ANALÎZ

?KÎ LI PIŞT ÊRÎŞA HEMASÊ YE? Rewş Ber Bi Ku Ve Diçe

Şer û nakokîyên xwînavî di navbera tevgerên Filîstînî Israîlê de, tu caran ranewestîyane, lê çalakîya Hemasê ya dawî li dijî Îsraîlê, di dîroka şerê Îsraîlî û Filîstînîyan de, hemtayê wê nîne, êrîşa Hemasê dê qonaxeke nû bi xwe re bîne, ev şer di çarçoveya xwelihevrakêşandina hêzên navneteweyî û herêmî de weke vekirina enîyekî şer a beşekî şerê Cîhanê yê sêyemîn dikare bê dest girtin. Di nava şev û rojekê de kuştina 600 Îsraîlî û dîlgirtina bi sedan Îsraîlî û biyanî, Îsraîlî û ferwerîya (hukûmet) wê matmayî hiştin. Ya balkêş ew bû ku ev çalakîyên dijî Îsraîlê, piştî êrîşa bi dirûnan ya li dijî Akedemîya Leşkerî ya rejîma Sûrîyê ya li Homsê bi rojekê pêk hat! Li alîyê din ev êrîş di demekê de pêkhat ku danûstandin û lihevhatin di navbera Îsraîl û ereban de pêş dikevin. Gelo peywendîya êrîşa dirûnan bi çalakîya li dijî Îsraîlê re heye? Çima bi taybet ev dem hatîye helbijartin? Sedemên ku bi vî awayê berfireh û evqas çalakî bi carekê de çi ne? Kî li pişt van êrîşan e? Bi van êrîşan xwestine çi mesajan bidin? Tevî parastin û teknîka Îsraîlê ya pêşketî Hemasê çawa dikarî xwe bigihîşta kûrahîya Îsraîlê ya 40 km? Dê çawa ji vî şerî were derketin? Çareserî çî ye?

Ev çend sal in Xeze di dorpêça Îsraîlê de ye, şer û alozî berdewam in, êrîşên Îsraîlê li dij Îranê li hundirê Îranê bi xwe de, her wiha ji destpêka kirîza Sûrîye êrîşên wê li ser baregehên Îranê li Sûrîye jî ranewestîyane; ji lêdanên karxaneyên helbirîna çekên atomî li Îranê bigre ta kuştina fermadar û berpirsên wê yên payebilind ji alîyê Emerîka ve û fişara derûnî ya avakirî, ev êrîşên Îsraîlî yên berdewam û dorpêça li ser Îranê ya dem dirêjî, xwîn bi Îranê dide wendakirin, bi vî awayî Îran neçar ma ku li rêkekê bigire ku ji vê kirîza hanê derkeve, ew jî bi rêya livandina baskê wê yê Filîstînê (Tevgera Hemasê). Her kes dizane ku biryara destpêkê û ya dawî di mijara Sûrîyê de, di destê Îsraîlê de ye û her çi çareserî pêşerojê li Sûrîyê pêş bikevein, xala yekem ewlekarîya Îsraîlê li ber çavan tê girtin. Lewma neçareserkirina pirsgirêka Sûrîyê anku dirêjkirina şer ji vir tê. Emerîkî û Îsraîlî naxwazin ezmûna Iraqê li Sûrîye careke din dubare bibe(mebest bandora Îranê). Bi dirêjîya 12 salan ji kirîza Sûrîye lêkolîner û gel, herdem ev pirs dikirin: Gelo çima ev kom û giropên Îsalmî yên tundraw (Daiş, Cebhetûnusra, Îxwanûlmuslmîn û yên din) berê tivingê xwe nadin Îsraîlê û şerê Îsraîlê nakin? Gelo çi di vê demê de hat guhartin?

