ANALÎZ

ARMANC Û BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ ÊN SEREDANA SEROKÊ SÛRÎ BO PEKÎNÊ

PÊŞGOTIN:

Têkilîyên di navbera Sûriyê û Çînê de, vedigerin berîya hezarên salan, ji dema sazkirina Rêya Hevrîşimê de, ku Çîn ji bo veguhestina karwanên bazirganîya Hevrîşim û Biharatê ji bo Sûriyê, ji Sûriyê jî ber bi Ewropa ve, xala destpêkê bû. Ev yek jî bû xaleke bingehîn û dîrokeke dirêj ji bo têkilîyên bazirganî û çandî di nabera her du welatan de.

Jixwe seredana serokê Sûrî roja Pênşemê ji bo Çînê ne seredana yekem bû, lê çend seredan berî vê jî di navbera wan de çêbûn, ku serokê Çînê di sala 2001 de seredana Şamê kiribû, her wiha serokê Sûrî jî di sala 2004 de seredana Pekîn kiribû, di nava van seredanan de têkilîyên her du alîyan xurt bûn.

Jixwe Çîn jî di kirîza heyî de pişta rêjîmê girt; gelek caran jî di Encûmena Ewlekariyê de, dijî biryarên ku NY hewil da li dijî rêjîma sûrî di kiriza heyî de bikar bîne, mafê Veto (li gel Rûsiyê) bikar anî.

Di nava lihevkirinên her du welatan de, Çînê li herêma ′Edra a nêzîkî Şamê, bajarekî pîşesazî yê azad ava kir, ji ber mezinbûna wî jî, ev bajar ji bo derbasbûna Pekîn ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn, bû mîna dergehê yekem. Jixwe ev bajar komelgeheke mezin a pîşesazî û  veberhênanê ye, ku di nava xwe de 600 kargehên nêzî 17 kompanîyên çînî vedihewîne, ew komelgeh mîna mêtîngeheke pîşesazî ji bo berhemdana hejmareke mezin ji kelûpel û berhemên pîşesazî ye, ku ew berhem li nêzî 17 welatên Rojhilata Navîn û Ewropa tên belavkirin, her wiha di nava bajêr de firoşgehên mezin ji bo pêşandanê jî hene, ku rûbera wan 500 hezar m2, ew jî mîna herêmeke bazirganî ya azad û taybet e. berhemên van kompanîyan dikarin di dema nêzî 10 rojan de bighêjin kiryarên wan, lê dema ku ew berhem ji Çînê werin şandin, nêzî 40 rojî dê bi rê de bimînin. Jixwe ev komelgeh derfeteke girîng dide Çînê da ku bi lêçûneke (teklife) kêmtir, derbasî nava bazaran bibe.

Morkirina serokê desteya nexşedanan û alîkarîya navneteweyî yê sûrî lî gel balyozê Çînê di Çileyê 2022 de, gava Çînê a duyem û stratejîk bi aliyê Sûriyê de ye, ku armanca wê peymanê tevlîkirina Sûriyê bi awayekî fermî ji bo însiyatîfa Kember û rê ye, ew însiyatîfa ya ku dê Çînê bi Pakistan, Îran, Siûdiyê û Kendavê ve girê bide, û dê bighêje Sûriyê û rojhelatê Derya Sipî. Jixwe ev yek jî alaveke çînî ye ku bi yek trîlyon dolar hatiye piştgirîkirin, ew jî bi armanca derbasbûna Çînê ji bo Rojhelata Navîn û Efîkayê, bi awayekî nerim û di bin navê geşepêdana stratejîk de.

Êdî pirs jî ev e: Çîn û Sûriyê çi ji hev dixwazin?

Ji bo ku em bersiva vê pirsê bidin, pêwîste em du pirsan ji hev cuda bikin;

Yekem: Çîn çi ji Sûriyê dixwaze?

