Alozîya Sûrîyê ya ku 13 sal li dûv xwe hiştin, bi ketina El-Esed re barekî giran hişt. Bi tevî ku niyetin durist jî di vî alîyî de hene; lê belê Sûrî di nava deryayeke nakokî û alozîyan de hiştiye, çi ku pirsgirêka Sûrîyê nema tenê karûbarekî taybet bi sûrîyan e, lê belê bûye karûbarekî têkildarî dewletên herêmî û navneteweyî ku di Rojhilata Navîn û Sûrîyê de xwedî berjewendîyên binakok in. Her yek ji van hêzan, xwedî wekîlin ku li ser erda sûrî wan li gor armanc û ajendeyên xwe dilivîne ye. Lihevanîna van berjewendîyan û berjewendîya sûrî, bêyî neştergerîyin qeyserî ku bikarin vê goştpereya ku hîn tu taybetîmendîyin ji bo nasandin an jî destnîşankirina nasnameya wê tune ne, ne hêsan e.
Berîya ku em xwe berdin kûrahîya siberoja Sûrîyê û rêzikirinên wê, elbet divê em vegerin rewşa ku li Rojhilata Navîn ji 2011an ve çêbûye. Bûyeren ku ji destpêka tişta bi navê Buhara Erebî di 2010-2011an de çêbûn û çedibin, ji hev ne qut in û weke zincîrê bi hev ve girêdayî ne; ku di dawîyê de digihêje pêkanîna tişta ku hêzên navneteweyî li gor projeya “Rojhilata Navîn a Nû” ya bi armanca jinûvesazkirina Rojhilata Navîn li gor nêrîna xwe, danîbû. Çirûska wê ji Tûnisê gava Mihemed Boezîzî ji ber rewşa jiyanî agir bi canê xwe xist, dest pê bû. Wî nedizanî ku dê agirê canê wî bibe çirûska şewitandina tevaya Rojhilata Navîn û li gor wê rêjîmên erebî weke kevirên Domîno ji Tûnistê ber bi Lîbya, Misir û Yemenê heyanî Sûrîyê ku 13 salan vî agirî tê de ji wêranîyê pê ve tiştek nehişt, meşiya. Piştre jî ev agir ber bi Xeza û Libnanê ve meşiya ku ev her du qad bibin destpêka nexşekirina tişta ku divê herêm li gor wê be. Ji ber ku kurd weke gel û doz, ji mezintirîn dozên siyasî yên li Rojhilata Navîn in, elbet dê di van rêzkirinan de beşek be; lê belê çawa? Û rola wî tê de çi ye?
Alavên Wêrankirina Herêmê Û Jinûvesazkirina Wê
Di sala 2003yan de rêjîma Sedam Hisên li Iraqê li ser destê artêşa Amerîkayê hilweşiya û piştre şîîyan û li kêleka wan jî hêzên kurdî û hinek hêzên sinî yên lawaz, ferwerî di destê xwe de girt. Li gor rêgeza “Parkirinê” di navbera her sê alîyan de navend û pileyên dewletê hatin belavkirin. Ev yek bû sedema ku bertekeke tund ji alîyê erebên sinnî ve yên ku xwe di bin ferwerîya şîayê de dîtin, derkeve. Li gor wê jî, tevgerên sinnî yên tundrew weke rêxistina El-Qaidê bi serkêşîya Ebû Miseb El-Zerqawî û bermahîyên partîya Beisê ku hat qedexekirin, derketin holê. Van rêxistinan ji ber terorê berê Iraqê da tuneleke tarî û qada iraqî veguherand qadeke rakişandina hemû cureyên cihadîyan. Her wiha Sûrî jî ji bo hemû kesên dixwazin li dijî hebûna amerîkî cihadê bikin, veguherand korîdoreke ewle. Ji ber ku rêjîma Sûrî ditirsiya ku di nava ajendeyên amerîkî de, piştî Iraqê ew armanc be, ev yek pêk anî.
Hilweşîna Bexdayê geşbûna tevgerên islamî yên cihadîst û Ixwan El-Mislimîn li herêmê xurt kir. Êdî rêjîmên ku xwe zanistdar didîtin jî, derîyên xwe li pêşîya ramana olî ya tundrew û cihadî fireh vekirin. Mîna Sûrîyê ku tê de serbazgehên kombûna cihadîyan hatin xuyakirin û dikeyên mizgeftan veguherîn dezgehên ragihandinê yên ji bo cihada li dijî Amerîkayê.
Di sala 2002yan de stêrka serokê tirkî Erdogan weke kesayeteke islamî ya nerm ku bawerî bi demokrasî û nasnameya zanistdar a Tirkîyê tîne, çirisî. Erdogan weke serekê AKPê gavin hundirîn û derveyîn avêtin ku ew -weke partîyeke islamî- dikare lihevhatinê di navbera Islama siyasî û pênaseyên demokrasî, mafên mirovan û vebûna bi ser dewletên rojavayî ve, pêk bîne. Lewre wiha ji Tirkîyê re propaganda kir ku dewleteke dikare tevgerên islamî vehewîne ye, nemaze Ixwan El-Mislimîn, her wiha rûyê Rojhilata Navîn bi rêya van partî û tevgeran biguherîne û nimûneya tirkî ya ji alîyê dewletên rojava ve tê pejirandin bisepîne û herêmê vegihuerîne herêmeke asteng li ser Îran û Rûsyayê û berfirehbûna çinî jî rawestîne. Lewre her demê tê bibîrxistin ku Erdogan hevserokê projeya Rojhilata Navîn a nû ye, gelo serokê din kî ye?