Mijara balkêş a ku aqil bawer nake ew e ku bi hezaran Hemasî ji çend baskan ve êrîş dikin û ta 40 km dikevin kûrahîya Îraîlê ku xelkê sivîl û leşekeran dîl digirin, eqwasî wan dûr dibin bê ku Îsraîl pê bihese, anku dezgehên elehî û saloxgerî yên Îsraîlî derbarê metirsîyan de tu hişyarîyan nade hemwelatîyên xwe? Tevî sînorên Îsraîlê yên ewqas asêkirî, bi sistema kamîreyan parastî, bi dewrîye û nobedaran kontrolkirî, dîsa Mertala(quba) Hesinî û radarên Îsraîl yên şev û roj dixebitin, çawa nikarîn bi sedan Hemasîyên ku çalakî kirin bibîne? Li vir du bersiv derdikevin pêş. Bersiva yekem ew e ku; ewlekarîya Îsraîl ya ku ewqas pesnê wê tê dayîn ku “çûk di ser re nikare bifire” ne weke dihat gotine, va ye hat derbaskirin û Tevgera Hemasê jî ne weke Îsraîl texmîn dike ku lawaz e. Bersiva duyem jî wiha ye; ev êrîş pilankirî bû û haya Îsraîlê jê hebû; yan Îsraîlê hişt şaneyên wê yên di nava Hemasê de vê çalakîyê bikin, yan jî Îsraîlê di dema êrîşê de xwe kerr kir ku Hemas bi kêfa xwe derbas bibe û kuştinan pêk bîne û li ber çavên kamîreyan sivikatî bi sivîl û leşkeran bike ku weke qurbanîyên vî şerî di çavên dunyayê de bêne dîtin ku dilê hêzên navneteweyî qezenc bikin, hêza wan bidin pişt xwe û bi kêfa xwe bi ser Xeze de biçin ku Tevgera Hemasê ji holê rabikin.

Êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê destpêka qonaxeke nû ji şer û pevçûnên dijwar e, pêxistina agir hêsan e, lê temirandina wê ne bi hêsanî ye. Eger ku mirov vê êrîşê û şerê navbera Hemas û Îsraîlê berdewamîya şerê Ukrayînya di asteke tengtir de, bigire dest ne şaş e, maseya Soçî – Istana (Rûsîya, Îran, Sûrî û Tirkî) bi biryar in ku fişaran li ser Emerîka zêde bikin, çawa ku Emerîka Enîyên şer û mewzîyan li pêş wan zêde û fireh dike; Rûsya, Îran û hevpeymanên xwe jî enîyên nû, li vî şerî zêde dikin. Her çiqas Rûsîya bixwe ne alîyekî şerê Îsraîl û Hemasê be jî, lê bike neke ev şerê Îsraîl û Hemasê dikeve xizmeta wê, di encam de hevrikê wê yê sereke (Emerîka) mijûlî vî şerî dibe, hem li Sûrîyê hem jî Ukrayînya fişar li ser kêm dibin û nefesekê digire. Em dikarin ji sê alîyan ve li vê êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê binêrin û bi awayê sê ihtîmalan binirxînin. Rast e êrîş bi destê Hemasê hat kirin lê gelo di rasîtyê de kî li pişt e û kê pilana vê êrîşê çêkirîye? Li gor nêrîna me sê ihtîmal hene, bêguman yek ji wan sê alîyan li pişt êrîşa Hemasê ye û dibe ku du-sê alîyên ku berjewendîyên hevbeş in, ew komî hev kiribin ku vê êrîşê pêk pêk bînin.

