ANALÎZ

TIRKIYE DI SIYASETA QIRKIRINÊ DE BERDEWAM E

Piştî şerê cîhanê yê yekem (1914 – 1918) û şûn be, nexşeya Rojhilata Navîn ketîye ber xêzik û birekên hêzên ku di şer de bi serketibûn; mîna Frensa, Îtaliya, Birîtaniya , Rûsiya û Amerîka de. impertorîya osmanî tarûmar dibû  û dabeşî pir dewletên nû dihate kirin, ji axa dibin serwrîya osmanîyan de bi tenê komara tirkiîyê ya heyî weke komareke tirk hatibû xêzkirin, bi taybet piştî peymana Lozanê ya di 1923 de .

 Ji 1923 û şûn ve tiracîdîya welatekî perçebûyî di nava sînorên çar dewletên nû de, tiracîdîya Kurdistan û gelê Kurd dest pê kirîye, Kurdistan û gelê kurd dabeşî nava neteweyên ereb, tirk û farisan hatine kirin, di jêr desthilatdarîya rêjîmên van neteweyan de gelê Kurd rastî tunekirin, pişaftin û qirkirianan hatîye û ji derveyî zagonên navneteweyî û mafên mirovan û kêmhejmran, tunebûn li ser kurdan hatîye sepandin, çendîn serhildan, raperîn û şoreşên kurdan li dar ketine jî, lê di encamê de têk çûne û gelê Kurd berdêlên giran ji qurbanî û wêranîyan danîye, bêyî ku dewletên cîhanî an jî zagon û rêgezên rêxistinên mirovî tu hewildanên rêgirtinê li ber komkujiyan bigrin an jî mafên gelê kurd erê bikin hebaya, ji ber ew bi xwe xwedîyê pirojeya perçekirin û tunekirina gelê Kurd bûn û dewletên ku Kurdistan di nava wan de dabeş bûye Tirkiye, Iraq, Sûrî û Ïran, bi tenê encamên pirojeyên van hêzên navneteweyî û peymanên wan in, mîna peymana Saykis-pîkot,  Lozan, Enqere û Qahîrêyê di nava 100 salên borî de, kurd lawazbûn, rastî pir şikestinan hatibûn, ji komkujiyekê derbasî nava komkujiyeke nû dibûn, komara Kurdistan (Mehabad – 1946 ) li Rojhilatê Kurdistanê hatibû rûxandin, şoreşa Berzanî di 1975 de li Başûrê Kurdistanê hatibû têkbirin, li Bakurê Kurdistanê bêdengîya goristanan xwe li ser kurdan sepandibû, ew jî piştî qirkirinên bêjimar ji şoreşa koçgirî (1920 ), Şêx Seîd (1925), Agrî (1927) û di navbera 1925 û 1938 de zêdeyî 1500 000 kurd hatibûn kuştin û koçberkirin,  tirkiyê ta 1965 nehiştîye ku tu biyanî sredana Bakurê Kurdistanê bi taybet rojhilatî Feratê bikin. Di navbera her çar dewletên ku Kurdistan di nava wan de dabeş kiribûn de, peyman  û pilanên hevbeş li himber kurdan hatine meşandin . Dewleta herî şerê hebûna gelê Kurd kirîye dewleta tirkiyê ye , ji avabûna komarê de1923 pirojeya tinekirin û tunekirina doza kurdî weke stratejîk girtîye dest, anku ji bo misogerkirina  berdewamîya komarê, qirkirin û jiholêrakirina gelê Kurd pêwistiyeke stratejîk dîtine.

HATINA AKP-MEHP LI SER DESTHILATÎYA TIRKIYÊ :

