ANALÎZ

BANDORÎYÊN HILWEŞÎNA RÊJÎMA SÛRÎ LI SER ÎRANÊ

JIDESTDANA KÛRAHÎYA STRATEJÎK Û RÊGEHÊN GUNCAVBÛNÊ

Girîngîya Sûrîyê di stratejîya Îranê de, ji destpêka hevalbendîya wê bi rêjîma Hafiz El-Esed re, weke kevirê goşeyî yê herêmî bû. Jixwe ev hevalbendî ne tenê weke lihevkirineke siyasî bû, lê belê ev yek berfireh bû heyanî gihişt ku bibe xwedî rehendên leşkerî, aborî û îdolojî. Bi lidarketina şoreşa Sûrîyê re, têkilîya di navbera Îranê û rêjîma Beşar El-Esed de bi pêş ket, heyanî gihişt asta hevkarîya leşkerî, da ku rêjîmê biparêze û desthilatên îranî yên li Sûrîyê werin misogerkirin. Êdî hilweşîna vê rêjîmê di berfanbara 2024an de bû xala veguherînê di hevsengîyên hêzê yên Rojhilata Navîn de. Her wiha Îran xist rewşeke stratejîk a ne rehet.

Girîngîya Sûrîyê Di Bawerîya Stratejîk a Îranî de

  • Rehenda jeosiyasî:

Sûrî ji Îranê re, dergeha bingehîn a ser bi deryaya Navîn re bû. Her wiha navendeke berfirehbûna desthilatên wê li Rojhilata Erebî bû. Ev korîdor rê dida Îranê tewereya xwe ya ku Iraq, Sûrî û Libnanê di nava xwe de dihewîne, bi hev girê bide.

  • Rehenda leşkerî:

Sûrî ji bo peredayîn û biçekkirina Hizbullahê li Libnanê, ku bihêztirîn destê Îranê li deverê ye, baregeheke lojistî bû.

Hebûna baregehên leşkerî yên Îranê li ser xaka Sûrîyê, hêz dida Tehranê ku bi awayekî rasterast ji sînorên Sûrîyê şerê Israîlê bike.

  • Rehenda îdolojî:

Rêjîma Sûrîyê bangeşeya “Berxwedan û Rêgirtin” a ku bi nêrîna îranî ya li dijî Amerîka û Israîlê re lihevhatî bû, bi xwe girt. Êdî vê yekê hişt ku Sûrî bibe hevkareke îdolojî ya jiyangîr jê re.

  • Rehenda aborî:

Hevdemî sizayên li ser Îranê, Sûrî ji Îranê re hevkareke bazirganî û bazargeheke mezêxer bû.

Veberhênanên Îranê li jêrxaneya Sûrîyê, beşek ji stratejîya bicihkirina desthilatên aborî yên domdar bûn.

Bandorîyên Hilweşîna Rêjîma Sûrî Li Ser Îranê:

  1. Jidestdayîna kûrahîya stratejîk:

Hilweşîna rêjîma Sûrîyê û veguherandina wê bi rêveberîyeke dijberî Îranê, tê wateya bidawîbûna pirra bejahî ya ber bi Libnanê ve. Ev yek bi dest xwe re, hêza Îranê ya ji bo destekdayîna hevalbendên xwe di warê leşkerî de lawaz dike û desthilatên wê yên herêmî ji kokê ve dixe nava metirsîyan.

  1. Vederbûna herêmî:

Bi beşdarbûna rêveberîya Sûrîyê ya nû ji tewereya erebî û herêmî ya li dijî Îranê re, dê Tehran rastî vederîyeke mezintir were.

Dibe ku Sûrî bi xurtî vegere nava çarçoveya erebî ku dê hêza Îranê ya xweberdana nava dewletên erebî sînordar bike.

  1. Gefên israîlî yên pirbûyî:

Hilweşîna rêjîma Sûrîyê delîveyek da Israîlê ku operasyonên xwe di deverê de bêyî tu berxwedanekê, pir bike. Êdî hebûna îranî li Sûrîyê bi temamî di nava gefan de ye û ne berdest e.