Ihtîmala yekem ew e ku Îran li pişt êrîşa Hemasê be. Ji kesî nayê veşartin ku Îranê destekeke mezin dida Hemasê, lîderê Hemasê Xalid Meşe`el bi xwe di bernameyek televîzyonî de dibêje ku “her dem me derîyê Îranê lê dida û Îranê pir bi kêfxweşî em pêşwazî dikirin û alîkarîya me dikir, Îranê bixwe dixwest em biçin bên cem wê”. Piştî êrîşê lîderên Hemasê di daxuyanîyên xwe de derbarê alîkarîdayîna wan de spasîya Îran kirin. Jixwe tengavkirina Îranê li Sûrîye ku lihevkirina navbera Îsraîl, Rûsîya û Emerîka (eger ev agahî rast be li ser bidawîkirina Îranê li Sûrîye ye, her wiha serhildan û xwepêşandanên li hundirê Îranê ranawestin, mijiara kontrokirina korîdora kevana Şîî di navber Tenef û herêmên HSD de, dîsa xwepêşandanên li Siwêdayê, germkirina herêma başûr Sûrîye(Siwêdaa û Dera) yên nêzîkî sînorên Îsraîlê û ya ji hemûyan girîngtir jî lihevhatinên ereban bi îsraîlê re, ev xalên ku me anîn ziman, sedemên girîng in ên ku piştrast dikin ku destê Îran di çalakîya Hemasê de heye, ew gaveke pêşwext bû, Îranê xwest ku kaxetan tevlîhev bike û însyatîfê bixe dest xwe. Weke şerê Ukrayînya, çawa ku Emerîka Rûsîya li çirava Ukrayînya qeliband û xist xefkê, Îranê jî bi çirûska pêxistina agirê şerê Hemasê, xwestîye ku Emerîka û Îsraîlê li çirava Rojhilata Navîn biqelibîne, bi hêzên girêdayî xwe li Iraq, Sûrî, Lûbnan û deverên din, Emerka tengav bike û pilanên wê têk bibe. Eger ku Îran li pişt vê êrîşê be, ev tê wê wateyê ku Îranê çareserkirina kirîza Sûrîye li gor nêrîna Emerîka asteng dike, nexasim guhartinên ku pêkan ên ku dê li Sûrîye û tevahî Rojhilata Navîn pêk bên. Îran pilanên Emerîka tevlihev dike, kaxetên wê tevlihev dike. Li alîyê din jî, Îranê dixwaze pêşî li lihevhatina ereban bi Îsraîlê re bigire ku vê demên dawîyê bi lez bibûn. Di rastî de hewldanên lihevhatinê di navbera Îsraîl û ereban de gihaştibû astên pêşketî, nexasim di navbera Îsraîl, Siûdîyê, Îmarat, Mexrêb û Misrê de. Eger lihvatina ereban bi Îsraîlê re biçûya serî, dê kerta Filîstînê ji destê Îranê derdiketa, Îran dibû zerarmendê yekem di mijara livhehatina Îsraîlê bi ereban re. Deshilata (egemonîya) Îranê li ser dewletên ereban bi rêya kaxeta Filîstînê ye, eger ku ev kaxeta han ji destê Îranê derkeve, êdî Împeratorîya wê dirûxe û deshilata wê li ser ereban namîne. Bi pêkanîna çalakîya Hemasê destê Îranê li herêmê xurtir bû û dengê wê bilind bû, mîna ku ev êrîş bibe bersiva hemû êrîşên Îsraîlê û kuştina fermandarên wê yên payebilind, ji berê bêhtir însyatîf girt dest xwe ku careke din weke hevrikekî bi hêz yê Emerîka û Îsraîl derdikeve pêş. Li vir eger ereb helwesta xwe zelal nekin û berjewendîyên xwe bingeh negirin, dê bi asayî bikevin refa Îranê (enîya îranê), jixwe ya ku Îran jî dixwaze ev e. Li alîyê din bi çalakîya Hemasê re pileyên Îranê di nava cîhana erebî û Îslamî û Tirkîyê de zêdetir bûn, jixwe berê rêjeya dijîtî û neheskirina ji Îranê di nava tirkan bixwe de û di nava Rikberîya Sûrî û komên çete yên girêdayî Erdogan bilind bû, lê bi êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê re ev wêne hinekî hate guhartin. Li alîyê din Îran dê pêşîya dijberên xwe yên hundir û xwepêşandanên ku hêvîyên wan di kesayeta Jîna Emînî de ku bi drûşmeya” Jin – Jîyan – Azadî” de pêk dihat jê girt, ji niha û şûn ve kî xwepêşandan û çalakîyan li hundirê Îranê bike, dê yekser bi Îsraîlê ve bê girêdan û bi tundî dê bi ser wan de biçe. Her wiha di vê rewşê de, gelo Emerîka û Îsraîl dê karibin li hember Îranê şer ragihînin û yekser êrîşî ser wê bikin? Ev yek tenê di rewşekê de pêk tê ku rejîma Îranê biguherînin, jixwe ev jî bi hêsanî pêk nayê, eger ku şerê Sûrîyê 12 sal li pey xwe hiştin, wê demê şerê bi Îranê re dê çend salan bêkêşîne?

Ihtîmala duyem ew e ku destê Îsraîlê bi xwe di çalakîya Hemasê de hebe, nexasim Hemas destpêka avakirina xwe de (1978) ji alîyê Msad ve ji bo lawazkirina Tevgera Fetih hat avakirin, zêde têkîlîya xwe bi têkoşîna Filîstînîyan re nîne, rêbazê leşkerî tenê bingeh digire. Tevî asta teknîka pêşketî ya Îsraîlê ku berîya rûdana bûyerê, hişyarî û agahîyan dide, gelo çawa sîstema saloxgerîya (Mosad) û teknîka wê ya pêşketî, her wiha sîstema Mertala Hesinî, nikarî bidîta û asteng bikira berî ku pêk were, ev cihê pirsan e! Eger ku destê Îsraîlê bixwe di vê çalakîyê de hebe, ev tê wê wateyê ku pilaneke Îsraîlê ya berfireh hebû, Îsraîlê bi zanebûn pêşîya êrîşkaran negertî, da ku Hemas kuştin, dîlgirtin û revandina Îsraîlî û bîyanîyan bi kêfa xwe pêk bîne, bi van dîmenan Îsraîl di çavên dunyayê de qurbanî û bindest were dîtin û desteka navnetewî qezenc bike ku bi ser Hemasê de biçe, eger ku biryara tunekirina Hemasê tenê be, dê şer pir berfireh nebe, Îsraîl dê operasyonê li ser Xeze bike. Jixwe di rewşekê de dibe ku şer dê berfireh bibe ew jî dema ku Hizûlah û baskên wê yên din ên li Yemen beşdarî şer bibin, hingê ev şer dê wergere şerekî herêmî û navneteweyî, êdî Emerîka û gelek welatên din dê beşdar bibin.

