ANALÎZ

Erdogan û kêferata Mirinê

Dr. Ehmed Sîno

 

Serokê Tirkîyeyê tev li Lotkeya Bîstan bû û li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden civîya her wiha berdewam li dîdarên Astaneyê û berî wê lotkeya Tehranê li gel dewleteke misogervan amade bû da ku hema hema destvala nemîne û xewn û armancên xwe yên berfirehbûnê pêk bîne. Careke din gefên êrîşa leşkerî bi ser bakurê Sûrîyeyê de xwarin, ji bo ku li gor angaşta wî, “rêxistinên terorîst” têk bibe û xeta sînorî ewle bike û bi rêya ketina di devera Tilrifet û Minbicê de “Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkî” pêk bîne. Tevî ku Amerîka û Rûsya di kirîza Erdogan ya hundirîn digihin û dizanin ku hilbijartin nêzîk bûne jî, hişyarîyan seba êrîşa leşkerî arasteyî wî dikin. Hilbijartinên sala bê dê pêşbirkeke germ di navbera wî û partîyên rikberîyê de bin ku ew partî êdî heman pelikên AK Partîyê bi kar tînin. Her wekî bikaranîna pelika koçberên sûrî ku hejmara wan li Tirkîyeyê digihîje 4 milyonan û êdî li gor rapirsînan, piranîya gelê Tirkîyeyê ji wan aciz in; ji ber ku derfetên kar ji destê wan dibin û bi rengekî dibin sedema xelayê û bilindbûna bihayê tiştan. Tevî ku Erdogan hewl da vê pelikê bi dest bixe ew jî bi rêya avakirina wargihan û bicihkirina zêdeyî milyon koçberî li Efrînê bi piştgirîya rêxistinên qeterî, kuwêtî, filistînî û tirkî. Ev guhartina demografîk li Efrînê dest pê kiriye û heta niha jî plana wî dom dike û hewl dide bi lez pêk bîne da ku dengên sûrîyên xwedî regeznameya tirkî bi dest bixe û da ku razîbûn û piştgirîya alîgirên xwe bi dest xwe ve bîne û peleke şantajê be di destê wî de li dij dewletên ku palpiştîya wî dikin bi taybet dewletên Kendavê.

Her wiha ji gelê tirkî û sûrîyên li wir nayê veşartin ku nirxê lîreya tirkî li hember dolar bi yekcarî li kêmê çûye û êdî aborîya tirkî kirîzeke rasteqîn dijî.

Ji çend rojan ve bombebarana Tirkîyeyê bi ser bakurê Sûrîyeyê de berdewam e; ji Dêrkê heta bi bakurê Helebê li seranserî xeta sînorî. Tirkî di bombebaranê de gund, bajarok, sazî û binesazîyê her wekî zevîyên petrolê û kargehên xazê li Siwêdîyê û sazgehên sivîl armanc digire. Her wiha niştecîyên sivîl li Amûdê, Dirbêsîyê, Zirgan, Til Temir û bakurê Ênîsayê kirin armanc. Bombebarana bi dironan û çekên ezmanî, bi wê bihaneyê dest pê kir bihaneya çalakîya terorîst ya li Teqsîmê li bajarê Stenbolê pêk hat ku ev çalakî ji hêla istixbaratên tirkî ve bi zanebûn hatibû amadekirin da ku hincet û bihaneyan ji operasyonên leşkerî re peyda bikin û bêdengîya civaka nevdewletî, Amerîka, Rûsya û Yekîtîya Ewropayê bikire. Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk red kir ku destê wan di van cure çalakîyan de hebe ku li nik wan ev çalakî jixwe cihê şermezarîyê ne bi taybet ku Erdogan dixwaz rewşê li Sûrîyeyê tevlihev bike da ku bibe alîkar bi endamên Daişê re ku ji kampên Holê birevin û ji nû ve xwe bi rê bixin. Civaka navdewletî alîkarîya Rêveberîya Xweser nake ku dosyeya Daişê bigire û wan kesan li welatê wan vegerîne yan jî dadgeheke navdewletî ji bo wan damezrîne ku rê li bihaneyên Erdogan bigire û hedekî ji lîstika wî re dane. Çimkî Amerîka, Rûsya, Yekîtîya Ewropayê û hemû dewletên herêmî dizanin ku Erdogan di pêşbirka hilbijartinên bê de dîlanê mirinê digerîne û tişta ku dike jî bi tenê ji bo razîkirina îslamîperist û netewperistên tirk e.

Erdoganî herêma Kurdistanê jî bombebaran kir û zîyanên pir mezin gihandine kesên sivîl û gundên ewledar her wiha binesazîyê. Tevî maytêkirina wî di Lîbyayê de û hewldana wî ku têkilîyan bi Îmarat, Erebistana Siûdî û Qeterê re vegerîne her wiha tevî planên wî bi Îran û Rûsyayê re jî nikarîbû bi ser bikeve ku demeke guncav jî hilbijart bû, dema Mondiyala Qeterê ya Kûpa Cîhanî ya goga pêyan, da ku êrîşên xwe yên hovane bi ser Sûrîyeyê û deverên Rêveberîya  Xweser de binixumîne.

زر الذهاب إلى الأعلى