ANALÎZ

Armancên Tirkiyayê yên li bakur û rojhilatê Sûriyayê

Alozîya aborî û siyasî ya ku hukûmeta AKP’ya bi serkêşîya Erdogan ku ji ber siyaseta ya hundirîn a çewisîner û ya derveyîn a dagirkerane, rastî wê tê û di encamê de nirxê lîreya tirkî pir daxist ku gihiştiye 20 lîre li hember dolarekî tenê. Her wiha amadekarîyên pêkanîna êrîşekê li ser Sûriyayê ku dê bi bihaneya teqîna Stenbolê ya di encama wê de bi dehan sivîl bûn qurban. Di vê teqînê de QSD hat tawanbarkirin, ev yek jî bi rêya hin daxuyanîyên dijberî hev ji alîyê wezîrê karê derve yê Tirkiyayê Silêman Soylu, derket pêş. Li gor wê jî li alîyekî got ku êrîsakara vê teqînê li ser destê QSD’ê perwerde dîtiye û bi rêya Kobanê derbasî xaka Tirkiyayê bûye û li alîyekî din jî got ku bi rêya Bab û Izazê ku di bin kontrola wê de ne, derbasî Tirkiyayê bûye.

Tirkiya bi rêya vê operasyona xwe ya ku navê wê kir (Pence-Şûr) xwest ku gelek armancên li gor wê stratejîk ên li ser asta siyasî û aborî ku dê wan bixe xizmeta hilbijartinan de, bi dest bixe.

  1. Armanca yekem: Erdogan ev yek eşkere da xuyanîkirin ku dixwaze herêmeke ewle ya bi kûrahîya 32 km li bakur û rojhilatê Sûriyayê ji bo parastina ewlekarîya xwe ya neteweyî ava bike. Her wiha bi wî çavî li QSD’ê dinêre ku ew hêzin terorîst in û statuyeke terorîst diparêze û wan ji bo xwe metirsî dibîne; divê ji seranserî sînorên wê dûr bikevin.
  2. Armanca duyem: Ew jî bicikirina bi darê zorê ya milyonek koçberên sûriyayî di wê herêmê de ye. Jixwe tê zanîn ku nêzî 3 milyon koçberên sûriyayî li ser xaka Tirkiyayê dijîn û dê wan bi darê zorê bi cih bikin, ew jî piştî ku niştecihên resen ên wan herêman bidin derkirin. Mîna ku li Efrîna dagirkirî pêk hat; ku niştecihên wê yên resen jê dane koçberkirin û malbatên çete bi zorê li wir bi cih kirin.
  3. Armanca sêyem: Pêkanîna operasyonekê li ser bakur û rojhilatê Sûriyayê, destê wî di hilbijartinên bê de xurt dike. Çi ku li gor rapirsînan tê diyarkirin ku navûdengîya AKP’ê li Tirkiyayê li hemberî ya rikberîyê pir kêm bûye û roj bi roj dengê rikberîyê xurtir dibe.

Lewre jî di vê demê de û hevdemî teqîna Stenbolê, Tirkiyayê keysa xwe lê anî ku êrîşî bakur û rojhilkatê Sûriyayê bike. Li gor wê jî gef xwarin ku dê êrîşeke bejayî li dij milyonên sûriyayîyan ên li wê herêmê pêk bîne; ew jî bi rêya armacgirtina binesazîyê, navendên jiyanî, stasyonên elektrîkê, bîrên gaz û petrolê û samanên taybet û yên giştî. Bi tevî ku gelek dewletan nerazîbûna xwe ya tund li dijî vê êrîşê anîn zimên jî, lê belê dîsa pêk anî. Nemaze dewletên çalak di Sûriyayê de mîna Amerîkayê ku li ser zimanê wezîrê karê derve yê wê hatin gotin: “Em bi tundî her operasyoneke leşkerî ya nû li bakur û rojhilatê Sûriyayê red dikin, her wiha çi êrîşeke nû pêk were dê jiyana sivîl û niştecihan, her wiha ya serbazên me bixe metirsîyê û ji xebata li dij DAIŞ’ê re bibe asteng.

Helwesta Amerîkayê jî hevdemî helwestên mînanî wê hat, mîna Yekîtîya Ewropayê, Fransa, Almanya, Rûsya, Îran û Neteweyên Yekbûyî jî.

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî ev yek tekez kir û got: “Waşinton û Moskovayê nerazîbûna xwe ya li hember planên Tirkiyayê yên nû anî zimên” her wiha anî zimên ku amadekarîyên QSD’ê yên mezin hene di alîyê leşkerî de, her wiha soza berxwedanîyeke mezin da ku dê cenga vê carê çêbibe ne weke yên berîya wê be û dê hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyayê tev lê bibin, pê re jî dê tevaya bakur û rojhilatê Sûriyayê di rûyê dagirkerîya Tirkiyayê de gur bibin.

Li vê derê em dikarin bibêjin ku li gor nîsaneyên hatin zimên û li gor tevlîhevîya şerê Ukraynayê û bandora wî li ser herêmê, dê operasyona leşkerî ya Tirkiyayê pêk neyê; an ku dê Amerîka rê nede wê. Ev yek dibe berê Erdogan bide ku êdî bêhtir binpêkirinan bi rêya dron û topên xwe yên li ser hin herêman, pêk bîne; ku dê bi dest xwe re bihêle Erdogan bi nêzîkbûna hilbijartinên parlemen û serokatîyê re, ji derve ve şantajê bike û helwesta hin partîyên rikberîyê di hundir de keysbaz bike. Operasyona Tirkiyayê ya bi navê (Pence-Şûr) bê erêkirina dewletên çalak dê pêk neyê û li gor tê xuyanîkirin; Erdogan heya niha û bi tevî ku hemû kaxezên xwe bi kar anîne û hewldanên xwe kirine jî, tu erêkirin bi dest nexistiye.

زر الذهاب إلى الأعلى