Ihtîmala Sêyem ew e ku tevgera Îxwanûlmuslimîn li pişt pêkanîna vê çalakîyê be, damezrînerê Hemasê dema destpêka avkirina xwe rêbaz û ramanên tevgera Îxwanûlmuslimîn bingeh digirt, peredanê yekem û desteka mezin ku dide Hemasê Qeter e, salane bi sed mîlyonan dolar Qeter dixe xizmeta tevgera Hemasê, pirojeya Îxwanûlmuslimîn ya rêvebirina bi ramanên Îslamî di asta herêmî û navneteweyî de tê zanîn, niha jî qenala Elcezîre herî zêde piropaganda ji Hemasê re dike, jixwe bi rêya sîyaseta weşanê ya vê qenalê dîyar dibe ku ew alîgirê Hemasê ye û rolekî gurkirinê (provekatorî) di pileya yekem de dilîze.

Li alîyê din Îzeddîn Qesam ku Tûgayên Hemasê bi navê wî hatîye binavkirin, wî kom û giropên biçûk çêkirin, bi çek kirin û li dijî Birîtanîya ket nava şer, çawa osmanîyan destek dida Ibarhîm Henano û mûcahîdên din, bêguman destekên çek û cebixane didan Izeddîn El Qesam jî. Desteka Erdogan û dilê wî yê bi ser Hemasê de, her wiha bicihkirina lîderên wan li Enqere, desteka darayî û dayîna çekan ji Hemasê re; ji kesî nayê veşirtin, di derbarê vê têkîlîyê de yek ji damezrînerê tevgera Hemasê Xalid Meşe`el di bernameyeke telefîzyonê de, ji pêşkêşvanê bernameyê re dibêje: “Berî çar-pênc salan ez li Şamê bûm, tu dizane ku Erdogan di serdana xwe ya yekem ji Emerîka re, Ehmed Dawûdoglo şand nivîsgeha min li Şamê, got ku Erdogan dê biçe Emerîka, hûn tiştekî ji wan dixwazin”. Durûtîya Edogan û cotstandardîya wî derbarê gelê Xeze û gelê kurd de bi êrîşa Hemasê re dîyar bû, mijara mafê mirovan li gor kurd û Filîstînîyan li cem Edogan tê guhartin, di demeke ku Erdogan jêrxaneya (çavkanîyên) Rojava bi balefiran bi erdê re dûz dikir, di heman demê de hisirên timsahan bi ser gelê Xeze de dibarandin û digot: “Peymana navneteweyî ya mafê mirovan tê binpêkirinê. Binêrin îro av nagihêje Xeze, ew nikarin avê bibirin, ne jî dikarin kehrebeyê bibirin. Gelo hûn texmîn dikin ku çi li Xeze diqewime?” Li vir baş aşkere dibe ku Erdogan kaxeta Filîstînîyan di xizmeta acendeyên xwe yên sîyasî û îslamîtî de bikar tîne.

Tevgera Hemasê van 20 salên dawî di navbera sê çar peytextan de diçû û dihat, lîderên Hemasê heta sala 2012 li Şamê bûn, ji ber ku ramanên Îxwanûlmuslimîn bingeh digirt, nakokî di navbera wê û rejîma Sûrîyê de derbarê helwesta wan ji kirîza Sûrîyê re, piştre derbasî Enqere bû, jixwe Qeter û Îran malmezin bûn, hertim derîyên wan li pêş Hemasê vekirîbûn, kengê Hemasê bixwesta li derîyê wan dida, hemû xwestekên wan pêk dihatin, lewma jî maseya Astana ji her kesî zêdetir berjewendîyên wan di vê êrîşê de heye, ev êrîş dijberên maseya Astana (Emerîka û hevpeymanên wê) dixe tengavîyê, civînên Astana yên gerrek bi giranî derbarê mijara Sûrîyê, têkbirina Rêveberîya Xweser û derxistina Hêzên Emerîkî de bû, jixwe derxistina Emerîka tê wateya lawazkirina Îsraîlê.

