ANALÎZ

Danûstandina cidî bi Rêveberiya Xweser re, ji bo Şamê baştirîn çareserî ye, ku aloziyên xwe çareser bike

Ji hefteya buhûrî ve, li herêmên di bin serwerîya hikûmeta Şamê de alozîyeke pir zor heye û tevgera jiyanî bi temamî rawestiya ye; nemaze di warê veguhastinê de ku rehê jiyanê yê di nav bajaran de ye, pê re jî tunebûna av û elektrîkê û birîna pêwendîyan li gelek bajarên Sûriyayê. Ji vê bêhtir, hilweşîna dîrokî ya nirxê lîreya sûriyayî ku tê gotin Banka Navendî ya Sûriyayê bê pere maye. Rewşa herêmên hikûmeta Şamê ji demeke ne dûr ve, bi vî rengî ye.

Ev yeka han hişdariyê dide ku dê hilweşîneke tund a aborî pêk were, nemaze hikûmetê ragihand ku tevaya sazî û rêveberiyên hikûmetê ji ber alozîya sotemeniyê ya li herêmên di bin serwerîya Şamê de, heyanî du rojan dikevin betlaneyê de û dibe ku ev betlane zêde bibe jî. Li vê derê êdî gelek rapor behsê dikin ku dê bobelateke mezin bi serê milyonên sûriyan

li herêmên hikûmeta Şamê de were. Li gor wê jî ajansa (Asociated Press) a Emerîkayî diyar kir ku banka navendî ya Sûriyayê bê pere maye; ku ji ber wê jî bankê ji Rûsyayê deynek xwest, lê Rûsyayê jî bi dest xwe re ev yek red kiriye; çi ku ew jî bi Ukraynayê re di nava şerekî giran de ye û ji alîyê diravî (madî) û leşkerî ve ew bêhal bûye. Lewra dibe ku Şam nikarîbe di vê dema bê de, ku dibe  bigihêje sê mehan, mûçeyên karmendên xwe bide wan.

Ji alîyê xwe ve banka navendî ya Sûriyayê, tişta ku “Asociated Press”a Emerîkayî belav kirî, red kir û anî zimên ku “Li cem wê pere hene ku dikare pê mûçeyên tevaya karmendên xwe bide, her wiha li cem wê pereyên biyanî yên mîna dolar jî hene.”

Di navbera gengeşeya li ser neçarîya aborî ya ku hikûmeta Şamê rastî wê tê, û tekezkirina hikûmetê ku rewşa wê aram e de, azarên milyonên sûriyan li pêş in; ku pê re jî li herêmên hikûmetê xizmetguzarîyên sereke tune ne û nirxên kelûpelan bi awayekî zêde bilind bûne, her wiha nirxê lîreya sûriyayî li beramberî dolar pir daketiye ku 6000 l.s ji bo dolarekî derbas kiriye. Navînîya mûçeyên karmendên hikûmeta Şamê (100) hezar lîreya sûriyayî ye, an ku (16) dolar, êdî ev yek berê me dide gelek pirsan, û ya herî berz jî ev e; gelo heye hikûmeta Şamê piştî deh salên şoreşê û xwepêşandanên dawîyê yên li Siwêdayê ku piranîya nişteciyên wê Durzî ne û ji ber nebaşîya rewşa jiyanî û xizmetguzarî rabûne li ser pîyan, li beramberî hilweşîneke tund a aborî be?

Li vir dîsa pirs der barê xelasbûna hikûmetê ji vê alozîya aborî û xizmetguzarî ku milyonên sûriyian li herêmên hikûmeta Şamê nema dikarin wê ragirin, tê kirin. Di encama vê alozîyê de gelek niştecihên van herêman berê xwe didin herêmên rojhilatî yan jî (rojhilatê Feratê) ku di bin serwerîya Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyayê de ne, û rewşa jiyanê ya li wir ji ya herêmên di bin serwerîya hikûmeta Şamê û yên di bin serwerîya komikên çete û Tirkiyayê de, bi gelekî baştir û xweştir e.

Li gor hemû nîşaneyên ku têne xuyakirin, çareserî ew e ku di navbera Rêveberîya Xweser û hikûmeta Şamê de guftûgo çêbibin û li ser maseya danûsatdinan rûnin; da ku her du alî jî bigihêjin çareserîyeke ku hemû alî û tevaya pêkhateyên Sûriyayê razî bike, nemaze ku rewşa navdewletî bi giştî û ya Rojhilata Navîn bi taybetî, gelekî xirab e. Her wiha pêdivîya hemû pêkhateyan pê heye ji vê alozîya ku her kes daye ber xwe, derkevin. Êdî ji vê yekê re gerek e ku hikûmeta Şamê hişmendîya xwe biguhere û berî ku ji dest wê derkeve, rûyê xwe spî bike.

زر الذهاب إلى الأعلى