Do salên 2010-2011an de pêlên Buhara Erebî dest pê bûn û yek ji taybetmendîyên vê buharê jî ew bû ku Ixwan El-Msilimîn berê van pêlan xist bin destê xwe. Êdî Tirkî bû piştevanê yekem jê re. Li gor wê, li Sûrîyê û bi destpêbûna alozîya Sûrîyê re (an ku şoreşa Sûrî weke jê re tê gotin) û veguherîna xwepêşandanan ber bi çekdarîbûnê ve; êdî Tirkî jî ji hevalbendê rêjîma Sûrîyê veguherî fermandarê komên çekdar. Êdî doza hilweşîna El-Esed kir û da diyarkirin ku dê di demeke nêz de li mizgefta Umewî nimêjê bike. Li kêleka wê jî, di warê diplomatîk, leşkerî û siyasî de destwerdana herêmê kir, çi li Sûrî, Lîbya û Tûnis an jî ji bilî wan. Ev yek di demekê de pêk hart ku Israîl a ku di Rojhilata Navîn de weke dewleteke tewereyî ye, li pêşberî van pêşketinan bêdeng ma, weke ku ev babet jê re ne girîng e. Di heman demê de, Îran rola parêzvanê hevkarên xwe, weke rêjîma Sûrîyê û Hizbullah, lîst û bi rêya milîsên xwe destwerdana leşkerî kir da ku hilala şîî ya ji Îran heyanî Libnanê dikişe, bisepîne. Her wiha Rûsya jî ku weke mîratgira Yekîtîya Soviyetê ye, bi serkêşîa Pûtîn destwerdana herêmê kir, nemaze Sûrî, da ku berjewendîyên xwe yên stratejîk biparêze. Êdî Erdogan di lutkeya kêfxweşîya serkeftinên Ixwan El-Mislimîn de bû û li gor wê, êdî behsa welatê şîn, Osmanîya nû û girêdanên islamî dikir, her wiha ji pêşketina tevgerên Islama siyasî li herêmê dest bi vejandina xewnên Toranî yên jinûveavakirina imperatorîya tirkî kir. Li gor wê jî, bi rêya Ixwan El-Mislimîn di Lîbya û Misirê de berfireh bû. Êdî “Mirsî” ferwerîya Misirê xist destê xwe, li Tûnisê jî Ixwanan ew dever kontrol kir û li Sûrîyê jî bi rêya Ixwanan û komên cihadî berfireh bû. Bi tevî ku Tirkî ji rêgeha xwe ya ji alîyê Amerîkayê ve hatibû nexşekirin ku weke Islama nerm e û dê guhartinê li Rojhilata Navîn ji bo xizmeta projeya rojavayî (Rojhilata Navîn a nû) pêk bîne û veguherî serkêşa Islama cihadî ya tundrew. Her wiha projeya “Osmanlî” bi ser projeya “Rojhiata Navîn a nû” ve dît, lê belê dewletên rojavayî xwe bêdeng kir û hewl dan wê vehewînin, çi ku di dawîyê de tişta divê were wêrankirin, wî wêran kir, da ku ji nû ve were sazkirin.
Destwerdana rûsî û îranî di Sûrî û Lîbyayê de, destwerdana îranî di herêmê de û ketina Mirsî li Misirê, ji Tirkîyê û xewnên wê yên berfirehbûnê re bû derbeyeke giran. Li gor wê, ji projeya xwe ya mezin, berê xwe da peojeya Toranî ya nijadperestî li dijî kurdan (Mîsaqa Millî) û dagirkirina parçeyên Kurdistanê yên ku ji dewleta Osmanî veqetiyane (rojava û başûrê Kurdistanê) careke din. Êdî di navbera wê û NATO û Amerîkayê de, ji ber siyaset û tevgerên wê yên ku projeya rojavayî sînrodar kir, nakokî derketin. Lê belê, ji bo ku mebestên xwe yên taybet bi cih bîne, Tirkîyê berê xwe da hevsengîyin nû. Li gor wê jî, li herêmê û bêyî ku dest ji NATOyê berde, bi Rûsya û Îranê re hevbendî dane avakirin. Bi vê yekê, giranîya xwe û cihê xwe yê stratejîk keybaz kir da ku qaseyeke mezintir a şantajkirinê û sûdeke bêtir ji rojhilat û rojava bigire û armancên xwe pêk bîne. Ji bilî rakêşanan, Tirkîyê bi rêya Islama siyasî, cihadî û ixwanan, wêrankirina herêmê ku armanceke hevpar di navbera wê û dewletên rojavayî de ye, pêk anî.
Hevserokê projeya Rojhilata Navîn a nû:
Tirkîyê rola ku pê hatibû erkdarkirin, pê rabû. Her çi qasî ne li gor ku dewletên rojavayî dixwest jî, lê belê, Islama siyasî ya ku di wêrankirina herêmê de hat bikaranîn, belkî sûdek da Tirkîyê, lê belê piştî ku bi rola xwe ya wêrankirinê lîst dê di jinûvesazkirinê de rolê nelîze. Lewre diviyabû hevserokê projeya Rojhilata Navîn a nû were rawestandin û hevserokekî nû û sereke di qonaxa jinûvesazkirinê de derkeve. Ji ber vê yekê, diviyabû bûyereke mezin çêbibe û ev zayîn pêk were yan jî hevserokê nû yê Rojhilata Navîn a nû derkeve û li ser vê bingehê bûyerên 7ê Cotmehê yên ku dê rûyê Rojhilata Navîn biguherîne, çêbûn.
