ANALÎZ

Kirîza enerjiyê û bandora wê li Ewropa û Rûsyayê

Kirîza enerjiyê û bandora wê li Ewropa û Rûsyayê

Xuya ye ji ber kêmbûna dahatên enerjiyê û bi taybet xazê, zivistaneke zehmet li pêşiya Ewropayê ye. Ev yek jî dê bandora xwe li gelên ewropî bike. Ev yek  jî bi rêya bilindbûna nirxê madeyan û lêçûnên dabarê, dê bandore li asta dabara jiyanê bike. Dibe ku ev yek jî bandoreke neyînî li hikûmetên ewropî bike û êdî nema karibin çareserîne bilez bibînin da ku ji bê aloziyê derkevin. Ewropa bi rêya hejmarek xetên xazê nêzî %40 ji xaza xwezayî ya ku ew xerç dike, ji Rûsyayê tîne, wate, nêzî 175 milyar mitir kab.

Piştî êrîşa Rûsa ya bi ser Ukraynayê de, dewletên Ewropî siyaseta cezayan li dijî Rûsyayê bi kar anîn. Ev ceza ji bo hejmarek sedem bû, hin ji wan ev in: ji ber destwerdana wê ya leşkerî di Ukrayna de, dûrxistina Rûsiya ji  sîstema cîhanî (weke cemsereke duyem), peydakirina berdêlên xaza wê da ku xwe ji pêrewatiya wê rizgar bikin. Van siyasetan hişt ku Rûsiya jî faktorên cezayî li dijî dewletên ewrpoî bimeşîne û qasiya xaza ku dida wan kên bike û di hin xetan de xaz bi yek carê sekinand, her wekî xeta Nord Strîm. Vê yekê jî hişt ku dewletên ewropî hin pêngavan biavêje, her wekî kêmkirina bikaranîna enerjiyê, xebitandina îstgehên navokî yên ku hatibûn sekinandin, xwespartina li jêderên enerjiyên ên ku tên nûkirin û xwespartina li xaza amerîkî ji bo dagirtina xezanên xwe, da ku berî zivistanê xaza lê kêm derketiye, peyda bike. Tevî ku ev rêkar pir girîng in jî , lê qutkirina Rûsiya ji xaza xwe re li ser Ewropa ji karîna wê zehmettir e. çimkî hê ji sala 2014 an ve hewildanên Ewropa hebûn ku berdêlinan ji xaza rûsî re bibînin, lê hewildanên wê bi bin ketin, li şûna wê dahatên xaza rûsî li Ewropa zêdetir bûn û  xetine nû yên xazê hatin damezirandin (Nord Strîm 2).

Xuya ye dewletên ewropî rijd in ku berdêlên xaza rûsî bibînin da ku ji pêrewtiya wê rizgar bibin. Dibe ku Yekîtiya Ewropî hin projeyan vejîne yan jî bi pêş bixe, yek ji wan projeyan jî Naboko, bipêşxistina projeya Tanab a ku xaza Ezerî bi rêya Tirkiye dibe Ewropa û bi rêya zêdekirina hilberîna xeta Xaza rojhilatê Deryaya Spî ku dibe ev proje bibe projeya veguhestina xazê ji rojhilatê Deryaya Spî ber bi Ewropayê ve. Ew jî bi rêya damezirandina xetekê ku xaza Misr, Israîl, Qubrisê bi Yûnanê ve girê bide û  paşê bi Ewropayê ve. Her wiha projeya “boriyên ku Çolistanê derbas dike. Ev xet ji zeviyên başûrê Nêcîriyayê tên, derbasî Nêcîrya, Cezair û paşê Ewropa dibe. Her wiha projeya veguhestina xazê bi rêya berava Etlentî ji dewletên rojavayê Afrîkayê (Nêcîryayê

Lê belê Rûsya ji van projeyan ne bidûr e. Ew baş bi metrisiya van projeyan li ser xaza wê ya bo Ewropa dizane. Ji ber wê ew dixwaze xwe hêzdariya xwe li Afrîkayê fereh bike. Ew jî bi du rêyan; yan xurtkirina têkiliyên xwe bi dewletên ku dibe bibin berdêla xaza wê (her wekî  Cezaira ku vê dawiyê tev li koma Brîks bû, her wiha Misr û Îran  di bin benda berjewendiyên hevbeş û damezirandina sîstemeke cîhanî ya pircemser ku desteseriya rojavayî lawaz dike.) yan jî bi rêya lidarxistina girêbestan bi beşgeha Xazbrom a rûsî û dewletên afrîkî re û xurtkirina têkiliyên xwe bi Tirkiye re, nemaze ji ber ku Tirkiye dixwaze bibe navenda veguhestinaenerjiyê ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropa ve. Ev destwerdana rûsî di demekê de tê da ku dewletên ewropî yên ku dixwazin berdêla xaza wê bibînin, tengezar bike.

