ANALÎZ

Piştrastkirina Pabendîyên Amerîkayê yên Derve: Nerîna “Encûmena Sûriya Demokratîk”

Meclisa Sûriya Demokratîk bi kêfxweşî pêşwazîya piştgirîya Amerîkayê ya berdewam ji bo “Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê” kir. Tevî hevrûkirina bi rewşa li Efxanistanê re, lê Rêveberîya Baydin amaje kir ku ew di paşroja nêzîk de ji bakurê rojhilatê Sûrîyeyê venakişe. Hevpeyvînek bi Seroka “Komîteya Cîbicîker ya MSDê” Ilham Ehmed û du karzanên Amojgeha Washingtonê re der barê rola Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûrîyeyê, têgîna gefa kurdî, bandora vekişîna ji Efxanistanê û hwd, hat encamdan.

“Di 27ê îlonê de Amojgeha Washingtonê komcivîneke sîyasî û bi Ilham Ehmed, Andrew Tabler û David Bullock re li dar xist. Ilham Ehmed Seroka “Komîteya Cîbicîker ya MSDê” ye; MSD desteya birêveber ya “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê”. Tabler “hevalê Martin J. Gross” di “bernameya Gidold ya sîyaseta erebî” de ye ya girêdayî amojgehê. Bullouck “dostê Bernstein” e li amojgehê û birêveberê “Projeya Ramanê” ye. Em ê puxteya nerînên wan li jêr bi rêz bikin.”

Ilham Ehmed

MSD hewl dide ku bigihêje çareserîyeke sîyasî ya mayinde ji bo hevrikiya ku niha li Sûrîyeyê lidar e, ew jî bi rêya banga bo dîyaloga navxweyî ku li dawîya wê alîyên dîyalogê bigihêjin nenavendîya sîyasî û çandî ya ku ji cihêrengîya welêt re guncav e û piştgirîya geşepêdana aborîyî dike. Ji bo pêkanîna vê armancê, piştvanîya berdewam ji hevkarê me Amerîka mijareke pir pêwîst û girîng e. Çimkî “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” tûşî gelek kelem û astengîyan tê, di nav de nepeydabûna ewlehîyê, hejarî û xizanî, destêwerdana alîyên derve û teror.

Li ser asta navxweyî, tişta mirov jê bitirs e, ev astengîyên heyî ne, her wekî ketina lîreya sûrî, dorpêçkirin, dergehên sînorî yên girtî, binesazîya xirab ya dahatên sirûştî û peywendî û têkilîyên nebaş yên bi Rêjîma Esed re. Çimkî Rêjîmê hemû hewldanên gihiştina çareserîyan red kirin û heta niha li dij nenavendbûnê ye, newilo tenê  kurdên Sûrîyê li ser rêbendan binçav dike. Tevî vê yekê, hîn jî “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyê” amade ye ku bi Rêjîmê re bigihêje çareserîyekê.

Her wiha hin arîşe û kelemên din jî hene, her wekî şerê sîyasî di navbera alîyên kurdî de, di nav de şerê sîyasî yê bi “herêma Kurdistana Iraqê” re. Çimkî li dawîyê, ev alî dozeke kurdî ya yekgirtî û cihêreng pêk tînin û divê bi rêya dîyalogê çareyekê ji arîşeyên xwe yên hundirîn re bibînin. Tevî vê yekê jî nabe ku ji ber nakokîyên kurdî, hilbijartinên bê yên “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” werin bipaşxistin, ji ber ku ev gav dê Ereb û Asûran û gelên din yên ku li bakurê rojhilarê Sûrîyeyê dijîn ji dengdanê bêpar bihêle.

Vejîna  rêxistina “Dewleta Islamî”;bakurê rojhilatê Sûrîyeyê û cîhanê tevî gef dike. Çimkî hejarîya ku niha heye, bê guman dê bibe alîkar ku ev rêxistin xelkê bibe rexê xwe û di nav refên xwe de bi cih bike. Li milê din jî îdyolojîyên radîkal hîn bêhtir li girtîgehên leşkerên rêxistina “Dewleta Islamî” û li kampên malbatên wan belav dibin. Binesazî li cem “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” nîne ku ewlekarîya van cihan bi awayekî guncav misoger bike. Her wiha tevî ku hejmara niştecîyên wan kampan zêde dibe, civaka Navneteweyî -heta niha- vegerandina van kesan li welatên wan red dike. Divê dewletên peywendîdar -bi taybet Iraq- xebata xwe pirtir bikin ku hemwelatîyên xwe vegerînin û ji nû ve wan tev li civakê bikin da ku barê “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” sivik bikin.

