ANALÎZ

14Gulanê Ji Bo Tirkîyê Ne Tenê Hilbijartin e

Hilbijartinên Tirkîyê di 14 gulanê de hatine destnîşankirin û li ser van hilbijartinên ku him ya serokomarîyê ye û him jî ya perlematerîyê ye,  hêvîyên hemû alîyan çi yên hundirîn  û çi yên derve li ser hatine avakirin.

Di serdema serokê Amerîka Obama de, Amerîka û Natoyê pir hêvî li ser partîya AKP bi serkêşîya Erdogan ava kiribûn; bi taybet di derbarê dîyarkirina Tirkîye weke dewleteke demokratîk a li jêr îdyolojîya islama nerm ku bibe mînak ji cîhana islamî re ku bi rê ya Tirkîye  cîhana islamî  têkeve bin rêgezên Amerîkî û Rojavayî de (Ewrûpa) , lê belê bi despêkirina buhara ereban re di 2010 -2011 de desthilatdarîya AKP bi hevalbendîya MHP rûyê xwe yê islama radîkal û Ixwanûlmuslimîn, her weha netewperst û nijadperestîya xwe eşkere kirîye û di nava pirojeya Amerîka de pirojeya xwe ya ji bo avakirina osmanîya nû daye pêş û di pey re jî helwesta Tirkîyê tersî helwestên Nato û Amerîka li himber herêmê derketîye ji hevaltîya bi Rûsan re û kirîna rokêtên S 400 û ta dagerkirina bakurê sûrîyê, meşandina pêngavên qirkirinê bi ser kurdan de, astengkirina xwefirehkirina Nato û nepejirandina tevlêbûna Siwêd û Finlinda di nava Nato de, ji bilî alîkarîya Tirkîyê bi Îran û Dayişê re û tengavkirina Amerîka di Sûrîyê û Okrayîna de. Lewra Tirkî li jêr desthilatdarîya AKP-MHP de bi navê dewleteke Natoyê ye, lê belê hemû tevgerên wê di xizmeta dijberên Natoyê de ne û ne ji xweber ve serokê Amerîka Baydin dîyarkiribû ku ew ê piştgirîya rikberîya Tirkîyê li himber Erdogan bikin  û wî di hilbijartinan de têk bibin; ne bi derbeyên leşgerî û Tirkîya Erdogan jî baş ev mesaj girtîye, lewra wezîrê karê hundirîn yê Tirkîye di bangeşeya ji bo hilbijartinan de gotîye ku di hilbijartinan de ne tenê dê rêkberîyê têk bibin lê belê wê Baydin û Amerîka  jî têk bibin?

Di milekî din de Rûsîya ku di nava şerekî vekirî de li ser axa Okrayînyayê bi Nato û Amerîka re ye û sûdê ji têkilîyên xwe yên bi Erdogan re digre; di hilbijartinan de piştgirîya Erdogan dike, çimkî baş dizane ku ferwerîyeke nû dê nekeve xizmeta Rûsîyayê de; bi taybet ku berê rikberîya tirîyê ber bi Amerîka û Ewrûpa ne ber bi Rûsan ve ye û serkeftina wan dê pir kaxetên Rûsîya tev li hev bike; him di Okrayînyayê de û him jî di sûrîyê û herêmê de. Di milê hundirîn  de jî Tirkî ketîye rewşeke aborî ya zehmet û tevlihevîyeke sîyasî û civakî jîyan dike, lewra hilbijartinên 14 gulanê dê rewşa Tirkîyê li gorî encaman biguherîne an dê osmanîyên nû û îdyolojîya islama xwefirehker bi serkeve û Tirkîya Erdoganîzim bicih bibe; an jî dê kemalîzim bi serkeve û nasnameya Tirkîya Ataturk bizîvire , lewra çaven hemû alîyan li van hilbijartinan e û kurd jî di nava vê pişbirkê de ne bê par in û di nava ixwanizim û kemalizmê de ku ji her du alîyan jî ne bawer in dê dengên xwe bidin kemalistan bi hêvîya derbaskirina  faşizma islamî ya bi netewperestîyê re yekgirtî ne, êdî hilbijartin ji hemû alîyan re pir giring e.

AKP-MHP serkeftina di hilbijartinan de, armanceke sereke û stiratîjîk ji bo xwe dibînin, çimkî têkçûn tê wateya vekirina doz, sûc û tawanîyên ku li himber Tirkîye, civaka sifîl, sîyasetmedar, rewşenbîr, rojnemevan û gendelîya wan di desthilatdarîyê de, ji milekî din ve tê wateya berdewamkirina pêkanîna pirojeyên xwe mîna “Mîsaqa Milî”, dagerkirina Rojava û Başûrê  Kurdistanê  û berdewamîya şer di herêmê de.

CHP û hevalbendên wê yên partîyên maseya 6 alî jî, nerîneke istiratîjîk û pir giring li hilbijartinan dinerin û bi hemû derfetên xwe ji bo têkbirina AKP-MHP dixbitin ku Tirkîyê bizîvirinin pergla perlemantîyê û pergala serokatîye bixînin, di heman demê de vegerin li  ser xeta Natoyê û Amerîka, ew jî piştî ku rêjîma heyî nasnemeya sîyasî ya Tirkîye tevlihev û bê reng kirîye .

