ANALÎZ

Derewa vegerandina koçberên Efrînê

 

Hewildanên dewleta Tirk a dagirker ji bo rewakirina dagirkirina wê ya ji herêmên Sûriyeyê re berdewam in. Rêjîma Tirkiyeyê bi hemû awayan hewil dide kirasê terorê li ser dagikeriya xwe rake. Nexasim piştî ku hejmarek rapor ji hêla rêxistinên navneteweyî derketin ku di wan de dewleta Tirk bi kirina sûcên şer li herêmên di bin desteseriya wê de hatiye tewanbarkirin, nemaze li Efrînê.

Dewleta Tirk bi her awayî dixwaze sûdê ji rewşa tevlîheviya ku di nav hêzên kurdistanî de heye, bigire û sûdê ji bandora vê tevlîheviyê li ser partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyeyê bigire. Di vê dema dawî de hin nîşane derketin pêş; yek ji wan jî hewildanên Tirkiye ku ew sûdî ji hin kesayetên kurd ên nêzî xwe bigire û hewil dide wan kesayetan bide pêş da ku bingeheke gelêrî bi dest bixe. Pêvajoya rêzebangên lipeyhev yên ku ji hêla nûnerên ENKSê yên mîna Ebdilhekîm Beşar û Nûrî Birîmo  ve derketin û tê de doza  vegerandina koçberan ne tenê li Efrînê lê belê li tevahî herêmên dagirkirî dikirin, tenê pêkanînek bû ji siyasetên dewleta Tirk re û bi rêya wan bangan dixwestin dagirkirina herêmên kurdî rewa bikin. Her wiha bi rêya vê banga vegerandina koçberan, hewil didin kiryarên çeteyan li wan hermên dagirkirî veşêrin û ji raya giştî re bidin diyarkirin ku herêmên dagirkirî biewleh û aram in û tu binpêkirin li wan deveran pêk nayên.

Brahîm Biro (endamê têkiliyên derve yên ENKSê) li ser vê yekê bi van gotinên xwe tekez kir: “Gerek e efrînî vegerin Efrînê. Çimkî di bin sîwana ofîsên ENKSê yên li Efrînê, tu binpêkirin û kiryayên neexlaqî tune ne.” Her wiha wisa berdewam kir: “Xizmetguzarî û dabara jiyanê di bin sîwana komên  li Efrîn û Serê Kaniyê de, ji ya herêmên di bin desteseriya Rêveberiya Xweser de bi gelekî baştir e.”  Dibe ku ev yek di civîna dawî ya nûnerên ENKSê û şêwirmendê siyasî yê Birîtanyayê li Stenbolê di dawiya meha borî de, baş diyar û zelal be. Di wê civînê de li ser rêbazên vegerandina koçberên kurd bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hat tekezkirin û QSDê tewanbar kirin ku rê li ber vegera koçberan digire, nemaze koçberên ku li kampa Şehbayê dijîn. Lê wan ji bîra xwe dibir ku koçberên vedigerin rastî çi binpêkirinan tên. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a li Efrînê,  malbatên ku vegeriyan Efrînê bi mebesta fidyetê û şantajkirina xizmên wan, rastî revandinê hatin û ew li deverine dûrî gundên wan bi cih kirin.

Li gorî daneyên borî, daxwazên dubarekirî yên ENKSê yên der barê vegera koçberan bi warên xwe, dê bi ser nekevin; çimkî baweriya hejmareke gelekî mezin a koçberan baweriyê bi wan nayîne. Her wiha angaştên wan berovajî tiştên li ser erdê li herêmên dagirkirî diqewimin; her wekî avakirina mêtingehan, siyaseta tirkkirinê û berdewamiya binpêkirinên der heqê kesên li gundên xwe mane de, guhertina xaknîgariya herênê bi rêya rakirina goran, birîna daran û hilweşandina şûnwarên gund û gorên êzîdiyan, avakirina dîwaran, damezirandina baregehên leşkerî û ji bilî wan.

زر الذهاب إلى الأعلى