Herêma Rojhilatê Navîn di rewşeke ne aram re derbas dibe. Destwerdanên herêmî, nexasim Tirkî û Îran, di karûbarên dewletên nakokdar de (bihara gelan) ji bo ku pirojeyên xwe yên mêtingerî li Sûrî û Iraqê pêk bînin, dilgiranîyek li ba Israîlê çêkirîne (tevî ku rêjîma Esed ewlekarîya wê ya neteweyî diparast û tevî ku têkilîyên wê bi Tirkîyê re hene).
Ji alîyekî din ve Israîl tu caran ne dûrî bûyer, alozî û guhertinên herêmî yên ku herêma Rojhilatê Navîn di wan re derbas dibe, bû. Tevî ku berê destwerdana wê di van bûyeran de ne rasterast bû, lê heftê cotmehê bû xaleke guhertinê di siyasetên wê yên derve de û êdî siyaseta wê ji veşartinê ber bi eşkerebûnê ve çû. Rola wê li ba Hemasê li Xezayê ranewestîya, lê belê gihaşt Hizbilah li Libnanê û paşê Sûrî û derbasî başûrê Sûrîyê bû. Vê destwerdana wê ya leşkerî di Libnan û Sûrîyê de, destên Îranê li herêmê lawaz û tune kirin û hevgirtina berxwedanê jî bi dawî bû, lê di heman demê de Tirkîyê dît ku ev yek ji bo wê serkeftinek bû, nexasim piştî ku HTŞ gihaşt desthilatê û piştî ku Tirkîyê baregehên xwe yên leşkerî li bakurê Sûrîyê zêde kirin û hewil da lawazîya rêjîma nû bi kar bîne da ku rêkeftinên girêdayî nîgarkirina sînorê şer, pêwendî û ji bilî van rêkeftinan bi cih bîne. Vê jî dilgiranîyek li ser mebestên dewleta Tirk li ba Israîlê çêkirin. Piştî ku Israîlê rêya piştgirîyan li ber Hizbilahê girt, Îran hewil dide ku bi rêya Tirkîyê piştgirîyan pêşkêşî Hizbilahê bike. Îcar gelo heye ku Tirkî hêzdarîya xwe ber bi Hizbilahê ve dirêj bike, ew jî ji bo ku armancên pêşerojê yên girêdayî ewlekarîya wê ya niştumanî?
Ev rola girêdayî Israîlê, ne ji valahîyekê hatîye, çimkî Israîl beşek ji stratîcîya emerîkî li herêmê ye û rola wê ne tenê girêdayî herêmê ye, lê belê digihêje Rojhilatê Navîn. Israîl dixwaze Israîla mezin ava bike, çimkî dewleta Israîl ya niha derfetê nadiyê ku bibe dewleteke bingehîn li Rojhilatê Navîn, anku bibe dewleteke navendî ku hemû dewletên Rojhilatê Navîn li gor wê tev bigerin. Ji ber wê jî, tiştên r jê tên xwestin, en in:
Berfirehbûna xaknîgarî:
Li gor bawerîyên wê yên olî, Israîl angaşt dike ku dewleta Israîlê ji Feratê heya Nîlê dirêj dike. Israîl ji bo ku bibe dewleteke giring, divê ji sînorê xwe derkeve û xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast li dewletên derdorê fireh bike û herêmên hêzdarîya xwe jî fireh bike da ku karibe van dewletan kontrol bike û di heman demê de ewlekarîya xwe ya neteweyî ji her gefê biparêze; çi li ser asta dewletan be (her wek dewleta sûrî ya ku li ser Israîlê metirsî bû, tevî ku rêjîma sûrî ewlekarîya Israîlê ya niştimanî piştî Şerê Tirşrînê diparast) yan jî li ser asta rêxistin û milîsan be (her wek milîsên îranî, Hizbilah û rêxistinên islamî yên radîkal).