Pêwîst e, ji bo em bersiva vê pirsê bidin, em bizanibin ku cihê Sûriyê yê cugrafî û cyostratîcîk ji bo Çînê pir girîng e, ew jî ji ber cihê sûriyê ye, ku li ser berava Deryaya Sipî û di nîvê Rojhilata Navîn de ye, her wiha ji ber nêzîkbûna Sûriyê ji çavkanîyên petrolê yên Siûdiyê, Kendav û Iraqê re ye, ku ev yek dergeheke giring e ber bi Ewropa de. Ne ev tenê jî, lê dibe ku Sûriyê ji bo Çînê bibe cihekî baş ji bo pêkanîna xewna Çînê ku xwe bighîne berava Deryaya Sipî, û di encam de jî dest deyne ser bazirganîya cîhanî, jixwe ev yek jî dê ji bo Çînê bibe serkeftineke aborî û siyasî, û dê ji Çînê re stratejîyekê biafirîne ku di pêşerojê de bibe xêzek berevaniyê ji bo rûbirûbûna Emerîka.

Lewra, ji bo cihê xwe li Rojhilata navîn çêbike, Pekîn hewl dide hemû alavên nerim pêk bîne, mîna têkilîyên wê yên stratejîk bi Îranê re, her wiha mîna têkilîyên wê yên nû bi Siûdiyê û dewletên kendavê re. Ev pêşveçûn û guherîna siyasî armanceke mezin a Çînê cibicî dike, ku ew jî bi rêya Sûriyê û Deryaya Sipî   xwe bighîne Ewropayê.

Lê, pêwîst e em bizanibin ku Çîn di vê mijarê de ne bilez e, û ew naxwaze bala Emerîka bikşîne ser vê derbasbûna nerim; lewra jî, Çîn siyaseta (gav li dûv gavê) û siyaseta nerim û bêdeng bikar tîne, ew jî bi rêya têkilîyên çandî û bazirganî, bihevguherîna şandeyên xwendinê û lihevkirinên demdirêj li gel Sûriyê  û dewletên din di Rojhilata Navîn de.

Tevî ku Çîn bi awayekî leşkerî di kirîza sûrî de destwerdan nekiriye jî, lê ew bi rêya diplomasî destwerdanê dike, ku mafê Veto çend caran bikar anîye (weke ku me berê jî anîye zimên).

Jixwe Îsraîl jî dibîne ku niyazên Çînê di Sûriyê de cihê Gomanê ne, her wiha Tilebîb ji têkilîyên Sûriyê û Çînê, metirsîdar e.

Pekîn hewil dide ku welatên erebî nêzî rêjîma sûriyê bike ku di çarçoveya van siyasetan de jî  Çîn xwe nêzî rêjîma Sûriyê kir û hewil dide aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyeke siyasî çareser bike, em dikarin bibêjin ku Pekîn hêdî hêdî ber sûriyê ve tê; lê  bi planeke stratejîk ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn berfireh bike.

duyem- Sûrî çi ji Çînê dixwaze?.

Bêguman hevdîtina Esed û serokê Çînê di vê serdanê de, dê bibe civîneke lûtkeyî û civîneke ji bo guftûgokirina hevkariyên aborî yên di navbera her du welatan de, armanc jî îmzekirina çend rêkeftinên aborî yên dualî û bihêzkirina leşkerî ye.

Rojnameya El-Weten a Sûriyê ragihand ku sedemên nediyar di vê serdanê de hene.

 di Rastiyê de rêjîma Sûriyê di wê baweriyê de ye ku xalên hevbeş di navbera rêjîma Sûriyê û Çînê de (du rejîmên totalîter.) hene û ev jî faktoreke zêde ye ji bo lihevkirina herdu welatan.

Di seredana xwe ya Çînê di pûşbera 2004an de, Serokê Sûrî Beşar el-Esed rêzdariya xwe ji çanda Çînî û dîroka wê ya kevnar re nîşan da û diyar ku destkeftên mezin li ser astên çandî, aborî û civakî bi dest xistine û bilind nirxand.

û di serdana xwe ya berê de ligel Serokê Çînê got: ” sînga Sûriye ji bo sazî û kompaniyên Çînî vekiriye ku veberhênanan û beşdariyê di avakirina aboriya Sûriyê de bikin.”

