ANALÎZ

Daxuyaniya dawî ya Komîteya Têkiliyên Wezartên Erebî di 15ê Tebaxa 2023an de û hêviyên çaverêkirî

Duh ji alîyê wezîrên karên derveyîn ên Misir, Erebistana Siûdî, Urdun, Iraq û Libnanê ve, her wiha bi amadebûna wezîrê karê derveyîn ê Sûrîyê Fêsel El-Miqdad û beşdarbûbna Sekretêrê giştî yê komkara erebî Ehmed Ebû El-Xeyz, civîna komîteya peywendîya wezretî ya erebî ya ji bo şopandina çareserîya alozîya Sûrîyê, hat lidarxistin. Ev komîte ji nava gavên erebî yên ku berê hatine avêtin pêk hatiye; mîna daxuyanîya Umanê ya şêwirmendî, hevdîtinên Cedayê heyanî Komkara Erebî li Cedayê, vegera Sûrîyê da ku dîsa cihê xwe bigire, her wiha berîya wê gelek serdanên erebî bo Şamê çêbûn, mîna wezîrê karê derveyîn ê Urdunê û wezîrê karê derveyîn ê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid, serdana El-Esed bo Umanê û piştre jî bo dewleta Îmaratê û serdanên parlementoyên erebî bo Şamê. Ev hemû jî wiha pêk hatin; da ku rê li pêşîya serokkomarê Sûrîyê vekin û beşdarî civîna komkara erebî bibe; ku tê de axaftinek hestî da pêş lê tu berhem neda. Hevdîtina wezaretî ya şêwirmendî ya ku hatî amajekirin, bi tevî birêveçûnên wê yen asayî, lê belê tu hêvîyan di nava xwe de nahewîne. Tê de pêşketinên ku li Sûrîyê pêk tên, hatin gotûbêjkirin. Her wiha keda ku ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyê ku bi hevrêzîya li gel lêvegerên navdewletî yên têkildar, bi tevî hemû zehmetî û astengîyan hatin zimên. Girîngtirîn astengîyên ku me anîne zimên, ev in:

  1. Dagikerîya Tirkîyê bo xaka bakurê Sûrîyê ku di nava xwe de Idlib, Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî û ji bilî wan jî dihewîne. Her wiha berdewamîya guhartina demografîk û rakirina hemû nîşanên niştimanî yê sûrî.
  2. Hebûn û berfirehbûna îranî li rojavaê Feratê, Dêra Zoê, Çolistana Sûrîyê, Meyadîn, Bûkemal heyanî di nava bajarên sereke yên Sûrîyê de, mîna Şam, Heleb, Laziqîyê, Tertûs, Hums, Hema û ji bilî wan.
  3. Hebûna amerîkî li rojhilatê Feratê û ya rûsî li rojavayê Feratê. Bi tevî ku ew qasî rêjîm dibêje hebûa rûsî li Sûrîyê rewa ye û ya amerîkî ne rewa ye, lê belê di encamê de her du jî hêzin biyanî ne û dema alozî çareser bibe divê ji xaka Sûrîyê vekişin, ev yek Tirkî û Irana ku xwe berdane movikên dewleta Sûrî de jî, di nava xwe de digire.
  4. Erka herî zehmet jî vegerandina koçberên sûrî bo warên wan ên resen e; ku hejmara wan li dewletên derdorê digihêje pênc milyon û nîvê. Rêjîm ji wan hêvîdar e ku vegerin, çi ku bêtirî carekê anîbû zimên ku ev mijar pêdivîya wê bi amadekirina binesazîyekê û gelek pereyan ji Neteweyên Yekbûyî, komîteyên jinûveavakirinê û ji destpêxerîya erebî û kendavî heye. Rêjîmê ev yek di rojnameya El-Weten a nêzîkî rêjîmê de, wek gavên astengdar anîbû zimên. Bi tevî van hemû astengîyên bêhêvî jî, lê belê komîteya wezaretî ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyê karê xwe didomîne. Her wiha wê dabû diyarkirin ku çareserîya li Sûrîyê siyasî ye û ew hêvîdar in ku rêjîm berê xwe bide rêgeheke hêsantir û pêkan; mîna berdewamkirina karê di rêgeha makezagonî ku ji hezîrana 2022’an ve rawestiyaye de, her wiha berdewamkirina karê komîteya makezagonî li Umanê berî dawîya vê salê ku ew bi xwe wek astengîyekê li pêşîya bidawîkirina alozîya Sûrîyê ye û piştre jî lihevhatina niştimanî pêk were. Her wiha wek di encamnameyê de hatibû diyarkirin, pêdivî heye bi dewletên ku koçber li cem xwe hewandine re hêsankirin peyda bibin da ku navên kesên dixwazin vegerin ji alîyê desteyên Neteweyên Yekbûyî ve werin tomarkirin. Li beramberî wê jî hikûmeta rêjîmê agahgîyan der barê pêdivîyên herêmên ku dê koçber lê vegerin, pêşkêş bike. Komîteyê li hev kir ku civîna were li Bexdayê were lidarxistin. Jixwe ev civîn li Qahirayê, piştî hevdîtina serokê Sûrîyê ya li ser kenala Sky News’ê, ku tê de gotibû têkilîyên erebî bi Sûrîyê re ne ji dil bû, her wiha vegera Sûrîyê bo Komkara erebî jî teşeyî ye gava tu çareserîyin pratîkî neyên danîn, hat lidarxistin. Her wiha li gor pêşniyara sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gier Pederson, divê armanc li gorî gavek li beramberî gavekê pêk were ku li gorî biryara encumena ewlekarîyê ya 2254 be û yekbûyîna xaka Sûrîyê û serwerîya wê û hêvîyên gel li dijî tundrewî û terorê biparêz e, her wiha mercên guncav ji bo vegera ewle ya koçberan û ne bi darê zorê peyda bike. Em bala xwe bidinê ku encamnameya wezaretî berê xwe dide bendên ku metirsîyê li ser ewlekarîya Urdun, Erebistana Siûdî û Kendavê çêdikin; mîna parastina sînor û qaçaxîya madeyên hişbir bi rêya Urdunê ber bi hundirê Erebistana Siûdî û Kendavê ve. Bi tevî ku rêjîmê li vê gefê mukur hatiye, ev metirsî bi hêsanî ji holê nayê rakirin; çi ku tevaya hilberîna hebên Kaptagonê, her wiha qaçaxî û torên wê li ser xaka Sûrî û Libnanê ne û ev yek bi hevkarîya milîsên Hizbullah û firqeya çarem a artêşa Sûrî pêk tê ku bingeha aborîya Sûriyê ye û fişarê ji ser Îranê di warê aborî de sivik dike. Êdî zehmet e ku rêjîma Sûrî dest ji vê yekê berde; çi ku rehê bingehîn ê berdewamîya jiyana wê ye. Der barê xebata komîteya makezagonî û civînên wê yên berîya dawîya vê salê li Mesqeta paytexta Umanê de, ji bo ereban û dewletên erebî yên mîna Urdun, Erebistana Siûdî û Kendavê ne pir girîng e; çi ku ewlekarîya sînorên wan û ewlekarîya hundirîn a welatê wan girîngtir e. Têkildarî makezagonê jî rêjîm dikare li ser kêfa xwe bi bendên wê bilîze û heyanî jê were dûvdirêjî hev bike heyanî ku bigihêje rêyeke girtî. Lê belê têkildarî nêzîkbûna di navbera rêjîmên Sûrî û Tirkî û hevdîtina çaverê ya di nacvbera Erdogan û Beşar El-Esed de, di vê dema niha de dane alîyekî; çi ku Tirkîyê berê xwe da NATO’yê û derbeyek li Rûsya û serokê wê Pûtîn xist. Lewre jî daxuyanîyên El-Miqdad û Beşar El-Esed bo divêtîya vekişandina Tirkîyê ji xaka Sûrîyê pir bi hêz derketin pêş. Êdî rewşa Sûrîyê ji alîyê siyasî û aborî ve ber bi xirabîyê ve diçe, nemaze di vê rewşa hilweşîna lîreya sûrî li beramberî dolarê amerîkî de ku her dolarek bêtirî 16 hezar lîreya sûrî dike, her wiha êrîşên Tirkîyê li ser sivîlan û kuştina wan bi dronan û armancgirtina kesayetên niştimanparêz ên sûrî. Her wiha hewlên pêkanîna fitne û tevlîhevîya hundirîn di navbera êlan li herêmên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyê ku ev hemû jî bi bêdengîya amerîkî ya metirsîdar û gumandar re pêk tên. Li gor tiştên ku me anîn zimên, tu hêvî ji civîna komîteya wezaretî ya ku li Misirê hat lidarxistin de li ba nabin û êdî rewşa di navbera Amerîka, Rûsya, Tirkî û Îranê li ser xaka Sûrî de xirabtir dibe.
زر الذهاب إلى الأعلى