Rêjîma Sûrîyê nikarî xwe ji qalikê erebperestîyê û neteweperestîya teng ku xwe di nava wê de veşartibû, derxe. Êdî piştî sêzdeh sal ji bûyer, şoreş, alozî yan jî (çi navê lê dikin, bikin) li Sûrîyê, hîn jî serekê rêjîmê di nava xelekeke vala de digere û dûrî jîwarîya hilweşiyayî û azardîtî ya ku li kolana sûrî tê jiyîn e, an ku bi temamî jêrxane hilweşiyayî ye û tu pêdivîyên sereke yên jiyanê mîna av, nan, elektrîk… û hwd. tune ne. Her wiha hilweşîna bilez a aborîyê ku pişta welatîyê heya niha hîn jî xwe bi kavilên welêt ve girtiye, xûz kiriye. Rêjîmê ev hemû pêk anîn, da ku textê xwe yê ku bi rêya wî tevaya hêzên herêmî û navneteweyî pê bilîzin, biparêze. Her wiha durişmeyên vala yên ku partîya Beis di seranserî nîv sedsalê de diavêje, an ku lîstina li ser têlên ereperwerîyê û têkoşîna li dijî sehyûnîtî û imperyalîzma cîhanî, hişt ku pêşketina wê di warên din de teng bimîne û nikarîbe jê derkeve. Her wiha hişt ku ew bi xwe, xwe dorpêç bike û xwe bixe bin kirasên îdolojî û tîreyên olî yên teng de.
Bêtirî Bîst Gerên Astanayê, Tev Jî Windakirina Demê Bûn:
Hewaya leşkerî ya li Sûrîyê ji peymana 5ê adara 2020an ve heyanî astekê aram bû ku ew peyman bi serpereştîya dewletên beşdar an jî bi navê garantorên Astanayê pêk hat. Ev yek ji bilî ku carinan pevçûn û jirêderktinin piçûk rûdidan. Lê tişta ku ev hewa tevlîhev kir, pêşketina ji nîşka ve ya hêzên islamî yên radîkal ên ku li Idlibê bûn, an ku bi pêşnegtîya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusraya berê) û hin hêz û komên islamî yên hevalbendên wê. Tişta balkêş jî dem û lezbûna pêşketina van hêzan li beramberî komên berê li wir bûn û ser bi Îranê û Heres El-Sewrîyê wê ve ne, bû. Tevaya tiştên ku çêbûn di encama lawazîya madî û giyanî ya van koman a ku piştî şkandina biêş a stûna wan, an ku Hizbullana Libnanî, her wiha tunekirina Israîlê bo fermandarîyên wê yên pileya yekem û duyem û têkbirina navûndengîya wê ya herêmî, de bû. Li beramberî vê jî xerîkbûna Rûsyayê bi şerê Ukraynayê ve, pêkarekî din ê vê babetê ye. Ev her du pêkarên yekser hişt ku girêza garantorê şeyem biherike ku ew jî delîveyekê bibîne û komên xwe bi awayekî yeker û neyekser beşdarî şerekî ku dê oxira wê li ser tevaya sûrîyan mezin û biêş be. Di encamê de, ev yek dihêle ku Astana û tevaya gerên wê yên dû hev bê sûd û bê wateyeke rastîn be.
Tirkî Li Sûrîyê Bextbazîyê Dike:
Bê guman Tirkîyê ev dem weke cureyeke bextbazîya navneteweyî hilbijartiye, nemaze piştî encamên hilbijartinên serokatîya Amerîkayê û serkeftina serokê berê Donald Trump li beramberî partîya demokrat. Vê serkeftinê dilê rastgirîya tundrew a cîhanî bijand keysbazkirina heyama berî destpêbûna qonaxa serokê nû û tê de serokê berê di qonaxa bidawîbûnê de ye. Di encamê de ev heyam der barê standina biryarên girîng an jî yên navneteweyî de, demeke nîvmirî ye. Êdî kar bi awayekî xurt hat kirin ku destên Îranê li deverê, nemaze li Sûrîyê û bi taybetî goşeya bakur-rojavayê Sûrîye, jê bikin.