Li gorî rojnameya el-Exber a Lubnanî (nêzîkî Hizbullahê ye), Serokê rêjîma Sûriyê Esed şandeke pilebilind bi xwer re biriye Çînê, ji bo ku bi berpirsên Çînê re hevdîtinên di asta bilind de pêk bîne ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî di navbera her du welatan û ji bo ku alîkariya Sûriyê di çareserkirina krîza aborî de bike. Bidestxistina pereyên biyanî bûye yek ji pêşîneyên sereke yên Şamê ji ber ku jêderên darayî yên xwecihî zuwa bûne, ne wilo tenê bicarekê li gel wan nemaye.

Rêjîm di wê baweriyê de ye ku lawazbûna aboriya Sûriyê di dema niha de sedema sereke ya hûbûna kêşeyan li Sûriyê ye, û ji ber vê yekê,  ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê yên bilez Çînê wek rêya serfiraziyê ji bo van kêşya dibîne.

Em dikarin bêjin xwesipartina rejîmê ya demdirêj di ware aborî de; li ser  hevrikiya Rûsiya-Îranê li Sûriyê û piştre nekarîna wê ji dayîna deynên her du aliyan, hişt ku Sûriyê neçar bibe ku girêbestên veberhênanê îmze bike,  piraniya dezgehên xwe yên aborî radestî wan bike û di biryara xwe  ya aborî de bi wan ve girêdayî be, û ji ber vê sedemê êdî çavkaniyên wê yên taybet nemane; piştî ku Rûsan piştgiriya wê di warê aborî de ji ber şerê bi Ukraynayê re rawestandin, û Îranê ji ber sizayan û lewazbûna dahatan, piştgiriya wê ya diravî rawstiya, ji ber vê yekê jî rêjîm niha hewl dide ku Çînê, bi kêmanî di warê aborî de, bigihîne kûrahiya Sûriyê, ji bo bidestxistina alîkariyên darayî, dibe ku jî alîkariya madî bi dest bixe ku jê re bibe dergeh û hêleke jiyanê.

Li gorî rojnameya El-Exbar, Esed dixwaze ku Pekînê sozên xwe yên aborî cîbicî bike, bi taybetî di vê qonaxa hestyar a ku rejîm têre derbas dibe, ku hevdem e ligel xwepêşandanên li Suwêyda û başûrê Sûriyê ya ji ber têkçûna rewşa jiyanî û aborî  û kêmbûna hêza kirînê di bazarên xwecehî de.

Pirsa duyem:

Gelo Pekîn wê daxwazên Esed bi cih bîne û dê ev serdan guhertinên berbiçav li Sûriyê bi xwe re bîne?

Bê guman Pekîn dê bi Esed re erênî û destvekirî be, nemaze ji ber ku firokeyeke taybet jê re şandiye da ku wî û hevjîna wî û şanda pê re bigihîne Pekînê (dibe ku ji bo rêzgirtina serokê Sûriyê û hevjîna wî, yan jî ji bo parastnê be). Ew ê bi zanebûn daxwazên wan ên darayî û aborî yên pêwîst bi cih bîne, dibe ku jî qerzekê nêzî 500 Milyon dolar an mîlyarekî bidê, lê Pekînê bi hebûna Amerîka, hemû giraniya xwe di mijara Sûriyê de û berî çaresrkirinekê bi cih nayîne.

Pirsa sêyem:

Gelo li ser axa Sûriyê berjewendiyên Rûsya û Îranê bi berjewendiyên Pekînê re nakok in? û dê Rûsya û Îran beşdariya Çînê di kêka Sûriyê de bipejirînin?

bêguman armanceke hevbeş a her sê aliyan heye, ew jî hevrikiya bi Amerîkayê re ye, û parastina rejîmê bo armancên xwe yên aborî, siyasî û stratejî ye, ji ber wê jî berjewendiyên wan di vê rewşa ku cîhan têre derbas dibe wê dûrî nakokiyan be

.

زر الذهاب إلى الأعلى