ANALÎZ

Hevrikîya Amerîka û Rûsyayê li Afrîkayê, Nîcer wek Nimûne

Hevrikîya Amerîka û Rûsyayê ji ber berjewendîyên aborî û sepandina hêza sîyasî roj bi roj zêdetir dibe û vê carê gaveke nû ber bi Afrîkayê ve diçe. Çimkî darbeya leşkerî li Nîcerê û piştî wê darbeyên leşkerî li Malî û Borkîna Fasoyê ji encama vê yekê ne. Serkêşên “Êkwas”ê, koma aborî û sîyasî ya rojavayê Afrîkayê, bi piştgirîya Parîs û Waşintonê, gefa pêngaveke leşkerî li dij kesên ku darbe li Nîcerê çêkirine xwarin, ew jî heke serok “Mihemed Bazom” dîsa venegerînin ser desthilatê. Lê îro roj, rewş ne weke duh û pêr e, nemaze piştî ku serok û fermandarên komê zagonên nû derxistin ku girêdayî çarekirina kirîza Nîcerê bûn bi rêyên diblumasî û bi rengekî aştîyane. Bi tenê hin siza sepandin; mîna girtina sînoran û cemdandina pereyên xwedîyên darbeyê ku dîyar dibe ji biryara maytêkirina leşkerî piştî darbeyê dagerîyane; tevî ku “Êkwas” hêzeke leşkerî li ser sînorên Nîcerê belav kirîye û derî li pêş şerê leşkerî vekirî hêlane, lê mîna bijardeya dawîn û dibe ku halê hazir ev bijarde dûr be, nemaze piştî ku xwedîyên darbeyê hikûmeteke sivîl damezrand.

Dixuye ku Nîcer, li ser şopa cîranên xwe “Malî û Borkîna Fasoyê” çû hembêza Rûsyayê û bû hevbenda serokê wê “Fladîmêr Putin” dijminê dewletên rojavayî. Çimkî ne tenê ji ber astengîyên lojistîk û leşkerî yên dewletên afrîkayî, koma Êkwasê hêza leşkerî bi kar neanî, lê belê ji ber ku “Malî û Borkîna Fasoyê” hevbendîyek dursit kir da ku Nîcerê ji êrîşên leşkerî biparêzin. Li kêleka wê jî Cezair, hevbenda herî giring ya Rûsyayê li ser sînorên Malîyê, bijardeya leşkerî li deverê red kir. Tê gotin ku fermandarên darbeya leşkerî gefa kuştina “Bazom” daye heke êrîşa leşkerî pêk were û dê alîkarîyê ji hêzên Vagnerê yên rûsî yên li Malîyê bixwazin da ku li gel wan şer bikin.

Damezrandina hikûmeteke nû bi serkêşîya kesayeteke sivîl û naskirî mîna “Elî El-Emîn El-Zên”, ku aniha serokê hikûmetê ye, nîşanek e ji Nîcerê ku ew ber bi hikûmeteke sivîl ve diçe, dûrî desthilata leşkeran û ev yek bihane û hêncetan ji bo maytêkirina leşkerî di welat de nahêle. Çimkî fermandarên darbeya leşkerî, wezîrê darayî yê berê wek serokwezîr erkdar kir da ku zext û guvaşên koma aborî û sîyasî ya rojavayê Afrîkayê “Êkwas” û yên dewletên rojavayî bi taybet yên Fransayê, sivik bike. Fransa ku hêza xwe gelekî li Afrîkayê ji dest da, îro careke din bêçare maye û dibîne bê çawa mêtingeheke wê ya din li Afrîkayê ji dest wê diçe. Hêza rûsî li ser erdê û meyla gelê Nîcerê ber bi wê ve xuya ye. Li kêleka vê yekê helwesta Amrîkayê jî ji darbeyê ne zelal e; carekê hikûmeta darbeyê red dike û carekê dixwaze têkilîyên nû bi hikûmeta darbeyê re çêke. Ev yek baş di serdana berpirsa di Wezareta Derve ya Amerîkayê de “Vîktorya Noland” ji bo Nîyamî paytexta Nîcerê dîyar dibe, ku hevdîtin bi girgireyên Encumena Leşkerî re pêk anîn. Noland hevdîtinên xwe bi wan re bi hevdîtinên zelal û zehmet dan nasîn, bi taybet ku fermandarên leşkerî guh nedan pêşnîyazên Amerîkayê yên derbarê vegerandina pergala demokratîk li welat de, herwiha rê nedanê ku hevdîtinê bi serokê berê “Mihemde Bazom” re çêbike. Lê dibe ku sedema sereke ya serdanê, parastina berjewendîyên Amerîkayê li deverê be ku xwedîyê darbeya leşkerî bi rêya dosyeya terorê “şerê El-Qayde û Rêxitina Daişê û koma Boko Heram ya ku li deverê çalak e” bibe rexê xwe û rê nede Rûsyayê ku zêdetir di rojavayê Afrîkayê de kûr here. Amerîka naxwaze ku aramîya deverê bi hin şerên nû têk bibe ku bandorê li projeyên stratejîk bike; mîna projeya veguhastina gazê ji rojavayê Afrîkayê ber bi Ewropayê ve da ku bi yek carî pêdivî bi gaza Rûsyayê nemîne. Li vir em dibînin ku Rûsya dixwaze hîn bêhtir li rojavayê Afrîkayê berfireh bibe û civînan bi fermanarên afrîkayî re li dar dixe da ku projeyên dewletên rojavayî yên veguhastina gazê ber bi Ewropayê ve rawestîne, yan jî herî kêm pişkeke wê di wan projeyan de hebe ku bikaribe her hewldana ku bandorê li cihê wê di bazara ewropayî de bike, rawestîne.

Bi kurtî, rûbera hevrikîya amerîkî-rûsî berfirehtir û mezintir dibe. Destpêkê li Lîbyayê, piştre li Sûrîyê dûvre Ukrayna paşê Afrîka heta gihiştin Nîcerê û dewletên din yên rojavayê Afrîkayê. Bi tenê gelên perîşan û bindest fatûreya vî şerî didin û bûne sotemenîya şer û pevçûna wan. 

زر الذهاب إلى الأعلى