ANALÎZ

Şerê Rûsya-Ukrayna..Û encamên erênî

Herêmên rageşî yên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, ne dûrî buyer û  kirîza li Ukraynayê diqewime ne , û yek ji encamên hevrikiya di navbera NATO û Rûsyayê de ye, û ev kirîz ji aliyê sedem, armanc û stratejîk ve bû kirîzeke navdewletî. Ji ber vê yekê qada navdewletî derbasî qonaxeke nû bûye. Bêguman dê bandora wê li ser rewşa herêmê û dosyeya Sûriyê jî bi taybet hebe, ji ber her du alî hebûna wan a di vê dosyeyê de heye.

Di vê çarçoveyê de, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava hesabên stratejîk ên girîng ên Emerîka û Rûsyayê de ye, ji ber hebûna hêzên leşkerî yên her du welatan li vê devera cografîk a ku bûye qada pêşbazî û nakokiyê beriya şerê li Ukraynayê û ger ev kirîz li wir dirêj bike, dibe ku rakêşanên nû derbarê Rêveberiya Xweser de çêbibin. Di vê çarçoveyê de jî nîşaneyên dawî yên ku ji hêla rayedarên Rûsya ve li ser girîngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di xebatên Komîteya Destûrî de, Serdana rayedarên Emrîka di hefteya duyemîn a şerê li Ukraynayê ji herêmê re û tekeziya wî li ser berdewamkirina şerê li dijî terorê û gengaziya kêmkirina encamên neyînî yên Cezayên Qeyser li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di nîqaşên di navbera şandeya Emerîkayê û nûnerên “MSD û QSD” ê de, hemî tekez dikin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihekî navendî ye û nîşaneke girîng e ku di qonaxa bê de divê em berê xwe bidin hemû aliyan û ji nû ve qadên desthildariyê ava bikin.

Bidestxistin û kontrola qadên serweriyê, dê taybetmendiyên herî girîng ên qonaxa nû be, ji ber ku kirîza Ukraynayê hewldanên Rûsyayê yên ji bo şikandina hegemonya yekalî ya Emerîkayê, piştrast kir, û hêza dewletên ku li dijî hegemoniya Emerîkayê xurtir kir, ev yek jî dê bibe sedem ku Emerîka siyasetên xwe yên derve û nezelal li beramber hevkar û hevalbendên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike, û dê hewldanên xwe ku weke lîstikvanekî serwer di sîstema navdewletî de bidomîne, di heman demê de jî dê guhertina hêmanên hegemoniyê ji bo astengkirina xurtbûna hêzên din bidomîne, û her sîstemeke borseya aborî ku gengaz e weke alternatîfek ji sîstema SWÎFT re be dê têk bibe, ji ber ku çeka cezayên Emrîka ku li dijî welatan bikar tîne û bi taybet jî Rûsya di şerê li dijî Ukraynayê de, bankên Rûsyayê armanc kir û ew ji sîstema diravdaniya cîhanî SWÎFT dûrkir, bi armanca têkbirina her mekanîzmeke danûstendina bi sîstemeke diravî taybet di navbera welatên cezakirî de, ev yek jî bi armanca astengkirina avakirina her sîstemeke diravî altirnetîf ji sîstema SWÎFT re, ev şerê heyî stûnên sîstema navdewletî hejandiye û jihevketina têkiliyan di navbera hevalbendan de nîşan daye, Nêrîn û helwestên siyasî yên Almanya û Frensa derbarê şerê li Ukraynayê ji yên Brîtanya û Emerîkayê cuda ne, ji ber ku ew bi cûreyeke nermbûnê di danûstandinê de û pêşxistina zimanê diyalogê û aştiyê li şûna aloztiyê tê naskirin, her weha Fransa û Almanya ji encamên neyînî ditirsin, wek lêçûna giran a çavkaniyeke alternatîf ji enerjiya Rûsyayê ji Ewropa re, di heman demê de Brîtanya û Emerîka bi şandina cebilxane û desteka leşkerî ji hêzên Ukraynayê yên ku li Kiyêv û bajarên din şer dikin û diparêzin, aloziyê zêdetir dikin, siyaseta Rûsyayê ji neçaretiyê berjewendiyên aliyên ku dijberî wê, çi li Ewropa yan jî li Rojhilata Navîn dixe bin gefê, ji ber ku siyaseta sermayedariyê ya Rûsyayê û asta serweriyê wê neçar dike ku hegemoniya xwe berfireh bike, an jî bi demê re wê têkbiçe û paşve vekişe. Mijara duyemîn jî ew e ku Çîn desteka wê di destwerdan û kontrolkirina Ukraynayê de bike.