  1. Bandorîyên aborî:

Veberhênanên Îranê li Sûrîyê li ber bayê çûn û dê Tehran li jêr sîya rêveberîya nû ji bo vegerandina van veberhênanan zehmetîyan bikişîne.

Gelo Îran Dikare Çi Bike Heyanî Bandorîyên Jidestayînên Xwe Sivik Bike?

  • Jinûve-arastekirina hevalbendîyan:

Îran hewl dide têkilîyên xwe bi Iraq û Libnanê re xurt bike da ku li şûna kûrahîya sûrî, hinek şûngiran dabîn bike.

Her wiha hewl dide hevbendîyin nû bi hêzên derferwerî yên li Sûrîyê re çêbike, da ku lingê xwe tê de bi cih bike.

  • Xurtkirina xebatên saloxgêrî:

Dibe ku Îran berê xwe bide karekî veşartî yê bi rêya torên saloxgêrîyê da ku berdewamîya desthilatên xwe li hinek deverên sûrî misoger bike.

Her wiha weke alaveke bêhêzkirina rêveberîya nû, destekê bide hinek milîsên xwecihî yên ji derveyî çarçoveya dewleta nû dixebitin.

  • Stratejîyeke aborî şûngir:

Dibe ku Îran bêtir guh bide berfirehkirina têkilîyên bazirganî bi dewletin din ên deverê re, da ku jidestdayînên aborî yên li Sûrîyê qerebû bike.

Her wiha dibe ku li hevkarîyên bi hêzên navneteweyî re, weke Çîn û Rûsya, bigere da ku cihê xwe yê herêmî xurt bike.

  • Geşkirina pêngavên rgihandinî û diplomasî:

Bikaranîna alava ragihandina îranî da ku bandorê li raya giştî ya sûrî û erebî bike û wiha rêveberîya nû bide nîşan ku xizmetê ji berjewendîyên israîlî û rojavayî re dike.

Xebitîna diplomatîk da ku hinek lihevanînan bi hin dewletên erebî re çêbike û hinek desthilatên xwe yên di deverê de vegerîne.

  • Pêkanîna hêza nerm:

Veberhênan di çalakîyên çandî û olî yên li hinek deverên Sûrîyê de; da ku têkilîyên gerlêrî bi hinek pêkhateyên civakî re çêbike.

Sînaryoyên Siberojî

  1. Pirbûna tundîya leşkerî:

Dibe ku Îran berê xwe bide tundîya leşkerî ya neyekser; ew jî bi rêya şaneyên xwe yên razayî û milîsan, da ku aramîyê li Sûrîya nû têk bibe.

  1. Jinûvebicihbûna herêmî:

Dê Îran hewl bide bala xwe biguherîne li ser deverin din, mîna Kendav û Yemenê, da ku jidestdayînên xwe yên di Sûrîyê de qerebû bike.

  1. Jinûedanûstandina navneteweyî:

Dibe ku Îran ji nû ve danûstandinê bi hêzên mezin re bike da ku destkeftîyin siyasî û aborî bi dest bixe û jidestayînên xwe yên li Sûrîyê qerebû bike.

Hilweşîna rêjîma Beşar El-Esed ji Îranê re li ser asta herêmî, lêdaneke biêş bû. Li gor wê, yek ji girîngtirîn binyadên xwe yên stratejîk ji dest da. Hevdemî daneyên nû, dê pêdivîya Tehranê bi stratejîyeke gelemper a ku alavên leşkerî, aborî û diploatîk di nava xwe de dihewîne, heye, da ku ziyanan kêm bike û jidestayînan qerebû bike. Êdî siberoja rola îranî li deverê, xwe dispêre hêza Îranê ya li ser guncavbûna bi rasteqînîya nû re û dûrketina ji gelek paşdeçûyînan.

زر الذهاب إلى الأعلى