Çawa ku mijar ne tenê girêdayî dîtina xazeke berdêk ji xaza rûsî re, di heman demê de gelek pirsgirêkên din li benda Ewropa ne eger ew dev ji xaza rûsî ya nêzî xwe berde. Hin ji wan ev in:

  1. Pêşbazî û hevrikiya di navbera dewletên ewropî li ser jêderên enerjiyê yên nêzî wan, her wekî bakurê Afrîka bi taybet Cezair. Ev yek dibe ku nakokiyan di navbera wan dewletan de peyda bike (her wekî nakokiyên di navbera Îtalya û Ispanya li ser xaza cezairî û di navbera Fransa û Almanya li ser projeya Mîd Kat; ku Fransa dijberî projeya kişandina Almanya ji xeteke xazê bi Ispanya re ye). Ev ji bilî nakokiyên di navbera dewletên ewropî de li ser cezayên ku li ser Rûsya tên sepandin û bandora wan li aboriya van dewletan.
  2. Cudahiya mezin di navbera nirxê xaza rûsî û amerîkî de. Eger jêderên xazê yên nêzîk tune bin û bi awayekî mezin ev dewlet xwe bispêrin xaza amerîkî, wê hingê dibe ku ev yek bandorê li bilindbûna nirxê hilberînên ewropî bike û di encamê de jî ew ê nikaribin xwe li ber hilberînên biyanî bigirin û ev yek jî dê gelek beşgehên ewropî rastî iflasê bîne (eger siyaseteke alîkariya hikûmî tune be ku beşgehên xwe ji iflasê biparêze). Ev yek jî tê wateya terxandina van hikûmetan ji beşekî ji budceya xwe ji bo beşgehan. Jixwe ev bilindbûna nirxê madeyan û kêmbûna dahatan, dê  bandorê li dabara jiyana niştecihan jî bike.
  3. Rûsiya bi rêya kêmkirina daçûnên xwe yên xaz û betrolê ji bo bazarên cîhanî, dikare destwerdanê di nirxê enerjiyê de bike, çimkî ew yek ji dewletên herî mezin e di biwarê xaz û betrolê di cîhanê de.
  4. Vegerîna şerê sar û zêdebûna çekdariyê di Ewropa de da ku li hemberî metirsiya rûsî amade bin û vegerîna wîsayeta amerîkî li ser Ewropayê.

Tevî ku wekîlê  ewropî yê karûbarên aborî “Pawlo Centîlonî“ berî niha tekez kiriye ku eger xaza rûsî bi yek carê were sekinandin, Yekîtiya Ewropî baş amade ye. Ew jî bi saya hilandinê û rêkarên aboriya enerjiyê. Bi domandina sepandina cezayan li ser Rûsiya (ji ber şerê wê yê li dijî Ukrayna) û rawestandina hawirdekirina betrola xam a rûsî û hewildanên koma dewletên rûsî dayinin da ku dahatên şerê Mosko yê li dijî Ukrayna kêm bikin, di vê demê de dewletên ewropî dê xwe bispêrin dahatinên xaza amerîkî û Rojhilata Navîn û avakirina hin projeyan ji  xazê da ku beşekî ji pêdiviyên xwe peyda bikin û xezanên xwe berî zivistanê bi xazê dagirin. Ji ber wê jî, di rewşeke ku berdêlên ku pêdiviyên Ewropa yên xazê romal bikin têrê nakin, dahatên xazê yên bo Ewropa dê nehedar bin û  dê rewşa aborî kambaxtir bibe û bêkarî û daketina nirxê yoro û cinêhê istilînî zêdetir bibe. Di heman demê de cezayên ewropî bandorê li Mosko dikin, nemaze di berdewamiya şerê wê yê li dijî Ukrayna, çimkî  ev yek dê bandora cezayên ewropî li ser aboriya wê bileztir bike.  Tevî ku Mosko dikare berdêlên bazarên ewropî bibîne (nexasim li Çîn û Hindê û hin dewletên din jî), lê ew ê di bin pêrewtiya wan dewletan de be ji aliyekî ve û ji aliyê din ve ew ê xaza xwe bi nirxekî araztir bifiroşe  û ev yek dê bandorê li aboriya wî bike. Ji aliyekî din ve, jidestdana desteseriya xweya li ser bazarên xaza ewropî, dê bandorê li giraniya wê ya siyasî di cîhanê de bike.

Di vê derbarê de, her du alî li hemberî kirîzên aborî ne. ji bo ku ji vê arîşeyê derkevin û  berî ku bigihêjin qinaxeke bêçare, gerek e dest bi diyalogên aştiyê di navbera Ukrayna û Rûsiya de were kirin û levkirinek di navbera Rûsya û dewletên ewropî de jî were pêkanîn û hemû li ser maseya diyalogê rûnin da ku aloziyê bi dawî bikin û çareseriyekê navîn bibînin (her wekî vekişîna Rûsya ji hin deverên ku li Ukryanayê dagir kirine û refrandom li  kantonên Donîtisk û Lohansk neyê kirin û careke din  xaz bo Ewropa were şandin û li hemberî wê  ceza li ser Rûsya werin rakirin û alîkariya leşkerî bo Kêf were sekinandin. Lê pirsgirêk di wê yekê de ye ka kî bi ser ket û kî bi bin ket, çimkî ev yek xwedî bandoreke mezin e li hundirê her du aliyan û ev yek dihêle levkirin di navbera her du aliyan de di dema niha de zehmet bibe. Lê eger dewletên ewropî pirsgirêka xazê di werzê zivistanê de derbas kirin û li ser sekinandina dahata xaza rûsî rijd man û Rûsya çareseriyek ji bo derketina ji arîşeyê nedît û cezayên rojavayî berdewam kirin û eger tu çareserî ji bo aloziyên nehatin dîtin, wê hingê dê tu bijarte li pêşberî Rûsya nemînin ji bilî bijarteya leşkerî û zêdekirina operasyonên xwe li Ukraynayê da ku barê dewletên rojavayî zêdetir bike (bi rêya dana çek û pereyan bo Kêf). Di encamê de jî eger çareseriyek ji bo nakokiya heyî ya di navbera Rûsya û welatên rojavayî de neyê dîtin, civaka navneteweyî li hemberî aloziyeke aborî ye ku dibe rewşeke aborî ya xerab û sar bi xwe re bîne û çekdariyê zêde bike.

زر الذهاب إلى الأعلى