Avabûna komara  Tirkîyê li ser hesabê qirkirina gelên resen di herêmê de, mîna Kurd, Ermen, Yûnan, Siryan û hwd, ne ji xweber ve hatîye, lê belê girêdayî stratejî û pirojeyên hêzên sermayedar bi pêşengtîya Birîtaniya û Ferensa bû, tevlêbûna Tirkîyê di nava Nato de di 1952 de, erkdarkirineke Rojavayî  ji Tirkiyê re bû ku bekçîyê parastina sînorê Rojhilatê hevbendîya Nato be û di heman demê de di şerê li himber Sovyêtan û tevgerên azadîyê di Rojhilata Navîn de li pêş be, lewra pergal û ferwerîyên ku serwerî li Tirkîyê kirine girêdayî armanc û pirojeyên Nato serwerî kirine, di dema bilindbûna asta çepgerîyê di Tirkîyê de, neteweperestî û faşizim dane pêş, di dema bilindbûna islama siyasî de, rêgez û pergala zanistî dane pêş û di bilindbûna tevgerên neteweyî de mîna kurdan conta leşgerî dane pêş, tu ferwerîyên Tirkîye ji çarçoa stratejîya Nato û Amerîka derneketine, ferwer an jî serokên xwestine ku di çarçoveyeke cûda de tevbigerin, rastî reşkujî hatine, lewra hatina islama siyasî di serwerîya Tirkîyê de di kesayeta Erdogan û AKP de û hevpeymana wan bi MHP re jî, ne ji xwebernve hatîye, lê belê girêdayî pirojeyên Rojhilata Navîn ya nû û bikaranîna islama nerm (weke ku Tirkîye xwe dida pênasekirin), di kedîkirina rojhilata navîn de di asta pirojeya Amerîkî de hatîye,  lê belê di asta hundirîn de hatina AKP-MHP bi armanca dawîanîna li Tevgera Azadiyê, doza kurdî û pêkanîna “misaqa milî” de hatîye.

XWEZÎVIRANDINA BER BI RÛSIYA VE :

Ji 2002 Ta salên 2013-2015 de jî, Tirkî dibin desthilatdarîya AKP de gavên pir balkêş di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de avêtine, têkilîyên xwe bi cîhana Erebî, kurdan, Başûr û cîhana islamî re, li ser bingeha (sifir pirsgirêk) befireh kirîye, jixwe Tirkî ji hêla Amerîka ve hatibû erkdarkirin ji bo birêvebirina pêşketin û geşedanên buhara ereban, lê belê bilindbûna asta tevgerên islama siyasî bi taybet ixwanûlmuslimîn di herêmê de û derketina Daişê, pirojeyên Tirkîyê ji bo pêkanîna “mîsaqa milî” û vejandina osmanîya nûjen, mezin kirine, lewra rastîya hişmendîya xwefirehkirin û serdestkirina idyolojiya ixwanûlmuslimîn daye pêş û nakokîyên bi Rojavayî û Nato re despê kirine, di 2015 de danûstendinên aştîyê bi PKK re bi dawî kirîye û şerekî bênavber li himber kurdan ragihand, di 2016 de û piştî derbeya leşgerî li himber AKP ku bi serneketibû, Erdogan Amerîka û Rojavayî tewanbar kiribû û ber bi Rûsan ve têkilîyên berbiçav ava kiribû, bêguman xwedûrxistina ji Amerîka û derxistina biyaneyan û gazinan ji hevalbendên xwe pilan kirîbûn, rewşa cîhanê û tevlihevîya di nava dewletên Ewropa û Nato de ji bo demekê bikar anîye ku karibe pirojeyên xwe pêk bîne,  Tirkî hebûna Rûsiya di herêmê de û xwesteka wê ya ku li himber Amerîka vegere hêza yekem, her wiha nezelalbûna stratejîya Amerîkî di Rojhilata Navîn de û ciyostratejîya cihê xwe bikaranîn, bi bazar û siyasetên ku  di navbera her du hêzan de kiriye, dikarîbû  derbasî xaka Sûrîyê, Lîbiya, Somal, Yemen, Sûdan û Ermenistanê bibe,  her wiha di rojhilatî deriya Spî de bi Yûnan, Misir û Israîlê re ketîye nava nakokîyan de û ji her kesî ve diyar dibû ku Tirkî ber bi Rûsiya ve diçe, her wiha Rûsiya jî xewnên Tirkîyê û metirsîya wê ji doza kurdî bi kar amîye û têkilîyên xwe bi Tirkîyê re berfireh kirîye, ta ku di nava Nato de gotûbêjên qewitandina Tirkîyê derketine pêş, lê belê giringîya Tirkîyê ji Nato re hiştîye ku Nato pir bi nazikî li himber Tirkîyê tev bigere, him nehêle yekser ber  bi Rûsan ve here û him jî ta dawî ji Nato qut nebe .  