Jixwe piştî 7 cotmehê ev yek eşkere pêk tê; ew jî bi rêya lawazkirina tevgera Hemasê û desteserkirina Xezayê, paşê lawazkirina Hizbilah li Libnanê û desteserkirina başûrê Libnanê û bidawîkirina milîsên îranî li Sûrîyê piştî ketina rêjîmê û derbasbûna wê di hin beşên başûrê Sûrîyê de. Jixwe desteserkirina HTŞ ji desthilatê re li Şamê, derfetê bêtir dide Israîlê ku destwerdanê di Sûrîyê de bike ku wê tevahî baregehên leşkerî û çekên stratîcî li Sûrîyê rûxandin û angaşt dike ku ew parastina pêkhateya dirzî li başûrê Sûrîyê bike. Dibe ku ev yek alîkarîyê wê bike ku pirojeya xwe ya “Rêya Dawûd“ pêk bîne. Ji ber wê jî dibe ku piştî desteserkirina biryara siyasî li Şamê, qonaxa destpêkê ya desteserkirina herêma Rojhilatê Navîn bi dawî bibe û dibe ku ev qonax bi rêya levhatina bi Siûdîyê re tekûz bibe.
Valakirina qadê ji rikberan:
Rojhilatê Navîn sê dewletên ku ji alîyê leşkerî ve bihêz in, dihewîne, ew jî ʺTirkî, Îran û Misirêʺ ne. Her yek ji wan (ji bilî Misir ku dixwaze bibe navenda wizeya (enerjî) Ewrûpayê) xwedî pirojeyeke mêtingerîyê ye; (pirojeya osmanî û kevana şîî). Bi rêya van pirojeyên xwe dixwazin bibin dewletên yekem, anku navendî li Rojhilatê Navîn.
Êdî dema ku ev dewlet wisa ne, wê mîna gefeke pêşerojê li ser Israîlê bin û wê nikare Rojhilatê Navîn desteser bike, çimkî artêşên wan li Rojhilatê Navîn ên herî bihêz in û çekên wan stratîcî ne (tevî ku çekên navokî li Israîlê hene). Ji bo ku Israîl bibe dewleteke bingehîn, divê van dewletan lawaz bike ku ev dewlet bi her awayî hêzdarîya xwe ber bi dewletanên cîran ve fireh dikin (çi bi rêya rêkeftinan be yan jî dagirkerîya yekser be). Îran xwe di Iraq û Libnanê de fireh dike û Tirkî jî xwe di başûrê Kurdistanê û Sûrîyê de fireh dike û têkilîyên wê bi rêxistinên tûndrew û rêxistina Ixwanan re xurt in. Misir jî tevî ku tu pirojeyeke wê ya xweberfirehkirinê tune ye jî, lê artêşa wê bihêz û pêşketî ye û li ser sînorê başûrê rojavayê Israîlê ye. Bi hebûna van dewletan armancên Israîlê li ba qonaxa yekem radiwestin, anku li ba dewletên derdorê. Li gor pilana Rojhilatê Navîn a mezin, dibe ku Îran û Tirkî beşek ji vê pilanê bin. Dibe ku di vê pilanê de rola herî mezin ji bo Israîlê were spartin (asayîş an nînerê Emerîkayê li herêmê). Emerîka jî hewil dide ku hemû pirojeyên aborî yên ku ber bi Ewrûpayê ve diçin, bi Israîlê ve girê bide; her wek rêya aborî ya di navbera Hindistan û Ewrûpayê de ku Emerîka li hember pirojeya çînî (destpêşxerîya yekkember û yekrê) tê de dixebite.
