ANALÎZ

Pêvajoya Leşkerî Ya Xurtkirin Û Bihêzkirina Ewlehîyê Li Dêrazorê

 

Çawa HSD (HSD) bi karê xurtkirin û bihêzkirina ewlehîyê yan jî çakkirina ewlekarîyê li hemû herêmên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhelatê Sûrîyê rabû nemaze li herêma Dêrazorê; alava ragehandinê ya alîyên dijberî Rêveberîya Xweser dest bi berhemgirtina şerê li dijî endamên Daişê ji bo xurtkirina ewlehîyê li wê herêmê kir, ew jî ji bo vî şerî bikin nakokîyên ayînzayî (mezhebî) ku armanca wê qewmandin şerekî Kurd-Ereban li wê herêmê ku ew jî dikeve xizmeta bernamekarên wan yên teng li herêmê.

Herêma Dêrazorê nemaze Baxoz, kozika dawî ya rêxistina Daişê ya terorîst bû, li wir rêxistina Daişê hate jinavbirin, lewra li herêmê û li çolistana Sûrîyê, hêj şaneyên rêxistina terorîst Daişê lê pir in, her wiha herêma Dêrazorê ku piranîya wê Ereb in, pêkhateyeke cûrbicûr ji peywendîkirinên siyasî ye ku pehra pirtir ji wan piştgirîyên HSD dikin ku piştgirîyê li pêvajoya xurtkirin û bihêzkirina ewlehîyê li herêmên wan dikin, her wiha hindek alî jî hene ku bi bernamekarîya Tirkîyê ve pabend in ku girêdanên wan yên xurt bi şaneyên rêxistina terorîst ya Daişê re hene, jixwe alîyên din jî bi rêjîma Îranê ve pabend in; nemaze piştî pêvajoya belavkirina Şîîkirinê ya mezin ku li herêmên di bin deshelata Rêjîma Sûrîyê de li Dêrazorê û gundewarên wê yên li Bakur pêktên, ev alî hemû ji bilî alîyên piştgirîyên HSD hewl didin ku herêmê ber bi şerekî di nav Kurd û Ereban de bibin, yan jî ji bo şerekî ayînza li herêmê rû bide ku karibe Rêveberîya Xweser û hêza wê ya leşkerî lawaz bike, ku di dawîyê de jî bernamekarîyên xwe li herêmê cihbicih bike.

Pêvajoyên leşkerî yên ku HSD li gundewarê Dêrazorê dike, hemû şervanên wê ji Erebên herêmê ne û hemû rihspîyên êlên Ereban, piştgirîya vê pêvajoyê dikin, lewra serkirdayetîya Meclisa Sûrîya Demoqratîk (MSD) tev Kurd, Ereb, Aşûrî û Suryanî, taybetîya herêmê nas dikin ku alîyên dijber çi ji destên wan were ji bo çêkirina gelacîyeke ayînzayî li herêmê dê bikin, bi taybet ku rêjîmê berî niha heta radeyekê piştî bûyerên 2004, dikarîbû gelacîyê bixe di navbera Erebî – Kurdî de ku hêj jî alîyên dijber li ser vê têlê dilîzin. Lê belê li ser vî karî tenê dijberên Rêveberîya Xweser ranawestin, lê hewl û xebatê dikin ku gelacîyekê Erebî – Erebî (gelaciyeke êlî) li herêmê çêkin.

Binpêkirinên ku hindek alîyên piştgirên Îranê, rêjîma Sûrîyê û Tirkîyê pê radibin ji “sepandina bacan, qaçaxîtîya çek û heyberên hişber û kuştina kesayetîyên ku piştgirîya Rêveberîya Xweser yan jî pabendîyê pê ew dikin, ew jî tevî firehbûna şaneyên Daişê”, bandor li rewşa ewlekarîya herêmê kirin, vê rewşê hişt ku rihspîyên êlên Erebî piştgirîya pêvajoya HSD a xurtkirin û bihêzkirina ewlekarîyê li herêmên wan û paqijkirina wê ji van ziyankaran kirin,  ji ber vê yekê HSD hêj jî di pêvajoya çaksazîyê de berdewam e, ew jî ta ku herêm ji hemû kesên ku hewl didin ziyanê bigehînin tevna civakî were paqijkirin û werin girtin û rê li ber hemû alîyên ku hewl bide di pêşerojê de alozîyê derxîne bigire. Helwesta wê di vî warî de, ji bo parastina herêmê û rûbirûbûna her hewlek ji bo afirandina galacîyan domdar e.

