ANALÎZ

Encamên rapirsîna Bşûrê Kurdistanê?

                                                                                        

Bertekên rapirsîna ku di sala 2017an de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve hate ncamdan, ta roja îro hîn jî berdewam in. Piştî rapirsînê, herêmê piraniya herêmên “nakokdar” ên ku ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rizgarkirin, li gel bajarê Kerkûkê ji dest da. Her wiha,  ji bilî kêmkirina bûdceya herêmê ji %17 bo %12,6ê ji bûdceya giştî ya hikûmeta federal û vekirina mijara dergehên sînorî, veberhênan û dahata petrolê. Jixwe, bertek bi vê yekê ranewestiya, ji ber ku piştî vekişîna Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bajarê Kerkûkê, di navbera wan de nakokiyên mezin û kûr derketin holê. Ev nakokî, çi navxweyî bin; bi rêya bikaranîna  siyaseta dûrxistinê û lawazkirina aliyên din, çi jî nakokiyên derveyî bin bi rêya hevpeymaniyên wan bi partî û blokên parlementoya Îraqî re; ji bo parastina berjewendiyên xwe yên takekesî ku bandoreke mezin li ser rola Kurdan di jiyana siyasî ya Îraqê de kir.

Siyaseta ku vê dawiyê partiya desthilatdar(PDK) li Başûrê Kurdistanê bi pêşkêşkirina namzedê xwe yê serokomariyê ji bo serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî bikar anî, belgeyeke mezin e li ser nakokiyên kûr di navbera her du partiyên sereke yên herêmê de, ne wilo tenê li seranserî  herêmê nakokiyeke xist di navbera Kurdan bi xwe de . Ji ber ku di navbera YNKê û PDK de rêkeftinek heye ku  yek ji bendên wê jî,  eger serokatiya herêmê ji aliyekî re be, wê demê serokatiya komarê jî dikeve destê aliyekî din, ev tê wateya ku posta serokmar ji para YNKê ye.

 

Hêjayî gotinê ye, dadgeha Federalî ya Iraqê ku bilindtirîn dezgeha dadwerî li Iraqê ye, biryara dûrxistina  Hoşyar Zêbarî ji bo namzediya serokomariyê derxist, ji ber ku dema wezîrê Darayî di hikûmeta Federal de bû, bi gendeliyê hat tawanbarkirin, di encamê di 23ê Îlona 2016an de ji posta xwe hatibû dûrxistin. Her wiha Dadgeha Federalî di 15ê reşmeha 2022an de biryarek derxist; tê de dan zanînin ku  zagona petrol û gazê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di sala 2007ê de hatiye derxistin, nedestûrî ye û bendên madeyên destûrî binpêkirye û divê Herêma Kurdistanê radestî hikûmeta Federal bike, ya ku wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê veberhênan dirkir û radestî wezareta Petrolê ya hikûmeta Federal bike, û rê bide ku hemû girêbestên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hinartin û firotina neft û gazê lêveger bike .

Kontrolkirina PDKê li ser piraniya çavkaniyên Herêmê, bi taybetî petrol û gazê, bûye sedem ku ev saman tenê têkeve bêrîkên hin malbata desthilatdar, di demekê de ku piraniya welatiyên Kurd di rewşeke aborî ya dijwar de dijîn, û hişt kelek malbat  koçber bibin û berê xwe bidin welatên Ewropî. Vê rewşa xirab, , hişt ku  gelek rikberên kurd li hundir û derveyî welat, piştgiriyê bidin biryara Dadgeha Federalî ya der barê qanûna petrol û gaze, ji bo hêsankirina çavdêrîkirina dahatên petrol û gazê û çawaniya mezaxtina wan ji aliyê hikûmeta herêmê ve û bi sînorkirina gendeliyê . Pêkane jî ku di paşerojê de têgihîştinek Tirkî-Iraqî çêbibe ku herêmê di warê aborî de dorpêç bikin û fitneyekê bidin pêş ku di encamê de şerekî Kurd-Kurd derxin hole, ji bo ku hebûna xwe ya leşkerî fire bikin.

 

Ji ber vê yekê jî,  siyaseta ku herêma kurdistanê û têkiliya wê ya xurt bi dewleta dagirker a tirk, “dijminê sereke yê kurdan” û dûrketin ji hikûmeta Iraqê û pirsgirêka kurd û desteserkirina saman û dewlemendiya welat ji  aliyê hin malbatên herêmê ve, Başûrê Kurdistanê kiriye qada gengeşya welatên cîran û derfetê dide wan ku xwe bikin yek û destkeftiyên kurdistanê dixin metirsiyê û ne dûre ku li heber wan serhildan rû bidin ku bêtir nakokî kûrtir bibin û rola wan di pêvajoya siyasî ya Îraqê de lewaz bibe. heger jî ev nakokî çareser nebin,  ne dûre ku bandora wê li herêmên Rêveberiya  Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê bibin .

 

زر الذهاب إلى الأعلى