Îran Xizmetên Mezin ji Îsraîl û Emerîka re Dike

Eger ku em li têkîlîya Îran-Pers ya bi Cuhûyan re bi dirêjîya dîrokê binihêrin, em ê bibînin ku bi qasî dijimintîya ereb û Cuhûyan heye, ewqas dijmantî di navbera Îsraîl û Îranê-Pers de nebûye. Têkîlîya Cuhûyan bi dewleta Pers-Sasanî heta dema Îsalmê pir baş bû, pêxebera jin ya bi navê (Aster) ku di pirtûka Pîroz de derbas dibe di qesrên Sasanîyan de gelek bi bandor bû, dîyar e ku di hundirê Emperatorîyê de jî xwedî cihekî mezin bûye, çi di kar û barên bazirganî-Darayî an jî di pêşxistina îdeolojîk de, her wiha rizgarkirina sebiyên Cuhû ji destê Nebûxez Nesir ê Babilî û vegerandina penaberên Cuhû ji cihên wan re ji alîyê Kîros(koroş) damezrînerê Persan, herî dawî di dema Şah Mihemed Riza Pehlewî de, têkîlîyên Îran û Îsraîlê di asteke pir bilind de bûn. Ev tev nîşan didin ku Cuhû û Cuhûtî di hundirê Îranê de bi dirêjîya dîrokê bi hêz bûye. Eger ku Îran li pişt çalakîya Hemasê be an jî Îsraîlê xwe kerr kiribe ku êrîş pêk were, di encam de her du alî jî xizmetê ji hev re dikin, di heman demê de her du alîyî jî xizmetê ji hêza serdest ya cîhanê bi rêve dibe de dikin, eger ku Îranê van dijîtîya bi Îsraîlê re nekiriba, dê çawa karîbûya çar paytextên ereban bi dest xwe ve bîne, eger ku ne ji Îranê baya gelo Emerîka dê çawa karîba baregehên li Qeter û Siûdiyê çêbikira? Emerîka dê çawa karîba li Iraq, Sûrî û deverên din bi cih bûya, di encama dawî de mijar serdestî ye, çi Îran be çi jî Emerîka û Îsraîl be.

Pêşketinên Ku Dê Piştî Êrîşa Hemasê Rûbidin:

Eger em li gor ihtîmala yekem biçin û bibêjin ku Îran li pişt çalakîya Hemasê ye, wê demê Îran dê xwedî li êrîşan derkeve, dibe ku Îran bixwe yekser derbasî şer nebe, lê eger ku Îsraîl bejayî êrîşî ser Xeze bike, Îran dê şûnkarên (wekîl) xwe li Iraq, Sûrîye, Lûbnan û Yemenş bixe tevgerê, ew jî ji bo lêdana armancên Îsraîlî û Emerîkîyan li herêmê. Di vê rewşê de ihtmal heye ku Îsraîl jî bi hevalbên xwe re weke Emerîka û yên din re vî şerî berfirehtir bikin, yekser hêzên girêdayî Îranê bikin armanc û Îranê jî bikêşîne nava vî şerî, li vir îcar şer dikeve asteke herêmî û navneteweyî, bi vî awayî Rojhilata Navîn tev dê bikeve nava şerê cîhanê yê sêyem. Anîna du gemîyên Emerîbkî yên balefirhilgir û amadekarîyên wê yên leşkerî ji bo Rojhilata Navîn, di çarçoveya ihtîmala berfirehbûna vî şerî de ye. Êdî eger Îran bibîne ku helwesta wê lawaz e an jî dê di vî şerî de winda bike, ne dûr e ku Îran Hemasê bike qurbanî.

Geşedanên ku pêkane rû bidin bi ihtîmala Sêyem (ku destê Îsraîlê bixwe di çalakîya Hemasê de hebe) ve girêdayî, eger ku li vir armanca Îsraîlê tunekirina Hemasê be û weke ku dixuye rewş ber bi wî alî de diçe, hingê Îsraîl dê Xeze ji hemû alîyan ve dorpêç bike û operasyonê bike ku ji Hemasê paqij bike, bê guman fatora wê dê li ser Îsraîl giran be, nexasim bi hebûna tûnel û coyên bin erdê. Lê eger ku bi vê çalakîyê armanca Îran bixwe û şûnkarên wê li Lûnanan, Sûrîye û deverên din be, wê demê ev şer di asta herêmî û navnetewî de dê bikeve qonaxeke pêşketîtir. Nameya Netenyaho dayî ku gotibû; “şerê Xeze dê bibe destpêka guhartina Rojhilata Navîn”, dikeve vê çarçoveyê de. Eger Îsraîl û Emerîka biryara derxistina Îranê ji Sûrîye, Lûbnan û Filîstînê dabin, ev tê wê wateyê ku şer dê veguhere şerê cîhanê yê sêyem, êdî encamên wê dê li ser gelê herêmê û giştî cîhanê giran bin.

