerê de ye, gotinek heye ku di nava civaka kurd tê gotin: “kurd kewê gozel in, dixwîne qewmê xwe dixe dafikê“. Lozanê kurd bêmaf û bênasname hiştin, kurd bêstatyû hiştin, kurd rûbirûyî polîtîkayên jinavbirina fizîkî, çewsandin û koçberkirina bi darê zorê kirin. Eger em giştî Kurdistan di asta çarparçeyan de bigirin dest, em ê bêjin zêdeyî mîlyoneke kurd piştî şerê Cîhanê û Peymana Lozanên, bûne qurbanî, zêdeyî dehmîlyon kurd ji cih û warên xwe koçber bûne û bi dehhezaran gund hatine şewitandin.
Di nava sed û yek salî de. li çar parçeyên Kurdistan ê çi bi serê kurdan hat? Gelo di nava sed û yek sal piştî Lozanê di rewşa Cîhanê û herêmê de çi guherî ye? Çi guhartin di rewşa kurdan ya sîyasî û leşkerî de çêbûye. Gelo kurd di sedsala 21. De dê mafê xwe bistînin? An sedsalek din kurd wê di bindestê van çardagirkerên Kurdistan ê bimînin? Lozan wê çawa bê derbaskirin?
Piştî avabûna Komara Tirkîyê, doza kurd hat mandelkirin, polîtîkayên qirkirin, ewsandin û koçberkirinê li çarparçeyên Kurdistan ê dest pê kir, pilana ʺÎslahata Şerqʺ li Bakurê Kurdistan ê dest pê kir, li Rojavayê Kurdistan ê bi serjimara 1961 re nasname ji kurdan hat kişandin, kembera erebî ket merîyetê, li raqê qonaxên enfal û kîmyabaranê yek li pey yekê dest pê kir. Di dema şerê Cîhanê û piştî Peymana Lozanê di nava 100 salî li giştî Kurdistan ê, zêdedeyî mîlyoneke kurd bûne qurbanîyê vê peymanê, zêdeyî 10,000 gund hatine şewitandin û rûxandin, zêdedeyî 10 mîlyon kurd jî koçber bûne, bi kêmanî 10 mîlyon kurd hatine pişaftin. Dewleta Tirk roleke sereke di danîna tewrî, piroje û pilanên tunekirina kurdan de leyîstîye, Pilana ʺÎslahata Şerqêʺ cara yekem di sala 1925 ji alîyê Tirîyê ve ket merîyetê. Di nava her çardagirkerên Kurdistan ê de hemahengîyeke xurt ya ewlekarî û saloxgerî bi dirêjîya 100 salî berdewam e, Peymana Saad Abad 1(937) di navbera Tirkî, Îran, Iraq û Afganistanê de ya bi serpereştîya Berîtanya; her çendî di teşe de li dijî Rûsya bû, di heman demê de dijî kurdan bû jî, dîsa Peymana 1932 ya di navbera Tirkîyê û Îranê de derbarê têkbirina serhildana Araratê ku Îranê rê da Tirkîyê ku derbasî nava xaka wê bibe û ji paş ve li şervanên kurd bizivire û wan tune bike, di sala 1963 de jî artêşa Sûrîyê (Lîwaûlyermûk) di pêşengtîya Fehd ElŞair çû hawara Ba`asîyan ku bi artêşa Iraqê re bû alîkar û li dijî tevgera kurd bû, di sala 1982 dijî Partîya Karkên Kurdistan ê Peymaneke di navbera Iraq û Tirkîyê de hat çêkirin ku rê dide hêzên Tirkîyê ku 5 km xaka wê derbas bike, di 1998 jî Peymana Edenê di navbera Sûrîye û Tirkîyê de çêbû, rê ji Tirkîyê re hat dan ku xaka Sûrîyê derbas bike û tevgera kurdî tune bike, bi vî rengî dalmendelkirina kurdan di Lozanê de, hêz û wêrekî daye hêzên dagirkerên Kurdistan ê ku hemû hêza xwe bi ser kurdan de bişînin û wan tune bikin, kurd bûn qurbanê berjewendîyên serdeatîya Cihanê ku di mijar kurdî de, ew di pileya yekem de berpirsyarê derbarê tiştê bi serê kurdan tê ne.
Pergala Cîhanê ya sîyasî û aborî ya ku di sedsala 20. De hatibû çêkirin, îro tê kçûye, pergala sermayedar bixwe jî di krîz û buhraneke kûr de ye, bi destwerdanê li ser dewletên erebî û şerê Sûrîye, Ukrayînya û şerê Xeze û Hemasê, hewl tê dayîn ku pergaleke nû ya sîyasî û aborî bê avkirin, dewlet-neteweyên ku ji alîyê serdestîya Cîhanê ve hatibû avakirin, têkçûna wan piştrast bû, dewlet-neteweya bi ramana yekziman, yekal û yeknetewe, Rojihilata Navîn kir gola xwînê, piştî ev dewlet-netewe bi kok bûn, êdî nema weke berê xizmetê ji benîyên xwe re dikin, dem dem li gor xwe jî tev digerin, lewma jî Rojhilata Navîn li ber guhartinê ye.