Ev mijar hemû dihêle ku Sûriyê bi awayekî din bibe qadeke guncav ji bo serweriyê, her wiha bibe  meydaneke guncaw ji bo kişandina aliyên cuda, ji ber ku şerê li Sûriyê di dirêjahiya deh salên borî de rewşa aborî û jiyanî têk bir, hêzên mezin “Emerîka û Rûsya” û piştî navdewletîkirina kirîza Sûriyê, û herêmên ku di bin kontrola Rûsya û Tirkiyê de, heta roja îro zelal in û dikevin çarçoveya lihevkirineke sê alî di navbera (Îran, Rûsya û Tirkiyê) de.

Tenê herêmên Rêveberiya Xweser dê girîngiya xwe bidomîne, ev herêm di nava sê salên derbasbûyî de xaleke girîng a hevsengiyê bû, piştî dagirkeriya Tirkiyê di Cotmeha 2019-an de ji Serê Kaniyê û Girê sipî re, û ketina hêzên Rûsyayê piştî hevpeymana bi QSD ê re, weke garantor ji bo ku şer dernekevin û astengkirina dagirkirina Tirkiyê ji herêmên din re, di heman demê de rola Emerîkayê piştî vekişandina beşek ji hêza wê tenê ji bo şerê li dijî şaneyên DAIŞ-ê, û parastina bîrên petrolê, Li ser sînorê bi Iraqê re, hate sînorkirin, vê hevsengiyê hanê, nehîşt ku “rejîma qirkirina ya Tirkiyê” bigihîje armancên xwe di têkbirina Rêveberiya Xweser de û dagirkirina herêmêne din, her weha armancên Rûsiya di hewldanên ji nû ve bihêzkirin rejîmê li vê herêmê û kontrolkirina wê ji petrolê re têk bir, tevî bazirên bi Tirkiyê re mîna ku li Efrînê qewimiya, ji aliyê din ve Emerîka hevkariya xwe bi QSDê re xurtir kir û piştrast kir ku tenê ev hêz dikare şerê terorê bike.

Di çarçoveya hemû mijarên ku hatine behskirin de , Pêşeroja Sûriyê û Bakur û Rojhilatê wê ji hemû îhtîmalan re vekirî ye û li gorî daneyên ku li jor hatine diyarkirin, mirov dikare bibêje ku herêmên Rêveberiya Xweser û di dema pêş de dê bibe qada hevkêşanê di navbera Rûsya û Emerîkayê de û dibe ku destwerdana Rûsya ji Ukraynayê re bibe sedema hin pêşniyaran ji hêla Emerîkayê ve ku armanc jê danpêdana bi awayekî neyekser bi Rêveberiya Xweser e, di nav de jî peymana ketina hin şîrketên Emerîkî ji bo veberhênana petrolê û çakirina bîrên petrolê, Rûsya jî dibe ku heman tiştî ji bo qezenckirina Rêveberiya Xweser û lawazkirina Emerîkayê di dosyeya Sûriyê de, pêşkêş bike, daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov jî di Sibata borî de ku tekezî li ser girîngiya beşdarbûna Kurdan di xebatên avakirina Komîteya Destûrî de ji bo amadekirina destûrekî nû ji Sûriyê re; di vê çarçoveyê de ye.

Heger Tirkiyê li aliyê Rûsyayê bisekine, dibe ku ev yek  bibe sedem Emerîka û Ewropa siyasetên xwe li hemberî Tirkiyê biguherînin û mîna Başûrê Kurdistanê danpêdanê bi Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, ji ber ku sîstema navdewletî dê di guhertinên girîng re derbas bibe û dibe ku careke din bibe encama derketina gelek cemseran.

زر الذهاب إلى الأعلى