ANALÎZ

Guherînên nû yên navneteweyî û bandora wan li ser kirîza Sûriyê

ji ber hebûna hêzên mezin; Emerîkî û Rûsî û dewletên herêmî “Tirkiye û Îran” li ser xaka Sûriyê, Krîza Sûriyê di asta navneteweyî û herêmî de, bi guherînên siyasî û leşkerî bandor dibe. Vekişîna Emerîka ji Afganistanê û radestkirina wê bo Tirkiyê, dê bandorê li qeyrana Sûriyê jî bike. Jixwe Emerîka hewl dide ku li Afganistanê piştgiriyê bide Tirkiyê û dibe ku bide Encumena Tirkan a “welatên ku bi tirkî diaxivin” jî da ku yekîtiyekê mîna Yekîtiya Ewropî ava bike,ji bo li hember projeya “Yek kember- yek rê” ya Çînê rawste , Rûsyayê li Asyaya Navîn lewaz bik, hêzên xwe ji nû ve li herêmê bicîh bik, Rûsya li Sûriyê dorpêç bike û rûbirûyê gefa Îran û milîsên wê li Sûriyê bibe. Artêşa Emerîkayê di daxuyaniyekê de got ku wê baregehên xwe yên leşkerî li Qeterê bigire “baregeha El-Sailiya ya sereke li gel baregeha El-Sailiya ya başûr û depoya cebilxaneya Falkon” ku wekî depo ji bo cebilxane û çekan tê bikaranîn.

Hêzên xwe û alavên wê veguhêstin Urdunê, û dibe ku di pêşerojeke nêz de jî baregehên xwe li Herêmên Rêveberiya Xweser berfireh bike û wan bi çek û berevaniya esmanî bihêz bike. Li aliyê din, Tirkiye bi guhertina rastiyan hewl dide ku navê Rêveberiya Xweser reş bike û Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi binpêkirinên li dijî sivîl û leşkeran tawanbar bike “Goristana komî li Efrînê” ya ku di bingeha xwe de goristaneke şehîdan bû, di encama êrîşa dewleta Tirk û nêzîkbûna wê ji bajêr ve bi lez hatibû çêkirin û QSD-ê derfet nedît ku şehîdên xwe li Goristanên Şehîdan pêspêrin axê, û ew bi wêneyan, merasîmên hin şehîdan û daxuyaniyên malbatên şehîdan û gelê herêmê ,li rex  mijaran çalakvan Emîn Îsa û her weha bombebarana Nexweşxaneya Efrînê jî, belgekirîne. Tirkiye bi riya guhertina rastiyan û reşkirina Rêveberiya Xweser, hewl dide ku fişaran li Amerîkayê bike û dixwaze ji çûna xwe ya bo Afganistanê sûdê ji Amerîka werbigire, da ku destûr bide ji bo dagirkirina Herêmên Rêveberiya Xweser û nehêle ku ew danpêdaneke navneteweyî bistîne.

Rûsyayê jî ya ku ji Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku bêtir serbixwe be “ango girêdayîna xwe bi Amerîkayê re rawestîne” û dest bi diyalogê bi rejîmê re bike ji bo avakirina rêkeftinekê ku rê bide vegera hêz û milîsên rejîmê bo herêmê. Ew ne dûrî siyaseta Tirkiyê ye, Ji aliyekî ve, ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser, bi Tirkiyê re hevkariyê dike û herêmê dorpêçê dike, û nahêle ku xwarin bigihîje herêmê û çûna Kurdan bo herêmên rejîmê qedexe dike ji bo tevlîheviyeke navxweyî çêbike û hin aliyan li dijî Rêveberiya Xweser handan dike û nahêle ku alîkariyên Neteweyên Yekbûyî di deriyê Til Koçerê re derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibe ku di Çileya 2020 de, Encûmena Ewlekariyê raspardina ku ji Neteweyên Yekbûyî re ji bo bikaranîna deriyê Til Koçer ê sînorî di navbera Îraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatî dayîn, ji ber gefa vetoya Rûsyayê, betal kir. Ji aliyekî din ve Rûsya ji xiyaneta Tirkiyê ditirse, nemaze piştî ku Tirkiyê dosya Afganistanê wergirt, ji ber ku Rûsya xetereyên berfirehbûna komên cîhadî nêzî sînorên wê yên başûr têdighêje ku tê wateya hinartina ramanên cîhadî ji bo herêmên din, piştî ku Tirkiye bû çavkaniya yekemîn ji çeteyan re ji bo “Lîbya, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê û niha jî Afganistan … ”  her weha zêdebûna tevgera Tirkiyê bi welatên ku bi Tirkî diaxivin ” Meclisa Tirk”, û di dema ku Tirkiye vegere hemêza Emerîkayê, Rûsya dê bê dorpêçkirin û ewlehiya wê ya neteweyî dê bikeve metirsiyê. Ji ber vê yekê, Rûsya hewl dide ku bandora xwe li Afganistanê zêde bike, serweriya xwe li ser tevgerên cîhadî bike, û bi şêweyeke neyekser gefan li Tirkiye bixwe ku dê Otonomiyê bide Herêmên Rêveberiya Xweser, ku dişibe pergala hukumdariya li Iraqê, “pergalek federalî”, Lavrov di konfranseke rojnamevanî de li Moskovê bi hempîşeyê xwe yê Bahrên Ebduletîf Zayanî re tekez kir ku Moskove, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, têkiliyên rasterast di navbera Kurd û rejîmê de destek dike bi armanca gihiştina rêkeftinan di derbarê çawaniya jiyankirina hevbeş di dewletekê de û ji bo vê yekê jî destnîşan kir ku Îraq mînakeke baş e dikare di vî warî de sûd jê were girtin. Ji ber vê yekê jî, heke Tirkiyê berjewendî û armancên Rûsyayê yên li Afganîstanê beçav negire, dê ev yek bandore  li rewşa Sûriyê bike, bi taybet jî li herêmên Mertalê Firatê, ku wê tempoya bombebarana Idlibê zêde bibe.

Çîn jî di encama destwerdana Tirkiyê ya li Afganîstanê de, hewl dide ku li Sûriyê bingeheke xwe ava bike ku karibe piştgiriyê bide projeya wê ya aborî “Yek Kember, Yek Rê” ku bi awayekî neyekser bandorê li Tirkiyê bike, ji ber ku Tirkiyê bi piştgiriya ku dide koma Uygur û destwerdana li Afganîstanê, gefê li rewşa Çîn a hundurîn a li herêma Xinjiangê “Turkistana Rojhilat” dixwe. Sûriye ji bo Tirkiyeyê alternatîfeke ber bi bazarên Ewropa û Afrîkaya Bakur ve ye, ger rewşa têkiliyên di navbera her du aliyan de xirabtir bibe, her weha ger piştgiriya Çîn a leşkerî ji rejîmê re bi awayekî sînordar be jî, ji bo fişarê li Tirkiyê bike. Serdana Wezîrê Karê Derve yê Çînê bo paytexta Sûriyê Şamê di 17ê Tîrmehê de dikeve vê çarçoveyê û tê wateya piştgiriya Esed. Lê belê Çîn ji bo ku zêdetir nekeve nav kirîza Sûriyê û bibe sedema nakokiyên zêdetir bi Amerîka re, ji rejîmê daxwaz dike ku biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî bicîh bîne di berdêla piştgiriya darayî û nûavakirinê de.

Îran piştî ku pêwendiyên wê yên aborî bi Tirkiyê re di encama sizayên Emerîkayê de mezin bûn û hevkariya wan a ku dişibe hevbendiyê “Astana û Soçî” di kirîza Sûriyê de, dibe ku di encama berjewendî û armancên wan ên nakok, veguêzin şerekî neyekser di navbera herdu aliyan de, ji ber Îran hewl dide ku serweriya xwe li Afganistanê berfereh bike û xwe bigihîne bazarên Asyaya Navîn da ku sizayên Emerîkayê li ser wê sivik bike û biryara siyasî ya Kabulê têxe bin kontrola xwe. Di heman demê de jî, ji hevbendiyeke Tirkiyê-Pakistanê ditirse; ango hevbendiyek Sunî, nemaze ji ber ku Tirkiye beşdariya Pakistan û Macarîstanê bi wê re li Afganistanê şert kir, ev yek ewlehiya neteweyî ya Îran dixe metirsiyê. Lê belê Tirkiyê angaşt dike ku bihêzkirina serweriya xwe li herêma Asya Navîn mijareke çandî û etnîkî ji bo wê normal e. Ev mijar dibe ku bandoreke neyînî li ser rewşa di navbera herdu aliyan de li Sûriyê bike.

Di vê çarçoveyê de dibe ku krîza Afganistanê veguhere qeyraneke mîna ya Sûriyê, ji ber welatên ku hewl didin serweriya xwe li Afganistanê bisepînin, heman welatên ku deswerdana kirîza Sûriyê kirin in, ev dibe encama  nakokiya berjewendiyên navneteweyî ku dostên duh dibin dijminên îro û bi vî awayî gengaz e ku aliyên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê bigihînin çareseriyeke dawî û dibe ku rewş aloztir bibe û di heyama pêş de, ji ber nakokiyên berjewendiyên navneteweyî, siyaseta pevguhertinê vegere, an jî rûdana nakokiyên Tirkiye-Rûsya-Îranê di pêşerojeke nêzîk de, ku dê bibe destpêka operasyonên leşkerî ji bo vegerandina herêmên dagirkirî yên ku ji herêmên Mertala Firatê “Cerablus û Bab” dest pê dike û li Idlibê bi dawî dibe. An jî civaka navdewletî di encama zêdebûna krîzên navdewletî de, ber bi danpêdana herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên ku jê re tê gotin koalîsyona Sûriyê piştî têkbirina komên terorîst ên di bin navê Artêşa Niştimanî de û Sûriyê bibe pegaleke federal mîna ya Îraqê.

زر الذهاب إلى الأعلى