ANALÎZ

Pîlan û kiryarên rêjîm û rikberiyê barmberî herêmên Rêveberiya Xweser

Piştî borîna deh salan ji  şerekî dijwar di navbera hikûmeta navendî û rikberiya tundre de li ser desthilat û dewlemendiya welêt ku di encamê de li gorî amara  Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 600,000 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bilî rûxandina binesaziyê, koçberbûna bi milyonan welatî û ketina  kesên mayî jî jêr xeta hejariyê de. Tevî wêraniya ku bi ser welêt de hat, hîn jî rêjîm û rikberî  bi eynî hişmendiya zorbaz a li dijî pêkhateyên civaka Sûrî tev digerin. Her wiha her du alî,  ji bo bêtir xwe bidin qebûlkirin ku ew tenê nûnertiya gelê Sûrî dikin û ji bo ku gendelî û tewanên xwe veşêrin, Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin aramanc û ji ber derorpêça ku ta astekê li ser herêmê hatiyê ferzkirin, her kêmasiyek der barê   xizmetguzariyê derkeve, ji xwe re bikar tînin. Armanca wan ya sereke ewe ku rewşeke siyasî û ewlehî nearam li herêmê peyda bikin û Rêveberiya Xweser têk bibin û karibin dîsa rewşa berî şoreşê vegerînin. Ji bo vê armancê jî,  gotareke demagojîk arasteyî gelê hrêmên Rêvebveriya Xweser û gelê Sûriya bigştî dikin ku tê de Rêveberiya Xweser û dezgehên wê yên leşkerî tawanbar dikin ku ew berpirsyarê aloziya rewşa jiyanî ne, her wiha li kêleka vê propagandayê jî   nijadperestî û olperestiyê gur dikin.

Newilo tenê, bi behanya têkçûna rewşa jiyanî,  nebûna xizmetguzariyê û qaşo ji bo  şerê wan kesên ku gel birçî dikin, rêjîma Sûrî hewil dide wan kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser radibin û bi alîkariya şaneyên veşartî, ber bi tundiyê û şerkî ve bajo.

Hêjayî gotinê ye ku  Rêveberiya Xweser rê dide ku dexlûdan û sûtemenî derbasî herêmên din ên Sûriyê bibin û tu astengiyan dernaxe. Astengiyên ku derdikevin jî sedem Rêjîm e. Di dema ku piraniya gelê Sûriyê ketiye jêr xeta hejariyê, rejîma Sûrî û derdora wê ya olîgarş,  jiyaneke baş dijîn

Li milekî din jî rikberî û çetyên bi ser wê ve, yên ku rêjîma Erdogan piştgiriya wan dike, rojane tawanbarîyên xirab li dijî Rêveberiya Xweser belav dikin,  di şerê dewleta Tirk li ser herêmên bakurê Sûriyê beşdar dibin, guhertina demografîk û pişaftina çandî pêk tînin û komcivîna ji hin kesaytên êlan ên li Tirkiyê rûdinên, li dar dixe. mebest ji vê yekê, reşkirina Rêveberiya Xweser e û handana gelê herêmê ku li dijî Rêveberiya Xweser rabin, fiteneykê di navbera Kurd û ereban de peyda bikin da ku zarokên xwe ji nava refên HSDê derxînin û hewil didin ku xwepêşandanên aştiyane, di rêya şaneyê veşartî û dezgehên ragihandinê, ber bi tunditiyê de li dijî Asayîş û dezgehên xizmetguzariyê ve bajon. ji bilî van kiryaran jî, rikberî û  Tirk ji bo bêtir pilanên xwe pêk bînin. niha jî avê li ser bajar û gundewaran dibirin, rojane herêmên Rêveberiya Xweser topbaran dikin, mayînan diçînin, herêmê dorpêç dikin û kesyetin  welatparêz û aştîxwaz teror dikin.

Tê xuyakirin ku armanca van pîlan û kiryaran, rûxandina aramiya siyasî, ewlehî û aborî li herêmên Rêveberiya Xweser e. Ev rêveberiya ku karîbû gelek destkeftiyan bi dest bixe û pirojeya xwe ya siysî bide pejirandin û pêkvejiyan û biratiya gelan bide pêş. ji ber vê yekê, Rêjîm û Tirk û çeteyên bi ser wan ve, dê hewil bidin ku rewşa aborî, ewehî û civakî têk bibin û dibe ku êrîşî herêmê bikin.

 Ji bo ku rê li ber van kiryar û êrîşan were girtin, ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku bêtir rewşa jiyanî xweş bike û  bi pêvajoyên ragihandinî rabin, daku ji hemwelatiyan li seranserî xaka Sûriyê, kiryarên van alîyan bidin nasîn û rêxistinên mafên mirovan û alîkariyan yên herêmî û navneteweyî agadar bike

زر الذهاب إلى الأعلى