ANALÎZ

Rêkeftina Milî ya osmanî rastî pêşveçûna selefîyan tê

Di van çend rojên dawî de, guhertinên diramatîk di rewşa coramyarî ya bakurê rojavayê Sûrîyê de çêbûn. Komên selefî yên di bin serwerîya Heyetûtehrîrelşam (Cebhetûnesera) tevahî gundewarên Îdlibê û piranîya Heleb û gundewarên wê yên rojavayî desteser kir. Li hember wê çeteyên dagirkerîya Tirk, hewil didin ku herêmên kurdî dagir bikin ku di van çend rojên dawî de bûn sedema koçberîya zêdeyî 120 hezar kurd ji niştecihên herêmê yên resen (gelek ji wan berê di sala 2018 de piştî dagirkirina Efrînê û gundewarên wê ji hêla Tirkî û çeteyên wê ve, hatibûn koçberkirin). Her wiha wan her kurdê ku ket nav destê wan de kuştin, êşkence kirin û revandin. Ev yek ji hêla hin dîtevanên ku bi rêya telefonê pêwendî bi wan re çêbû, hat tekezkirin. Ji alîyekî din ve wan dorpêçî li ser taxên kurdî li Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefîyê) sepand. Ev yek di demekê de pêk hat ku pergala serwerîyê di nav hêzên rêjîmê de hilweşîya. Sedemên vê hilweşînê jî; li gor hin şîrovekar, hewildana lêdana leşkerî ya ku li Şamê berî çend rojan pêk hat ku di heman demê de koman jî dest bi şer kir, hinên din ev yek bi rêkeftina di navbera rêjîm, Rûsîya û Tirkîyê de û bi erêkirina welatên ereb û rojavayî pêk hat, ew jî da ku Îranê ji Sûrîyê  derxin. Lê piranîya analîzan dibêjin ku levkirineke navneteweyî ya nû der barê alozîya sûrî de heye, nexasim piştî sarbûna danûstandinên ramyarî yên ji bo bidawîkirina alozîya sûrî.

Gelek nerîn der barê van guhertinan de derketin, lê wan rehenda dîrokî di pêşveçûna şer û alozîyan de piştguh kir. Ev pêşveçûn di hin alîyên xwe de (weke berçavkiritina rewşên hundir û derve), xwe dispêrin şîroveya dîrokî ya ramyarî ya ʺBandora pinpinîkêʺ  (dîtaneya tevlîhevîyê).[1] Mirov dikare hin bûyerên ramyarî û ewlekarî yên niha li herêmê diqewimin, bispêre vê dîtaneyê ku bi rêya wê mirov dikare sedema alozîyên ku bajarên Rojhilatê Navîn rastî hatin, bi du karîgeran ve girê bide; ya yekem ji ber ku dewleta Osmanî nikarîbû pêşketineke şaristanî piştî sedsala 18 de pêk bîne, ya duyem jî damezirandina dewletên neteweperest piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bû. Van her du karîgeran hişt ku îdyolocî yên dijberî hev derkevin û ji hev başqe bibin; her weke îdylojîyên islama demokratîk yan jî ji Ewrûpa hatin weke îdyolocî ya neteweya şofînîzm. Ew di dirêjahîya du sed salî de bû sedema jevketina binyada civakên Rojhilatê Navîn û zêdebûna gotara kînê, êdî xuya ye jî ku bandorên wê yên hilweşîner li hewîrdora cîhanê berbelav dibin.

Tê zanîn ku her qonaxeke ramyarî di van her du sed salên borî de, xwedî taybetmendîyeke ramanî bû ku ew jî li gor rêbaza pergalên navneteweyî û têkilîyên wan ên hundir û derve bû. Piranîya jêderên dîrokî gelekî behsa derketina ʺtevgera Wehabîʺ [2]li Girava Erebî kirîye û ew weke xala destpêkê ya derketina kom û rêxistinên islamî yên tîreperest dîtine, jixwe gelek ji wan dibînin ku ew hêmanên di dîtaneya tevlîhevîyê de bi banor in, çimkî wan roleke di sazkirina beralîyên bûyerên ramyarî yên niha ku li herêmê rû didin, lîst. Ew jî bi rêya şer û nakokîyên îdyolocî  yên di navbera neteweperest, lîbralîzm, komonîst û tevgerên ramyarî li ba şîîyan.

Rehenda îdyolocî k di şer û nakokîyên ku Rojhilatê Navîn ew di sedsala 18 de jîyan kirine ku bi hatina her du hêzên sereke di wê demê de (Fransa û Brîtanîya), bi van bûyeran hat nimandin:

  • Nakokîya di navbera tevgera Wehabî-sudî û dewleta Osmanî de ku wê xwe sipart rêçên sofîtîyê.
  • Rêbaza ku Mihemed Elî Paşa di nakokîya xwe ya bi osmanî û tevgera Wehabî re di sala 1813 de meşand. Jixwe Mihemed Elî Paşa walîyê osmanî yê li ser Misrê bû û ew bi ronakbîrîya Ewrûpî bandor bûbû.
  • Dewleta Efşarî (1729-1747) û piştî wê dewleta Qacarî ya şîî (1795-1921).

Bi rêya her sê alîyên xwecihî, raperîna vê tevgerê ya pêşîn hat tunekirin. Wehabî weke bapîrên selefîyên niha tên dîtin. Wan xîlafeta osmanî ya sunî rewa nedît, şîî gawir dîtin û nexwestin ku bi ser çanda rojavayî ve herin. Roleke wan di derketina komên selefî yên piştre hebû û heya niha hê bandora hizrê wan li ser komên selefî yên cîhadî heye. Di salên bîstî ên sedsala bîstem de koma Ixwanûlmuslimîn hat damezirandin; ew jî li hember hilweşîna dewleta osmanî û geşbûna selefîyan li Girava Erebî weke bertek bû. Jixwe têkilîya wan bi selefîyan re nebaş bû û nakokîyên tîreyî di navbera wan de derketin û gelek serwerên vê komê tevlî tevgera selefî bûn; weke Ezam, Zewahirî û hwd.

Li gor tiştên navborî, selefîya niha ya ku bi îdyolocî ya Heyettehrîrûşam (Cebhetûnesera), Qaîde û Daişê tê nimandin, ji alîyê mijara xîlafeta islamî û ferwerîya islamî ve, gelekî nêzî selefîya kevin e. Ev nêzîkatî ji nêzîkatîya Tirkî û ta astekê ya ixwanî cûda ye; ew jî bi rêya tekezkirina wê li ser nasnameya erebî ya Qureyşî ya xelîfeyê. Colanî –weke mînak- ji kokê ve digihêje ʺAlûlbeytʺ (malbeta Pêxember).[3] Ew di pişt perdeya ʺFerwerîya Rizgharîyêʺ (HikûmetûIinqazî) de, dixwaze mîrgeheke sunî ya erebî li Şamê damezirîne; tevî ku hewl dide lîbralîyeke islamî di karûbarên rêveberîyê de diyar bike. Her wiha Daiş jî paşnavê ʺQureyşîʺ li serkêşên xwe kir. Di heman demê de islamîyên tirkî û koma Ixwananî, dixwazin kirasê osmanîbûnê li herêmê bikin da ku rêkeftina Milî vejînin û bingeheke civakî ya sunî (erebî-tirkî) çêkin ku yek tîreya ramyarî û olî dimeşîne, bi du zimanan diaxive û girêdayî aborîyekê be ku ji hevpeymaneke darayî ya bi alîyekî sêyem re (Qeter) çêbûbe.

Tevî ku Tirkî beşdarî pêngava desteserkirina Helebê bû; tevî ku wê ev yek mandele kir û bi rêya çeteyên xwe di bin navê ʺBerbanga Azadîyêʺ dest bi pêngaveke nû kir û tevî hewildanên tirkan ku hin hêmanên îdîyolocî pêk bînin; weke hildana ala tirkî li ser Helebê û hewldanên saloxgerên tirkî ku navendeke xwe li hundirê bajêr vekin; ew jî li gor agahîyên ku ji hêla hin jêderên girêdayî rêjîma sûrî hatine), tevî van qas tiştan, jî lê pirojeya îdyolocî ya AKP ya li gel Ixwanan, bi pirojeya Cebhetûnesera re nehemaheng e. Ev jî dide diyarkirin ku eger şer û nakokîya hêzdarîyê bi pêş bikeve û piştgirîya erebî ya sunî ji bo Cebhetûnesra zêde bibe, her du alî bi hev bikevin. Nexasim piştî  ku ʺBingeha Cîhadê li welatê ereban (Qaidet Elcîhad)ʺ ev pêngavên Heyettehrîrûşam a li gel bi dehan komên cîhadîst ên selefî yên ji Qoqaz, Asîyaya navîn, Eleban û welatên ereban, pîroz kir. Hin vîdyoyan da diyarkirin ku hin endamên van koman al û hêmayên Daişê hildane û dirûşmên wê gotine. Jixwe berê hebûneke Daiş a xurt li wê herêmê heye. Ya ku vê tekez dike kuştina sê serkêûên Daişê yên mezin li wê herêmê bû ku bi rêya toparana Hevpeymana Navneteweyî berî niha hatibûn armancgirtin.

Hêjayî gotinê ye ku tundrewên tirkan bangeşeyên xwe li ser ku Heleb beşek ji welatê wan e, bangeşeya herî zêde hat belavkirin jî haştaga ʺHeleb wîlayeta 82# eʺ bû. Ev haştag ji hêla keça Erdogan ʺIsraʺ ve di malperên civakî de hat weşandin. Birêveberîya pêngava Heyettehrîrûşam çend daxuyanî dan û di wan de ʺhelwesteke erebîʺ nîşan da. Her weke axaftina wan a ji bo ferwerîya Iraqî. Her wiha di axaftinên xwe yên ji bo hundirê Sûrîyê  jî, helwesteke ʺniştimanî ya sûrîʺ nîşan da. Gelek komên sûrî yên li Dera, gundewarên Şamê û Humsê, piştgirîya xwe ya ji bo Tehrîrûşamê dan eşkerekirin. Tê gotin ku Tehrîrûşamê (Cebhetûneser) xwedî helwesteke piştgirîyê da komên erebî yên ku bi komên tirkumen re li başûrê Sûrîyê  di şerê serwerîyê de ne, nexasim piştî şerê dijwar ê bi Elcebhaeşamîya re havîna borî û destwerdana komên tirkumen û bi pitşgirîya tirkî di rizgarkirina ʺEbû Ehmed Zekûrʺ (Cihad Îsa Elşêx) ku berê li Izazê di Heyettehrîrûşam de serkirde bû, lê vê dawîyê bi xiyanetê hat tewanbarkirin, her wiha Tirkîyê bi Rûsan re di Sûtçî di sala 2018 de li hev kir ku ev kom di lîsteya sawkarîyê de ye û divê were jevxistin û hwd.

Çi dibe bile bibe, Tirkî niha di dosyeya bakurê Sûrîyê de hêza herî bi bandor e û bihaneya wê heye ku li Heyettehrîrûşam a ku di lîsteya sawkarîyê de ye, bixe. Ji alîyekî din ve derketina bi hezaran sivîlên kurd ji vê herêmê û revîna hêzên rêjîmê û komên îranî û nemana dijminê hevbeş, dibe ku bibe sedema derketina şer û nakokîyê di navbera selefîyan (Heyettehrîrûşam) û ixwanan (xwedîyên pêngava Berbanga Azadîyê) de. Dibe ku Tirkî jî neçar bimîne ku pişta alîyekî ji wan bigire (xuya ye ew ê pişta ixwanan bigire). Tirkî dê hewl bide Helebê (weke Efrînê) dagir bike û siyaseta tirkkirinê li wir bimeşîne. Lê ya ku dibe asteng li pêşberî vê pirojeya wê, hebûna hejmareke hêzên cûda yên xwedî stratîcîyên cûda li herêmê. Ew stratîcîk  jî ev in:

  • Selefî piştî destkeftîyên ku bi dest xistineç, ne amade ne ku dev ji Helebê berdin, êdî ew nema vedigerin Îdlibê ku di çarçûveyekê de bimînin.
  • Daiş di vê rewşa rageşyê ya ku herêm tê re derbas dibe de, dixwaze careke din derkeve.
  • Mijara ewlekarîya neteweyî ya rûsî û berjewendîyên cosîyasî yên rûsî li herêmê.
  • Berdewamîya dozên îranî yên tolhildana vegerandina Helebê piştî derketina wan a pîs.
  • Mijara ewlekarîya neteweyî ya erebî û pirojeya berferehîya israîlî li herêmê heye.
  • Girîngîya rewşa cosîyasî ya herêmê di stratîcîyên Rojavayî de.

Xuya ye ku  çi şerê di navbera çeteyên Tirkî û rêxistinên selefî de der barê desteserkirina herêmê, dê tewereyên hevpeymaneke yekser û ne yekser li herêmê bîne, ew jî di çarçoveya şer û nakokîyên xwecihî, herêmî û navneteweyî de. Bandora wê jî dê bigihêje hundirê Tirkîyê. Piranîya nîşaneyên niha li ber çavan didin diyarkirin ku Emerîka û Hevpeymanên wê, dê nahêlin ku rewşeke ewlekarîyê ya lawaz li Bakur û Rojavayê Sûrîyê çêbibe, çimkî ew ê ewlekarîya neteweyî ya Ewrûpî, Israîlî û Emerîkî bixe bin gefan de û dê bandoreke nerênî li berjewendîyên wan bike. Ji ber wê jî xuya ye ku herêm dê rastî rageşîyeke mezintir were ku ew rageşî dê alozîya Sûrîyê ber bi guhertinên coramyarî ve bibe. Dibe ku ew guhertin jî, Sûrîya ber bi welatekî konfedralî yan jî fedralî ve bibe yan jî dibe ku bibe sedema parçebûna wê bi awayekî kûrtir.

[1] Bandora pinpinîkê (The Butterfly effect): Diyardeyeke xeyalî ye ku angaşt dike ku livîneke biçûk ji baskên pinpinîkekê li cihekî ji cihan, dibe ku bagerekê li cihekî din ê cîhanê pêk bîne. Ev weke mecazê ji bo teorîya tevlîhevîyê yan jî zanebûna tiştên pêşbînînekirî hatîye bikaranîn. “Ew encamên pêşerojê yên mezin ku ji ber guhertinên hêsan di dema niha de pêk hatine, lêkolîn dike. Ew ramaneke hêsan e lê me ber bi têgihiştineke nû û kûr a zanistan ve dibe“ ji bo agahîyên zêdetir: Cayms Gilîk, Teorîya tevlîhevîyê: Zanebûna tiştên pêşbînînekirî., wergêr: Ehmed Mexribî, çapa yekem 2008, weşanger, Weşanxaneya Dar el-Saqî- Beyrût.

[2][2] Ev tevger weke pertek li hember trajedîya ku civakên wê demê jiyan dikin, derket.

Tevgera Necdî ango ya wehabî bi kurtasî: Têgeheke ku li tevgereke islamî ya sinî hatîye kitin. Ew tevger li Necdê li nîva Cezîra ereban di dawîya sedsala 12em a koçî de hat damezirandin (sedsala 18em a zayînê). Ew li ser destê şêx Mihemed kurê Ebdilwehab (1703-1792) û mîr Mihemed kurê Siûd ava bû. Her duyan li hev kir ji bo ku doza selefî belav bikin û di encama wê de dewleta Siûdîyê ya yekem ava bû. Wê Cezîra Ereban û hin beşên Iraq, Şam û Yemenê desteser kirin…(wîkîpîdîya Doza Wehabî).

[3] Husam Cezmatî, Çîroka bavê Colanî bi pênûsa wî…Gelo Hisên el-Şeri kîye. Weşanger: Malpera el-Cimhûrîye, dîrok: 10. 9. 2024. Lînk: https://aljumhuriya.net/ar/2024/09/10/سيرة-والد-الجولاني-بقلمه/

زر الذهاب إلى الأعلى