Kêşe û pirsgirêkên din yên sîyasî yên sereke jî, dijminatîya Tirkîyeyê bermberî Sûrîyeyê ye. Niha Tirkîye çend herêm ji Sûriyê dagir kiriye û niştecîyên Efrînê û Girê Spî derbider kiriye û di bin sîwana “dijterorê” de li dij kurdan kar dike. Her wiha bikaranîna Tirîyeyê ji firokeyên bêpîlot re li Sûrîyeyê, rêkeftina agirbestê, ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de binpêdike û vê gavê hişt ku hin endamên QSDê  jiyana xwe jidest bidin

Tevî vê yekê, “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” dijminatîya Tirkîyeyê nake. Ji bo pêkanîna aştîyê bi dewletên derdorê re, MSD amade ye ku dîyalogê bi Enqereyê re bike; dibe ku bi serperiştîya Amerîkayê be. Divê di van danûstandinan de dagirkerîya Tirkîyeyê ji xaka Sûrîyeyê re bê gengeşekirin, her wiha divê kesên ku derbider bûne vegerin warê xwe li deverên ku niha dagirkirî ne. Divê Enqere danûstandinê bi kurdên Tirkîyeyê re jî bike ku kurdên Tirkîyeyê rastî sîyaseta nijadperestî tên û berpirsên wan yên hilbijartî tên zindankirin. Di heman çarçoveyê de, nûnertîya “Partîya Karkerên Kurdistanê” ya ku Tirkîye wê weke komeke terorîst dibîne di nav “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” de nîne. Tevî ku MSDê ji “Partîya Karkerên Kurdistanê” memnûn e ji ber keda wê ya şerê terorê li Şengal, Kerkûk, Hewlêr û deverên din heye, lê tu endamên PKKê di nav “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” nînin.

Her wiha divê destêwerdana Rûsya, Îran û Îsraîlê di şerê Sûrîyeyê de bê rawestandin. MSDê daxwaz ji Rûsyayê kir ku bibe misogervana danûstandinên paşrojê yên ku dibe bi Rêjîma Esed re pêk werin û Mosko girîngî da vî babetî. Divê alîyên çalak di vê kirîzê de heta ji wan bê kar bikin ku ev şer bi dawî bibe û heke rêkeftinek bi Rêjîmê re saz bibe, dibe ku destêwerdana derveyî kêm bibe. Li dawîyê, divê dîyaloga sûrî karekî hundirîn be û nabe welat weke şanoya şerê di navbera hêzên herêmî û cîhanî de bimîne.

Li dawîyê Mecilsa Sûrîya Demokratîk bi kêfxweşî pêşwazîya Amerîkayê ya berdewam ji bo “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” dike. Tevî hevrûkirina bi rewşa li Efxanistanê re, lê Rêveberîya Baydin amaje kir ku ew di paşroja nêzîk de ji bakurê rojhilatê Sûrîyeyê venakişe. Her wiha Washington dê di warên binesazî û destpêşxerîyên sivîl yên dijterorê de hevkar be. Li kêleka vê yekê jî divê Bakurê Rojhilatê Sûrîyeyê ji sizayan bê efûkirin da ku aborîya deverê bi hêz bibe. Bi giştî, MSD hevkariya xwe bi Amerîkayê re baş dinirxîne û li benda piştevanîyeke mezintir e.

Andrew Tabler

MSD di şerê li dij terorê de hevalbendekî bingehîn yê Amerîkayê ye. Her wiha divê mirov pesnê biserkeftina wê heta astekê di birêvebirina deverê de bide ku gelên cuda cuda lê dimînin. MSDê li pêşberî payînên  hilweşînê ya navdewletî ku piştî vekişîna beşî ya hêzên Amerîkî di sala 2019 an de,  rawestiya.

Di dema bê de dahatên westar dikarin karîn û şîyana “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” li hundir Sûrîyê bi hêz bikin. Hin rûdanên ku vê dawîyê qewimîn -girtina dergehên sînorî û rawestandina rêdana petrolê ya kompanîya “Delta Crescent Energy”- di vî warî de nîşaneyên  pirsgirêkan in. Tevî vê yekê jî nîyaza Amerîkayê nîne ku di paşeroja nêzîk de ji bakurê rojhilatê Sûrîyeyê vekişe, bi taybet piştî ku pilana vekişîna ji Efxanistanê bi neyînî hat nirxandi ku gavên wiha tu sûdê ne li Amerîka ne jî li hevalbendên wê nakin. Divê bi awayekî dawî li şerî were ku çareyên herdemî werin dîtin û komikên radîkal bi bin bikevin.

David Bullock

Tirkîye roleke girîng di mijara Sûrîyê de dilîze. Çimkî çalakîyên wê yên leşkerî li bakur bandorên metirsîdar li MSD, kurdên Sûrîyeyê, “Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê” û Sûrîyê bi rengekî zelal dikin. Tevî hevkarîya bi kurdên Sûrîyeyê re berî sala 2015an, lê êrîşa Tirkîyê ya vê dawîyê û dagirkerina wê ji xaka Sûrîyê re dê vejînkirina vê hevkarîyê asteng bike. Li vir pirsên ku xwe didine pêş ev in: Gelo MSDê amade ye bi Enqereyê re li hev were? Amerîka dikare serperiştîya vê nêzîkatîyê bike? Rûsya dikare vê gavê bike?

Heta niha Washingtonê karîbû tenê, di warê hevsengkirina berjewendîyên Tirkîyeyê -hevpeymanên wê di rêxistina “Nato”yê de- ji alîyekî ve û hevalbendên wê kurdên Sûrîyeyê ji alîyekî din ve bi ser bikeve. Tevî vê yekê jî peydakirina vê hevsengîyê, dê di qonaxa bê de jî faktoreke sereke û pêwîst be.

https://www.washingtoninstitute.org/ar

زر الذهاب إلى الأعلى