Vêca rêjîma ku giranîya kirîza aborî pişta wê xwa kirîye û xwepêşandanên ku li herêmên Sûrîyê yên di bin destên wê û li Siwêda ji ber rewşa jiyanî ya zor û kiryarên dezgehên rêjîmê yên nebaş ku bangên wan veguherî guhertina Rêjîmê, li gel Rûsîya û Îranê dibîne ku çêkirina gelacîyekê ayînzayî bi rêya hindek serokêlên alîgirên Rêjîmê li Dêrazorê, dê fişareke gelêrî  li ser sivik bike, êdî Rêjîm bawer dike ku bi çêkirina şerekî ayînzayî di navbera Kurd û Ereban de li herêmên Rêveberîya Xweser û livandina milîseyên wê yên bi nav Eldîfaûlwetenî, dê dikaribe aramî û ewlekarîya herêmê têk bibe û tevlihev bike, hingê dê hêzê werbigire ku vegere herêmê, destê xwe deyne ser û Amerîkayê neçar bike ku ji Sûrîyê vekişe.

Jixwe ji alîyê Tirkîyê ve, dudilîyê nake ku tiştên li Dêrazorê diqewimin, bi kar bîne û bi pêvajoyên leşkerî yên terorîst li dij Encûmena Leşkerî ya Mibicê rabe, da ku hindek gund li herêma Minbicê dagîr bike, qada pêvajoyên xwe yên leşkerî û terorîstî li herêmên Rêveberîya Xweser berfireh bike, her wiha ji bo ku bala HSD ji pêvajoyên xwe yên xurtkirin û bihêzkirina ewlehkarîyê li Dêrazorê û herêmên mayî mijûl bike, ev ji alîyekî ve, lê ji alîyê din ve jî, da ku nerîna cîhanê ji pêvajoyên guhertina demografîk dûr bixe ku di van demên dawî de zêde bûne, ew jî ji bo Bakurê Sûrîyê bi temamî tevlî dewleta dagîrker ya Tirkîyê ve bike.

Di vê çarçoveya teng de, serkeftina HSD di pêvajoya çaksazîyê de, dê herêma Dêrazorê bi taybetî û herêmên Rêveberîya Xweser bi giştî ji gelacîyekê Kurdî – Erebî û Ereb – Ereb dûr bixe, vêca alîyên dijberî Rêveberîya Xweser dudilî nabin ku tevlihevîyeke ewlekarîyê li herêmê çêkin û pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd, Aşûrî û Suryanî ew bêtir dê ziyanên mezin bikşînin, her wiha derfetê li ber dewleta Tirk ya dagîrker û şaneyên wê yên Daişê vedike, ew jî ji bo ku herêmien nû dagir bike, yan jî rê bide Rêjîm, Rûsan û Îranîyan ku serwerîya xwe li ser herêmê bisepînin û xêr û bêrên wê talan bikin, her week ku li herêmên desthelata Rêjîmê rûdabû, jixwe şehîdbûna sivîlan li gundewarê Dêrazorê nîşaneyeke ku ew alîyên dijber, destên wan di tevlîbûna sivîlan di nava vî şerî de heye, ew jî da ku gelacîyeke Kurdî – Erebî û Erebî – Erebî bi lez û bez li herêmê li dar bixe. Ji lewre aramîya herêmên Bakur û Rojhelatê Sûrîyê û serkevtina pêvajoya xurtkirina ewlekarîyê ya ku HSD pê radibe, ew ji bo aramîya hemû xaka Sûrîyê ye û rê nade ku Sûrîyê bikeve kirîzeke nû ku êşa gelê Sûrîyê zêde bike ku berê di bin barê hejarîyê de maye piştxûz, her wiha ew weke li dijî çavpirçîya Tirkîyê di parçekirina xaka Sûrîyê de û tevlîkirina Bakurê Sûrîyê bi ser erda Tirkîyê ve, keleheke asyê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى