ANALÎZ

Geşbûna Diplomasîya MSD’ê Di Vê Demê De Çi Bi Xwe Re Tîne?

Lezbvûna livûtevgera siyasî li ser qada Sûrîyê bi awayekî berbiçav xurt dibe, ev livûtevger di hemandema ku qehr li ser serdestîya dewleta Tirk a li ser rikberîya Sûrîyê tê. Vê yekê hişt ku gelek kesayet û sabarên siyasî weke Maseya Qahirê, Maseya Moskovayê û Desteya Hevrêzîya Niştimanî; rastîya Hevpeymana Niştimanî a ku bi serê xwe biryarên girêdayî rikberîyê dide; eşkere bike. Gelek hêzên rikberîya Sûrîyê yên li derve, gihiştin wê bawerîyê ku pêwîstî bi pirojeyeke niştimanî ya Sûrî heye ku hundirê Sûrîyê ji xwe re dike bingeh. MSD’ê hîn ji salên borî yên alozîya Sûrîyê ve, ev yek pêşnîyar kiribû.

MSD’ê, bi taybetî di van mehên dawîyê de, hevdîtinên xwe yên gelerî bi kesayet û sabarên siyasî yên ku her yek ji wan xwedî nêrîneke cuda ne li çareserîyê siyasî, zêde kir. Jixwe tevahîya van hêzan li ser nerînekê li hev kom bûn, ew jî ew e ku çareserîya siyasî rêya herî guncav e ji bo bidawîkirina şerê Sûrîyê, ev şerê ku gelê Sûrî ji destpêka alozîyê ve pir westandiye. Van nerînan bala sabarên rikberiyê Sûrîyê yên derve kişand û helwesta wê ya beranberî tevgerên MSD`ê tevlîhev kirin, lewre gelek sedem û bihane pêşkêş kirin ku pêşketinên MSD’ê têk bibin. Li kêleka vê jî alîyên derve yên piştevanîya van hêzan dikin û di serî de Tirkîye; gefên xwe zêdetir kirin da ku rê li pêşîya çalakîyên MSD`ê bigire û hundirê Sûrîyê bi êrîşekê mijûl bike ku hemû keda MSD’ê ya ku di vê der barê de daye, têk bibe. Lê belê guhertinên ku çêbûn ne li gor ku alîyên siyasî texmîn dikirin, ew jî tê wateya ku ta demekê hewildanên wê têk çûn.

Seredana hin alîyên diplomasî yên Ewropî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê

Seredanên dawîn yên hin şandeyên Eewropî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û pêkanîna hevdîtinan bi nûnerên MSD`ê û Rêveberîya Xweser re; nîşanên meyldarîyeke Ewropî bi ser tecrubeya siyasî ya MSD`ê li herêmê ve ye ku dikare herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi rê ve bibe û wê bike herêmên herî aram li Sûrîyê. Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi her du beşên xwe yên siyasî û leşkerî, karîbû herêmê bike hêlîneke ku vîna gelê Sûrî dinimîne, her wiha dikare bi biryarê ji bo çarenûs û pêşeroja herêmê bide. Jixwe pirojeya siyasî ya ku MSD raber dike, ne tenê ji bo deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ye, jixwe ev yek jî li nik gele alîyên derveyî û sabarên Sûrî yên bi rojevên derve û dagirkerî girêdayî ne; bibû cihê metirsîyê, tevî ku MSD`ê tekez kir ku armanca pirojeyê wê çareyeke siyasî ji bo Sûrîyê pêşkêş bike û hemû pêkhateyên sûrî bi cihêrengîya wan ya olî, nijadî û bîrdozî binimîne. Vê yekê hişt ku cîgira Serokê Komîteya Emerîkî ya Azadîya Olî ya Navneteweyî Nadine Menza, daxwaz ji ferwerîya Emerîkî kir ku stratejîya xwe ya taybet bi Sûrîyê biguher; her wiha stratejîya li hember alîyên ku serkeftina tecrubeya xwe tekez kirine, ji nû ve di ber çavan re derbas bike. Jixwe mebesta wê jî tecrubeya Rêveberîya Xweser bû. Li alikyekî din ve jî, şandeyên ku seredana Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kirin, heman nerîn li ser çarenûsa herêmê dabûn.