Ji çarîyeka sedsala 20. û nexasim van salên dawî û vir de, tevgera kurd pêngavên baş avêtin, Tevgera Azadîya Kurdistanê, guhartineke hişmendîyê di civaka kurd de pêk anî, ev guhertin û bandorkirin piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi serhildana Jîna Emînî a bi pêşengtîya jinên Rojhilatê Kurdistanê û dirûşmeya “Jin, Jîyan, Aazdî“ ku wergerîya serhildana tevahîya jînên Îranê û jinên Cîhanê; berdewam kir, kurd îro karîgerê guhartin û demokratîkirina dewletên herêmê ne ku ew ê vê pêşengtîya xwe berdewam bikin.
Piştî sedsalî di polîtîkaya hêzên serdestîya Cîhanê de, guhartineke qismî beramber gelê kurd tê dîtin, ev guhartin ji dehsalên dawîya sedsala 21. Ve dest pê kiriye, avabûna statyûya Herêma Başûrê Kurdistanê, her wiha avabûna Xweserîya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûrîye, nimûneyeke jê ye ku vîtoya li ser Kurdistanê hatîye şkandin, bêguman ev vîto ji ber xwe de nehat şkandin, berdêlê pir giran hatin dayîn heta ku ev guhartin pêk hat, bi dehhezan şehîdan xwîna xwe li ser vê xakê rijand. Piştî vê hêzên serdest nikarin kurdan nedîtî bibînin, ji ber kurdan bi hêz û qurbanîyên ku pêşkêş kirin, xwe kirin hejmareke girîng ji girêfta Rojhilata Navîn. Ji hemû deman zêdetir niha mijara kurd li ser maseya hêzên mezin e.
Hêzên herêmî yên dagirkerên Kurdistanê, her yek ji wan hatiye dorpêçkirin, rewşên xirab jîyan dikin, rejîma Sûrîyê lawaz ketîye û li ber têkçûnê ye, dewleta Tirkîyê ji encama polîtîkayên Erdogan bi krîzên sîyasî û aborî re rû bi rû maye, hewl dide ku xwe jê rizgar bike, lê ev zûbizûbûn pêk nayê, ancax bi guhartineke demokratîk û çareserkirina pirsgirêka kurd, dikare vê pêk bîne, rejîma Îran bi deh salan e ku di dorpêçê de ye, lêdanên Îsraîlê li Sûrîye û deverên din li dijî Îranê, ta astekê ew tengav kiriye, rewşa wê ji ya Tirkîyê xirabtir e, eger em bên ser Iraqê, em ê bibînin ku Iraq weke dewletekê, tu heybeta wê nemaye, em dizanin ku Iraq di bin wîsayeta Îranê de ye, di vê demên dawî de, Tirkîye jî hewl dide ku bi rêya sunîyên Iraq û Barzanî re li Iraq di biryara sîyasî de, serwer be, niha vê gavê yek bi tenê nikare şer bike, ev her çar dewlet-neteweyên statûkparêz hêza xwe di yekîtîya xwe de dibînin, lewma jî beramberî guhartinên ku dibe pêk bê, makanîzmeyên sêqolî û çarqolî dijî kurdan berdewam in, bi civînên Stana, Tahran û Enqere hewl tê dayîn ku pêşketin û guhartinên ku pêkane di doza kurd de bêne kirin, pêşî bigirin, lê ev dem derbas bûye, êdî nikarin ji leza tevgera kurd bi baskên xwe yê leşkerî û sîyasî kêm bikin û kurdan tune bikin, êdî ew dem derbas bûye û kurd ne kurdê berê ne. Bi Şoreşa Rojava û şerê dijî Daişê re, mijara kurd bûye mijareke navneteweyî, hêza HSD bûye yek ji hêzên herî bi bandor di şerê li dijî Daişê de ku cihê xwe di nava hêza Hevpeymanê ya heftî û du welatan de digire.
