Sûrî weke welatekî ji Rojhlata Navîn, dibe xwedî cihekî stratejîk , her wiha bi samanên xwe yên xwezayî di serî de petrol, pir dewlemend e. Ji ber vê yekê ev dewlet ji destpêka serxwebûna xwe ve (1946), ji hêla welatên xwedî hêz rastî hevrikîyeke tund dihê. Van hevrikî û destwerdanê hişt ku ev welat aramîyê nebîne. Bêguman ji ber van hevrikî û destwerdanê, Sûrî tûşî rêzederbeyên leşkerî jî hat, destpêkê derbeya Hisnî Zeîm (1949) ta gihişt derbeya Hafiz Esed (1970) û ji wê serdemê ta niha ev rêjîm li ser desthilatê ye. Desthilata Bas, bi kiryarên xwe yên nijadperest û mezhebî civaka Sûrîyê ji hev xist, ta astekê karîbû pêkhateyên vî welatî dûrî hav bixe, ramana yekal, yeknetewe, yekziman bide pêş. Çareserîya hemû pirsgirêkên hundirîn pêşguh kir. Di encamê de van kiryaran hişt ku gelê Sûrîyê li hemberî vê rêjîma diktator serî hilde. Di 15-3 2011`an de gelê Sûrîyê bi awayekî aştiyane daketin kolanan, doza hin çaksazîyên aborî û siyasî kirin, lê rêjîmê ji roja yekem ve ji bo van daxwazan guhê xwe girt û xwepêşander dan ber guleyan. Bi vê yekê derî bi berfirehî li pêşîya çavbirçîyên cuda û dijminan vekir, hişt ku Sûrî bibe gola xwînê û şanoya destwerdan û hevrikîya Navneteweyî. Gelek dewletên herêmî û Navneteweyî yekser ketin Sûrîyê , di destpêkê de Tirkî û Îranê û paşê Rûsya û Amerîka, li ber çavên rêxistinên Navneteweyî xaka Sûrîyê li hev dabeş kirine. Van dewletan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, bi hev re alozî gur û dirêj kirin, ji bo dabeşkirinê bi hev re ketin bazaran, mîna bazara Xûteya Şamê beramberî Efrînê, ya ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbû, îro jî bazar di navbera Amerîka- Rûsya û Tirkîyê de ji bo nexşeya serwerîyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tê kirin û bi behaneya parastina ewlehîya neteweyî, rê dan Tirkiyê ku perçeyekî mezin ji Bakur û Rojavê Sûrîyê dagir bike. Bi vê yekê hiştin ku rûpîveke mezin ji xaka Sûrîyê têkeve bin dagirkerîya Tirkîyê ku rêjeya wê niha nêzî %7 ji erdnîgarîya Sûrîyê ye. Her wiha di vê bazarê de Amerîka ji bo rê bide Tirkîyê xwe ji hin herêman vekişand û xwe di herêmên petrolê de bi cih kir. Rûsyayê jî di vê bazarê de artêşa xwe li seranserî bakurê Sûrîyê ji bilî herên ku di bin dagirkirîya Tirkîyê de ne; belav kir, li firgeha Qamişloyê binkeyeke xwe yî leşkerî ava dike û bi rêya rêkeftinekê bi Tirkîyê re û bi gef û êrîşên Tirkîyê li ser Rêveberîya Xweser, hewl dide ku hino hino di bin sîwana artêşa Sûrîyê de; serwerîya xwe li herêmê bi cih bike.
Tevî ku van dewletan ji bo dabeşkirina Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ta astekê li hev kirine, lê tu dewletekê ji wan senaryoyeke zelal ku metirsiyê li gel alîyê din çêneke, nîne . Jixwe di der barê vê yekê de, dewletên Astana yên ku bi hev re ji bo bakurê Sûrîyê gelek pîlan danîbûn, em dibînin ku ew hemahengî û bawerî di nav wan de lewaz bûye. Enqereyê li ser egera pêkanîna hemehengîyekê di navbera Waşîngtonê û Moskow de der barê pîlaneke hevbeş de li rojhilatê Ferêt pir dilgiran e. Vê dilgiranîyê hişt ku Tirkîyê xwe nêzî Îranê bike, di encamê de herduyan bi hev re hemahengîyek li dijî Tevgera Azadîyê dane pêş û carcaran êrîş dikin.
Bi van dabeşkirin û binpêkirinên eşkere li Bakurê û Rojhilat Sûrîyê, çareserîya siyasî li vî welatê ku ev bû heşt sal di nava alozîyeke tund de derbas dibe, dûr xist û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ya bi xêrûbêr, xwedî cihêrengîyeke etnîkî û mezhebî, xwedî rêveberiyeke xweser û hêzeke rêxistinkirî ku bi saya wê ev herêm ji terorê hate parastin û tevneke civakî li ser bingeha Neteweya Demokratîk hatîye ava kirin; bû pirsgirêka herî aloz.
Helbet ev destkeftiyên ku Rêveberîya Xweser ji herêmê re peyda kirine, li ser berjewendiyên dewletên hegemonî Amerîka- Rûsya, Îran û Tirkiyê, bû cihê metirsiyê, lewma ji bo lewazkirin û têkbirina Rêveberiîa Xweser ketin liv û tevgeran û girêbestên eşkere û veşartî bi hev re li dar dixin.
Ji bo parastina destkeftîyên ku li Bakurê Sûrîyê hatine bi dest xistin, parastina gelê herêmê û parastina xaka Sûrîyê bi giştî, ji Rêveberîya Xweser tê xwestin ku bi zanebûn tev bigere, tu hêvîyan li ser mana Amerîka ya dirêj li herêmê ava nike û ne jî her tiştên ku Rûsya ji herêmê dixwaze û ne li gor berjewendiyên gelê herêmê be, bipejirîne . Divê bê dudilî û bi berdewamî hewl bide çareserîyeke sûrî sûrî bidest bixe. Ji ber ku çareserî ne sûrî sûrî be, tu carî aştî, aramî û çareserî li seranserî Sûrîyê nayê peydakirin. Ew jî tenê bi rêya danûstandên dîplomatîk û bi misogerkirina Rûsya; hewl bide ku bi rêjîma Sûrî û rikberîya ku ne di bin sîwana Tirkîyê de ne, bigihêje rêkeftineke siyasî , da ku rê li ber pîlan û dekûdolabên Tirkîyê bigire ya ku komîteke destûrî li gor xwe destnîşan kiriye û dixwaze çareserîya pirsgirêka Sûrîyê di dest de be. Her wiha rê li ber dagirkerîya Tirkîyê bigire û bi hev re herêmên dagirkirî rizgar bikin..