HDP  jî tevî ku tu hêvîyan di derbarê doza kurdî de ne ji AKP-MHP û ne jî ji maseya 6 alî; nake, lê belê têkbirina AKP-MHP weke desthilatdarîyeke faşist gaveke erênî ber bi demokratkirina Tirkîyê de dibîne; bi taybet di rakirina pergala serokatîyê û vegerandina pergala perlemantîyê, her wiha baş dizane ku maseya 6 alî ji bo avakirina ferwerîyê de, her dê hewcedarî HDP be ku dê nikaribin bi tena serê xwe ferwerîyekê ava bikin, lewra çendîn texmîn hebin jî ku CHP sozên dabin HDP an neda bin jî, têkbirina AKP-MHP gaveke balkêş û erênî ye ji bo Bakurê Kurdistan û herêmê bi giştî.

Ji derveyî hindirê Tirkîyê jî hilbijartinên 14 gulanê pêşbirkeke navnetewî ye, êdî li gorî pir şîrovekarên sîyasî; tevî ku ev mijar weke bangeşeyeke hilbijartinan AKP-MHP bi kar tîne, lê belê rastîya wê pir heye.

 Rûsîya û hevalbendên xwe serkeftina AKP –MHP  ji bo  xwe pir giring dibîne, ji ber pir sedeman, ew jî weke:

  • Desthilatdarîya heyî bi sîyasetên xwe yên nakok bi Amerîka, Ewrûpa û Nato re xizmeta istiratîjîya Rûsî dike; ji alîyê lawazkirina Natoyê.
  • Desthilatdarîya heyî bi Rûsîya re ketîye nava pir pirojeyên sîyasî, aborî û leşkerî; him di herêmê û him jî li ser asta şerê Okrayînya û herêmên din de.
  • Hevbeşîya hişmendîya esthilatdarîya heyî bi hişmendîya desthilatdarîya Rûsîya re û hebeşîya helwestên wan di derbarê binpêkirina mafên gelan, kêmnetewe û dijîtîya bi demokrasîyê re.
  • Hevbeşîya metirsîyên wan ji pirojeyên Amerîka û Nato di Rojhilata Navîn û Asîya de.

Amerîka û hevalbendên wê jî, baş dizanin ku berdewamîya desthilatdarîya AKP-MHP nakeve xizmeta pirojeyên wan, çimkî desthilatdarîya heyî di bin hişmendîya xwe firehkirin, xewna zîvirandina imperetorîya osmanî û xwedîtin weke dewleteke serbixwe ji Amerîka û Nato, tevdigere û jostiratîjîya Tirkîye weke fişar li himber Amerîka bikartîne, her weha dibe asteng li ber pilanên Natoyê li himber Rûsîya, çîn  û Îranê û nema cihê bawerîyê ye, lewra bi nêrîneke istiratîjîk li van hilbijartinan dinere.

Bê guman  em jî van hilbijartinan ji bo Tirkîye û herêmê weke çerxerîyekê dibînin, êdî rewşa Tirkîye û herêmê ya piştî hilbijartinên 14 gulanê dê ne mîna rewşa berîya hilbijartinan be û çarenûsa Tirkîye dê li ser çend dibetîyan ava bibe:

  • Dibe ku AKP-MHP biserkeve, wê demê dibetîyeke mezin ku dê bi dek û dûlab û sextekarîye be, hingê jî ne dûr e ku Tirkî bikeve nava şerekî navxweyî.
  • An jî maseya şeş alî biserkeve û dibetîyeke mezin heye ku biserkevin jî, lê belê dibetîyeke mezin jî heye ku AKP-MHP erê nekin û dest ji desthilatdarîyê bernedin , hingê jî şerekî navxweyî ne dûr e.
  • Lê dema ku jî her du alîyên hilbijartinan bi encamên hilbijartinê qayîl bin, hingê jî serkeftina AKP- MHP, tê wateya serkeftina Rûsîya û berdewamîya kirîzan di hundirê Tirkîyê û herêmê de û firehbûna nakokîyên Tirkîye bi Amerîka û Nato re, bê guman dê helwestên cidî ji Amerîka  li himber Tirkîye eşkere bibin û ne dûr e ji Nato jî were qewitandin. Lê belê eger maseya 6 alî bi ser bikeve, tê wateya ku Tirkîye dizîvire himbêza Nato û Amerîka û ne dûr e dan û stendinên aştîyê di navbera kurdan û Tirkîyê de vegere, her wiha sîyaseteke nû li himber kirîza sûrîyê were meşandin û di çarçoveya sîyaseta Nato û Amerîka de tev bigere.

Lewra dubare têkçûna AKP-MHP  ji bo kurdan jî derfeteke nû ye û kurd jî ne bê vîn in û ne jî  bê hêz in û çawa ku her dem li ser kurdan di Bakurê kurdistanê de hatîye gotin ku ew çêkerên qeralan e, disa jî bêyî kurdan ne gengaz e ku çi qeral dibin bela bibin, dê nikarbin tu welatan ava bikin an jî aramîyê û pêşketinê bibînin, di nava hemû rewşan de kurdan li ber xwe dane, didin  û dê bidin, ta bighêjin azadî û demokrasîyê, lewra di nava hemû mercan û dibetîyan de, em weke kurd “Em Xwedî Hêz û Vîn in , Em ê Bi ser bievin” û pêwist e em bi ser bikevin .

زر الذهاب إلى الأعلى