Ta niha xwendina Tevgera Azadîya Kurdistanê û Hêzên Rojavayê Kurdistanê ji pêşketinên li herêmê rû didin xwendineke rast bû, lewma di hem dema ku dikarîbûn li Şengal, Kerkûk û Rojava xwedî li kurdan derkevin û wan biparêztin, di heman demê de piştî sedsalî ji Lozanê gaveke bi kalîte di doza kurd ber bi pêş dan avêtin, piştî vê vegera ber bi paş êdî zehmet e, lê divê em vê jî bêjin ku beşekî kurdan ku nûnertîya xwe di ENKS û mala Barzanî de dibîn, xwendina wan ji pêşketinên ku li herêmê çêdibin re, şaş bû, hemû hesabên xwe wan li ser Tirkîyê, Rikberîya Sûrî ya Îxwanî ya ku dijmintîya kurdan dike bû, cihgirtina li cem dagirkerên ku rojane ciwanên kurd bi roj li kolanan didin ber guleyan û dikujin; çiqas rast e! Gelê kurd êdî ne yê berê ye, zana bûye ku xeta xîyanet û berxwedanê ji hev derdixe. Eger kurd berjewendîyê teng û malbatî bidin alîyekî û yekîtîya neteweyî ji xwe re bingeh bikirin, nebin dûvik û nekevin xefkên dijmin, kurd bi ser dikevin, tiştê ku Lozanê derbas bike yekîtî û yekrêzîya kurdan e, danîna nakokîyan li alîyekî ye, divê kurdên her parçeyî bên cem hev, nêrînên xwe bikin yek û li ser çi li hev dikin û ji welatê ku ew di nav de ne çi dixwazin? bila ew xalên li ser li hev dikin bibin xetên sor ku çi dibe bila bibe nabe ku ew xet bêne derbaskirin, di asta giştî ya Kurdistanê de, birêz Ocalan ji bo yekîtîya kurdan 5 perensîbên ku dîyar kirine: “Komgra Neteweyî bê lidarxistin û her çîn, beş, kesayet, partî û rêxistin cihê xwe di nava de bigirin – Desteyeke Rêbeber ya kongre hebe, ew berpirsyar e di ber xebatên partîk-polîtîk û xebatên dîpolomasî ên hundir û derve, eknomîk, civakî û çandî weke sazî bimeşîne – tevahîya hêzên xweparastinê yên çarparçeyan di bin sîwaneke hevpar de dike yek – desteyeke têkîlîyên derve bê avakirin, têkîlîyê bi dewlet û civakên sivîl re çêbike“. Eger ev perensîpên ku birêz Ocalan pêşkêş kirine, bingeh bêne girtin êş û azarên kurdan ên sedsalan çareser dibin.
Me li jor da zanîn ku guhartin di helwestên serdestîya Cîhanê de beramberî kurdan çêbûye, Emerîka bi hêsanî ji Sûrîyê nakêşe, mayîna li vir bi ewlekarîya xwe ya neteweyî ve girê dide, mînîmzekirina Îran û parastina Îsraîlê di rojevê de, hatina serfermdara erkanê Emerîk ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê re, dawîanîna nîqaşên mayîna hêzên Emerîkî di nava sazî û dezgehên Emerîk de dawî li qonaxekê anî, vê gavê pêdivîya Emerîka bi kurdan heye, kurd karîgerê guhartinê ne, Şoreşa Rojava û destdanîna ser herêman, dê dewleta Sûrîyê neçar bike ku guhartinê pêk bîne, neçare dewlet di majara nenavendîbûnê gav bavêje, her wisa ji bo Tirkîyê jî, çareserkirina pirsgirêka kurdî li Tirkîyê û pejirandina Xweserîya Demokratîk li Bakurê Kurdistanê, dikare Tirkîye ji wê krîzê derbixe; ne tiştekî din, heta xwînrijandina hundir neyê rawestandin, Tirkîye ne pêkane bi ser xwe ve were, lêçûnên van operasyonên ku Tirkîyê li dij kurdan li dar dixe, aborîya Tirkîye anîye ber sifrê. Bi vê mijarê ve girêdayî, birêz Ocalan di noteke hevdîtinên sala 2009 de gotibû: “Mustefa Kemal bi derketina ji Amasyayê giştînameyek weşand ku tê de got ku kurd û Tirk têkoşîneke hev dimeşînin, dewleta ku were avakirin jî wê dewleta her du gelan be. Di makezegona 1921 de hin biryar –zagonên ku dipejirînin ew e ku xweserîyê bide gelên ku hatin bicikirin. Birêz Ocalan dide dîyarkirin ku “Lozana civakî çêbibe wê pirsgirêk çareser bibin“ komara heyî kêm maye, ev komar bê demorkratîkirin, komar yekalî maye, Lozana ku hatibû çêkirin Lozana lihevkirina dewletan bû, civak tê de nîne, Peymana Lozanê xwişk û biratîya gelan ji holê rakiriye, netewe kirin dijminê hev, divê ev ji nû ve bê sererastkirin. Îran ketîye ferqa wê yekê ku ew armanc e, lewma hewl da ku bi daxuyanîya Mesûd Bizîşkîyan derbarê kurdan, kurdan ber bi xwe bikêşîne. Kurd weke sedsala 20. Weke berê jîyan nakin, kurdan ew qonax li paş xwe hiştin. Bi şerê Daişê û avakirina Şoreşa Rojavayê Kuristanê, kurdan mora xwe li sedsala 21. Dane, lewma jî kurd avakirina Rojhilata Navîn ya nû de hene û dê maf û statyûya xwe bistînin, kes nikare li pêşîyê bibe asteng, kurd bernamzetên ku pêşengtîyê di asta Rojhilata Navîn de bikin, felsefeya Neteweya Demokratîk, îro bûye realîteyek li Bakur û Rojhilata Sûrîye, ev altirnafê dewlet-neteweya li ber têkçûnê ye.