BAngeşeya DIJBERIYA BI ROJAVAYÎ RE :

Tirkî baş dizane ku dibin sîwana Nato de  û bi çekên Natoyê xwe mayinde dike û veqetandina ji Nato û Ewropa dê buhayeke mezin li ser Tirkîyê bisepîne , lê belê ji bo bikaranîna rewşa cîhanî û beramberîya Rûsiya û Amerîka li himber hev, di asta hundirîn û der êrîş û bangeşe li himber  dewletên Rojavayî kirîye û diyar kirîye ku ew dikare bi vîna xwe ji derveyî daxwazên Amerîka û Nato tev bigere! Her wiha  pirojeya xwe ya islama siyasî  û osmanîya nûjen jî daye pêş, ev siyset teyisandina wê ya siyasî û aborî li ser Tirkîyê ne erênî bû, lê belê ji vê siyasetê hêvî dikir ku  pir armancan di demeke kurt de pêk bîne, weke:

  • Osmanîya nûjen pêk bîne û bike rewşeke spandî li ser herêm û hevalbendên xwe.
  • Tevgera Azadiyê têk bibe û ta Kerkûk û Mûsilê bigre destê xwe.
  • Destkeftîyên kurdên Rojavayê Kurdistanê têk bibe û guhertina dîmografî li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. 
  • Bibe hêzeke herêmî bihêz û  serwerîya xwe  bighîne  Asiya Navîn û Efrîqayê  û xwe li ser Amerîka, Rûsiya û Çînê bisepîne weke hêzeke cîhanî.

Bi  şerên Tirkîyê yên vekirî li himber kurdan û deverên din de, aborîya Tirkîyê xerab bûye ku bûye sedema derketina kirîzên civakî, mîna mijara koçberên sûrîyê di Tirkîyê de, her wiha kirîna S-400 ji Rûsiya û avakirina têkilîyên berfirehtir bi serokê Rûsiya Potîn re.  Him raya hundirîn û him jî Rûsiya û Nato xistiye wan gumanan de ku Tirkîye siyaseteke serbixwe dide meşandin û mesacan dişîne ku dikare li dijî Ewropa û Nato derkeve û weke xwe gavan bavêje, êdî ev pêşketin bûn sedema ceza  û nerazîbûnên Amerîka, Eropa û Nato li himber Tirkîyê,  di nava vê siyasetê de Tirkîyê deskeftî pêk anîn, lê belê dost jî ji xwe re nehiştine, ji bilî serokê Rûsiya Potîn û dewleta Qeterê û hin komarên tirk mîna Kazaxistan, tevgerên islamî yên ereb û Filestînî, bê guman Tirkî ne ji nezanî ev siyaset daye meşandin, lê belê hemû derfetên siyasî û rewşa cîhanî, her wiha giringîya ciyostratejiya xwe fam kirîye û dixizmeta xwe de bi kar anîye, lê hebe ku bawer nedikir ku pirojeyên wê li ber berxwedana mezin ya kurdan  (HPG, YPJ, HSD) raweste an jî asteng bibe, Rûsiya wî tengav bike  û xewnên wî yên avakirina osmaniya nû di Sûrîyê de vala derxe, li Misrê serokê  ixwanan Mûrsî peyê Edogan  ji desthilatdarïyê bikeve û binbiryara sêdarîyê were darzamdin û nikaribe xwe li ber ceza û fişarên Amerîka û Nato  bigre ku ev ceza û fişarên Amerîka û Nato jî  bi tenê ji Tirkîyê re hişyarkirin bûn û ne di asta xistina Tirkîyê de bûn, çimkî ji derveyî  kiryar, helwest û daxwazên serokê Tirkîyê û xeyalên wî yên seltenetê, Nato dewleta Tirkîyê ya xwe dizane, lewra tevî nerazîbûna ji Erdogan jî lê belê ew bi hevalbend pênase dikir û carcaran ew razî jî dikir.

