ANALÎZ

Erdogan, Stenbol û Enqere ji ber siyasetên şaş ên derve û hundir ji dest dan

Piştî hilbijartinên parlamentoyê yên Tirkiyê di havîna 2018`an de, AKP`ê bi serkêşiya Erdogan bi rêjeya ji sedî 42 ji dengan bi dest xistin yanî 295 kursî li parlemanê. Erdogan û partiya xwe hewl da di hilbijartinên şaredariyan de ku di 31`ê Adarê de pêk hatin, welat bi temamî bixin bin serweriya xwe, piştî ku pergala Tirkiyê ji parlamenteriyê veguherandin serokatiyê da ku tevahiya serdestiyan di destê Erdogan de bin.

Erdogan her tim hewl dida bûyerên ku li Tirkiyê rû didin bi taybet cezayên Amerîkayê ku li ser Tirkiyê di encama siyasetên Erdogan de ferz kirine, binixumîne. Ji ber wê di payîza borî de lîreyê Tirkiyê daket asta xwe ya herî kêm li beramberî dolarên Amerîkayê. Wek encam qeyrana aborî li Tirkiyê rû da û rêjeya bêkariyê bilind bû.

Tevî wê jî ji ber siyasetên partiya serdest bi deh hezaran kes di salên borî de bi gelek hincetên ku ji rastiyê dûr in, hatin girtin.

Erdogan gelek caran hewl da aloziyên welêt binixumîne, carekê bi doza filistîniyan û careke din îdia dike ku welat li beramberî xetereyeke mezin e û jêdera wê QSD`ê ye, ya ku şerê çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wan wek terorîst bi nav dike.

Helbet siyaseta Tirkiyê ya derve ji ya hundirîn ne baştir bû, bi taybet piştî piştgiriya komên terorîst di serî de DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyê. Her wiha dema Efrîn dagir kir, gelek komkujî pêk anîn. Li rex wan hemûyan dijminahiya wê bi Amerîka, dewletên Ewropayê, Misr û Siûdî Erebistan û binpêkirina qanûnên navdewletî di dansûtandina xwe de bi Îranê re ji aliyê aborî ve, van tiştan hemûyan bandoreke neyînî li hundirê Tirkiyê kir.

Çend saet di ser bidawîbûna hilbijratinan li tevahiya parêzgehên Tirkiyê di roja yekşemê de derbas nebûn, AKP`ê bi rêya dazgehên çapemeniyê yên ku êdî bi rêjeya ji sedî 95 girêdayî hikumetê ne, ragihand ku AKP di hilbijartinan de bi ser ketiye.

Lê rewş bi saetên sibehê roja duşemê re hate guhertin. Li gorî Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê piştî jimartina dengan bi rêjeya ji sedî 99.8 li Stenbolê, CHP`ê li ser zimanê bernemzetê xwe Ekrem Îmamoglu ragihand ku 3 şaredariyên mezin ên Tirkiyê; Stenbol, Enqere û Îzmîr bi dest xistine. Îmamoglu bi 25 hezar dengan li hemberî bernamzetê AKP`ê Binalî Yildirim bi ser ket.

Erdogan hewl da bi rêya dirûşmên demokrasî û edaletê ku bingeha wê tune ye û girtina muxalîfên xwe serdestiya Tirkiyê bixe destê xwe û armanc kir ku di hilbijratinên şaredariyan de her du şaredariyên mezin Stenbol û Enqereyê bi dest bixe. Lê gotina gelê Tirkiyê cuda bû. Encamên hilbijratinan helwesta gelê Tirk ji siyasetên AKP`ê yên derve û hundir ku yek zilamî bi rê ve dibir, diyar kir.

Li Tirkiyê karînên şaredariyan berfireh in, ji aliyê rola wê di pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê de û birêxistinkirina di nav bajar û gundewaran de. Ji ber wê şaredarî nêzî civakê ye û gelekî çalak e. Ji ber wê aliyê ku di hilbijartinên şaredariyan de bi ser dikeve, dikare rolekê di guhertina pîvanan de di hilbijartinên parlamentoyê de bilîze.

زر الذهاب إلى الأعلى