Bûyerên 7ê Cotmehê û êrîşa tevgera Hemasê ya filestînî, ne tenê planeke ji alîyê tevgera Hemasê û hêzên wê yên xweser bûn. Lê belê ev yek, piştî lihevhatina li ser projeya xeta bazirganî ya ji Hindistanê û bi rêya Kendava Erebî digihêje Israîlê û piştre jî Ewropa (Rêya Biharatê) di dema lutkeya bîstan a li Hindistanê di 9-10 ê îlona 2023yan de hat lidarxistin de, ku tê de Erebistana Siûdî, Amerîka, Yekîtîya Eropayê, Fransa, Almanya, Îtalya, Hindistan, Imarat û Israîl beşdar bûn, pêk hat. Tu proje bêyî hebûna aramî û ewlekarîyê nikare bi ser bikeve. Li gor wê jî, xeta bazirganî ya ji Hindistanê dest pê dibe û li Israîlê bi dawî dibe û ji wir diçe Ewropayê, projeyeke li dijî “Xeta Hevrîşmê” ya çînî ye û Rûsya, Îran û Tirkîyê ji vê hevkêşeyê dûr dixe. Gelo; ne gerek e ev proje were qedexekirin an jî astengkirin?
Ê ku vê projeyê asteng bike ji gurkirina agir tê de baştir e; di vê babetê de ji Hemas û Xezayê baştir tune bûn. Li alîyekî Hemas xwedî piştevanîyeke tirkî, guhdana îranî û pê re jî xwedî têkilîyin bi navê “Tewereya Berxwedanê” ye, her wiha misliman û tevgerên xwe jî pê re dilovan in. Dibe ku pêkanîna Hemasê bo vê êrîşa xwe armancin Rûsya, Çîn, Îran û Tirkîyê pêk tîne. Ji alîyekî din ve jî; gelo Israîl -bi rastî jî- bi liv û tevgerên Hemasê nedizanî? Em dûr naxin û nikarin dûr bixin ku Israîl pê nedizanî -belkî jî ne bi wê mezinbûna dihat texmînkirin be- lê belê wê dixwest zayînekê pêk bîne, jixwe zayîn qolincan dixwaze. Standina serkêşîya projeya Rojhilat Navîn a nû ji destê Tirkîyê jî pêdivîya wê bi vê qolinceke zehmet heye. Herî kêm Israîl jî wiha hest dikir ku pêdivîya wê bi vê bûyera mezin heye, an ku bûyerên 7ê Cotmehê di heman dema ku Israîl li benda wê bû de, hatin. Em dikarin bibêjin ku bûyerên 7ê Cotmehê di veguherîna rêveberîyê ji destê Erdogan bo serokwezîrê Israîlî Netanyahû, bûyereke movikî bû. Her wiha Tirkî û Islama wê ya siyasî ji prosesa jinûvesazkirina Rojhilata Navîn dûr xistin û bi taybet piştî ku Tirkî di tişta pê hatibû erkdarkirin de bi bin ket û projeyên xwe yên osmanî bi ser projeya Rojhilata Navîn de meşand. An jî delîveyek bû ku hevserokê nû yê din bikeve ser xetê û serkêşîyê bi dest bixe. Di dema ku Erdogan ku rêvebertîya projeyê dikir de, nexşeya Sûrîyê di civîna Neteweyên Yekbûyî de hilda û tê de deverên bakur û rojhilatê Sûrîyê yên dixwaze wan li jêr navê “Deverên Ewle” dagir bike û tê de koçberkirin û qirkirina gelê kurd li rojavayê Kurdistanê heye; Netanyahû jî nexşeya Rojhilata Navîn hilda ku li serê Sûrî, Iraq, Libnan, Xeza, Îran û Yemen bi rengê reş bûn. Her wiha ragihand ku Rojhilata Navîn dê were guhartin û divê ev deverên bi rengê reş werin guhartin heyanî li Rojhilata Navîn aştî û pêşketin pêk werin.
Tevaya tawanbarîyên êrîşên Hemasê li ser Israîlê, di pileya yekem de arasteyî Îranê hatin kirin. Lê belê Tirkî ya destpêkê bû ku behsa bêgunehîya filestînî û rewabûna tişta Hemasê pêk anî, kir û zimanê xwe li dijî Israîlê tund kir. Her wiha xwe weke navbeynkar da pêş ku şer bide rawestandin, bi taybet piştî ku Israîlê şerê xwe berfireh kir û tunekirina tevgera Hemasê weke aramca bingehîn da pêşîya xwe. Tirkî tevgera Hemasê weke tevgereke rizgarîyê da nîşan ku di heman demê de tevaya hevlabnedên wê yên rojavayî ew weke tevgereke terorîst dibînin. Bêyî ku Tirkî were sizakirin ev yek pêk hat, tenê bi awayekî devkî bi rêya daxuyanîyên israîlî yên ku behsa bêgunehîya gelê kurd li ser destê Tirkîyê kir, hat sizakirin.
Hemas hat wêrankirin, her wiha wêrankirin derbasî cem Hizbullahê jî bû û daxuyanîyên tirkî yên ku gef li Israîlê dixwarin ku gava Israîl derbasî deverên desthilata wê yan jî weke ew bi nav dike, bermahîyên osmanî, dê şerê wê bike. Li gor wê jî, daxuyand ku Hemas li şûna Tirkîyê û mislimanan şer dike. Di nava van bûyeran de, Hemas û Hizbullah lawaz bûn û desthilatên îranî li deverê kêm bûn; êdî qada sûrî weke nîvsarbûneke leşkerî di navbera komên Tirkîyê û rêjîma sûrî de li gor peymanên Sûçî û Astanayê yên di navbera Erdogan û Pûtîn de, çêbûbû. Her wiha Erdogan, bi mebesta rewakirina hebûna tirkî li Sûrîyê û şerê li dijî Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê, bang li Beşar El-Esed dikir ku pê re danûstandinan bike û têkilîyan pêk bîne. Lê belê bi tevî xwesteka rûsî ya di vê derbarê de, lê tu sûd jê derneket û diyar bû ku ya dijberî vê yekê, Îran bû.