NEERÊKIRINA DAXWAZNAMEYA SIWÊDÊ:

Beriya hilbijartinên 28 gulana 2023 yên serokkomarîya Tirkîyê, di navbera Tirkîye û Rojavayî de, pir nakokî rû dabûn û dinava van nakokîyan de Siwêd û Finlenda yên daxwaznameyên xwe ji bo endamtîya di nava Nato de pêşkêş kiribûn, Erdoganê ku di navbera Rûsiya û Amerîka de lîska hevsengîyan dilîze, him negot na û him jî nepejirandibû, mercên giran li ber her du dewletên Iskindinafî danîye, di serî de derketina li himber PKK, doza kurdî û Rojavayê Kurdistanê, bingeha razîbûna xwe ji her du dewletan re nîşan daye û ev helwesta nepejrandina endamtîya Finlenda û Siwêdê jî li xweşîya Rûsan diçû, di milekî din de  fişareke Erdogan li ser Amerîka bû ku guhdayîneke baş bide wî, ji ber ew dikare xira bike û dikare ava bike jî, vaye piştgirîya Ukrayînya kirîye, lê belê tev li cezayên li dij Rûsan jî nebûye û yên herî razî ji siyaseta Tirkîyê Rûs bûn. Tirkî hêvî dikir ku bi vê siyasetê re him Rûsan razî bike û him jî bi Nato re têkeve bazaran ku karibe demê dereng bixe bi rêya xwestekên giran re ku him rewabûnê bide nepejirandina xwe  û him jî heta demeke dirêj Rûsan razî bike û pirojeyên wê li Sûrîyê û deverên din nekevin astengîyan.

PIŞTÎ HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYÊ ÇI BÛYE?

 Tirkî dewleteke Nato ye, çendîn hewildanan bike ku xwe xweser bibîne jî, nikare ji çarçova Natoyê derkeve, rast e Erdogan weke islamîyekî gavên xweser avêtin û carcaran pirojeyên Amerîkî jî  tengav kirîye, mîna di Sûrîyê de, lê belê di encama dawî de yê ku berheman rake, dê Amerîka û Nato be, an jî dizayînkirin û pergalkirina encaman di destê Amerîka de ye, ne di destê xwestek û niyazên diktatorekî weke Erdogan de ye, lewra berîya hilbijartinan Erdogan dizanîbû ku biserketina Kilîçdaroxlo dê tê wateya dûbarekirina çarenûsa Menderês li ser kesayeta wî û hemû şaneyên mîna helwesta Amerîka û dewletên Ewropayê, şikestina aborî, daketina rêjeya alîgirên wî, daxuyanîyên Rikberîyê, diyar dikirin ku Erdogan dê bikeve, ne wilo tenê dê dûrketina ji desthilatdarîyê be, lê belê dê darizandin û çarenûseke nediyar be. 

 Di 14 gulana 2023 de, Erdogan nikarîbû di tora yekem ya hilbijartinên serokkomarîyê de bi ser bikeve, di navbera wî û Kilîcdaroxlo de rêjeya denganê nêzîkî hev bûn, tevî ku pir guman derketin ku di hilbijartinan de sextekarî ji hêla Erdogan ve  hatîye kirin û di rastîyê de kilîcdaroxlo bi ser ketîye, hilbijartin derbasî tora duyem bûye ku di 28 gulana 2023 de wê careke din li dar ketibana, gelo di navbera 14 û 28 gulanê de çi qewimî bûn? Yekemcar bû ku di dîroka siyasî ya Erdogan de ku ewqas bi qelsî û ji xwe nebawer dadiket hilbijartinan,  ji wê payebûna xwe daketibû û diyar dikir ku encamên hilbijartinan çi bin jî ew ê bipejirîne! Her wiha Kacala Kalas serokwezîra Istoniya yê diyar kiribû ku kî bi ser dikeve ji Nato re ne pirsgirêke û tu tişt nayê guhertin? Eger bi rastî daxwaza Nato an jî Amerîka heba ji bo xistina Erdogan … dê xistibana, lê belê di tora duyem de Erdogan bi ser ket! Bi serketina Erdogan hebe ku Rûsiya kêfxweş kiribe, lê belê di rastîyê de dê Erdoganê piştî hilbijartinan ne Erdoganê berî hilbijartinan be.

