Êşkişandina gelê Sûriyê ji destûrê re beriya 100 salî dest pê kiriye. Destûra yekem a vî wlatî, di sala 1920`an de hate danîn ku bi riya vê destûrê şah Fêsel Bin Hisên bû padîşahê Sûriyê û yê ku serpereştiya vê destûrê kir Haşim Eletasî bû, yê ku bi (bavê destûrê) dihat naskirin.
Lê vê destûrê dom nekir, ji ber ku di heman salê de Fransayê derbasî Sûriyê bûn û di wê serdemê de gelek destûr hatin danîn û vê rewşê ta danîna destûra sala 1950 domand. Ev destûr, tevî ku bi erênî lê dihat mêzekirin û hinekî nêzî azwerên gelê Sûriyê bû, lê vê destûrê jî nedomand. Ji ber ku guherînek yan jî derbeyeke leşkerî bi serkêşiya Edîb Çîçeklî rûda, pê re destûra 1950`î hat guhertin û li şûna wê destûreke nû hat danîn. Vê destûrê ta derbeya partiya Baas a di sala 1963`an de domand. Di encamê de Sûrî ma bê destûr ta rûdana derbeya Hafiz Esed ku di sala 1971`ê de destûreke mayinde li gorê xwe danî ku benda wê ya (8)`an dibêje: Partiya Baas pêşenga dewlet û civakê ye. Di bin sîwanê vê destûrê de, fermanên taybet û rewşa awarte, rêjîma ne demokratîk karîbû 30 salî ta mirina Hafiz Esed, bidomîne. Piştî mirina Hafiz Esed, kurê wî Beşar Esed di sala 2000’ î de şûna wî girt, heman destûr û rêbaz meşand. Di encamê de rêjîm di sala 2011 an rastî serhildanan bû. Bi gurbûna serhildanan û ji bo ku van serhildan dorpêç bike û rê li ber wan bigire, Beşar Essed, destûr di sala 2012´an guhert, lê ji ber berdewamiya kiryarên tund, ev destûr jî nebû bersiv.
Ji ber siyaseta zordar, nijatperest û dîktatoriya rêjîmên ku bi kotekî û bi derbeyan dest danîne li ser desthilat û civaka Sûriyê, biryara Sûriyê rojekê ji rojan neketiye destê gelê Sûriyê û tu carî daxwaza gelê Sûriyê ku bi aramî û azadî bijî, pêk neanîne .
Ji destpêka qeyrana Sûriyê , gelek gotegot li ser dariştina destûreke nû hene ku beriya niha li Soçî û berî çend rojan li Astana, gera 12´em, di 26-4-2019´an de, bi serpereştiya qaşo welatên garantor Rûsya- Tirkiyê –Îran û bi amedebûna şanderê navneteweyî “Geir Pedersen” , hat lidarxistin. Weke hat xuyakirin ku welatên garantor ên navbûrî; komîteyeke destûrî ku rewabûna xwe ji gelê Sûriyê werbigire, yan li gorî daxyannameya Cinêvê be naxwazin, tenê dixwazin ku ew jêdera rewabûnê bin. Di encamê de ev kongre jî ji bo damezrandina komîteya destûrê têk çû. Tê xuyakirin ku her sê welat ji bo serwerî û dagirkirina xwe bidomînin; naxwazin aramî û çareseriyeke siyasî li Sûriyê peyda bibe, bi taybetî dewleta Tirkiyê ku %10.3 îro ji xaka Sûriyê dagirkiriye û beşdarbûna rêveberiya xweser di danîna destûrê de ta niha naprjirîne. Ev rêveberiya ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê; karîbûn % 30 ji xaka Sûriyê rizgar bikin û terora DAIŞ´ê ji hêla cugrafîk ve têk bibin û li ser qada Sûriyê xwe diyar kirin ku ew li dij terorê hêza herî rêxistinkirî û perwerdekirî ne. Weke tê xuyakirin ku Sûriyê di navbera welatên herêmî, navneteweyî û bi beşdarbûna kesine Sûrî bûye qada bazarê. Armanc û hewldanên van aliyan ji danîna vê destûrê, ew e ku li gor xwe vê destûrê bihûnin û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê bimeşînin.
Di rastiyê de, çi kesê bêje yan jî angaşt bike ku ev komîteya destûrê, ya ku xwedêgiravî dê di pêşerojê de were avakirin serbixwe be û bi serpereştiya Netweyên Yekbûyî tevbigere, dûrî rastiyê ye. ji ber ku ev dezgeha navneteweyî ne serbixwe ye û li gor berjewendî û ajendayên welatên serdest û biryarên wan tev digere. Mînaka wê jî dagirkirin, wêrankirin, guhertina demografîk, û avakirina dîwarê cudaker û dagikeriyê li Efrînê li ber çavan e. Çi destûra li gor berjewendiyên gelê Sûriyê were dariştin bê guman dê tûşî berjewendiyên Rûsya û her du hevparên wê Îran û Tirkiyê, bên. Ev her du welat (Tirkiyê û Îran) pêkhateyeke sereke ji pêkhateyên Sûriyê ew jî pêkhateya Kurd e, napejirîne.
Ev tişt diyar dike ku damezrandina komîteya destûrî wê pir dijwar û zehmet be, ji ber ku wê destûr li gor berjewendiyên hêzên derveyî û pîvanên welatên herêmî û bi destine xwecihî ku nûnertiya gelê Sûriyê nakin, dê were dariştin. Di vê derbarê de, şanderê navneteweyî yê berê “De Mistura” li beranberî Encûmena Ewlehî di vê derbarê de mikur hat û got: “Em hewl didin ku komîteyeke Sûrî nehilbijartî ku ji hêla welatên garantor hatine destnîşankirin, ava bikin. Ev welat dizanin jî ku mafê gelê Sûriyê bin pê dikin”.
Hêjayî gotinê ye ku destûr di her civakê de zagona sereke ye, ya ku têkilî di navbera hemû endamên civakê ji hêla maf, erk, hilbijartin û teşeya welat û pergala wê, orgenîze dike.
Bêguman gelê Sûriyê tenê di dariştin û destnîşankirina pêşeroja xwe ya destûrî de mafdar e.
Ji ber vê yekê divê destûr bi beşdarbûna hemû pêkhate û mezhebên Sûriyê, bê şert û merc yan jî dîktekirina derveyî, were nivîsandin. Nabe tu pêkhate were dûrixistn, ji ber ku çi pêkhate ji danîna destûrê were dûrxistin dê ew destûr seqet û ne rewa be. Divê destûra nû hemû gelê Sûriyê hembêz bike, vîna wî neşkîne û vê rêjîma ku xwe li ser desthilatiyeke ewlehî avakiriye, hilweşîne, her wiha yekîtiya gelê Sûriyê ya pirengî di riya pergaleke nenavendî ku têkeve xizmeta hemû pêkhateyan, biparêze.