Israîl biryara xwe ya guhartina rûyê Rojhilata Navîn bi cih anî. Li gor wê, piştî Hemas û Hizbullahê û bi tevî hewldana Beşar El-Esed ku xwe ji Tewereya Berxwedanê ya îranî dûr bixe jî, lê belê lezbûna pêkanîna projeyê divê bimeşe. Eger ne bi destê Israîl bi xwe be; dê bi destê kê be?
Bakurê Sûrî Û Heyet Tehrîr El-Şam
Piştî ku alozîya Sûrîyê ya ku ji 2011an ve dest pê bûye, veguherî şerê çekdarî di navbera rikberîya sûrî û hêzên ferwerîyê de; êdî gelek rêxistinên çekdar derketin ku piranîya wan jî xwedî xûyên islamî û cihadî bûn, mîna tevgera Ixwan El-Mislimîn, DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din ên çekdar. Hevdemî ku gelek ji van koman di encama têkelbûna wan di nava komin din de yan jî binkeftina wan di hin şeran de, winda bûn an jî desthilatên wan bi paş ketin; Cebhet El-Nusra bi serkêşîya Ebû Mihemed El-Colanî weke bihêztirîn koma cihadî derket holê. Li gor wê jî, wê dikarî dest deyne li ser Idlibê û gundewarên rojavayî yên Helebê, da ku serwerîya xwe li ser komên din bike ku êdî ew bû cîbicîkarê yekem di deverê de. Her wiha, di heman dema ku Tirkî gelek kom ava kirin an jî komên ku bermahîyên tişta bi navê Artêşa Azad bi ser xwe de anîn û bi rêxistin kirin û piştre bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” hatin nasîn de, Cebhet El-Nusra ya ku niha bi navê “Heyet Tehrîr El-Şam” tê nasîn, dûrî van koman bi awayekî serbixwe ma. Heyet Tehrîr El-Şam di hevrikîya sûrî de xwedî[1] dîrokeke dirêj û tevlihev e; an ku ji destpêka avabûna xwe ve, di çar qonaxan re derbas bûye. Ew jî ev in:
- Qonaxa yekem (2012-2013): Tê de li jêr navê Cebhet El-Nusra tev digeriya û ji alîyê rêxistina Dewleta Islamî ve hat avakirin û perekirin.
- Qonaxa duyem (2013-2016): Tê de Cebhet El-Nusra ji rêxistina Dewleta Islamî veqetiya û serekê wê peyrewîya xwe ji rêxistina El-Qaidê re ragihand.
- Qonaxa sêyem (2016-2017): Bi awayekî berçav têkilîyên xwe bi El-Qaidê re birîn, piştre hevbendîyeke leşkerî bi komên xwecihî yên din re ava kir û navê “Cebhet Fetih El-Şam” hilda.
- Qonaxa çarem (2017 heyanî niha): Cebhet Fetih El-Şam ji rêxistina El-Qaidê veqetiya û bi komên xwecihî yên din re, li jêr navê “Heyet Tehrîr El-Şam” têkel bû.
Hevdemî xerîkbûna tişta bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” bi şerê li dijî Hêzên Sûrîya Demokrat re, ku rasterast bi fermanên Tirkîyê weke armanceke bingehîn pêk hatin, her wiha li kêleka wê jî pevçûnên wê yên berçav ku di navbera komên cihêreng de li ser desthilat, dergeh, xenîme û atawe -weke ku ew bi nav dikin- û nemaze li Efrînê, an ku ew bajarê kurdî yê ku Tirkîyê bi rêya operasyoneke li jêr navê “Şaxê Zeytûnê” sala 2018an dagir kir, her wiha Serê Kanîyê û Girê Spî jî sala 2019an dagir kirin; êdî Heyet Tehrîr El-Şam dûrî van hemûyan ma û di deverên jêr desthilatdarîya xwe de, rewşa xwe bi ser hev de dianî û li dijî êrîşên rêjîma sûrî li ber xwe dida. Bi vê yekê, êdî Heyet Tehrîr El-Şam weke bihêztirîn kom ji alîyê rêxistinbûyîn û çekdarbûyînê ve ma li qadê. Eme vegerin mijara gihandina guherîna israîlî ber bi Sûrîyê ve; her çi qasî yekser ne bi destê Israîl bi xwe be jî, lê belê girîngtirîn alava guherînê Heyet Tehrîr El-Şam bû ku xwe ji bo operasyoneke mezin amade dikir. Tirkî gelek caran dadixuyand ku ew di çi operasyoneke leşkerî de, dê destekê nede Heyet Tehrîr El-Şam, çi ku wê hewl dida bi El-Esed re têkilîyan deyne û hebûna xwe li Sûrîyê rewa bike, her wiha li jêr sîwana rêjîma sûrî şerê Rêveberîya Xweser bike.