Eger em li van dewletan vegerin ku gef û astengîyê li pêşberî xwestekên Israîlê çêdikin (ev gef ji ber levketina pirojeyên wan ên mêtingerî ne), dibe ku qonaxa bê ya pilana Rojhilatê Navîn a mezin, lawazkirina van dewletan be; anku pergala wan a navendî were guhertin; ew jî bi rêya gurkirina hin dosyeyên hestyar ên ku dê guhertineke ji kokê ve di pergalên wan de çêkin. Ji ber wê jî ev dewlet hewil didin ku wan dosyeyan bi awayekî hundirîn çareser bikin, her wek doza kurdî û hin dosyeyên nû ji welatên cîran bi dest bixin da ku wan wek xalên fişarê li dijî dewletên ku Rojhilatê Navîn a mezin xêz dikin, bi kar bînin. Her wiha dibe ku ev dewlet hin rêkeftinên nû mor bikin da ku temenê pergalên wan hinekî dirêjtir bibe; her wek rêkeftina navokî di navbera Îran û Emerîkayê de.
Pilana Rojhilatê Navîn a mezin, destwerdanê di sînorê heyî de nake, lê belê di şêweyê rêjîmên van dewletan de dike, çimkî rêjîmên navendî êdî nema rajeya (xizmet) pergala cîhanî ya heyî dikin, lê belê ew bûne mîna kelem li pêşberî nakokîya emerîkî-çînî, emerîkî-rûsî û li pêşberî parastina pergala xwe ya cîhanî. Ji bo Misrê jî, bi rêya rawestandina alîkarîyên emerîkî û kêmkirina dahatên Kenala Siwêsê û bikaranîna Bendava Nehdayê wek fişarekê li dijî Misrê, ew dikarin Misrê lawaz bike. Êdî ji ber vê yekê, armancên dewleta Israîlê sînorên dewletên derdorê derbas dikin û herêma Rojhilatê Navîn bi giştî armanc digirin. Ji bo ku Israîl li herêmê bibe dewleteke bingehîn, divê rêjîmên van dewletan (Îran û Tirkî) ji hev bikevin.
Dibe ku ev pilan di dema niha de dûr û nerastbîn be, lê eger em li 20 salên borî binerin (ketina rêjîma Sedam li Iraqê, Qezafî li Lîbya, Mubarek li Misrê û bidawîbûna desthilata Ixwanan, ketina rêjîma Elî Ebdela Salih li Yemenê û dawî jî ketina rêjîma Esed li Sûrîyê), dê were pêşbînîkirin ku guhertin dê li herêmê pêk werin û ev yek ne aşopî ye (xeyal), nexasim ku ev dewlet (Îran û Tirkî) di vê dema dawî de ji rola ku ji wan re hatîye diyarkirin, dûr dikevin û êdî bi pirojeyên xwe yên mêtinger, bûne metirsîyek li ser Israîlê.
Behara gelan li Rojhilatê Navîn, hê berdewam e û alozîya sûrî bi ketina rêjîma Esed bi dawî nebûye, lê belê hê berdewam e. Ev rêjîma nû bi serwerîya Ehmed Elşeri (tevî ku ji alîyê herêmî û cîhanî ve hatîye pejirandin), tenê ji bo qonaxeke veguhêz hatîye danîn, çimkî Israîl dê nehêle rêxistin anku hizreke islamî ya tûndrew li Sûrîyê ava bibe. Dibe ku xwînrijandin û alozî çend salan bidomin heya ku şêweyê rêjîma nû li Şamê were pejirandin. Jixwe Emerîka û Israîl piştî hilweşandina rêjîma heyî, hewil didin wê rêjîma ku dixwazin li Şamê damezirînin ku ji hêla hemû dewletan ve were pejirandin. Êdî di wê demê de bayê bihara gelan dê bi ser Tirkî û Îranê de bibare û dê nikaribe wê hingê destwerdanê di Sûrîyê de bike. Bi vî awayî pilana Rojhilatê Navîn a mezin dê gavine mezin di herêmê de bavêje. Ev pilan dê hemû dewletên xwedî giranî li herêmê bide ber xwe da ku Israîl bibe dewleta bingehîn li herêmê û li tevahî Rojhilatê Navîn.