Eger ku li pişt êrîşa Hemasê tevgera Îxwanûlmusilmîn be, ev tê wê wateyê ku wê xwestîye ku hêza xwe nîşan bide û nameyê bide her alîyekî ku bêje em lawaz neketine û hebûna me xurt e, hêz û kaxetên me hene ku em Rojhilata Navîn tevlihev bikin. Nexasim piştî hejandin û lawazîyên ku tevgera Îxwanûlmusilmîn ketêyî, destpêkirin ji Misirê û dewletên ereban yên din, rabûnûketina ku Erdogan jîyan dike û nakokîyên wê bi hin beşên Rikberîys Sûrî ya girêdayî Tirkîyê, kom û giropên çeteyan. Em dizanin ku pirojeya Îxwanêlmusilmîn bi jierkderxistina Mihemed Mûrsî ji kar û xistina wî di zindanê de û piştre jî kuştina wî, beravêtî bû, her wiha dûrxistina wê ji warê sîyasî û desthilatê li dewletên ereban yên mîna Tûnis, Lîbya û dewletên din, ew jî ji ber helwestên wê yên ber bi tundî û tundrawîtîyê.

Li alîyê din em bala xwe bidinê, herî zêde tevgera Îxwanûlmusilmîn êrîşî Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dike û dewletan handan dike ser Rêveberîya Xweser, ew jî bi rêya ragihandina xwe weke qenalên Elcezîre, Oryent û yên din, her wiha qenalên Tirkîyê yên xwedî helwestên Îxwanî ku nûçeyên nerast û sexte yên ku serîyan tevlîhev dikin diweşînin ku şerê taybet û şerê derûnî digire nava xwe, ew jî li dij pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê. Sedema van êrîşan ew e ku Îxwanûlmusilmîn ditirs ku sîstema neteweya demokratîk a ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi laş bûye, bibe sîstema rêvebirinê di giştî Sûrîyê û di asta Rojhilata Navîn de, ji dêvla pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin ya xwe dispêre Îslama Sîyasî ya ku Emerîka û Biraîtanya piştevanîya wê dikin ku nûnertîya xwe di tevgara Îxwanûlmusilmîn de dibîne, da ku kom û tevgerên îslamî di kontrala van hêzan de bimînin. Êdî ji bo ku naveroka neteweya demokratîk ji cewherê wê vala bike, bi hemû hêza xwe hewl dide ku Rêveberîya Xweser têk bibe, ji ber ku ew sîstema Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji xwe re weke hevrikekî dibîne, êdî bi rêya ragihandinên xwe bi mejîyê mirovan dileyîzin û hewl didin ku gel li dij Rêveberîya Xweser der bixin û bandorê lê bikin. Di vê çarçoveyê de baskê Îxwanplmusilmîn di nava Rikberîya Sûrî de (PDKS-ENKS) rastîyan berûvajî dikin, kirîzan çêdikin da ku gel bajon ber koçberîyê û Rojava vala bikin, hin kesên ser bi alîyên kurdî ve yên ku hevkarîyê bi Tirkîyê re dikin di navedên lêkolînên stratejîk yên Îxwanî de li Tirkîyê kar dikin, belge û agahîyên sexte pêşkêşî van navendên lêklolînê û qenalên raghihandinê dikin.

Weke Encam:

Gelê Filîstîn tu caran ji têkoşîn û xweragirîyê bi paşde gav navêtîye, her dem bi xaka xwe ve girêdayî maye, bi keviran be jî şerê xwe li dij Îsraîlê berdewam kirine. Guman di rewabûna doza Filîstînîyan de nîne, lê mijar bi serhişkbûn û berdewamkirina xwînrijandin û şerên berdewam yên bê dawî ji her du alîyan de nabe. Eger bi xwînrijandinê çareser bibûya, vî şerî bi deh salan berdewam nedikir bê ku bigihêje çareserîyekê.

Tê zanîn ku dîroka şerê navbera Îsraîl û Filîstînîyan de bi damezirandina dewleta Îsraîlê ve girêdayî ye, koka van nakokîyên Îsraîl û ereban û hestyarîya heyî, digihêje destpêka Îslamê (Şerê Xendeqê) û hevgirtina Qebîla Benî Qureze ya Cuhû bi Qureyşîyan re, ev şer û pevçûn bi dirêjîya dîrokê dem dem gurr û tund bûye, di hin deman de jî aram bûye û kirin heye, bertek jî heye, jixwe di demên borî de rêbazên Îsraîl li beramber Filîstînîyan çors û tund bû, vê rewşeke tund bi xwe re anî, bi çalakîya Hemasê (Lehîya Eqsa) re tundtir bû, êrîşa Hemasê û armancgirtina sivîlan, revandina biyanîyan ji kamp û şahîyan, berê şer ber bi tundîyê ve bir, vê jî hişt ku mijar aloztir bibe ku bi awayekî derketin jê zehmet bibe û bandorêeke metirsîdar li ser Hemasê bi xwe jî çêbike, heta mirov dikare bêje ku dawîya wê jî bîne ku tune jî bibe. Armancgirtina Cuhûyên sivîl û bîyanîyan ji kamp û şahîyan, helwesta Îsraîlê xurt kir ku mîna qurbanîyekî bixu ye, bi vê re raya cîhanî girt pişt xwe.