Operasyona “Dijî Êrîşan” plnaneke ji alîyê hêzên navneteweyî û herêmî ve ye
Operasyona ne bi durişmeya hilweşandina rêjîmê, lê belê bi navê “Dijî Êrîşan” dest pê bû; an ku ev tê wateya rawestandina rêjîmê ji armancgirtinên li deverên kêmkirina tundîyê, ne gihandina Şamê. Dahurîneran wiha şîrove kir ku ev yek fişarek li ser rêjîmê, bi çavgirtina tirkî -rûsî ye, da ku wî û yê li dûv wî, an ku Îran, neçarî danîna têkilîyan bi Tirkîyê re bikin. Ji ber ku li gor berjewendîyên Rûsyayê ye ku têkilî di navbera her du dewletan de (Tirkî û Sûrî) werin danîn, da ku ji barê giran ê alozîya Sûrîyê rizgar bibe û destkeftîyên xwe biparêze, her wiha delîveyekê bide Tirkîyê ku Rêveberîya Xweser tune bike û ji barê penaberên sûrî rizgar bibe. Lê belê diyar e ku operasyon ne li gor dilê Tirkî û Rûsyayê jî bi rê ve çû. An ku heyanî Heyet Tehrîr El-Şan gihişt Hemayê jî, hîn Tirkî bang li El-Esed dikir ku têkilîyan pê re deyne, lê operasyon heyanî bi hilweşandina Şamê çû, an ku ev tê wateya ku hin hêzên din, ji bilî Tirkîyê, li dûv operasyonê ne[2]. Di 10ê mijdara 2024an de, Erdogan eşkere kir ku dê Tirkî di qonaxa bê de, girêdanên xwe bi endamên terorîst re bibire û dafika terorê ya ji 40 salî ve heye, tune bike. Bi vê yekê amaje bi operasyoneke leşkerî ya çaverê li bakurê Sûrîyê dikir. An ku eger Sûrî bi Tirkî re têkilîyan daneyine, dê Tirkî operasyoneke leşkerî bi rêya tişta bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” li dijî Rêveberîya Xweser, dest pê bike. Lewre, operasyona ku navê wê kiribû “Berbanga Azadîyê” û hevtayî operasyona “Heyet Tehrîr El-Şam (Dijî Êrîşan)” dest pê kiribû, amaje dike ku paşperdeya her du operasyonan ji hev cihê ne. Her wiha Heyet Tehrîr El-Şam bi tevî ku navê operasyona wê amaje bi operasyoneke sînordarkirî dike jî, dibe ku Tirkî li serê li gor serçimandina rûsî-tirkî ya me berê behskiribû erê kiribe, lê belê diyar e ku her du paşperde ji nav saloxgêrîyên navneteweyî û herêmî ne (weke Brîtanya, Amerîka û Israîl) û aramnca wê, li gor lihevkirina bi Heyet Tehrîr El-Şam re, ji dijî êrîşan bi wêdetir e. Belkî jî ev yek ne bi agahdarîya Tirkiyê jî pêk hatibe, nemaze ku Heyet Tehrîr El-Şam ji pevçûna bi Hêzên Sûrîya Demokrat, Hêzên Rizgarîya Efrînê û deverên kurdî re xwe da alîyekî. Dûrî hiş e ku Tirkî be ya ev operasyon bi rê ve biribe û lêdana hêzên kurd û QSDê neke armanc. Serokê partîya komarî ya tirkî ya rikber, Ozgur Ozal, rexne li siyaseta Erdogan a der barê Sûrîyê de girt û wiha got: “Gengaz e were gotin ku Erdogan di Sûrîyê de bi ser ket, lê serkeftîyê çalak ê li wir, Israîl û Amerîka ne”. Her wiha eşkere kir ku “Tirkî li Sûrîyê 200 milyar dolar di seranserî 13 salan de winda kiriye û di dawîya salê de Tirkî tu destkeftî bi dest nexist”. Lewre operasyoneke hevta li jêr navê “Berbanga Azadîyê” li dijî deverên kurdî û Hêzên Sûrîya Demokrat, weke operasyoneke taybet da destpêkirin; ku bi vê yekê vekişîna hêzên rûsî, hêzên rêjîmê û milîsên îranî keysbaz kir. Bi tevî vê yekê jî, Tirkî wiha diyar kir ku piştî hilweşîna El-Esed, ew bi ser ketiye û wê El-Esed hilweşandiye. Dibe ku ev bangeşeya wî arasteyê hundirê Tirkîyê be, yan jî dixwaze Heyet Tehrîr El-Şam bêtir bi alîyê xwe ve bîne û têkilîyên xwe ji berê stratejîtir pê re girê bide, her wiha Heyetê weke şûngirekî rêjîmê li dijî Rêveberîya Xweser bi kar bîne. Bi tevî livûtevgera tirkî ya bilez ber bi Şamê ve ji alîyekî ve û ji alîyê din ve jî xurtkirina êrîşên wê yên li dijî deverên Rêveberîya Xweser, lê belê li gor tê diyarkirin; rengek ji serxwebûna Heyet Tehrîr El-Şam ji Tirkîyê heye. Her wiha bêtir nêzî Israîl, Amerîka û dewletên rojavayî ye û wiha dixebite ku di warê navneteweyî de xwe weke rizgarxwaz ku dikare Sûrîyeke nû ji hemû sûrîyan re ava bike, bide diyarkirin.
