ANALÎZ

Li Sûrîyê, Amerîka û Rûsya xwedî yek helwest in

 

Îro êrîşa Tirkîyê û çeteyên bi ser wê ve, bi hemû cureyên çekan, di nav de çekên qedexekirî  li ser bakurê Sûrîyê,  ket roja xwe ya 28 emîn, di encamê de bi sedan sivîl bûn qurbanî, bi  sedhezaran koçber bûn . Bêguman ev êrîş bi lihevkirineke nepenî ya her du dewletên xwedîhêz; Amerîka û Rûsya  û bi hemahengiyekê di navbera  dewletên Astana de “Rûsya-Tirkîyê –Îran” hate encamdan. Ne tenê wilo, tevî protestokirineke fermî ji tevahîya  dewletên herêmî û cihanî ji bo rawstandina şer , lê  ev êrîş bi dil û erêkirina wan jî bû, dibêjin bila ev êrîş raweste lê di warê pratîkî  de ji bo rawestandina vê êrîşê bê bandor in  û tu nexşerêke cedî ji bo çareserkirinê nedane pêş.

Di rastîyê de,  helwesta her du dewletên serwer û xwedîhêz,  Amerîka û Rûsya der barê pirsgirêka Sûrîyê de, pir nêzî hev in. ji bo parastina berjewendîyên xwe, her du dewlet naxwezin pirsgirêka Sûrîyê li gorî biryarên navneteweyî çareser bibe, bi destê hevalbendên  xwe Tirkî û Îranê xaka Sûrîyê dabeş kirine, her wiha bi destê wan guhertineke demografî  Ii seranserî Sûrîyê çêkirin, bi milyonan  gelê vî welatî koçber kirin û bi sedhezaran qurbanî  û hîn jî berdewam e. Dema dîtin ku Rêveberiyeke Xweser li Bakur û Rojhilatî Sûrîyê  hatiye damezrandin  û di bin sîwana pergala neteweya demokratîk de pirojeyeke  demokratîk  daye pêş , hemû  pêkhateyên herêmê himêz kirine, herêmên xwe parastine; Amerîka û Rûsya  bi awayekî eşkere dek û pilanên   xwe eşkere kirin.  Jixwe ev êrîşa ku di 9`ê vê heyvê  de rû da, yek ji encamên van pilanan bû. Hêjaye gotinê ye ev êrîş  piştî ku Amerîka û pê re dewletên Astana ji bo damezrandina komîteyeke destûrî ya seqet  gihiştin lihevkirinekê, pêk hat. Armanca wan rêjîma Sûrî ya heyî biparêzin û di rêya dergeha Neteweyên Yekbûyî re vê rêjîmê vegerînin nava Komkara Erebî û careke din pirsgirêka Sûrîyê vegerînin xala sifir; ji milekî din ve jî  şewqa kesk dan Tirkîyê ku êrîşê bakurê Sûrîyê bike, armanca yekem jê Rêveberîya Xweser lewaz bikin; rêveberiya ku bêtirî  % 30 ji xaka Sûrîyê ji terorê rizgar kirîye, ji bo wilo dîtin ku tevlêbûna wê di daraştina destûrê de, yan jî di çareserkirina pirsgirêka Sûrîyê de cihê metirsiyê ye, ditirsin ku ev herêm destkeftîyine mîna danpêdanê  yan jî federaliyê bi dest bixe û tu carî Tirkîyê vê yekê  qebûl nake. Ya duyem herduyan, ji bo parastina bakurê Sûrîyê, ji Rêveberiya Xweser xwestin ku bi rêjîmê re têkevin danûstandinan û rê bide artêşa Sûrîyê li seranserî sînorê di navbera Sûrî û Tirkîyê de; ji bilî herêmên ku ji hêla Tirkîyê ve hatinê dagirkirin , belav bibe.

Her du çi dixwezin.

Rûsya bi hemahengiyekê li gel Amerîkayê nexşeya serwerîyê li rojhilatê Ferêt  guhert. Piştî êrîşa Tirkîyê ya bi nave Kaniya Aştiyê û dagirkirina  perçeyekî ji rojhilatî Ferêt, ji Serêkaniyê ta Girêspî, bi dirêjahiya 120 km  û kûrahiya 32 km, serokê Rûsyayê Putîn; Erdogan vexwen Sûçî, di encamê de her du dewletan peymanek îmze kir, li gor vê peymanê wê herêmeke aram di bin serpereştiya herduyan li bakurê Sûrîyê were avakirin. Hêzên QSD`ê wê 30 km vekişin û pagerên hevbeş ji hêla Rûsya û Tirkîyê ta kûrahiya 10 km ji bilî herêmên di bin dagikeriya Tirkîyê, bi hev re bigerin. Armanca wan ji vê peymanê Rêveberiya Xweser têk bibin, wan neçar bikin ku li gel Şamê danûstandina bikin û hêzên QSD`ê dûr bixin û li şûna wan hêza rêjîma Sûrîyê were bi cih kirin ku niha ketiye meryetê. Her wiha armanca wan her dû rêjîman Sûrî  û Tirkîyê  dîsa nêzî hev bikin. Jixwe ev tişt ji destpêka aloziya Sûrîyê armanca Rûsyayê bû.

Amerîka jî bi zanebûn berî êrîşa Tirkîyê artêşa xwe ji bakurê Sûrîyê ji bilî herêmên petrolê  kişand û bi hemahengiyekê bi Rûsan re, rê da dewleta Tirk ku beşekî diyarkirî ji bakurê Sûrîyê dagir bike. Piştî vê dagirkirinê li gel dewleta Tirk peymanek ji bo agirbestê li dar xist. Bêguman mebesta Amerîka ew e ku aloziya Sûrîyê bêtir gur bike,  dosya Sûrîyê radestî Rûsayayê bike û Rûsya û Tirkîyê têxe nava nakok û çirava Sûrîyê.

Di hemû  rewşan de, vê dagirkerîya Tirkîyê aloziya Sûrîyê xist qonaxeke nû de, dibe ku helwesta cîhanê bi giştî li hember van pêşhateyan were guhertin, ji ber ku nayê qebûlkirin ku  Amerîka, Rûsya û Tirkîyê bi tena xwe Sûrîyê li hev par bikin û nexşeya siyasî ya vî welatî biguherînin .

 

زر الذهاب إلى الأعلى