Li alîyê din; hizirandina ku dibêje “em gelê xweda yê hilbijêner e” bi serê xwe pirsgirêk e, ew sedema êş û trajedîyan e, vê hizirandinê Cuhû bixwe bi dirêjîya dîrokê ber bi kendal û rûbirûbûna bi tunebûnê re birine. Dewlet-netewe ku yekem car tovê wê Cuhûyan çandîye bingehê hemû bela û malwêranîyê ye. Doza Filîstînê û şerê wê bi Îsraîlê re, doza kurd û şerê wê bi dewleta Tirkîyê re, her wiha hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dê daliqandî bimînin; eger ku hişmendîya dewlet-netewe ya alîyê li hember xwe mandel dike, neyê derbaskirin.

Zihnîyeta dewlet-netewe û rêbaza hizrîna wê bingeh û sedema xwînherikandinê ye.Her wiha şerê Îran û Tirkîyê ya ji bo her yek ji wan serwerîya xwe bi awayekî yekser an jî bi rêya baskên xwe (Hizbûlah, Elqaîde, kom û giropên tundraw yên Îslamî û yên din, li dijî Îsraîl, Emerîka û li ser Rojavayê Kurdistanê dide meşandin, tevlihevîyan ava dike, dibe sedema têkbirina ewlekarî û aramîya herêmê û pirsgirêkan aloz dike ku derketin jê dê pir zehmet be û bê çareserî bimînin.

Destwerdana Emerîka li ser Iraqê û angaşta hêzên serdest ên cîhanê ya ku digot: ” Em ê demokratî û aştîyê bînin herêmê û hemû pirsgirêkên daliqandî çareser bikin, rast derneket, her wiha bihara erebî ya ku di 2011 de dest pê kir, wergerîya zivistaneke qerisî, derî ji hin dewletên herêmî re vekir ku sûdê ji vê valahî û tevlihevîya heyî bibînin, bi acendeyên xwe dagirin, bi vê yekê re tevlihevî pêşket, ewlekarî nema;s nexasim şerê dirûnan(balfirên bêfirokvan) û destwerdan û destdirêjîyên li ser dewlet û cîranên xwe di serê wan de Tirkî û Îran, destwerdanên wan di karûbarên hundirîn yên van dewletan, bandorkirina ser girseya wan da ku her yek li xwe gor xwe herêm û girseyên girêdayî xwe di van dewletan de çêbikin, weke ku li Lîbya, Yemen, Qerebax, Sûrîye, Lûbnan, Sûrîye û deverên din çêbû. Lewma jî berûvajî angaştên wan ku ji dêvla çareserkirina pirsgirêkê lodên pirsgirêkan li herêmê ava kirin û niha herêm bêhtir ber bi nijadperestî û olperestîyê ve diçe. Ya rastî di bin navê anîna demokratî û çareserkirina pirsgirêkan, hewl tê dayîn ku her hêzek(serdestîya cîhanê û hêzên herêmî) serdestîya xwe ferz bike. Li vir careke din bi zelalî dîyar dibe ku hêzên sermayedar ên cîhanî, kirîzeke sîyasî û aborî ya kûr jîyan dikin, êdî piştrast bûye ku kirîzeke binyadî a gerdonî dijîn û ev têkîlîya xwe bi paradîkma-sîstema heyî û rêbazê hizirandinê a yekdestdarî û bikaranîna serdest re heye, avakirina dewlet-netewe û ramanên millîger(nijadeperest), ev kûr kir û herêm xist nava tundrawîya nijadî û olî-mezebî û nakokî di nava gelê herêmê de kûrtir kirin.