Tirkî di spîkirina Heyet Tehrîr El-Şam û bihêzkirina wê di warê herêmî û navneteweyî de, her wiha pêşkêşkirina wê weke tevgereke ne terorîst û dikare guherînê pêk bîne, gelekî bilez e. Tirkî diplomasîya xwe xurt dike da ku nêrîna xwe li ser Heyetê bisepîne û Sûrîyeke navendî ku tu bi tu awayî danpêdanê bi pirrengîyê nake, bide avakirin û di heman demê hêzên navneteweyî û Israîl hewl didin li Sûrîyê dewleteke ku dikare nûnertîya hemû pêkhateyan bêyî dûrxistina tu alîyekî bike û li kêleka wê parastina kêmînîyan û şerê li dijî terorê hebin, ava bikin. Jixwe ev yek bi nêrîna Tirkîyê re nakok e û di encamê de Heyet Tehrîr El-Şam bi xwe jî dide girêdan. Diyar e ku Heyet niha, pêdivîya wê bi dewletên rojavayî û Israîlê ji razîkirina Tirkîyê bêtir heye. Lê belê Tirkî niha bi hemû hêza xwe hewl dide berê ferwerîya nû ya Şamê bide şerkirina dijî Rêveberîya Xweser û bihêle ku operasyoneke leşkerî bide destpêkirin an jî destekê bide komên bi navê Artêşa Niştimanî da ku êrîşî deverên Rêveberîya Xweser bikin.
Jinûvesazkirina Rojhilata Navîn Û Doza Kurdî
Pirbûna behskirina kurdan û doza kurdî ji alîyê dewletên mezin û yên herêmî ve di vê qonaxê de, ne tiştekî ji nîşka ve ye; lê belê dikeve nava çarçoveya projeya Rojhilta Navîn a nû û mekanîzmayên pêkanîna wê de. Serokwezîrê israîlî, Benyamîn Netanyahû, bi awayekî eşkere got ku dewletên di avakirina projeya Rojhilata Navîn a nû de jê re dibin asteng; an divê xwe bidin alîyekî û tevgerên ku tê de berxwedanê dihesibînin tune bikin, an jî dê Israîl bi xwe vê yekê bike. Li gor wê, tê zanîn ku dewletên ku Netanyahû li ser nexşeya ku di komeleya Neteweyên Yekbûyî de hildabû, an ku di nava xwe de Xeza, Libnan, Sûrî, Yemen û Îran dihewîne, ew dewletên ku tê de desthilatên îranî digihêjinê. Lewre; hilweşandina El-Esed li ser destê hêzeke sinnî tundrew tê wateya veqetandina di navbera Libnan û Îranê de, her wiha biçûkkirina hêzên şîî yên tundrew di deverê de û derbaskirina wan di nava şerekî dirêj de ku her du alîyan ji hal bixe. Di Sûrîyê de ya ku her çi qasî piçek geşbînî ji hêla hin alîyan ve der barê siberoja wê di hebûna Heyet Tehrîr El-Şam de hebû jî, nemaze Tirkîya ku hewl dide vê yekê bi alîyê siûdî re bixebitîne; lê belê pêşketinên heyî amaje pê dikin ku Heyetê welatekî wêranbûyî, jihevketî û bêhêz bi dest xistiye, nemaze ku Israîlê derfetên wê yên leşkerî bi temamî ruxandin. Li kêleka wê jî, ew weke hêzeke selefî nikare hevsengîyê di navbera çand û pêkhateyên sûrî de, pêk bîne. Piştre, dê derbasî tuneleke tarî tijî rûbirûbûyîn bike, nemaze ku di navbera komên Heyetê de, hevnijadî tune ye. Her çi qasî di xala hilweşandina rêjîmê de lihevkirin di navbera wan de hebe jî; lê bi hebûna hin komên ku dîroka wan govantîyê jê re dike, ne gengaz e. Mîna komên bi navê “Artêşa Niştimanî” yên ku ji alîyê Tirkîyê bi awayekî yekser têne destekkirin û rûbereke mezin a xaka Sûrîyê di bin destê wan de ye, gengazîyeke mezin heye ku li Sûrîyê şerekî komikî, tîreyî û nijadî derkeve. Dibe ku ravedana vê yekê bi awayekî yekser li Tirkîyê ya ku wiha dibîne ew bi ser ketiye, bike. An jî dibe ku ya herî bi van komên sinnî cihadî re, di nava qûma livdar de noq bibe, ew bi xwe be. Di demekê de ev yek çêdibe ku dê Israîl xwe ji tunekirina tişta mayî ya bi navê Tewereya Berxwedanê li Yemenê û piştre li Îranê (navenda biryara şîî) re vala bike, da ku projeya Netanyahû ya Rojhilata Navîn a nû temam bibe. Her wiha ji bo pêkanîna hevsengîyekê di navbera cîhana sinnî ya tundrew û şîî ya tundrew de; êdî hebûna kurdan weke hêzeke berz dê ji Israîlê û projeya rojavayî li Rojhilata Navîn re, pêdîvîyek be. Li Sûrîyê ya ku dê nema aram be, hebûna devereke ewle li bakur û rojhilatê Sûrîyê, ji ewlekarîya herêmî û navneteweyî re pêdivîyek be, da ku Sûrî bi temamî Sûrî veneguhere desthilateke sinnî tundrew, her wiha ji bo ku di navbera oldarên sinnî û yên şîî de bendek be.
Lewre; sazkirina Rojhilata Navîneke nû divê kurd tê de, bi çi rengê ferwerî yan jî rêveberîyê li Sûrîyê be, hebin. An ku mîna rewşa Iraqê ku tê de herêmeke Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) ya nîvserbixwe heye. Her wiha armancgirtina rasterast a Îranê ji alîyê dewletên rojavayî û Israîlê ve, dê rê li pêşîya rojhilatê Kurdistanê jî veke ku bi awayekî, mîna federalîyê serbixwe bibe. Ev tê wê wateyê ku avabûna van federalî yan jî rêveberîyan dê bi awayekî jixweber bikeve xizmeta ewlekarî û aramîya herêmî. Lewre ez bawer im ku Israîl ji bo gelê kurd dibêje ku ew hevalbendin xwezayî ne. Êdî hebûna van federalîyan li kêleka statuyin sinnî û şîî yên lawaz û jihevtirsiyayî, dê bibe hêsanbûnek ji Israîlê re Rojhilata Navîn a nû ya ku Netanyahî hewldana avakirina wê dike, bi rê ve bibe. Gelo Tirkî ji vê guhartinê re dûr e?
