ANALÎZ

Dewleta Sûrîyeyê ji bibinketinê ber bi tawanbarkirinê ve

Rêjîma Beisê ji destpêka kirîza Sûrîyeyê ve şopa hinardekirina kirzîa hundirîn ber bi derveyî deverên kontrola xwe digire û alîyên çalak yên li ser erdê tawanbar dike, her wiha berê nêrînên xelkê yên li deverên kontrola wî, li hundirê Sûrîyeyê, ber bi bakur û rojhilatê Sûrîyeyê ve dide.

Berî ku tu hêzeke sîyasî li bakurê Sûrîyeyê yan jî tu navgîneke ragihandinê li deverên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê behsa nûçe û dengûbasa vekirina ofîseke nûnertîya Rêveberîya Xweser li Cinêfê li Swîsreyê bike yan jî ragihîne, di cih de Ajansa Nûçeyan ya Sûrîyeyê danezana Wezareta Derve ya Sûrîyeyê weşand ku wezaretê tê de vekirina nûnertîyê şermezar kir û Rêjîma Sûrîyeyê, Rêveberîya Xweser bi cudaxwazîyê û piştgirîya ajandayên derveyî ku aramanca wan ajandayan rûxandina serwerîya Sûrîyeyê ye, tawanbar kir. Bi ser ve zêde jî Swîsre bi bibinpêkirina irfên navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî tawanbar kir.

Jixwe ev gava han û şêwazê berevajîkirina rastîyan, şêwazek e ku Rêjîma Sûrîyeyê ji destpêka kirîza Sûrîyeyê ve bi kar diîne; ew jî hewldanek e da ku pê têkçûnên xwe yên sîyasî û diblumasî binuximîne.

Ji alîyekî din ve, dema mirov dihnê xwe bide maweyê ku Rêjîmê jê dest bi reşkirina Rêveberîya Xweser kiriye û heta roja îroyîn, heke em van deh rojên dawîn bidin ber mehên derbasbûyî, em ê bibînin ku ev deh roj gelek pêngavên reşkirina Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji alîyê alavên ragihandinê yên Rêjîmê ve û bi taybetî Ajansa “Sana”yê, dihewînin. Jixwe mirov nikare wê bijardeyê bi dûr bixe ku destê Rêjîma Beisê yekser di hin rûdanên kuştin, binçavkirin û windabûnê de yên ku li deverên Hesekê û Şedadê qewimîn hebû. Wê hingê Rêjîmê rê ji wê gotinê re xweş dikir û belav dikir ku ewlekarî li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê ji bin kontrolê derketiye. Her wiha di hemû bultenên ragihandinê de flaş diavêt li ser têgiha ku QSDê girêdayî hêzên Amerîkayê ye. Mirov ji vê yekê dikare tê bigihêje ku Rêjîmê bêhtir bi van bultenan xîtaba xelkê li hundirê Sûrîyeyê dike û bi zanebûn Rêveberîya Xweser reş dike.

Li milekî din, hewldanên Rêjîma Beisê yên sînordarkirina kirîza aborîyî ya li hundirê Sûrîyeyê ku vê dawîyê gihiştibû tixûbên berava Sûrîyeyê û nîşaneyên wê li parêzgeha Tertûsê derketibûn berdewam bûn. Lê dîsa Rêjîmê QSD û Rêveberîya Xweser tawanbar kirin ku ew li pey wê kirîza aborîyî ne. Bi vê gavê, Rêjîm dixwaze hundirê Sûrîyeyê bihedinîne û kînê li hember deverên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê û bi taybetî Rêveberîya Xweser zêde bike.

Di encama tengasîyên ku deverên Rêjîmê di wan re derbas bûn de, li dawîya meha çûyî hin kesayetên sivîl û êlî – wekî ku ew angaşt dikin- li başûrê Minbicê – deverên di bin kontrola wê de – derketin û wêneyê serokê Rêjîmê, Beşar el-Esed, û al û beyreqên Rêjîmê hildan, her wiha doza derbasbûna Artêşa Sûrîyeyê li bajarê Minbicê kirin. Tiştê balkêş axiftina wan kesayetan bû yên ku derketine xwepêşandanê ku hejmarek ji wan di vîdyoyekê de ku li ser rûpelên medyaya civakî belav bû, behsa pêwîstîya derxistina “kurdan” ji Minbicê kir, her wiha behsa serederîya bijarde ya ku angaşt dikin ku bi kurdan re dibe kirin, li hember paşguhkirina rola ereban. Têgihên ku van xwepêşanderan gotin heta radeyeke mezin dişibin xîtaba ku Rêjîma Beisê di rojên derbasbûyî de dida.

Di çarçoveya tevgerên Rêjîmê de yên li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê, vê dawîyê çend rûdanên armancgirtina yekser ji QSDê re pêk hatin. Ev armancgirtin bi rêya hin kesan pêk dihatin ku li ser matorên duteker nîşana xwe ji siwareyên leşkerî yên QSDê dianîn. Çalakîya wan ya dawîn jî li bajarokê Cideydet el-Igêdat yê li gundewarê rojhilat yê Dêrezorê bû. Ji şêwaz û deverên armancgirtinê mirov tê derdixe ku piranîya çalakîyan li wan deveran pêk tên ku nûnerên teswîyeyê yên girêdayî Rêjîmê li wan tev digerin; her wekî “Cideydet el-Igêdat, Cideydet Bekare, Şihêl û Zîban”. Ev dever li ser Çemê Feratê cih digirin û piştî ku çalakî pêk tên ew şaneyên veşartî ber bi deverên Rêjîmê ve direvin. Ev şaneyên han matorên duteker di hemû çalakîyên xwe da bi kar diînin û ev gava han ji alîyê hin birêxitinên leşkerî yên îranî ve ji bo endamên wan dihat perwerdekirin her wekî “Parêzvanên Şorşeger yên Îranî û Hizbela ya libnanî”.

Ji xalên navbirî mirov dikare bibêje ku hewldanên Rêjîma Beisê ji bo bandorkirina di milê sîyasî yan diblumasî de li ser Rêveberîya Xweser têk çûn û destkeftîyên leşkerî, ewlekarî û aborîyî yên li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê di mehên derbasbûyî de pêk hatin, kir ku Rêjîma Beisê berê tîrên xwe bide deverên Rêveberîya Xweser û bi taybetî gel armanc bigire da ku bawerîya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê bi Rêveberîya Xweser û QSDê bişkîne.

زر الذهاب إلى الأعلى