Derketina ji van tevlihevî û gola xwînê, tekane çareserî xurtkirina framan û felsefeya neteweya demoratîk a ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi system bûye, dîsa sîstema konfedral guncawtirîn çareserî ye, ji bo gel û çandên Rojhilata Navîn, gelên herêmê di alîyê çand, ziman pir ketine nava hev, bi jihevcûdakirin û ramana dewlet-neteweyê, ne pêkane dawî li pirsgiran were, konfederalîya Rojhilata Navîn hemû gel û civak dikarin cihê xwe tê de bigirin, birêz Ocalan di parêznameyên xwe de, nîşandan bi vê yekê kirîye û dibêje: `”baştirîn sîstema rêvebirinê û gelên Rojhilata Navîn, konfederalî ye ku gelên ereb, kurd, tirk, fars û heta gelê Cuhû jî dikare cihê xwe di nav de bigire”, ev pergal di serdemên dîrokê de, berê jî hatîye bikaranî û ceribandin, êdî xwedî lêderketin û bingehgirtina wê, dê aramî û aştîyê ji herêmê re bîne. Ev nimûne an ev rêbaz nû ye, wekhevî, azadî û demokratîyê bingeh digire û şer dûr dixe.

Derketina ji vî şerî ew e ku her du alî hevdu qebûl bikin, vê cografîyayê çawa ev gel bi sîngfirehî hembêz kirin, îro teng bûye ku êdî nikarin hevdu tehamûl bikin? Tekez sedema vê vedigere ramanên hişmendîya netewperestî û olperestî, van cûdatî û valahî xistîye nava çandên herêmê. Eger em karibin netewperestî û tundrawîya olî deynin alîyekî, hingê ewlekarî, aştî û lihevhatin di nava gelan de pêk tê, lewma girîng e ku Îsraîl hebûna Filîstînîyan û doza wan ya rewa bipejirîne, mafê wan erê bike ku ew jî bi rêzdarî jîyan bikin, her wiha ji Filîstînîyan jî tê xwestin nerm nêzîk bibe û alîyê hember xwe bipejirîne, da ku bigihêjin çareserîyekî mayînde ku herdu alîyan razî bike. Her du gel jî ji gelên resen yên Rojhilata Navîn in, bawerîya ereban ya sîyasî, êdî weke berê pir girîngîyê nade metirsîya Îsraîlê, balyozxan û konsolîya Îsraîlê li gelek dewletên erebî û îslamî mîna Tirkîye, Qeterê, Azerbeycan, Misir û Urdonê hatine vekirin, bê guman gelek dewletên din jî li gor peymana Ibrahîmî berendam in ku ew jî vekin, hemû jî di wê bawerîyê de ne ku piştî vê û şûn ve bi wê girîngîyê li rakirina dewleta Îsraîlê nanêrin.

Eger em pirsgirêka Cuhû û-Filîstînîyan û kurd-Tirkan bidin ber hev, gelo çi cêwazî heye? Qet tu cêwazîyek nîne, Cuhû jî hatin erdê Filîstînîyan ji dest girtin û dewleta Îsraîlê ava kirin, Tirk jî ji Asya Navîn hatin dest danîn ser xaka kurdan û bi navê Komara Tirkan dewlet ava kirin, mafê kurdan û doza wan ya rewa mandele kirin, ta roja me ya îro jî Tirkî tundûtijîyê û sîyasetên şovenîst li dij kurdan pêk tîne, terora Daişê û xwişkên wê derbas kirine, dewleta tirk a dagirker kurdan tune dike, li dij wan çekên ku li ser asta navneteweyî qedexe ne, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bikar tîne, cîhan li beramber vê di bêdengîyeke tirsnak de ye, tu girîngîyê nade tiştên li Kurdistanê diqewimin. Lê rewş tê guhartin, dema em îro behsa tişta li Xeze di navbera Îsraîl û Hemasê diqewime, me alîkarî û desteka muslimanan ji bo gelê Xeze û Filîstînîyan dît, her wiha piştgirî û destekaraya giştî ji Îsraîlê re derbarê êrîşên Hemasê li ser Xeze jî xuya bû. Gelo ma kurd jî ne musilman in? Çima cîhana Îslamî derbarê qirkirina nijadî ya gelê Efrînê xwe bêdeng kir ku bi destê dewleta tirk a dagirker hat?s Gelo çima ev cotstandardî? Gelo çima dewletên zilhêz(mezin) helwestekî tund negirt beramber Tirkîyê, derbarê binpêkirinên ku kirine û yên dike li ser kurdan li Serê Kanî, Girê Spî û Efrînê? Dest ji helwestgirtinê berde ku Tirkî bide rawestandin ku herêmên Rojava dagir neke, wan bi xwe lempeya kesk jê re pêxist ku bikeveyê! Wê demê zagona daristanê ew derbasdar e, ne dad, wekhevî û demokartî weke ew dewlet angaşt dikin, hukum hukumê şêr e, hukmê yê bi hêz li ser yê lawaz e, ew di cîhana me ya îro de serdest e.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Statejîk (NRLS)

  1. 10. 2023

زر الذهاب إلى الأعلى