Dê Tişta Tirkî Jê Ditirse, Pêk Were
Dibe ku nexşeya Israîlê ya der barê Rojhilata Navîn a nû de, Tirkî nehewandibe û dûrî rengê reş ê ku Netanyahû Îran û dewletin din pê reş kiribû, bi rengê xwe mabû. Lê gelo, dê Tirkî dûrî guherînê bimîne û dê weke xwe bimîne gava danpêdanê bi doza kurdî neke û wê çareser neke?
Bê guman projeya Rojhilata Navîn a nû ya ku dewletên rojavayî û Israîl bi awayekî kûr li serê dixebitin û jê re plan dikin, heye. Erdogan jî xwe hevserokekî vê projeyê dîtibû, lê wiha diyar dibe ku di lîstina vê rolê de bi bin ketiye, çi ku di seranserî dema borî de ji bo dabînkirina para xwe ji peojeyê li ser hesabê projeyê bi xwe dixebitî. Lewre, îro, an ku piştî Israîl serkêşîya prosesa guherînê xist destê xwe, wiha hest dike ku ew jî armanceke prosesa guherînê ya Rojhilata Navîn e. Lewre hewl dide ku bi çi awayî be, çerxa guherînê ji Tirkîyê bi kêmtirîn ziyanan, dûr bixe. Piştî ku têkilîyên xwe bi Rûsya û Îranê re xurt kirin û rûbirûyî dewletên rojavayî û Israîlê derket, ku di vê yekê de girîngîya dewleta Tirkî ya hevalbenda NATOyê û cihê wê yê stratejîk keysbaz dikir, êdî careke bi temamî ber bi alîyê rojava ve qulibî. Pêkanîna Heyet Tehrîr El-Şam bo operasyona “Dijî Êrîşan” û tunekirina desthilatên îranî û rûsî, ji Tirkîyê re bû xala veguherînê. Êdî Tirkî her du hevalbendên xwe ji dest dan û di heman demê nema dikare dewletên rojavayî û Israîlê bide razîkirin û bawerîya wan bi dest bixe. Lewre, em dibînin ku Tirkî pêkolîyê li ser dagirkirina bajarê Kobanîyê û herêmin din ên bakur û rojhilatê Sûrîyê dike; bi tevî ku redkirineke rojavayî ji vê yekê re heye û daxuyanîyên israîlî yên dûvhev ku girîngîyê dide parastina kurdan jî hene, her wiha bi tevî gefên kongrêsa amerîkî ku dê sizayan li ser Tirkîyê bisepîne, lê dîsa di vê yekê de pêkol e. Ev pekolî bi temamî ji bo dabînkirina nederbasbûna guherînê di nava sînorên wê de ye. Li gor wê, behskirina berpirsên tirkan ên ji bo serbestberdana rêzdar Ebdullah Ocalan û bidawîkirina şerê çekdarî û piştre lêgerîna ji bo çareserîyekê, ne tiştekî ji nîşka ve ye, lê belê amadekarîyên tirkî ne yên ji bo dûrketina ji pêşketinên li deverê yên ku dê piştî hilweşîna El-Esed û hestbûna Îran û Rûsyayê ji xapandina tirkî re, çêdibin.
Tirkî îro di nava rewşa dualî, bitirs û bêbawerî de dijî, ku dê nema bikare bimîne hevalbendeke dewletên rojavayî ya pêbawer, her wiha nema dikare dewletên rojhilatî jî bi niyet û jidilbûna xwe ya di têkilîyan de razî bike. Dibe ku Tirkî di dema borî de dikarî girîngîya xwe ji rojhilat û rojava re bi kar bîne, da ku ji her du alîyan di pêkanîna hin ajendeyên xwe de, sûdê wergire. Lê belê aniha, di heman dema ku dît dê danerên projeya Rojhilata Navîn a nû û plankerên pergala cîhanî ya nû tu delîveyê nedin ji astengîyên projeyên wan re, bêyî ku bigihêje keştîya rojavayî xwe ji keştîya rûsî avêt; êdî di navbera her duyan de ma û nema dizane dê çarenivîsa wê çawa be.
Lewre, eger Tirkî ne di nexşeya guherînê ya Netanyahû de be; dê ne derveyî guherînê bi xwe be. Nemaze ku wêrekîyê nake ku doza kurdî di nava sînorên xwe de çarser bike û li bermaberî wê, li derveyî sînorên xwe şerê wê dike. Bi vê yekê hewl dide li pêşîya tirêna guhartinê ya ku ranaweste, baz bide. Jixwe Tirkî nikare heta hetayê baz bide; êdî yan divê projeyên dewletên rojavayî asteng bike da ku pê bandor nebe, jixwe dê Tirkî bibe armanca dewletên rojavayî bi xwe, yan jî dê serî ji van projeyên ku dê kurd ne ji derveyî hevkêşeya wê bin re, bitewîne. Di encamê de, divê doza kurdî di nava Tirkîyê de çareser bibe.