Hevrikîya li ser desthilatên herêmî ya di navbera Tirkî û Îranê de ne ji roja me ya îro ve ye, lê belê vedigere berîya alozîya Sûrîyê ku rehên wê digihêjin heyanî hevrikîya di navbera dewleta osmanî û imperatorîya farisî. Her wiha hevrikîya di navbera tîreya Sinayê ya bi serkêşîya Tirkîyê û tîreya Şîayê ya bi serkêşîya Îranê. Em dikarin van hemûyan di nava hevdîtina dawîyê ya di navbera wezîrên karê derveyîn ê her du welatan de kurt bikin; ku çi qasî di navbera her du alîyan de, li ser asta hemû waran cudahî û nakokî hebûn. Her wiha bi rêya daxuyanîyên zimansert yên ku di nava van her du rojên borî de ji alîyê Îranê ve derketine û tê de îranîyan tekez kir ku dê Tirkî bawerîya Îran û îranîyan di pileyeke demdirêj de, ji dest bide.
Mekyaj Nikarin Wêneyê Islama Tundrew Xweşik Bikin:
Heyet Tehrîr El-Şam a ku vî şerê dawîyê bi rê ve dibe, di koka xwe de sala 2017an ji rêxistina Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusraya berê) bi serkêşîya Ebû Mihemed El-Colanî an ku (Ehmed El-Şeri) wek ku çawa di vê dema dawîyê de nav lix we kiriye, her wiha Cebhet Ensar El-Dîn, Ceyş El-Sina, Liwa El-Heq, Tevgera Nûredîn El-Zengî û bermahîyên koma Zehran ku di Xûtaya rojhilat de hat tunekirin, hatiye avakirin. Tevaya van koman, ji ber sicilê wan ê tije binpêkirinên dersincî û derzagonî, ketine nava lîsta reş a rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafnasî. Bi her halî islama tundrew der barê îdolojîya netewperest û erebperestîya tundrew de, rûyekî din ê heman diravê ye. Wek ku li gorî şopandina tişta ku di meydana sûrî de çêdibe û pê re jî destekdayîna yekser ji Tirkîya Erdoganî, her wiha li gorî şopandina yekser, bilez û tekûz a televizyonên girêdayî Erebistana Siûdî ji rewşê re û hebûna nûçegihanên wan bi çekdarên re mil bi mil, tê diyarkirin ku piştgirîyeke siûdî ji van koman re heye. Êdî di encamê de tewereyeke sinî li ser bingeha şerê li dijî milîsên îranî yên şîî tê avakirin ku bi dest xwe re berê şer dide qonaxeke din a metirsîdar. Ev yek pir zelal û eşkere di van her du rojên borî de ku li deverên Şehba û Til Rifetê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê qewimiye, dixuye. An ku koçberkirina kotekî û plankirî ya li ser bingeha netewperestîyê û bi taybet kurd li ser bingeha nasnameyê. Li kêleka vê yekê jî -weke tekezkirin ji tişta borî re- koçberkirina niştecihên her du bajarokên şîî (Nubul û Zehraa). Di encamê de, avakirina statuyeke li ser bingeha sinî bi temamî li rojavayê Firatê yan jî bakur-rojavayê Sûrîyê weke ku tê xwestin. Piştre jî, parçekirina Sûrîyê di warê erdnîgarî de li ser binegheke neteweyî, olî û tîreyî.
Projeyên Navneteweyî Û Herêmî Yên Der Barê Dabeşkirina Kêka Sûrî De:
Amerîka, armanca wê ya sereke ew e ku heyanî dikare rêjîmê lawaz bike û destên Îranê û milîsên wê yên li Sûrîyê jê bike. Her wiha binxistina planên îranî û projeyên wê yên ku hewl didin Îranê bi rêya Iraqê bi Sûrîyê û piştre jî bi Libnanê ve girê bide, ku di bingeha xwe de armanca wan gihandina Îranê heyanî Deryaya Navîn û ava germ bi rêya projeya xwe ya xetên trênê yên îranî ye.
Rûsya hewl dide rêjîma heyî li ser lingan bihêle, da ku rê li pêşîya projeya erebî ya veguhastina gaza qeterî bi rêya Sûrîyê ber bi Ewropayê ve, qutkirî bihêle. Her wiha ji bo ku di warê bazirganî û aborî de sûdê ji benderên Tertûs û Laziqîyê yên li ser beravên Navîn, werbigire.
Armanca Israîlê ya sereke jî çêkirina dewletokên parçekirî li tevaya deverê ye. Bi dest xwe re, cureyek ji dewletên di warê siyasî û aborî de lawaz ava bike. Her wiha rengekî nû yên hevalbendan çêbike û her çi alîyê jê re dibe cihê nîgeranîyê, wan lawaz bike yan têk bibe û di destpêka wan de jî destên Îranê.
