ANALÎZ

nêzîkbûna Rûsî- Tirkî li Sûriyê

Ji bo karibin rola xwe ya herêmî û navneteweyî  nûjen bikin, Têkiliyên Rûsî-Tirkî di deh salên pêşî yê sedsala 21ʹê de, di warê siyasî, leşkerî û abûrî de, pir pêşketin. Jixwe rola Rûsya di qada herêmî û navneteweyî de vegeriya û pê re siyaseta cîhaneke  pircemser hat peyitandin.Tirkîyê jî weke dewleteke herêmî ya mezin, li ser asta navneteweyî derket holê, bi taybetî piştî pêkanîna stratejiya ku Ehmed Daud Oglo(sifir pirsgirêk) bi dewletên derdor re danîbû, vê yekê hiştTirkîyêbibe endama G20.

Bêguman gihiştina Rûsya bo ava germ, çi ava derya sipî be yan jî ava kendavê be, wê rêkeke nehêsan be û wê rastî çendîn rêgiriyan wer e, di serî de xaka dewleta Tirkiyê. Ji ber vê sedemê têkiliyên Rûsya ûTirkîyêdi dirêjahiya dîrokê de tûşî gelek şerên mezin hatine. Lê piştî jihevketina yekîtiya Sovyetê di sala1991ʹê de û bidawîbûna şerê sar(1947-1991), têkiliyên her du dewletan ji bo hin pirsgirêkan  li hin deverên weke Qefqasya û Asyaya Navîn, berdewam kirin  û wilo berdewam kir ta wergirtina her du  srokan,  Putin desthilata Rûsya û Erdogan desthilataTirkîyêdi sala  2000ʹî de. Her du aliyan li hember hev  pergaleke nerm meşandin, xalên rakgêşiyê yên di nav wan de rabûn û li şûna wan di her alî de bi taybetî li Sûriyê, hevkarî derket pêş.

Her du aliyan aloziya Sûriyê ji xwe re kir bihane û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe destwerdanî di Sûriyê de kirin. ji bo pêkanîna xewna xwe; Rûsya dît ku ji bo gihiştina ava germ di rêya benderên Sûriyê re, rewşa herêmî û navneteweyî  guncav e. Her wiha ji bo pêkanîna hin armancên weke; ya yekem parastina rêjîma Beşar Esed û jinavbirina komên islamî yên radîkal ên ku serkeftina wan dê metirsiyê li ser nava Rûsyayê çêke. Ya duyem jî parastina kiryarên(zibûn) Ewropî, yên ku (65%) yedektiyên xwe yên gazê ji Rûsyayê  hawirde dikin, her wiha rê jî li ber hin projeyên veguhestina gazê mîna projeya Qeterê bigire . Ya sêyem parastina veberanînên Rûsî yên enerjiyê li Sûriyê û rê li ber girtina  hinardekirina gaza  Îranê ber bi yekîtiya Ewropayê.

Jixwe helwestaTirkîyêjî di destpêka aloziya Sûriyê di 2011`an de,  ew bû ku rêjîma Beşar Essed hilweşîne  û Sûriyê bigiştî têxe nava alozî û penca terorê û rê bide Ixwanê muslimîn da ku  desthilata Sûriyê bi dest bixe, lê hesabê mal û bazarê li gel Erdogan li hev derneket. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên vê herêmê dikarîbûn xwe biparêzin û li hemberî terorê serî hildin û rêveberiya xwe ya xweser damezrînin. Ji ber vê yekê helwestaTirkîyêbi giştî li Sûriyê hat guhertin, tenê armanca wê ma şerê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêguman  Ji bo vî şerî jî helwestaTirkîyêji Rûsyayê hat guhertin û li Sûriyê berjewendiyên hevbeş di navbera Rûsya ûTirkîyêde li hev rast hatin û ji aliyekî din ve, fişarên navxweyî, herêmî û navneteweyî, bi taybetî di qada aborî de, hiştin ku hêdî hêdî rageşiya ku di têkiliyên Tirkî -Rûsî de hebû , hêsan bibin.

Qaşo her duyan li Sûriyê  weke du dewletên garantor xwe didîtin,  bi xurtî destwerdanî Sûriyê bûn û ji bo wilo, tenê li Astana 13 kongire li dar xistin. Di encamê de tu çaresrerî ji kêşeya Sûriyê re peyda nekirin. Berovajî wê, aloziya Sûriyê gurtir kirin, xaka Sûriyê di encama gelek bazaran de mîna bazara Efrînê bermaberî Xûta Şamê, li hev par kirin. Îro jî gelek hewildanên wan hene da ku serweriya xwe berfirehtir bikin û ji bo girûpên terorist, ên ku di bin serpereştiya wan de tevdigerin  biparêzin û nakokî û tevliheviyê li seranserî qada Sûriyê peyda dikin. Alozî û şerê îro li parêzgeha Idlibê rû dide yek ji encamên lihevkirineke Rûsî-Tirkî ye ku hewil didin nexşeya serweriya xwe biguherinin. Rûsya dixwaze rûbereke  mezin ji Idlibê kontirol bike, jixwe armanca xwe pêk anî, bajarokê Xanşêxûnê û gelek ji gundewarên wê kontirol kirin, ev bajarê ku ji hêla leşkerî, siyasî û erdnîgarî ve, pir girîngiya wê heye, bi vê yekê  bargeha Himêmîmê parast , rêya Şamê, Heleb, hums, berava Sûriyê û ta digihêje dergeha Nesîb li ser sînorê  Urdinê misoger kir.

Tirkiyê jî pêşketinên Rûsyayê li Idlibê ji xwe re  bi kar anî . bi behaneya şer  û rûdana pêlên koçberiyê , dîsa gef li Ewropayê xwar, armanca wê ew e ku Ewropa alîkariya penaberên Sûryê careke din bi qasî  6 milyar Euro bide Tirkiyê. Her wiha  armancaTirkîyêji van gefan û lihevkirina bi Rûsan re ku bi bihaneya avakirina herêmeke biewle ku îro li gel Emerîka di danûstandinê de ye, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û çete û koçberên ji ber şerê Idlibê koçber bûne li vê herêmê bi cih  bikin û senaryoya Efrînê dubare bike. Jixwe her dem ba li gorî daxwaz û mereqa keştîvanan nayê, Piştî têkçûna Daişê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  pir hewl da ku YPG û QSDʹê ji Emerîka û hevpeymaniya navneteweyî dûr bixe. Her wihaTirkîyêxwest ku avakirina herêma biewle li gor şert û mercên wê bin, lê piraniya pilanên Erdogan bin ketin û li ber bayê çûn.

زر الذهاب إلى الأعلى