Bicihanîna projeya Rojhilata Navîn a nû weke ku jê re hatiye nexşekirin û bidestxistina kurdan ji mafên wan re li dewletên armanc, mîna Îran û Sûrîyê, dê Tirkî deyne li pêşberî du vebijêrkan; an divê xwe biguherîne yan jî dê were guhartin. Bi tevî ku Tirkî xwe li pêşberî guherînê ragirtî dibîne jî, lê belê gelek dijminên xwe çêkirine. Rûsya û Îran ên ku xapandina Tirkîyê ji wan re li Sûrîyê dê ji bîr nekin, ji nava dijminên nêz in. Lê belê, tolhildana rûsî û îranî dê kengî û çawa be? Çi ji Tirkîyê re amade dikin? Rojhilata Navîn devereke şer û pevçûnan e û li pêşberî hemû vebijêrkan vekirî ye. Êdî tişta netexmînkirî di çi parçeyekî de, tê texmînkirin û dibe ku yê serkeftî tê de, xwe binkeftîyê herî mezin bibîne.
Em Ji Van Hemûyan Çi Encaman Derdixin?
- Israîl ew e ya ku Rojhilata Navîn ber bi guhartinê ve li gor projeya Rojhilata Navîn a nû, dimeşîne û dê li ber sînorên Sûrîyê tenê raneweste, lê belê dê guhartinê heyanî bi Iraq û Îranê, piştî bêalîkirina Yemenê, ve bibe. Lewre bidestxistina Heyet Tehrîr El-Şam ji ferwerîya Sûrîyê re, tenê bidawîbûna qonaxa yekem a vê pevçûna ku dê bi dawî nebe ye. Lê belê dê bikeve qonaxeke nû de ku ew jî qonaxa tevlîhevî û pevçûna di navbera koman de ye. Her wiha xerîkkirina Iraqê û milîsên şîî yên li wir bi metirsîyên berfirehbûna sinnî ya tundrew ve, heyanî ku amadekarîyên din ên ji bo armancgirtina Îranê, bi dawî bibin.
- Tirkî dê bi hemû derfetên xwe hewl bide ku tu awayekî rêveberîyê ji kurdan re li Rojava çênebe. Ji bo vê yekê, heyanî jê were dê komên çekdar ên ku wan weke alavan li dijî Rêveberîyê bi kar tîne biparêze. Her wiha dê hewl bide ji ferwerîya nû ya Şamê sûdê bigire û têkilîyên xwe pê re xurt bike. Dê desthilatên xwe li Şamê xurt bike û weke kaxezeke bazarkirinê bi Amerîka û dewletên rojavayî re bi kar bîne, da ku xwe weke livînerê komên terorîst û cîbicîkarê ajendeyên rojavayî bibîne.
- Bangên avakirina Sûrîyeke yekbûyî ya bi ferwerîyeke navendî ku ji alîyê komên Islama siyasî ve tê birêvebirin û Tirkî jê re propagandayê dike, dibe ku di vê qonaxê de bikeve xizmeta Israîl û dewletên rojavayî de ku bikarin pê fişarê li ser tewereya şîî ya ku di Iraqê de hîn xurt e, bikin. Lê belê xizmeta projeya Rojhilata Navîn a nû û ne jî Israîl di vê dema nêzîk de nake. Her wiha nakeve nava berjewendîyên rojavayî û ne jî berjewendîyên ewlekarîya herêmî û navneteweyî. Ji vê bêtir, dê bibe sedema vegerandina pevçûnan û şerê navxweyî ku dê ne tenê di nava sînorên sûrî de bimîne, lê belê dê heyanî dewletên din jî fireh bibe.
- Hebûna federalî yan jî Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyê, misogerî û pêkarekî hevsengîyê li deverê ye. Lewre, em dibînin ku ji alîyê navendên biryaran ên dewletên rojavayî û Amerîkayê ve, gelekî behsa kurdan û doza kurdî û girîngîya parastina kurdan li Sûrîyê tê kirin.
- Piştî Sûrî û Yemenê dê li Iraqê prosesa rakirina milîsan çêbibe û Îran jî dê ji baskên xwe yên şkestî veder bimîne, da ku Îran bibe armanca bingehîn. Êdî, bi hilweşandin an jî lawazkirina rêjîma Îranê re, dê Îran xwe li pêşberî derketina kêmînî û gelên çewisandî yên di nava Îranê de ku doza Îraneke nenavendî yan jî parçekirî dikin, bibîne. Her wiha dê rojhilatê Kurdistanê weke parçeyekî din ê Kurdistanê ku azad dibe, derkeve pêş.
- Piştî pêkanîna nexşeya Rojhilata Navîn a nû ku ji alîyê Israîlê ve hatiye nexşekirin, dê Tirkî ya ku hewl dide imperatprîya osmanî bide avakirin, careke din xwe li pêşberî pêlên guherînê bibîne. Her wiha dê rola wê ya ku hêzeke herêmî ya carinan destek dida û carinan dibû astengî ji prosesa guherînê li Rojhilata Navîn re, bi dawî bibe. Da ku ew bi xwe jî bibe mijara guherînê.
- Di qonaxa heyî de, dê kurd rastî gelek astengî, êrîş û reşkirinan werin û dibe ku rastî komkujîyin nû jî werin, bi taybetî li ser destê dewleta tirk. Ev yek dê weke qolincên zayîna herêma Rojava ya ku her qonaxek ji qonaxên pêşketina xwe weke neştergerîya qeyserî derbas kiriye, be.
[1] https://www.bbc.com/arabic/articles/cpvzv7n1zl2o
[2] https://www.zamanarabic.com/2024/11/18/%d8%b3%d9%88%d8%b1%d9%8a%d8%a7-%d9%88%d8%aa%d8%b1%d9%83%d9%8a%d8%a7-%d9%88%d9%81%d8%b1%d8%b5%d8%a9-%d8%a3%d8%ae%d9%8a%d8%b1%d8%a9-%d9%84%d9%84%d8%af%d8%a8%d9%84%d9%88%d9%85%d8%a7%d8%b3%d9%8a%d8%a9/