 

Alîyên Siyasî û MSD

Hin rêveberên MSD’ê yên xwedî astên bilind, di van rojên dawîyê de daxuyanî li dûv hev dan ku nêzîkbûna pêşnîyarkirina pirojeyeke siyasî hevpar di navbera rikberîya Sûrîyê û MSD’ê de, anî ziman, bê ku tu zelalîyê li ser alî û kesayetên ku dê MSD bi wan belgeya lihevkirinê mor bike; bide, ew jî li gor daxuyanîya ku hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed anî ziman.

Ji alîyekî din ve jî, hin malperên ragihandinê li bakurê Sûrîyê dan zanîn ku hin kesayet û sabarên siyasî yên dijber yên ku vê dawîyê ji hevpeymana Sûrî û maseyên dijberîyê veqetîyabûn; xwe nêzî Rêveberîya Xweser dikin; bi taybet piştî ku ketin wê bawerîyê ku ew alîyên berî niha bi wan re kar dikir, di babeta çareserîya siyasî û pêkanîna biryarên Encumena Ewlekarîyê 2254 de ne cidî ne. Lê ev alî (weke Desteya Hevrêzîya Niştumanî, Maseya Qahîre û Maseya Mosko) xwe dûrî sabarên gumanbar kirin û xwe nêzî MSD`ê kirin. Her wiha tevger û keda ku hin kesayetên dijber kirin ji bo ku rikberîya Sûrîyê bêtir têkeve kirîza Sûrîyê û astengîyên ku gelê Sûrîyê dikşîne, bibe; tu kesî li wan guhdar nekir, tevî hewildanên wan yên ku di nîva sala borî da hatin der jî û nikarîbû tu tiştî ji gelê Sûrîyê re bike. Weke nimûne, hin kesayetan fişar li ferwerîya demkî kir da ku genim û ceh bikire, ermanc jê ew bû ku hebûna rikberîyê di doza  sûrî de were çesipandin, lê di cih de dewleta tirk ev hewildan vala derxist, êdî bi vî awayî da dîyarkirin ku biryarên siyasî yên di hundirê Hevpeymanê de ne di destê sûrîyan de ne; lê belê di destê Enqerayê de ne. Dibe ku ev tişt û hin tiştên din sedema wê yekê bin ku hin kesayetên siyasî yên dijber nema bawerîyê bi rewabûn û karîna rikberîyê ya li Stnebolê di pêvajoya çareserîya pirsgirêka Sûrîyê de tînin. Jixwe ev gav ji hêla van kesayetan ve tê avêtin bi armanca bidestxistina bingeheke gelêrî, bi taybet piştî ku ev bingeh ji ber helwestên wan ên di encama fişara tirkî de bûn, têk çû.

Hevkêşîyeke Siyasî ya Sûrî Ya Nû

Daxuyanên ku hevseroka MSD`ê Ilham Ehmed dan, nîşaneyên rêyeke siyasî ya nû bi xwe re tîne ku dê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê derkeve. Dibe ku axaftina wê ya li ser damezirandina pirojeyeke siyasî ya hevbeş ku dê navenda wê Bakur û Rojhilatê Sûrîyê be, şiroveyeke rast li ser encama serçimandina alîyên siyasî ji ejindeyên derve re. Jixwe hin alîyên siyasî yê rikber heman tişt tekez kirin, her wiha xwestin ji bin serdestîya Tirkîyê derkevin û berê xwe bidin hin alîyên din ên xwedî bandor; nemaze ku têkilîyên van alîyan di qadên navneteweyî de berfireh in û dilsozîyeke xurt a dewletên Rojavayî.pê re heye, jixwe mebesta jê jî MSD`ê û pêkhateyên ku di bin sîwana wê ya siyasî de tev digerin.

Em dikarin tekez bikin ku avakirina hêzeke siyasî ya yekgirtî di navbera MSD`ê û hin kesayetên ku berê bi ser rikberîya derveyî ve bûn; dê bandorê bike ku rikberîya Sûrîyê ji pencên Dewleta Tirk rizgar bike. Êdî dê hin hêzên nû yên herêmî destwerdanê ji bo çareserkirina kirîza siyasî ya Sûrîyê, êdî dibe ku di rojên werin de dê nexşeyeke nû ji rikberîya Sûrîyê re were çêkirin ku dê lêdaneke pêşdem li dewleta tirk bixe, ew dewleta ku pelika rikberîya Sûrîyê ya li ser xak wê, di destê xwe de girtîye

زر الذهاب إلى الأعلى