ANALÎZ

Pevçûnên çekdarî li Efrînê û ajendeyên tirkî

Pevçûnên çekdarî li Efrînê û ajendeyên tirkî

Li bakurê Sûriyeyê, çi li rojavayê Feratê û çi jî li rojhilatê Feratê, hîn li cihekî ranewestyaye li cihekî din pevçûnên çekdarî di navbera komên çete de dest pê dikin. Ev herêma ku bi dehan komên çekdar tê de hene, ji ber sedemên cihêreng, di serî de şerê li ser desthilatdarîyê û cudabûna nêrînên îdolojîk, her wiha dibe ku di çarçoveya pêkanîna planên Tirkiyeyê de yên guhartina demografîk an jî amadekarîyên operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyeyê li ser bakurê Sûriyeyê, pevçûn lê çêdibin.

Di vê dema dawîyê de, hin guhertinên meydanî yên nû rûdan ku bi dehan makîneyên zirxî û bi sedan endamên Heyet Tehrîr El_Şam (Cebhet El_Nusra ya berê) ku di destên xwe de alên “Tevgera Ehrar El_Şam” rakiribûn, derbasî herêma Efrînê bûn. Li gorî wê jî Basûtê, herêmên Cindêrsê, gundên Mihemedîyê, Xezawîyê, Qerzîhil û Eyn Darayê kontrol kirin û gihiştin bajarokê Cindêrsê yê bakur-rojavayê Efrînê. Ev yek bi armanca piştgirîdayîna bi çeteyên Ehrar El_Şam re pêk hat ku Feyleqa sêyem a ser bi çeteyên Ceyş El_Wetenî ve, ji ber ku wê hewldana veqetîna ji Ceyş El_Wetenî dikir û tev li çeteyên bi navê “Cebhet El_Sairûn” bibe, êrîşî baragehên Ehrar El_Şam kir. Di van pevçûnan de çekên giran hatin bikaranîn. Li gorî agahîyên ajansa Hawarê ya nûçeyan ku ji hin çavkanîyên di nava Efrînê de bi des xistin; di van pevçûnan de yên ku di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El_Şam (Cebhet El_Nusra) û çeteyên bi navê Ceyş El_Wetenî ku ser bi Tirkiyeyê ve ne pêk hatin, hejmarek kes û di nava wan de zarok jî hene birîndar bûn û hatin kuşin. Bi tevî ku gelek navend û xalên hêzên dewleta Tirk a dagirker li herêmê hene jî, lê belê van hêzan destwerdan û navbeynçîya van pevçûnên ku di navbera çeteyan de pêk hatin, nekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêmên Heyet Tehrîr El_Şam dest danîne li ser wan, li ser xetên bi herêmên QSD’ê re ne û nêzîkî tixûbên herdu bajarokên “Nibil û Zehrayê” yên ku di bin destên milîsên îranî de ne.

Pevçûnên ku di herêmên di bin dagirkerîya Tirkiyeyê de ne çêdibin û bûne rûtîneke rojane; ji ber ku ev çete armanca wan a sereke firehkirina herêmên di bin desthilatîya wan de û zêdekirina samanan e, her wiha destnewerdana hêzên dagikerîya Tirk, dikevin çarçoveya siyaseta guhartina demografîk de. Çi ku tunebûna ewlehîyê li wan herêman dê bihêle ku niştecihên wê yên resen dev ji mal û milkên xwe berdin û bifiroşin malbatên çeteyan ên ku li wan herêman hatine warkirin. Dibe ku hin armancên din ên dewleta Tirk ji guhartina demografîk bêhtir hebin, nemaze ku hewl dide rêdana Amerîkî yan jî Rûsî ji bo êrîşeke din li ser herêmên mîna Til Rifet an jî Minbicê bi dest bixe. Li gorî vê yekê dixwaze xeta bi herêmên QSD’ê ve bi rêya bicihkirina çeteyên Heyet Tehrîr El_Şam di wê herêmê de (Gava ku ji herêmên Efrînê yên kontrol kirine venekişe) berîya destpêkirina êrîşê, xurt bike. Li gorî hin çavkanîyan dibêjin ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bê şer ji herêmê vedikişin û bajarê Cindêrisê bê şer hatiye radestkirin. Tirkiye ji berteka QSD’ê û ya rêjîma Sûrî û Îranê ku li dijî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ne, ditirse ku enîya dijberî wê vebe û çete nikaribin li hemberê bisekinin; çi ku ev operasyon dê ne weke yên berê be. Ji alîyekî ve redkirina Îranê ji vê operasyonê re heye ku berjewendîyên Îranê yên li bakurê Sûriyeyê dixe metirsîyê. Ji alîyekî din ve jî ditirse ku hevsengîya hêzê li dijî wê biqulibe û herêmên ku di bin kontrola wê de ne jî ji dest herin û di encamê de bibe destpêka bidawîbûna hebûna Tirkiyeyê di Sûriyeyê de.

Di dawîyê de; ev pevçûnên leşkerî yên ku di herêmên dagikerîya Tirkiyayê, di navbera çeteyên wê de li ser herêmên desthilatê çêdibin û destnewerdana hêzên dagikerîya tirk di van pevçûnan de, hemû dikevin xizmeta ajendeyên Tirkiyayê yên li bakurê Sûriyayê û amadekarîyên wê yên ji bo operasyoneke leşkerî gava ku erêkirineke navdewletî bi dest bixe. An jî dibe ku ev pevçûnên leşkerî li gorî rêkeftinekê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ku di 15’ê hezîranê de li Astanayê civiyabûn; ku serenava wê çawanîya rûbirûbûna li hemberî desthilatên Heyet Tehrîr El_Şam ku di lîsteyên terorê yên navdewletî de ye pêk hatibin; da ku herdu alî hevpeymana xwe ji nû ve û li gorî pêvajoya nû bixin meriyetê.

زر الذهاب إلى الأعلى