PEJIRANDINA DAXWAZNAMEYA SIWÊDÊ

Bi razîbûna Amerîka û Nato,  Erdogan di hilbijartinên serokkomarîyê de bi ser ketîye, lê belê serkeftineke pir barkirî bi kirîz û astengîyan ku li pêşîya wî:   

  • Aborîyeke ketî.
  • Giranîya erdheja wêranker.
  • Sozên çareserkirina pirsgirêka koçberan.
  • Giranîya fişarên ji hêla Nato ve li ser têkilîya Tirkîyê bi Rûsan re û helwesta wê ji şerê di Ukrayînya de.
  • Civakeke dabeşbûyî di Tirkîyê de ku %50 ji tirkan Erdogan di hilbijartinan de  nepejrandine
  • Giranîya berdewamîya di nava kirîza Sûrîyê de.
  • Sozên tunekirina PKK û Rêveberîya Xweser.

Di nava van pirsgirêk û sozan de bi taybet kirîza aborî û koçberên Sûrîyê de, ne Rûsiya û ne jî dostên herêmê yên Tirkîyê dikarin Tirkîyê rakin û eger Tirkîye di beramberî an jî nakokîya bi dewletên Rojavayî, Nato û Amerîka re berdewam bike, çarenûseke reş dê li beramber Erdogan û AKP-MHP be, ne dûr e ji çarenûsa Menderês,  her wiha derketina ji bin Sîwana Nato û eşkere xwedîtina di asta Amerîka de, dê tê wateya derbasbûna Tirkîyê di lîsteya dijminên Amerîka de, jixwe hebûna Tirkîye bi xwe ji hebûna  Nato an jî Amerîka ye, lewra pejirandina daxwaznameya siwêdê ne bi dilê Erdogan e, lê belê neçare ku xwe bitewîne, çimkî nêzîkatîya Amerîka -Nato  ji Tirkîyê re piştî hilbijartinên 28 gulanê dê ne mîna berîya wê be,  berîya hilbijartinan metirsiya Erdogan ji ketin hebû, Amerîka heta dawî Tirkîyê tengav nedikir, helwesta Tirkîyê ya dualî bi Nato û Rûsan re, dihate tehmûlkirin, stratejîya Nato li Rojhilata Navîn û Sûrîyê di asta rawestandinê de bû, lê belê piştî hilbijartinan nakokî û beramberîya Nato bi Rûsîya re di şerê li Ukrayînya de ketîye asteke bilind û beramberîya xwe firehî qada Rojhilata Navîn û Sûrîyê jî kirîye, civîna Astana-20 li darketîye û armanca Rûsiya, Tirkî, Îran û Sûrîyê di şerê bi Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rûjhilatê Sûrîyê re û hebûna Amerîka di herêmê de zelal bûn, her wiha Amerîka jî li himber van helwestan, mayîna xwe û amadebûna xwe di beramberîya bi Îran û Rûsiya re di Sûrîyê de eşkere kiriye, ew jî li tersî hêvîyên ku Erdogan, Potîn û Îranê texmîn dikirin ku ji ber fişaran wê Amerîka neçar xwe bibe ku xwe ji herêmê vekişînae, lê darketina civîna Nato di 11 û 12  têrmehê de, dê ji Erdogan re ne civîneke hêsan be, bi taybet ku astengîyan li himber tevlêbûna Swêdê di Nato de berdewam bike, her wiha têkilîyên  bi Rûsan re û nebûna helwesteke hevbeş bi Natoyê re li himber Rûsiya, lewra pejirandina Erdogan ji daxwaznameya Swêdê, piştgirîya Ukrayînya, daxwazkirina vegera danûstendinên ji bo tevlêbûna di Yekitîya Ewropa de û hwd, ji buhaya derketina di hilbijartinan de, ketina aborî û pêzanîna Erdogan ku siyaseta li ser dualîyan meşandin, Tirkî azad nekirîye bi qasî ku ew kirîye dîlê razîkirina her du alîyan û berjewendîyên Tirkî yên mezin bi Amerîka û Nato re ye ne bi Rûsan re ye, lewra xweguhertina Erdogan ji neçarî ye, lê belê her dem jî van xweguhertinan di hêvîya têkbirina gelê kurd û Tevgera Azadîyê de bi kar anîye, hingê jî nabe ku xwexapandin li ba kurdan û tevgera siyasî hebe, lê belê heta dawî hişiyarî û bi nazikî tevgerandin.

 

زر الذهاب إلى الأعلى