ANALÎZ

Rûsya Dê Çawa Xwe Ji Çirava Sûrîyê Derxe?

Şerê Eyn Îsa yê vê dawîyê, dibe weke destpêka sîyaseta nû ya Rûsî li Sûrîyê. Piştî ku Rûsya di pêkanîna armancên xwe de têk çû ku dixwest fişarê li Hêzên Sûrîya Demoqratîk bike da ku bajêr radestî hêzên rêjîmê bike û bihêle ev bajarok  bibe xaleke sereke ji bo rêjîmê derbasî deverên mayî yên Rêveberîya Xweser bibe. Rûsya ket wê bawerîyê ku pir zehmete ku rêjîm dîsa vegerê herêmên ku bi çandinî û binerda xwe dewlemend e û destwerdana wê ya leşkerî li Sûrîyê bûye bargiranîyek û pir bandorê li aborîya wê dike. Rûsya ji destpêka destwerdana xwe ya leşkerî li Sûrîyê, misogerkirina lêçûnên leşkerî ji dewlemendîya Sûrîyê û girêbestên veberhênanê; xistibû stratejîya xwe ya leşkerî. Lêbelê, zagona Sîzer (sizayên li ser Sûrîyê hatine sepandin) û hebûna Emerîkî; nehişt ku ew bigihîje armanca xwe ya misogerkirina lêçûnan, êdî Sûrî li jêr zagonê jê re bû çiraveke ku zehmete jê derkeve.

Rûsya ji bo ku ji vê bobelatê dûrkeve, xwe nêzî Emerîkayê kir û gotina xwe ya li dijî wê guhert. Wezîrê wê yê derve Sergî Lavrov dîyar kir “têkilîyên me di rêyên leşkerî re bi Emerîkayê re hene, ew jî ne ji ber ku em hebûna wan a li Sûrîyê rewa dikin, lê bi tenê ji ber ku divê ew di çarçoveya rêzikên taybet de tevbigerin.” Lavrov axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em nekarin wan ji wir derxînin û em ê bi wan re nekevin nav şerekî çekdarî, lê ji ber ku ew li wir in, em bi wan re qaşo li ser pêşîlêgirtina pevçûnê de; daûstandinê dikin ku bi rêya vê yekê em wan pabendî hin rêzikan dikin. Her wiha ji wan re dibêjin ku em bi tundî li dijî bikaranîna hêzên li dijî bargehê dewleta Sûrîyê ne.”. Ev yek tê wateya ku Rûsya danpêdanê bi hebûna Emerîkî li deverên Rêvebirîya Xweser dike, da ku hêzên rêjîmê li herêmên rojhilat neke armanc û tevgerên wan sînordar neke. Ji alîkî din ve jî Rûsya hewil dide ku rêjîmê zindî bike, lê ev tişt di bin sîwana zagona Sîzer de pir zehemet e ku were pêkanîn. Tê zanîn ku ta niha dijberîyeke xurt li dijî hebûna Esed li ser desthilatê nîne û dibe ku di rêya nêzîktatîyeke rêjîmê ber bi Îsraîlê ve, ev rêjîm li ser desthilatê berdewam bike. Jixwe berî demekê hin malperên medyayê ragihandin ku civînek di navbera berpirsên Sûrî û Îsraîlî bi serpereştîya Rûsya li baregeha Himêmîmê li dar ket. Tevî ku rêjîmê ev nûçe derwand, lê dibe ku ev yek bibe destpêka rêyeke nû be ku Rûsya ber bi wî ve bajo û dibe ku ev nêzîkatî di sala 2021`an de bêtir gavine bavêje. Lê pirsgirêka ku Rûsya dê pê re rûbirû bimîne; derxistina rêjîmê ji kirasê Îranê û bidawîkirina welatên bi navê (berxwedêr) ye, ji ber ku Îran xwedî bandoreke sîyasî û leşkerî li Sûrîyê ye û serwerîya wê ji ya Beşar Elesed bi hêztir e, loma nayê paşguhkirin. ji ber wilo dê Îran li ber xwe bide û nahêle pirojeya wê li herêmê têk here û were dorpêçkirin, nemaze di dema niha de ku eneyeke Îsraîlî, dewletên kendavê, Misrê û ne dûre ku Tirkîyê tevlî wan bibe, hatîy damezrandin.

ji milekî din jî, Rûsya wê her û her fişrê li HSD`ê bike û hewl dide ku tevlihevîyekê li herêmê peyda bike, kesayetine bi ser MSD`ê ve bikuje û êlên ereb li dijî Rêveberîya Xweser gur bike, da ku bandorê li hebûna Emerîka li herêmê bike û herêmê bi giştî têxe nava alozîyekê de, mîna alozîya ku berî çend rojan di navbera Rêveberîya Xweser û Rêjêmê de li Hesekê û Qamişlo de qewimî ku di encamê de dixwaze rêjîmê derbasî herêmên Rêveberîya Xweser bike û di rêya vê yeke rê karibe dest deyne li ser dewlemendîya herêmê û lêçûnên xwe yên aborî qerebû bike.

Ev ji bilî hevahengîya domdar di navbera Rusya û Tirkîyê de, ji bo ku ji xwe re şêweyeke çareserîyê ya guncav bibînin. Rusya dê Tirkîyê bajo ku têkilîyên xwe bi rêjîmê re asayî bike da ku bigihîje lihevkirinek ku di encamê de rejîm danpêdanê bi Rêveberîya Xweser neke, yan jî hin tawîzan bide, ji bo lewazkirina Hevpeymanîya Sûrî ku wan tevlê rêjîmê bike û hin wezaretan bidin wan û herêma Idlibê bihêle di bin serwerîya Tirkîyê de û bi hev re “Tirkîye, Rûsya û rejîm” ji bo xetimandina sîyaseta Emerîkî li herêmê û Rêveberîya Xweser asten bikin û nakokîyan di navbera pêkhateyên herêmê de peyda bikin, her wiha dibe ku ev kirîyar rêgirîyan li hember avakirina bingehên domdar ên Emrîkî çêke û bibin sedema dûrketina Emerîkayê ji herêmê. Ji bo vê yekê jî, Rûsya ji bo ku şerê Rêveberîya Xweser bike û amade be ji bo dagirtina valebûnekê li herêmê; niha hewil dide ku milîsan ji êlên ereb damezrîne, ji ber vê jî hin civîn bi êlên ereb re li dar xist.

Di rastîyê de, ji bo ku nehêle Sûrî bibe çiravek, Rûsya li bermaberî du kêşeya ne. Ya yekem, gelo dikare aborîya Sûrîyê biparêze û çerxa aborî ji nû ve bide destpêkirin da ku pêşî li hilweşîna aborî ya rêjîmê bigire? Ji ber nebaşbûna rewşa jîyanî hişt ku dîsa tevgerên gelêrî li dijî rêjêmê geş bibin ku ev yek dihêle Rûsya rastî astengîyan were. Ya duyem, ji bo ku Rûsya destkeftîyên xwe yên sîyasî, aborî û leşkerî li Sûrîyê biparêze, dew jî bi rêya Îsraîlê ku rejîmê jinûve zindî bike û li dijî serdestîya Emerîka li herêmê bi kar bîne.

زر الذهاب إلى الأعلى