Erebistana Siûdî jî, armanca wê guhartina rêjîma heyî ye. Li gor tê payîn, êdî nema bawerîyê pê dike; bi tevî ku berîya çend salan, bi hêvîya vekirina girêdana wê ya bi Îranê re, vegerandina koçberan û afirandina cureyek ji çareserîya siyasî û aborî li welêt, delîveyeke din dayê û ew vegerand nava komkara erebî. Lê bi qasî ku tê xuyakirin, ji ber serhişkîya rêjîmê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi heman rêbazên kevnar, hêvîya xwe ji pêkanîna hemû tiştên borî winda kiriye.
Îran weke hemû qadên ku destên wê lê hene, Sûrî jî kiriye qadek ku pevçûnên xwe yên herêmî û navneteweyî hinartine wir. Weke tê zanîn, armanca wê ya pêşî sepandina bawerîya şîatîyê ye, her wiha xilasbûn an jî vedizîna ji sizayên navneteweyî yên ji ber xewna wê ya navokî.
Tirkî di lîstika Sûrîyê de, lîstikvanê sereke ye, ew jî ji ber nêzîkbûna erdnîgarî (cihî) û dîroka hevpar a di navbera wê û herêma erebî bi giştî de. Tirkî hîn jî bawer e ku peymanên piştî şerê cîhanî yê yekem mafê wê nedayê, çi ku ew ji nava dewletên binkeftî bû. Her wiha hîn jî bawer e ku peymana Lozanê -bi taybetî- divê were sererastkirin û li gor mebestên wê yên mêtingerî, ji nû ve were sazkirin, ew jî bi rêya vejandina Mîsaqa Milî ya bi armanca desteserkirina bajarên Heleba sûrî û Mûsila iraqî. Her wiha vegerandina xilafeta sinî û birêvebirina cîhanî islamî, bi taybetî sinî, ku bi vê yekê hevrikîyeke xurt bi erebistana Siûdî ya ku li ser erda wê cihên pîroz hene û Misir a ku di nava welatên ereban de dewleteke tewereyî ye û zanîngeha El-Ezher lê ye, re bike. Li kêleka van hemûyan jî têkbirina mafên kurdan û nasnameya wan li herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê li jêr behaneya ku kurd ewlekarîya wê ya neteweyî dixin nava metirsîyê.
Çareserîya Niştimanî Alternatîva Hemû Tiştên Borî Ye:
Rêjîma Sûrîyê berpirsê yekem ê tevaya tiştên ku li welêt çebûye û çêdibe ye. Piştî sêzdeh sal ji detpêbûna vê alozîyê, hîn jî xwe bi wan behaneyên xwe yên pûç ve girtiye, an ku behsa yekîtîya niştimanî û komên terorîst û çekdaran… û hwd. Ev hemû serhişkîyên rêjîmê yên ku hatin behskirin, sedema yekser a rewşa tevlîhev a welêt e, ku hiştiye bibe xakeke baş a derbasbûna tundrewan û ajendeyên herêmî û navneteweyî di qadê de. Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê bêtirî carekê destpêşxerîyên çareserîya niştimanî pêşkêş kirin, lê tu bersiv ne ji ferwerîya Şamê û ne jî ji tişta bi navê rikberîyê, nehat û guh nedanê. Hevdîtinên ku carinan veşartî pêk dihatin jî, weke qezenkirina demeke zêde bû. Di sala 2013an de gava rêjîm di xirabtirîn rewşa xwe de bû û li ber hilweşînê bû; dîsa jî ne amade bû ku destjêberdanan pêşkêşî gelê xwe bike û ji tu çareserîyên niştimanî yên ku alîyan û rikberîyên niştimanî ve dihatin re ne amade bû. Ji vê bêtir, ew weke komployê û hevkarîya bi alîyên derve re didîtin. Îro û bi tevî tişta li bakur-rojavayê welêt çêdibe, an ku jidestdayîna paytexta aborî (Heleb) û gelek xakên din di demeke kurt de; hîn jî nikare xwe ji kirasê rûs û îranîyan derxe. Bêyî ku guh bide gelê xwe yê ereb û kurd; êdî ev serhişkîya rêjîmê ya yekalî, dê berê Sûrîyê bide hafê.