ANALÎZ

Koalîsyona Niştimanî û hewldanên zivirandina wê

Daneyên heyî yên ku piştrast dikin ku ti hêzeke opozisiyona siyasî nîne ku bikaribe hêvî û daxwezên gelê Sûriyê pêk biîne berdewam dikin, bê guman ev daneyên heyî fişarê li ser weletên rojava dikin da ku lêkolîn û vekolînan li ser hêmanên guncaw ji bo pilan û pergalên altirnetîf ku bikaribin nûnertiya vîna gelên rikberiya Sûrî bikin çêbikin, weke altirnetîf ji hêzên ku cilê îslama siyasî li xwe kiribûn û bi ser neketin û ji rêya xwe zivirîn ji ber ku bi temamî xwe radestî Tirkiyê û Qeterê sponsorên sereke yên opozîsyonê kiribû, di heman demê de jî Sponsorên wê Qeter û Tirkiyê hewl didin wê dorpêç bikin û bi awayekî ku welatên rojava qebûl dike ji nû ve bizivrînin.

Belgeya ku beriya niha di derbarê guhertina Koalîsyona Niştimanî ji stratejiya xwe re li Sûriyê belavbû, bû sedema avakirina formeke li ser îhtîmala guhertina rêbaza berê ya Koalîsyona Niştimanî, Ji ber ku vê belgeyê yek ji armancên koalîsyonê eşkere kiribû ew jî guhertina reftara rêjîmê ye ku berovajî armancên ku ji bo wê koalîsyon hatibû avakirin e, ev guhertin di demekê de ku bendera Laziqiyê rastî êrîşa Îsraîlê hat çêbû, û pêkhateyeke ji Koalîsyona Niştimanî ew jî Birayên Misilmanan e ev êrîş şermezar kir, bê guman ev guhertina nû di helwesta Birayên Misilmanan de bi riya nîzîkbûna ji şepêla Îranê di hundirê Sûriyê de ji ber xetimandina asoyê li pêşiya Koalîsyona Niştimanî ye.

Ji alîyekî din ve belgeya civîna ku berpirsên bilind yên hikûmeta Turkiyê bi Serokê Koalîsyona Niştimanî Selim Elmuslet re lidarxistibû xuya kir ku Koalîsyona Niştimanî bi parçebûnê re rûbirû maye di navbera kesên  ku amade ne danûstandinan bi rejîmê re bikin û yên red dikin de û aliyekî din ê tundrew ku hemû şêwazên guhertinê red dikin, bê guman vê parçebûnê bandoreke mezin li hikûmeta demkî ya Koalîsyonê û binkeftina saziyên ku li herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî bi rêve dibe kir.

Di tekezbûna asta vê perçebûna di nav Koalîsyona Niştimanî ya opozîsyonê de, daxuyaniyên kesayetên girêdayî Koalîsyonê di derbarê însyatîfa nûnerê fermî yê karûbarên Sûriyê “Ger Pederson” li ser însyatîfa “gav bi gav” de destnîşan kirin ku yekgirtbûneke zelal di nav Koalîsyonê de nîne, ji bilî hewldanên hin kesayetan ji bo tekezkirina daxweza berdewamkirina Komîteya Destûrê tevî daxuyaniyên hişk ên Rûsyayê yên girêdayî hin xetên sor ku Koalîsyonê ew weke pêwîstî ji bo danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re pêk werin bi nav dikir.

Di encama nerazîbûna welatên rojava li hemberî tevliheviya opozîsyona Sûriyeyê û di nav de jî Koalîsyona Niştimanî, amajedana welatên rojava di îhtîmala hebûna alternatîfeke ku dikare bibe bingeha opozîsyoneke alternatîf ji Koalîsyona Niştimanî û opozîsyona Sûriyê re derket hole, ku hin kesayetên rojavayî behsa formeke ku dikare yekbûna bakur-rojhilatê Sûriyê û bakur rojavayê Sûriyê pêk bîne kirin, nemaze piştî danûstandinên dîplomasî yên ku welatên rojava bi Rêveberiya Xweser re pêk anîn, di vî warî de jî serokê berê yê Hevpeymana Alîkariya Emerîkî ji bo Sûriyê Ahmed Teriqjî û Mihemed Bekir Gîbs serokê rêxistina “Hemwelatîyên ji bo Emerîka ya bi Ewle û Aram“ ku li Emerîkayê ye, di raporekê de ku di kovara Nasyonal Interîst ya Emerîkî de hatî weşandin balkişandin ser îhtîmala peydabûna nêzîkbûneke sîyasî yan aborî ku bibe weke rêxweşkirinek ji bo avakirina pergaleke alternatîf ji bo opozisyona Sûriyê bi riya yekbûna bakurê Sûriyê.

Bi armanca derbaskirina rewşa nerazîbûna li welatên rojava li hemberî opozîsyona Sûriyê û bi hewldana rûspîkirina xwe, civînek ji aliyê kesayetên opozîsyonê û bi kordînasyona Tirkiye-Qeterê li Dohayê hat lidarxistin û yek ji pêşnîyarên herî berbiçav ku di encama civînê de encam da axaftina Rûsî-Tirkî-Îranî ya li ser herêmên germ li Sûriyê hat pejirandin, nemaze li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her weha hewldanek ji bo razîkirina Emerîka, Birîtanya û Fransayê jî bi rêya teqezkirina rola opozîsyona Sûriyê di pêkanîna biryara 2254 de derkete hol.

زر الذهاب إلى الأعلى